Xelîl Xemgîn



Ji bona her kesek yarek
Ji bona her kesek yarek heye ê min welat yar e
Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e

Çiqas pesnê giran bêjim nikarim ez bidim zanîn
Çeleng û nazik û şeng û şepal û şox û cebbar e

Hezar we min di vê rê de bi van derd û kulan kuştin
Telesma ser devê xorta di sîngê min de reşmar e

Çi zanî qîmetê vê şengeşoxê dijminê bêbext
Ne wek min dil bi top û awirê yarê birîndar e

Eger çendî bi dest dijmin were yara min a şêrîn
Bi navê we ez bilind bûme giham gerdûnê seyyare

Bi wan lêvên şekerbarîn bi min da soz û peymanek
Ji min pê ve ku dil nedî kesî ew yara bêçare

Di govenda me de herkes bi dilşadî bikin dîlan
Li şûna hêstirên çavan xuşîn bên co û cobare

Ev e soza me jî pê re ku dil herdem bidim desta
Netirsim ez ji zindan û ji lêdan û ben û dare

Ev e soza min û dîlber eger bimrim di vê rê de
Ji vê dinya xweş û şêrîn Cegerxwîn jî, ne bê par e
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn