Zozan Zozan
Zozan Zozan Zozan lê lê Zozan lê lê Zozan
Zozan Zozan Zozan lê lê Zozan kewê canê
Ref tê refê qazan lê lê Zozan lê lê Zozan
Ref tê refê qazan lê lê Zozan kewê canê
Firya serê gazan lê lê Zozan lê lê Zozan
Firya serê gazan lê lê Zozan kewê canê
Pezê Zozan reş e lê lê Zozan lê lê Zozan
Pezê Zozan reş e lê lê Zozan kewê canê
Hûrik hûrik dimeşe lê lê Zozan lê lê Zozan
Hûrik hûrik dimeşe lê lê Zozan kewê canê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Yar yar yara min
Yar yar yara min
Yar yar yara min
Govend gerya l’hewşê ye
Yar yar yara min
Ketme milê Eyşê ye
Yar yar yara min
Govend gerya l’ sûkê ye
Yar yar yara min
Ketme milê bûkê ye
Yar yar yara min
Navê yaram Emîne
Yar yar yara min
Bin dawetan namîne
Yar yar yara min
Govend gerya l’ bin darê
Yar yar yara min
Ketme milê yarê ye
Yar yar yara min
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Yar yarê
Yar yarê yarê lê yar yarê yarê
Yar yarê yarê lê şar hêşînokê
Şar hêşînokê lê xort xapînokê
Xort xapînokê lê xemrevînokê
Carek min gotî lê hîva me wa ye
Du car min gotî lê hîva me wa ye
Rûkê ezman da lê wa ye xuyaye
Derdê min kula min keçka Keya ye
Carek min gotî lê hîva me zîz e
Dmin gotî lê lê hîva me zîz e
Orta ezman da lê wa ye dilîze
Derdê min kula min keçka Ezîz e
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Dêresorê
Dera sorê biçûk e lêlê lêlê lêlê lêlê lêlê
Dera sorê biçûke
Dest bi hinne û neynûk e
Par qîz bû îsal bûk e lêlê lêlê lêlê lêlê lêlê
Par qîz bû îsal bûk e berxê sebra mala minê
Dera sorê mezin e lêlê lêlê lêlê lêlê
Dera sorê mezin e
Dest bi hinne û bazin e
Par qîz bû îsal jin e lêlê lêlê lêlê lêlê
Par qîz bû îsal jin e berxê sebra mala minê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Tûzik
Tûzik li ser ava ye
Av li binya mala ye
Kî nexweş e bela ye
Tûzik dermanê dila ye
Baranê rêşe-rêş e
Kî nexweş e zaf dêşe
Tûzik jê ra bipêje
Tûzik dermanê dilêş e
Pîrê rabû ser piya
Gazî kire gundiya
Amanata tûzikê
Tûzik heyata hemiya
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Koçerê
Koçerê yar koçerê narînê narînê hoy nar
Koçerê yar koçerê çi digot wan çavên te
Koçera bêrya bê av narînê narînê hoy nar
Koçera bêrya bê av çi digot wan çavên te
Ez kuştim bejna zirav narînê narînê hoy nar
Ez kuştim bejna zirav çi digot wan çavên te
Naxwazim keçka bê bav narînê narînê hoy nar
Naxwazim keçka bê bav çi digot wan çavên te
(Dîsgotin)
Koçerê ji bêryê tê narînê narînê hoy nar
Koçerê ji bêryê tê çi digot wan çavên te
Ez kuştim keçka xelkê narînê narînê hoy nar
Ez kuştim keçka xelkê çi digot wan çavên te
Naxwazim keçka bê dê narînê narînê hoy nar
Naxwazim keçka bê dê çi digot wan çavên te
(Dîsgotin)
Koçera lata jorî narînê narînê hoy nar
Koçera lata jorî çi digot wan çavên te
Ber mala me re bihurî narînê narînê hoy nar
Ber mala me re bihurî çi digot wan çavên te
Naxwazim keçka golî narînê narînê hoy nar
Naxwazim keçka golî çi digot wan çavên te
(Dîsgotin)
Ax lê Wesê
Ax lê Wesê lê lê lê, Wesîlayê way way
Te porsorê lê lê lê hene dayê way way
Teşî ristî lê lê lê çû serayê way way
Mala Wesê lê lê lê ji malan wê de way way
Ez radimûsim lê lê lê l’mala bavê way way
Riya bajêr lê lê lê rê dikşîne way way
Çon derê Wesê lê lê lê
Av dikşîne way way
Bîngol şewitî
Bîngol şewitî mij dûman e
Megrî, megrî dayê megrî
Zekî kuştin ber malan e
Zeman xirab em têda ne
Bingol şewitî mij dûman e
Megrî, megrî, dayê megrî
Esker ketin nav gundan e
Zeman xirab em tê da ne
Va qomandan, bê îman e
Megrî, megrî, dayê megrî
Millet topkir, bi copan e
Zeman xirab, em têda ne
Ehmedo Ronî
Ehmedo Ronî heyran tu ne mîr î ne hekîm î
Kuro gedê tu ne mîr î e hekîm î
Li bala dilê min evdala Xwedê de
Tavî kî ji tavî ya biharê
Meha Gulan û Nîsan û Adar e
Li ser sing û berê min evdala Xwedê de
Ne dixûricî ne dibarî
Ehmedo lo lo ...
Ehmedo Ronî heyran navê min Besna ye
Kuro gedê navê min Besna ye
Li tilî pêçê minê ar morî werçî maye
Li sing û berê min evdala Xwedê
Ji te re kûşk û seray werçî ma ye
Li berê qeranê pezê xwe ser de ker ke
Min ê hemdê xwe ji te re destûr da ye
Ehmedo Ronî heyran dê û bavê min ne
Xêrê bike dê u bavê min ke wê qet nebînin
Wezê çewa neda me Ehmedê kur û barî
Ma di gûnd de min dil tê da
Wezê da me gedê kurapê min ê
Çepelê mêra xudanê heft jina heftê salî
Wezê pêra vere xwe didemê zihfarek diran tune devda
Ehmedo lo...
Ez berf im
Ez berf im berf im berf im
Lê lê nar lê lê nar
Ez berf im berf im berf im
Lê lê nar tu delal î
Ez berfa çiyakê reş im
Lê lê nar lê lê nar
Ez berfa çiyakê reş im
Lê lê nar tu delal î
Hemeyloka bi neqş im
Lê lê nar lê lê nar
Hemeyloka bi neqş im
Lê lê nar tu delal î
Xwestiya ya lawk keleş im
Lê lê nar lê lê nar
Xwestiya ya lawk keleş im
Lê lê nar tu delal î
Ez berfa çiyakê sor im
Lê lê nar lê lê nar
Ez berfa çiyakê sor im
Lê lê nar tu delal î
Hemeyla dor bi mor im
Lê lê nar lê lê nar
Hemeyla dor bi mor im
Lê lê nar tu delal î
Xwestiya lawkê pispor im
Lê lê nar lê lê nar
Xwestiya lawkê pispor im
Lê lê nar tu delal î
Ez berfa çiyakê spî me
Lê lê nar lê lê nar
Ez berfa çiyakê spî me
Lê lê nar tu delal î
Hemeyla dorbendî me
Lê lê nar lê lê nar
Hemeyla dorbendî me
Lê lê nar tu delal î
Dosta lawkê gundî me
Lê lê nar lê lê nar
Dosta lawkê gundî me
Lê lê nar tu delal î
Helîm can
Te gelekî malê’m xwar lê lê lê lê
Lê lê, lê lê, lê lê, lê lê lawo Helîm can
Qirika te da neçe xwar lê lê lê lê
Lê lê, lê lê, lê lê, lê lê lawo Helîm can
Ji te ra bibe kul û jar lê lê lê lê
Lê lê, lê lê, lê lê, lê lê lawo Helîm can
Bibe kula sala par lê lê lê lê
Lê lê, lê lê, lê lê, lê lê lawo Helîm can
Gulê hoy nar hoy narê
Gulê hoy nar hoy nar hoy narê
Dînê hoy nar hoy nar hoy narê
Gule min çavên belek xwarê
Dînê min çavên belek xwarê
Gulê sêva sor li guliyê darê
Dînê sêva sor li guliyê darê
Gulê ço davêm were jêrê
Dinê ço davêm were jêrê
Gulê hoy nar hoy nar hoy narê
Dînê hoy nar hoy nar hoy narê
Gule min çavên belek xwarê
Dînê min çavên belek xwarê
Gulê tu qismeta vê carê
Dinê tu qismeta vê carê
Gulê ço davêm were xwarê
Dînê ço davêm were xwarê
Gulê hoy nar hoy nar hoy narê
Dînê hoy nar hoy nar hoy narê
Gule min çavên belek xwarê
Dînê min çavên belek xwarê
Kin im kin im
Kin im kin im lê lê lê
Dirêj nabim way way
Zêrê zer im lê lê lê
Xirab nabim way way
Paşa were lê lê lê
Ber ranabim way way
Pirsa xelkê lê lê lê
Xirab nabim way way
Kin mehacira lê lê lê
Deşta Mûşê way way
Kin şerbet bû lê lê lê
Berda şûşê way way
Kin rindik e lê lê lê
Gula geş e way way
Ez radimîsim lê lê lê
Te dergûş e way way
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Wî de mala min (Bavê Lalo)
Wî de mala min
Wî de mala min
Mala bavê min mala mêran e eywax
De here mala min hê hê….
Lê mala min mala mêran e
De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e
De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê
Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: ”yallah lo Kurdo”
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane
Guhê van gundan e de oy oy..
De mala bavê min mala mêran e
De herê malan min hê hê….
Wî de mala min, mala min,
mala min..
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…
Û çadira bavê Lalo danî li ber çema
Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema
Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir
Hatî kon û kozikê xwe danî cem me
Belê wezê nakevime ber kûştin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê
Wezê ketime ber heyfa wê heyfê
De herê çawa destê wî xistin darê kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê
Erziromê
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy…
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…
De herê malan min mala min mala min,
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…
Û çadira bavê Lalo danî li ser latê
Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê
Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê
Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê
Li vê dews û li vî rêç û li vî deşt û taqîbatê
Wele wezê nakevime ber girtina û kuştina Bavê Lalo
Wezê dikevime ber heyra vê heyrê
Û axalerkê me ser re dibêjin
Çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê
Hoh oy de hoy oy…
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo...
Genc Xelîl
Were lolo,were lolo,were lolo,were lolo….ax
Were lolo…were lolo,were lolo,were lolo,were lolo,were lolo….waê…..
Were lolo,were lolo,were lolo,were lolo,were lolo nemaê;
Ê nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê….wax,
Ezê ji bona genc Xelîl lawê apê…xwe nemî..yîyîîîîyîyînim li dunyayê.
De lolo gec Xelîlo subebû çemê paşo newala hope bişewite ji dilê min
û tera newel li pale
Dilê min ji bona pismamê min yane,yane,kale,kale
Bihîstina min bihîstiye,pismamê min nexweşe nexweşekî jê dib ê hale
Ezê rabim destê genc Xelîl lawê apê xwe bigrim leylîfkim yalî male,
Ji êvarê heyanî sibê jêra bibime naz balîfe,balgîbe,berpale.
Bira sere xwe bide ser cotê zendê mine zer badayî,
Sûretê xwe bide ser cotê zer memikê minê nîşanî bi xale.
Dema tuê berê xwe bidî welatê xerîb û vê xerîbstanê;
Ezê cotê reş gulîyê xwe jêkim ji hespê pismamê xwera bikim doxhevsare,
Xizêma poze xwe bikime bizmale;
Kimbera pişta xwe dîsa vê subengê mal xirabo ji hespê pismamê xwera bikim
nale.
Ezê kimbera pişta xwe ji hespê pismamê xwera bikim nale,
Dema tuê berê xwe didî welatê xerîb û xwerîbstanê,di nava heval û hogira,
Ay de bira kesekî mebêje genc Xelîl Kurmance,Kurmancekî bê pergalê nemaê;
Ê nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê….wax,
Ezê ji bona genc Xelîl lawê apê…xwe nemî..yîyîîîîyîyînim li dunyayê.
De lolo genc Xelîlo subebû min sondxwarî ;
Bi sonda qesemê dema tuê berê xwe bidî welatê xerîb û xerîbstanê
Gelo vê subengê wezê didû tera tu car û tu zemanî ji xwera tu malê nakim.
Ezê pismamê xwe di hêşa konê Erebî ji xew rakim,
Kolozekî deveturkî bînim nava çavakim,qondirekî Helebî di lingakim,
Ebakî Besra bînim nava milakim.
Eger pîra dê,kali bavê qayîl bûne,jixwe qayîlbûne;
Gava ku qayîl nebûn,koma bira û pismama teva bi qurbankim.
Xwe berdime welatê xerîb û xerîbaê,welatê di Türkîya
ê,Stembol a şewitî nîvê dunya ê,
Xwe berdime Hemuş û Heka ê,Musil û Bexda ê,Beyt a Şerîf Beytulla ê;
Qasekê rûnêm li ber kanîka vê sera ê,cotê şalûl û bilbil,têlî tembûra
peydakim,
Bînim ser sere pismamê xwera bi dardakim,bi surra subêra,bi azan a mellara,
Bi qêrînê dîkara,bi kile kilê meşkara,bi lûbe lûbê jinebîyara.
Bi dengê qîzan û bûkara,bi fîtînê nêçîrvanê serê
çiyanra,bi hokînê şivanê ber keryara.
Bi zereqî tavî serî subêra,bi dengê lawî Kurdanra,bi
birqinê di şûranra,
Bi engê dengbêjan,bi defê dewrêşan,bilûr ê bilûrvanan,bi sazî sazbendan,
Bi dengê şalûl û bilbilan,têlî tembûran qasekê;
Ji kedera dilê xweyê bi mereqê bi kederra,Gelo segmanê cindî dîsa ji dilê xwera
ji xew rakim nemaê;
Ê nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê….wax,
Ezê ji bona genc Xelîl lawê apê…xwe nemî..yîyîîîîyîyînim li dunyayê.
Malan barkir
Malan barkir lê lê çûne waran lê
Dînê lê dînê lê Dînara min
Goştê me xwar lê lê mişk û maran lê
Keçê lê rindê lê bermaliya min
Ez sewî me lo lo ber desta me lo
Delalo delalo delalê min
Brîndar im lo lo bê xwedî me lo
Hevalo hevalo hevalê min
Malan bar kir lê lê koç bi rê ket lê
Dînê lê dînê lê Dînara min
Dilêm eşiya lê lê agir pê ket lê
Keçê lê rindê lê bermaliya min
Jana te ya dil jana min e lo
Delalo delalo delalê min
Ger min nedin ne gunehê min e lo
Hevalo hevalo hevalê min
Dodo
Dodo kete kemînê
Kemîn jibo evînê
Şax bi şax digere
Çarekê jê nabîne
Dodo Dodoooo
Dodo dodo te çi kir
Çû parsînê şuxul kir
Heta hat û keçik mir
Kullik danî bavo kir
Tellik danî bavo kir
Seyrê qîza axê ye
Delalîka serey e
Qelenê xwe buha ye
Dodo liser helyaye
Dodo xortek hêja ye
Seyranê heda meda
Tevir girt û erd veda
Jibo evîna Dodo
Çavê te ma di rê da
Te canê xwe kir feda
Gotin û mûzîk: Gelêrî (Serhed)
Bizinê
Bizinê ha bizinê ha na na
Bizinê ha bizinê tew can na na
Bizina serê lodê ha na na
Bizina serê lodê tew can na na
Dev avêt gurza kodê ha na na
Dev avêt gurza kodê tew can na na
Bizinê bidine tobê ha na na
Bizinê bidine tobê tew can na na
Bizina zik mezine ha na na
Bizina zik mezine tew can na na
Salê cot kara tîne ha na na
Salê cot kara tîne tew can na na
Yek dimre yek dimîne ha na na
Yek dimre yek dimîne tew can na na
Bizina pir bi leze ha na na
Bizina pir bi leze tew can na na
Nanê şivan didize ha na na
Nanê şivan didize tew can na na
Şivan bizinê dikuje ha na na
Şivan bizinê dikuje tew can na na
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Serhed)
Welatê me Kurdistan e
Welatê me Kurdistan e
Cîh û meskenê me Kurdan e
Welat ji mere ruh û can e
Millet hemî bira ne
Cîh û meskenê me Kurdan e
Temam baxe û bistane
Welat gul e gulistan e
Millet hemû birane
Welatê me pir şêrîn e
Merg û çem e û zevî ne
Qîz û bûke tev cindî ne
Eslê xwe da horî ne
Kurdistana me zeynet e
Cemata wî pir hurmet e
Temam qedr e û qîymet e
Welatê me cennet e
Gotin û Muzîk: Mecîdê Silêman
Meyrik
Xeber hate ji Mereşê
Xeber hate ji Mereşê
Halê Meyrik pir nexweş e oy oy...
Li Hekimê Loqman geryam
Li Hekimê Loqman geryam
Pey min hat xebera reş e oy oy...
Oy Meyrik Meyrik Meyrik
Ez heyrana te me Meyrik
Ez qurbana te me Meyrik
Hey wax li min Meyrik mirî
Hey wax li min Meyrik mirî
Mereş ket nav şîn û girî oy oy...
Gelî dostan loma nekin
Gelî dostan loma nekin
Xudê nede serê kesî oy oy...
Oy Meyrik Meyrik Meyrik
Qurbana te rabe Meyrik
Dinya bê te nabe Meyrik oy
Oy Meyrik Meyrik Meyrik
Ez heyrana te me Meyrik
Ez qurbana te me Meyrik
Baran barî tene tene
Baran barî Gulê Gulê tene tene
Vana rêçên were Gulê min û te ne
De bilezin Gulê Gulê, zu bimeşin
Rojên giran were Gulê li benda me ne
Baran barî Gulê Gulê hûr hûr lêkir
Gul û sosin were Gulê rengê xwe vekir
Çiya û zozan Gulê Gulê tev xemilîn
Kanî û rûbar were Gulê tevde der kir
Baran barî Gulê Gulê her der xweş kir
Dar û zevî were Gulê tevda geş kir
Tu ciwan î Gulê Gulê pir bedew î
Dilê fesadan were Gulê te pir reş kir
Ziravê
Zirav zirav ziravê
Leylo leylo ziravê
Zirav zirav ziravê
Ax keçê zalimbavê
Ew zirava wek derzî
Leylo leylo ziravê
Li devê deriyê me dibezî
Ax keçê zalimbavê
Ew zirava wek teşî
Leylo leylo ziravê
Li devê deriyê me dimeşî
Ax keçê zalimbavê
Zirav qiza keşê ye
Leylo leylo ziravê
Rind e qiza kese ye
Ax keçê zalimbavê
Zirav çûye qirşikan
Leylo leylo ziravê
Rindê çûye qirşikan
Ax keçê zalimbavê
Şirpa şirpa şimikan
Leylo leylo ziravê
Şirpa şirpa simikan
Ax keçê zalimbavê
Zirav dendik diqelîne
Leylo leylo ziravê
Rindê dendik diqelîne
Ax keçê zalimbavê
Paya xortan hiltîne
Leylo leylo ziravê
Paya keçan diqelîne
Ax keçê zalimbavê
Leylo Leylo Ziravê
Leylo Leylo ziravê
Zirava Elîparê
Leylo Leylo ziravê
Ax keçê zalimbavê
Ew zirava wek derzî
Leylo leylo ziravê
Li devê deriyê me dibezî
Ax keçê zalimbavê
Ew zirava wek teşî
Leylo leylo ziravê
Li devê deriyê me dimeşî
Ax keçê zalimbavê
Zirav qiza Keşê ye
Leylo leylo ziravê
Rind e qiza kese ye
Ax keçê zalimbavê
Ger hebûya min yarek
Ger hebûya min yarek
Û min bidiyana gavek
Min bidanê silavek
Dîsa nedibûm gorî
Li bejnê bûya paçek
Xemlandî bûya bi çek
Ji lêvan bida maçek
Birû reş çavên belek
Li çav hebûya kilek
Bîhn bidana wek gulek
Keçê were nav zebeşan
Keçê were were nav zebeşan
Yadê were were nav zebeşan
Ez qurbana çavreşan
Ez heyrana çavreşan
Were keçê keçê wez nexweş im
Were yadê yadê wez nexweş im
Nexweşê çavên reş im
Nexweşê çavên reş im
Keçê were were nav kelekan
Yadê were were nav kelekan
Ez qurbana çavbelekan
Ez heyrana çavbelekan
Neke keçê keçê van henekan
Neke yadê yadê van henekan
Ez qurbana çavbelekan
Ez heyrana çavbelekan
Keçê were were nav tît û nan
Yadê were were nav tît û nan
Ez qurbane çavxatûnan
Ez qurbane çavxatûnan
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Çavkanî: Eyşe Şan
Narê nar
Narê nar ha narê nar
Narê nar ha narê nar
Morî û mercan kar û mar
Yek û dudu sêsê çar
Bavê te bixwe gurê har
Narê nar ha narê nar
Bavê te bixwe gurê har
Yek û dudu sêsê çar
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Serhed)
Keçikê bimeş bimeş
Keçikê bimeş bimeş
Xulama wan çavên reş
Delalê bimeş bimeş
Xulama wî kenê xweş
Ramûsanekê bide min
Lê bêje min “sihet xweş”
Min bang kir wê xweşkokê
Şêrinê şemamokê
Fistanê wê dirêj e
Encax digihê ser çokê
Digihê ser kambokê
Encax digihê ser çokê
Ji wê de hatiye Helebê
Heta bigihê Qamişlokê
Keçikê bimeş bimeş
Xulama wan çavên reş
Delalê bimeş bimeş
Xulama wî kenê xweş
Gotin û Muzîk: Miradko
Kerîm lawo çeqilmast
Kerîm lawo çeqilmast
Min meyan û nebû mast
Kuçikê mexmer alast
Bû koçerkê bi rast
Kerîm lawo çeqilmast
Ez çûme Şam û Heleb
Anin sê bizinê celeb
Yekê kor û yekê pîr
A dinê bizina tiştîr
Bûm hemberê mala mîr
Helbest: Baba Tahirê Uryan
Muzîk: Gelêrî
Oy nergiz
Oy nergîz nergîz nergîz
Nergîzê narê cîwanê
Oy nergîz nergîz nergîz
Sorgulê Berîvanê
Ez nergîza çîyayê sorim nergîzê narê cîwanê
Ez nergîza çîyayê sorim sorgulê Berîvanê
Zozan zozan dimorim nergîzê narê narê cîwanê
Zozan zozan dimorim sorgulê Berîvanê
Ez nergîza çîyayê reşim nergîzê narê cîwanê
Ez nergîza çîyayê reşim sorgulê Berîvanê
Zozan zozan dimeşim nergîzê narê cîwanê
Zozan zozan dimeşim sorgulê Berîvanê
Hatim Besta Beleka
Hatim Besta Beleka
Hey lê lê û hey lo lo
Hatim Besta Beleka
Hey lê lê û hey lo lo
Ciwana mala bavê min
Evar e dema heneka
Hey lê lê û hey lo lo
Evar e dema heneka
Bûka mala bavê min
Min yar dît li nav rezî
Hey lê lê û hey lo lo
Min yar dît li nav rezî
Ciwana mala bavê min
Dilê min bir û dizî
Hey lê lê û hey lo lo
Dilê min bir û dizî
Bûka mala bavê min
Bejna wê dara bî ye
Hey lê lê û hey lo lo
Bejna wê dara bî ye
Ciwana mala bavê min
Ji ramûsana sor bûye
Hey lê lê û hey lo lo
Ji ramûsana sor bûye
Bûka mala bavê min
Birca Belek Botana
Hey lê lê û hey lo lo
Birca Belek Botana
Ciwana mala bavê min
Diparêzin ji dil û cana
Hey lê lê û hey lo lo
Diparêzin ji dil û cana
Bûka mala bavê min
Ordek
Ez ordek im ordek im
Lê lê ordekê ordekê
Ez ordek im ordek im
Memik şemalê şevêo
Ez ordeka golan im
Lê lê ordekê ordekê
Memik şemalê şevêo
Şev û rojan li çolan im
Lê lê ordekê ordekê
Şev û rojan li çolan im
Memik şemalê şevêo
Dosta lawikê şalreş im
Lê lê ordekê ordekê
Dosta lawikê şalreş im
Memik şemalê şevêo
Ez ordeka serî sor im
Lê lê ordekê ordekê
Ez ordeka serî sor im
Memik şemalê şevêo
Şev û rojê dipalim
Lê lê ordekê ordekê
Şev û rojê dipalim
Memik şemalê şevêo
Dosta lawikê çuxsor im
Lê lê ordekê ordekê
Dosta lawikê çuxsor im
Memik şemalê şevêo
Ez ordeka serîreş im
Lê lê ordekê ordekê
Ez ordeka serîreş im
Memik şemalê şevêo
Şev û rojê dimeşim
Lê lê ordekê ordekê
Şev û rojê dimeşim
Memik şemalê şevêo
Dosta lawikê keleş im
Lê lê ordekê ordekê
Dosta lawikê keleş im
Memik şemalê şevêo
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Zozan
Ref hatin refê qazan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Ref hatin refê qazan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can
Firyan diyarê sazan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Firyan diyarê sazan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can
Min silav li keçikê lazan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Min silav li keçikê lazan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can
Ref hatin refê çûçikan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Ref hatin refê çûçikan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can
Firyan diyarê sûkan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Firyan diyarê sûkan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can
Min silav li keçik û bûkan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Min silav li keçik û bûkan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can
Ref hatin refê betan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Ref hatin refê betan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can
Firyan diyarê xetan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Firyan diyarê xetan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can
Min silav li keçka metan
Lê lê Zozan lê lê Zozan
Min silav li keçka metan
Lê lê Zozan lê lê gewrê can
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Serê malan
Serê malan darik lê lê darik lê
Binê malan darik lê lê darik lê
Wê darê ji narik lê lê narik lê
Wê darê ji narik lê lê narik lê
Her ro her şev yarik lê lê yarik lê
Her ro her şev yarik lê lê yarik lê
Serê malan çûkik lê lê çûkik lê
Binê malan çûkik lê lê çûkik lê
Wê çûkê jî tûkik lê lê tûkik lê
Wê çûkê jî tûkik lê lê tûkik lê
Her ro her şev bûkik lê lê bûkik lê
Her ro her şev bûkik lê lê bûkik lê
Serê malan gûzik lê lê gûzik lê
Binê malan gûzik lê lê gûzik lê
Wê gûzikê gûzik lê lê gûzik lê
Wê gûzikê gûzik lê lê gûzik lê
Her ro her şev qîzik lê lê qîzik lê
Her ro her şev qîzik lê lê qîzik lê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Nav meniyan
Nav meniyan nav meniyan bejnzirav
Nav meniyan nav meniyan bejnzirav
Berfik barî serê çiyan, serê çiyan bejnzirav
Berfik barî serê çiyan, serê çiyan bejnzirav
Sê zeriyan dew dikiyan dew dikiyan bejnzirav
Sê zeriyan dew dikiyan dew dikiyan bejnzirav
Gişt rûniştin wer giriyan, wer giriyan bejnzirav
Gişt rûniştin wer giriyan, wer giriyan bejnzirav
Tu bi çûçika nav darikan, nav darikan bejnzirav
Tu bi çûçika nav darikan, nav darikan bejnzirav
Bervê çûm û xwe melisan, xwe melisan bejnzirav
Bervê çûm û xwe melisan, xwe melisan bejnzirav
Destan girt û rû ramîsam, rû ramîsam bejnzirav
Destan girt û rû ramîsam, rû ramîsam bejnzirav
Min digo bes e wê digo dîsan, wê digo dîsan bejnzirav
Min digo bes e wê digo dîsan, wê digo dîsan bejnzirav
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Memmir memmir
Memmir memmir Memo lo Memo lo Memo
Memmir memmir Memo lo Memo lo Memo
Xelkê jina te bir lo Memo lo Memo
Celkê jina te bir lo Memo, pismamo
Xwelî li serê te kir lo Memo lo Memo
Xwelî li serê te kir lo Memo, pismamo
Baxçê Memo rezî lo Memo lo Memo
Baxçê Memo rezî lo Memo pismamo
Bin da marê tevizî lo Memo lo Memo
Bin da marê tevizî lo Memo pismamo
Min tirs e te bigezî lo Memo lo Memo
Min tirs e te bigezî lo Memo pismamo
Baxçê Memo tirî lo Memo lo Memo
Baxçê Memo tirî lo memo pismamo
Bin da marê mirî lo Memo lo Memo
Bin da marê mirî lo Memo pismamo
Min tirs e te bigrî lo Memo lo Memo
Min tirs e te bigrî lo Memo pismamo
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Werî Xan
Werî Xan werî Xan werî Xanê lê Xana min
Werî Xan werî Xan werî Xanê lê cana min
Deşta Temranê av e lê Xana min
Deşta Temranê av e lê cana min
Sê sîwaran xwe da nav e lê Xana min
Sê sîwaran xwe da nav e lê cana min
Revand Xana bejnzirav lê Xana min
Revand Xana bejnzirav lê cana min
Deşta Temranê ap e lê Xana min
Deşta Temranê ap e lê cana min
Sê sîwaran xwe da paş e lê Xana min
Sê sîwaran xwe da paş e lê cana min
Revand Xana çavreş e lê Xana min
Revand Xana çavreş e lê cana min
Xanê te digo mêr nakim lê Xana min
Xanê te digo mêr nakim lê cana min
Kofiya zêran xwar nakim lê Xana min
Kofiya zêran xwar nakim lê cana min
Lawikê xwe dayndar nakim lê Xana min
Lawikê xwe dayndar nakim lê cana min
Deyndarê evdan nakim lê Xana min
Deyndarê evdan nakim lê cana min
Qimîş nabim ji xew rakim lê Xana min
Qimîş nabim ji xew rakim lê cana min
Taskî av li destan kim lê Xana min
Taskî av li destan kim lê cana min
Werî Xan werî Xan werî Xanê lê Xana min
Werî Xan werî Xan werî Xanê lê cana min
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Misto
Ha berde berde berde
Min go Misto destê min berde
Ha berde berde berde
Min go teres zendê zer berde
Oda Misto li hember e
Min go Misto destê min berde
Oda Misto li hember e
Min go teres zendê zer berde
Kevrê ortê mermer e
Min go Misto destê min berde
Kevrê ortê mermer e
Min go teres zendê zer berde
Yara Misto dîlber e
Min go Misto destê min berde
Yara Misto dîlber e
Min go teres zendê zer berde
Oda Misto biçûk e
Min go Misto destê min berde
Oda Misto biçûk e
Min go teres zendê zer berde
Kêrangê orta çûk e
Min go Misto destê min berde
Kêrangê orta çûk e
Min go teres zendê zer berde
Yara Misto biçûk e
Min go Misto destê min berde
Yara Misto biçûk e
Min go teres zendê zer berde
Oda Misto hezizî
Min go Misto destê min berde
Oda Misto hezizî
Min go teres zendê zer berde
Kêrangê orta rizî
Min go Misto destê min berde
Kêrangê orta rizî
Min go teres zendê zer berde
Kê yara Misto dizî
Min go Misto destê min berde
Kê yara Misto dizî
Min go teres zendê zer berde
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Ha min dî
Ha min dî malan berjêro berjêro
Ca min dî malan berjêro berjêro
Şivika destan kennêro kennêro
Şivika destan kennêro kennêro
Çi bikim yara bi mêro bi mêro
Çi bikim yara bi mêro bi mêro
Ha min dî ji malan hawa çû hawa çû
Ca min dî ji malan hawa çû hawa çû
Ber bi mala keya çû keya çû
Ber bi mala keya çû keya çû
Sîwarî hat û peya çû peya çû
Sîwarî hat û peya çû peya çû
Dilê xortan vêra çû vêra çû
Dilê xortan vêra çû vêra çû
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Nalbend û sîwar
Nalî li nalbendan leylo, rişî li govendan leylo
Nalî li nalbendan leylo, rişî li govendan leylo
Nalbendo nalan çêke
Tereso nalan çêke
Hûr hûr bizmaran pê ke
Hûr hûr bizmaran pê ke
Êvar e min bi rê ke
Êvar e min bi rê ke
Min bi mîvanê gewrê ke
Min bi mîvanê gewrê ke
Nalî li nalbendan leylo, rişî li govendan leylo
Nalî li nalbendan leylo, rişî li govendan leylo
Nalbendo nalbiçûko
Tereso nalbiçûko
Zevîko dor bi nûko
Zevîko dor bi nûko
Par qîz bû îsal bûko
Par qîz bû îsal bûko
Nalî li nalbendan leylo, rişî li govendan leylo
Nalî li nalbendan leylo, rişî li govendan leylo
Nalbendo nalmezino
Tereso nalmezino
Zevîko dor kijino
Zevîko dor kijino
Par qîz bû îsal jino
Par qîz bû îsal jino
Nalî li nalbendan leylo, rişî li govendan leylo
Nalî li nalbendan leylo, rişî li govendan leylo
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Par qîz bû
Newala gundê me bi dar e
Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min
Newala gundê me bi dar e
Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min
Daran girto hinar e
Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min
Daran girto hinar e
Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min
Par qîz bû îsal bi yar e
Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min
Par qîz bû îsal bi yar e
Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min
Newala gundê me bi gûz e
Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min
Newala gundê me bi gûz e
Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min
Cilan deyne bin gûz e
Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min
Cilan deyne bin gûz e
Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min
Par qîz bû îsal bi soz e
Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min
Par qîz bû îsal bi soz e
Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Qizil Ehmed
Qizil Ehmed bi dar e
Gulê gul narîn, narîn, narîn
Qizil Ehmed bi dar e
Gulê ez kilê çavê te me
Daran gerandî nar e
Gulê gul narîn, narîn, narîn
Daran gerandî nar e
Gulê ez kilê çavê te me
Derdêm keçikê muxtar e
Gulê gul narîn, narîn, narîn
Derdêm keçikê muxtar e
Gulê ez kilê çavê te me
Qizil Ehmed bi bî ye
Gulê gul narîn, narîn, narîn
Qizil Ehmed bi bî ye
Gulê ez kilê çavê te me
Biyan gerandî sî ye
Gulê gul narîn, narîn, narîn
Biyan gerandî sî ye
Gulê ez kilê çavê te me
Derdêm keçika cindî ye
Gulê gul narîn, narîn, narîn
Derdêm keçika cindî ye
Gulê ez kilê çavê te me
Qizil Ehmed bi merx e
Gulê gul narîn, narîn, narîn
Qizil Ehmed bi merx e
Gulê ez kilê çavê te me
Merxan gerandî çerx e
Gulê gul narîn, narîn, narîn
Merxan gerandî çerx e
Gulê ez kilê çavê te me
Derdêm keçika Zelx e
Gulê gul narîn, narîn, narîn
Derdêm keçika Zelx e
Gulê ez kilê çavê te me
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Şilî barî
Şilî barî tene tene
Vana rêçê min û te ne
Şilî barî tene tene
Vana rêçê min û te ne
Porê yarê porkî kej e
Ber piştê de şe û meqes e
Porê yarê porkî kej e
Ber piştê de şe û meqes e
Çûm ku yara xwe bibînim
Kekçiyê bavê ya li ber der e
Çûm ku yara xwe bibînim
Kekçiyê bavê ya li ber der e
Şilî barî çilke çilke
Serê qondra yarê şilke
Şilî barî çilke çilke
Serê qondra yarê şilke
Gundê hember gundê me ye
Qe tunebî sed mal heye
Gundê hember gundê me ye
Qe tunebî sed mal heye
Şûna ku yaram tê da ne bî
Hêlek şên bi yek xirabe ye
Şûna ku yaram tê da ne bî
Hêlek şên bi yek xirabe ye
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Dayik delîlê
Sibe ye ro zeriqî
Dayik delîlê delîlê
Sibe ye ro zeriqî
Dayik delîlê damayê
Zêr li eniyê biriqî
Dayik delîlê delîlê
Zêr li eniyê biriqî
Dayik delîlê damayê
Çavan dî dil xeriqî
Dayik delîlê delîlê
Çavan dî dil xeriqî
Dayik delîlê damayê
Êvar e ro dereng e
Dayik delîlê delîlê
Êvar e ro dereng e
Dayik delîlê damayê
Sî daket cîkî teng e
Dayik delîlê delîlê
Sî daket cîkî teng e
Dayik delîlê damayê
Heyrana bejna şeng e
Dayik delîlê delîlê
Heyrana bejna şeng e
Dayik delîlê damayê
Êvar e ro li esir
Dayik delîlê delîlê
Êvar e ro li esir
Dayik delîlê damayê
Sî daket cîkî kesir
Dayik delîlê delîlê
Sî daket cîkî kesir
Dayik delîlê damayê
Qurbana çavê hêsir
Dayik delîlê delîlê
Qurbana çavê hêsir
Dayik delîlê damayê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Nermê Nermanê
Nermê Nermê Nermanê lê
Nermê Nermê Nermanê
Nermê Nermê Nermanê
Şevgerya dilê xortanê
Nermê piştik dar anî lê
Nermê Nermê Nermanê
Nermê piştik dar anî lê
Şevgerya dilê xortanê
Semta bêderê anî lê
Nermê Nermê Nermanê
Semta bêderê anî lê
Şevgerya dilê xortanê
Nermê qîza keşîş e lê
Nermê Nermê Nermanê
Nermê qîza keşîş e lê
Şevgerya dilê xortanê
Paşil tijî mewîj e lê
Nermê Nermê Nermanê
Paşil tijî mewîj e lê
Şevgerya dilê xortanê
Pişta xwe da gî têş e lê
Nermê Nermê Nermanê
Pişta xwe da gî têş e lê
Şevgerya dilê xortanê
Nermê yeka dirêj e lê
Nermê Nermê Nermanê
Nermê yeka dirêj e lê
Şevgerya dilê xortanê
Xwe li govendan davêje lê
Nermê Nermê Nermanê
Xwe li govendan davêje lê
Şevgerya dilê xortanê
Dilê lawikan dipêje lê
Nermê Nermê Nermanê
Dilê lawikan dipêje lê
Şevgerya dilê xortanê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Rinda min ha rinda min
Rinda min ha rinda min
Çavê reş bexşîşa min
Rinda min ha rinda min
Çavê reş bexşîşa min
Rinda min avê tîne
Rinda min ha rinda min
Rinda min avê tîne
Çavê reş bexşîşa min
Ba li biskan dixîne
Rinda min ha rinda min
Ba li biskan dixîne
Çavê reş bexşîşa min
Ji şerman rê nabîne
Rinda min ha rinda min
Ji şerman rê nabîne
Çavê reş bexşîşa min
Pêl bi pêl dirijîne
Rinda min ha rinda min
Pêl bi pêl dirijîne
Çavê reş bexşîşa min
Rinda min çû kaniyê
Rinda min ha rinda min
Rinda min çû kaniyê
Çavê reş bexşîşa min
Gulî ketin paniye
Rinda min ha rinda min
Gulî ketin paniye
Çavê reş bexşîşa min
Rinda min çû bêriyê
Rinda min ha rinda min
Rinda min çû bêriyê
Çavê reş bexşîşa min
Heyrana te zeriyê
Rinda min ha rinda min
Heyrana te zeriyê
Çavê reş bexşîşa min
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Giran giran
Ha giran giran teze giran
Can giran giran teze giran
Gul û rehana gul û rehana
Gul û rehana nav çadiran
Ha giran giran tê ji bêriyê
Mêze şar daye ser xêliyê
Elb û eşîr, elb û eşîr
Elb û eşîr daye siye
Ha giran giran tê ji mitmitan
Şar û kitan tev xelitan
Cîgerê lawikan cîgerê lawikan
Cîgerê lawikan te peritand
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Sînemê
Sînemê koçika xwe bi rê xist delal
Xwe bi xwe sikinî van deran
Rûnişt bejna xwe girêda delal
Berda rişikê kemberan
Sînemê malika xwe bi bar kir delal
Xwe bi xwe sikinî van çiyan
Rûnişt bejna xwe girêda delal
Berda rişikê mecdiyan
Sînemê malika xwe bi bar kir delal
Xwe bi xwe sikinî bewraran
Rûnişt bejna xwe girêda delal
Berda rişikê guheran
Çûm ku Sînemê ramûsim delal
Gune li hustiyê gundiyan
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Bizina bella
hêşîn
Tow tow tow tow tozilme
Haco lo dîno lo tozilme
Dawetê girm û girm e
Haco lo dîno lo tozilme
Bizina bella hêşîn e
Tow tow tow tow tozilme
Bizina bella hêşîn e
Haco lo dîno lo tozilme
Salê carê cot tîne
Tow tow tow tow tozilme
Salê carê cot tîne
Haco lo dîno lo tozilme
Yek dimirî, yek dimîne
Tow tow tow tow tozilme
Yek dimirî, yek dimîne
Haco lo dîno lo tozilme
Qelindê yarê dertîne
Tow tow tow tow tozilme
Qelindê yarê dertîne
Haco lo dîno lo tozilme
Zeynemê
Bayê baniyan ba tîne
Zeynema min, Zeynema min
Bayê baniyan ba tîne
Zeynema min, melhema min
Kilê çavan yar tîne
Zeynema min, Zeynema min
Kilê çavan yar tîne
Zeynema min, melhema min
Zeynem qîza meta min
Zeynema min, Zeynema min
Zeynem qîza meta min
Zeynema min, melhema min
Min xwest metê neda min
Zeynema min, Zeynema min
Min xwest metê neda min
Zeynema min, melhema min
Bû kul ket cîgera min
Zeynema min, Zeynema min
Bû kul ket cîgera min
Zeynema min, melhema min
Zeynem dergistiya min
Zeynema min, Zeynema min
Zeynem dergistiya min
Zeynema min, melhema min
Xelkê bir û neda min
Zeynema min, Zeynema min
Xelkê bir û neda min
Zeynema min, melhema min
Xirab kirin mala min
Zeynema min, Zeynema min
Xirab kirin mala min
Zeynema min, melhema min
Gul
Ha Gulî ha Gulî ha Gula yeman
Can Gulî can Gulî çîçega çeman
Gul xeyizî Gul xeyizî
Gul xeyizî reng lê nema
Ha Gula Botan can Gula Botan
Ha Gula Botan can Gula Botan
Te suret sorê te suret sorê
Te suret sorê da ber gezan
Ser hev ketin ber hev ketin
Ser hev ketin lawikê metan
Bûkê
Bûkê lê lê bûkê lê
Bûk bermaliya mala min
Bûkê lê lê bûkê lê
Bûk bermaliya mala min
Min tu li dawetê dîbû
Bûkê lê lê bûkê lê
Min tu li dawetê dîbû
Bûk bermaliya mala min
Tilî û pêçî hine bû
Bûkê lê lê bûkê lê
Tilî û pêçî hine bû
Bûk bermaliya mala min
Zendê zer gişt hine bû
Bûkê lê lê bûkê lê
Zendê zer gişt hine bû
Bûk bermaliya mala min
Fîstanê sor lê dîbû
Bûkê lê lê bûkê lê
Fîstanê sor lê dîbû
Bûk bermaliya mala min
Min ser bejnê birîbû
Bûkê lê lê bûkê lê
Min ser bejnê birîbû
Bûk bermaliya mala min
Kinê
Kin im kin im lê lê lê
Dirêj nebim lê lê lê
Dirêj nabim way way
Zêrê zer im lê lê lê
Xirab nabim lê lê lê
Xirab nabim way way
Paşa were lê lê lê
Ber ranabim lê lê lê
Ber ranabim way way
Pirsê xelkê lê lê lê
Xirab nabim lê lê lê
Xirab nabim way way
Ax lê kinê lê lê lê
Maliya minê lê lê lê
Maliya minê way way
Kin macira lê lê lê
Deşta Muşê lê lê lê
Deşta Muşê way way
Kin şerbet bû lê lê lê
Berda şûşê lê lê lê
Berda şûşê wy way
Ez radimusim lê lê lê
Ber dergûşê lê lê lê
Ber dergûşê way way
Dilo îşev li ku me
Dilo îşev li ku me
Lo dilo dilo lo dilo
Dilo îşev li ku me
Rezîlo dilo sorgulo
Ser pireka Pasînê
Lo dilo dilo lo dilo
Ser pireka Pasînê
Rezîlo dilo sorgulo
Deng tê dengê yasînê
Lo dilo dilo lo dilo
Deng tê dengê yasînê
Rezîlo dilo sorgulo
Dilo îşev li ku me
Lo dilo dilo lo dilo
Dilo îşev li ku me
Rezîlo dilo sorgulo
Ser pireka Pilûrê
Lo dilo dilo lo dilo
Ser pireka Pilûrê
Rezîlo dilo sorgulo
Deng tê dengê bilûrê
Lo dilo dilo lo dilo
Deng tê dengê bilûrê
Rezîlo dilo sorgulo
Dilo îşev li ku me
Lo dilo dilo lo dilo
Dilo îşev li ku me
Rezîlo dilo sorgulo
Ser pireka Temranê
Lo dilo dilo lo dilo
Ser pireka Temranê
Rezîlo dilo sorgulo
Deng tê dengê Qur’anê
Lo dilo dilo lo dilo
Deng tê dengê Qur’anê
Rezîlo dilo sorgulo
Xwezila biskik bama
Xwezila biskik bama, yado
Bisk biskê beranan
Xwezila biskik bama, yado
Bisk biskê beranan
Hûr hûr biçêriyama, yado
Dorkê van xoydanan
Hûr-hûr biçêriyama, yado
Dorkê van xoydanan
Çavkî li xewka şêrîn yado
Dest li ser mircanan
Çavkî li xewka şêrîn yado
Dest li ser mircanan
Xwezila biskik bama yado
Bisk biskê karikan
Xwezila biskik bama yado
Bisk biskê karikan
Hûr-hûr biçêriyama yado
Dorkê van darikan
Hûr-hûr biçêriyama yado
Dorkê van darikan
Çavkî li xewka şêrîn yado
Dest li ser çiçikan
Çavkî li xewka şêrîn yado
Dest li ser çiçikan
Xwezila biskik bama yado
Bisk biskê bizinan
Xwezila biskik bama yado
Bisk biskê bizinan
Hûr-hûr biçêriyama yado
Dorkê van zinaran
Hûr-hûr biçêriyama yado
Dorkê van zinaran
Çavkî li xewka şêrîn yado
Dest li ser zendalan
Çavkî li xewka şêrîn yado
Dest li ser zendalan
Kilama Korê
Nînnim nînnim nînnayê dilo
Nînnayê dilo nînnayê
Nînnim nînnim nînnayê dilo
Çi bikim malê dunyayê
Hat eskerê Korayê dilo
Nînnayê dilo nînnayê
Hat eskerê Korayê dilo
Çi bikim malê dunyayê
Mektûba min vêrayê dilo
Nînnayê dilo nînnayê
Mektûba min vêrayê dilo
Çi bikim malê dunyayê
Ew mektûba dilan e dilo
Nînnayê dilo nînnayê
Ew mektûba dilan e dilo
Çi bikim malê dunyayê
Kî newxîne poşman e dilo
Nînnayê dilo nînnayê
Kî newxîne poşman e dilo
Çi bikim malê dunyayê
Nînnim qîza melle ye dilo
Nînnayê dilo nînnayê
Nînnim qîza melle ye dilo
Çi bikim malê dunyayê
Paşil tijî xurme ye dilo
Nînnayê dilo nînnayê
Paşil tijî xurme ye dilo
Çi bikim malê dunyayê
Pişta xwe da derge ye dilo
Nînnayê dilo nînnayê
Pişta xwe da derge ye dilo
Çi bikim malê dunyayê
Nînnim qîza keşîş e dilo
Nînnayê dilo nînnayê
Nînnim qîza keşîş e dilo
Çi bikim malê dunyayê
Paşil tijî mewîj e dilo
Nînnayê dilo nînnayê
Paşil tijî mewîj e dilo
Çi bikim malê dunyayê
Pişta xwe da gitêş e dilo
Nînnayê dilo nînnayê
Pişta xwe da gitêş e dilo
Çi bikim malê dunyayê
Qersa şewitî
Xanê lê canê lê Qersa şewitî li van deran
Xanê lê canê lê Qersa şewitî li van deran
Xanê lê canê lê herb xweş kirin bi xençeran
Xanê lê canê lê herb xweş kirin bi xençeran
Xanê lê canê lê Qers firotin bi peran
Xanê lê canê lê Qers firotin bi peran
Xanê lê canê lê herb xweş kirin bi singûyan
Xanê lê canê lê herb xweş kirin bi singûyan
Xanê lê canê lê Qers firotin bi mecidîyan
Xanê lê canê lê Qers firotin bi mecidîyan
Xanê lê canê lê Qersa şewitî li ber pişt e
Xanê lê canê lê Qersa şewitî li ber pişt e
Xanê lê canê lê şûrê lawik serî xişt e
Xanê lê canê lê şûrê lawik serî xişt e
Xanê lê canê lê koka dijmin damişt e
Xanê lê canê lê koka dijmin damişt e
Mişkê kûr
Şûrkim hebû misirlî bû
Min ji wî şûrî gîsnek çêkir
Şûrkim hebû misirlî bû
Min ji wî şûrî gîsnek çêkir
Min bi wî gîsnî gûrtik rakir
Mişkê koro xwe tê werkir
Min bi wî gîsnî gûrtik rakir
Mişkê koro xwe tê werkir
Tevran bînin bêran bînin
Bêran bînin mişk derînin
Tevran bînin bêran bînin
Bêran bînin mişk derînin
Bivran bînin kêran bînin
Kêran bînin mişk derînin
Bivran bînin kêran bînin
Kêran bînin mişk derînin
Herdû hêtan herdû hêtan
Herdû hêtan bişînin Botan
Herdû hêtan herdû hêtan
Herdû hêtan bişînin Botan
Herdû piyan herdû piyan
Herdû piyan bidin berbûyan
Herdû piyan herdû piyan
Herdû piyan bidin berbûyan
Ser û pêyan ser û pê
Ser û pêyan bidin gundiyan
Ser û pêyan ser û pê
Ser û pêyan bidin gundiyan
Hestiyê qûnê hestiyê qûnê
Hestiyê qûnê para xatûnê
Hestiyê qûnê hestiyê qûnê
Hestiyê qûnê para xatûnê
Hestiyê navê hestiyê navê
Hestiyê navê para zavê
Hestiyê navê hestiyê navê
Hestiyê navê para zavê
Hestiya nûkê hestiya nûkê
Hestiya nûkê para bûkê
Hestiya nûkê hestiya nûkê
Hestiya nûkê para bûkê
Ruviyê dirêj ruvîyê dirêj
Ruviyê dirêj para dengbêj
Ruviyê dirêj ruvîyê dirêj
Ruviyê dirêj para dengbêj
Gur
Newalo bi dar e
Dom ha domê domlîgê
Newalo bi dar e
Çûm Saxnîsa Gonîgê
Gur hato bi xwar e
Dom ha domê domlîgê
Gur hato bi xwar e
Çûm Saxnîsa Gonîgê
Çavê gur li kar e
Dom ha domê domlîgê
Çavê gur li kar e
Çûm Saxnîsa Gonîgê
Kar kara muxtar e
Dom ha domê domlîgê
Kar kara muxtar e
Çûm Saxnîsa Gonîgê
Newalo bi bî ye
Dom ha domê domlîgê
Newalo bi bî ye
Çûm Saxnîsa Gonîgê
Gur têyo hêdî ye
Dom ha domê domlîgê
Gur têyo hêdî ye
Çûm Saxnîsa Gonîgê
Çavê gur li mî ye
Dom ha domê domlîgê
Çavê gur li mî ye
Çûm Saxnîsa Gonîgê
Mî mîya Cindî ye
Dom ha domê domlîgê
Mî mîya Cindî ye
Çûm Saxnîsa Gonîgê
Genim
Genimê çala Mazî
Genim genim Gêlan
Genimê çala Mazî
Qorik zeriyê milan
Min çinî bi çeplê tazî
Genim genim Gêlan
Min çinî bi çeplê tazî
Qorik zeriyê milan
Avranê xal û xwarzî
Genim genim Gêlan
Avranê xal û xwarzî
Qorik zeriyê milan
Genimê çala çûkê
Genim genim Gêlan
Genimê çala çûkê
Qorik zeriyê milan
Min çinî bi das û nênûkê
Genim genim Gêlan
Min çinî bi das û nênûkê
Qorik zeriyê milan
Avranê zava û bûkê
Genim genim Gêlan
Avranê zava û bûkê
Qorik zeriyê milan
Genimê pişta dêrê
Genim genim Gêlan
Genimê pişta dêrê
Qorik zeriyê milan
Min çinî bi das û kêrê
Genim genim Gêlan
Min çinî bi das û kêrê
Qorik zeriyê milan
Avranê sala xêrê
Genim genim Gêlan
Avranê sala xêrê
Qorik zeriyê milan
Dikolim
Dikolim dikolim dayê dikolim berojan
Dikolim dikolim dayê dikolim berojan
Dertînim dertînim dayê dertînim bişkocan
Dertînim dertînim dayê dertînim bişkocan
Ber qarê ber qarê dayê ber qarê xalojan
Ber qarê ber qarê dayê ber qarê xalojan
Dikolim dikolim dayê dikolim bewraran
Dertînim dertînim dayê dertînim xilxalan
Dikolim dikolim dayê dikolim bewraran
Ber qarê ber qarê dayê ber qarê qîzxalan
Ber qarê ber qarê dayê ber qarê qîzxalan
Dikolim dikolim dayê dikolim van çiyan
Dikolim dikolim dayê dikolim van çiyan
Dertînim dertînim dayê dertînim mecdîyan
Dertînim dertînim dayê dertînim mecdîyan
Ber qarê ber qarê ber qarê gundiyan
Ber qarê ber qarê ber qarê gundiyan
Erebo
Erebo dakev dakev erebê min
Erebo dakev dakev sîng çelengê min
Eşîka kon bi bakev erebê min
Eşîka kon bi bakev sîng çelengê min
Şev sar e were rakev erebê min
Şev sar e were rakev sîng çelengê min
Ereb sabûnê tîne erebê min
Ereb sabûnê tîne sîng çelengê min
Mal bi mal digerîne erebê min
Mal bi mal digerîne sîng çelengê min
Mala yarê nabîne erebê min
Mala yarê nabîne sîng çelengê min
Ereb li beriyê pir in erebê min
Ereb li beriyê pir in sîng çelengê min
Kehêlê sor xur-xur in erebê min
Kehêlê sor xur-xur in sîng çelengê min
Pismaman dotmam birin sîng çelengê min
Pismanman dotmam birin sîng çelengê min
Ereb li beriyê gişt in sîng çelengê min
Ereb li beriyê gişt in sîng çelengê min
Kehêlê sor bi nivişt in erebê min
Kehêlê sor bi nivişt in sîng çelengê min
Pismaman dotmam miştin erebê min
Pismaman dotmam miştin sîng çelengê min
Axçûkê
Ha min têrik dî, tiştik dî Axçûkê
Ha min têrik dî, tiştik dî Qerçûkê
Ha ji têran ez dodo meAxçûkê
Ha ji têran ez dodo me Qerçûkê
Ha ji sûkan ez Palû me Axçûkê
Ha ji sûkan ez Palû me Qerçûkê
Dermanê derdê nû me Axçûkê
Dermanê derdê nû me Qerçûkê
Ha min têrik dî tiştik dî Axçûkê
Ha min têrik dî, tiştik dî Qerçûkê
Ha ji têran ez qirik im Axçûkê
Ha ji têran ez qirik im Qerçûkê
Qirika per belek im Axçûkê
Qirika per belek im Qerçûkê
Bejna kirîvê
Bejnê bejnê lê bejnê, bejnê lê
Bejnê bejnê lê, bejna kê
Bejnê bejnê lê bejnê, bejnê lê
Bejnê bejnê lê, bejna kê
Bejna zirav lê şivka alê lê
Bejnê bejnê lê, bejna kê
Bejna zirav lê şivka alê lê
Zer qelem û min bi gorî
Min pêçiyabû lê mal bi malê lê
Bejnê bejnê lê, bejna kê
Min pêçiyabû lê mal bi malê lê
Zer qelem û min bi gorî
Dosta lawikê lê delal e lê
Bejnê bejnê lê, bejna kê
Dosta lawikê lê delal e lê
Zer qelem û min bi gorî
Ez û bejnê lê dest hev ketin lê
Bejnê bejnê lê, bejna kê
Ez û bejnê lê dest hev ketin lê
Zer qelem û min bi gorî
Gelî kûr bûn lê em deketin lê
Bejnê bejnê lê, bejna kê
Gelî kûr bûn lê em deketin lê
Zer qelem û min bi gorî
Xewka me hat lê em raketin lê
Bejnê bejnê lê, bejna kê
Xewka me hat lê em raketin lê
Zer qelem û min bi gorî
Bejna zirav lê şivka zîvî lê
Bejnê bejnê lê, bejna kê
Bejna zirav lê şivka zîvî lê
Zer qelem û min bi gorî
Min pêçiyabû lê heta nîvî
Bejnê bejnê lê, bejna kê
Min pêçiyabû lê heta nîvî
Zer qelem û min bi gorî
Bi şev dostî lê, rov kirîvî lê
Bejnê bejnê lê, bejna kê
Bi şev dostî lê, rov kirîvî lê
Zer qelem û min bi gorî
Bidin me bûkika me
Bidin me ha bidin me
Bidin me bûkika me
Bidin me ha bidin me
Bidin me bûkika me
Wellehî nadim bûkêyo
Bîllehî nadim bûkêyo
Hetanî xêlî neyê
Bîllehî nadim bûkêyo
Xêlî buxwe serê xwe
Waye mal da hazir e
Bidin me ha bidin me
Bidin me bûkika me
Wellehî nadim bûkêyo
Bîllehî nadim bûkêyo
Hetnî sandiq neyê
Bîllehî nadim bûkêyo
Sandiq buxwe serê xwe
Waye mal da hazir e
Bidin me ha bidin me
Bidin me bûkika me
Wellehî nadim bûkêyo
Bîllehî nadim bûkêyo
Hetnî zava neyê
Bîllehî nadim bûkêyo
Zava buxwe serê xwe
Zava wa ye li dû me
Bidin me ha bidin me
Bidin me bûkika me
Heval
Heval megrî melorîne
Heval megrî melorîne
Istêran ji xwînê nebarîne
Istêran ji xwînê nebarîne
Loman meke dê tunîne
Loman meke dê tunîne
Heval megrî melorîne
Heval megrî melorîne
Heval xaniyê bavan çal e
Heval xaniyê bavan çal e
Van dilopan nal û nal e
Van dilopan nal û nal e
Heval digrî zava kal e
Heval digrî zava kal e
Heval megrî melorîne
Heval megrî melorîne
Heval xaniyê bavan kort e
Heval xaniyê bavan kort e
Van dilopan şort û şort e
Van dilopan şort û şort e
Heval megrî zava xort e
Heval megrî zava xort e
Heval megrî melorîne
Heval megrî melorîne
Cîranê
Cîranê cîranê cîrana min
Hevalê, hogirê bermalya min
Cîranê cîranê cîrana min
Hevalê, hogirê bermalya min
Na cîrana min berbena
Cîranê cîranê cîrana min
Na cîrana min berbena
Hevalê, hogirê bermalya min
Qom şîrino terk nêkena
Cîranê cîranê cîrana min
Qom şîrino terk nêkena
Hevalê, hogirê bermalya min
Terkê dayika xo nêkena
Cîranê cîranê cîrana min
Terkê dayika xo nêkena
Hevalê, hogirê bermalya min
Corde êna îstêran xwar kena
Cîranê cîranê cîrana min
Corde êna îstêran xwar kena
Hevalê, hogirê bermalya min
Îşlig zama yî naqiş kena
Cîranê cîranê cîrana min
Îşlig zama yî naqiş kena
Hevalê, hogirê bermalya min
Berdêlî (Hesenko)
Hêlî lo, hêlî lo, Hesenko hêlî
Hêlî lo, hêlî lo, Hesenko hêlî
Çekan girêde lo xwe berde gelî
Çekan girêde lo xwe berde gelî
Darê darçînan lo vegritin xêlî
Darê darçînan lo vegritin xêlî
Hesen zava ye lo Nûrik berdêlî
Hesen zava ye lo Nûrik berdêlî
Hêlî lo, hêlî lo, Hesenko hêlî
Hêlî lo, hêlî lo, Hesenko hêlî
Deşta Temranê lo xalî ye xalî
Deşta Temranê lo xalî ye xalî
Porê keçikê lo erdê dimalî
Porê keçikê lo erdê dimalî
Dergistiya te bûm lo ketim vî halî
Dergistiya te bûm lo ketim vî halî
Meyro û Seyro
Keç Meyrokê Meyrokê
Lê lê lê lê Meyro
Keç Meyrokê Meyrokê
Dimrim bona Seyro
Keç Meyroka dimilî
Lê lê lê lê Meyro
Keç Meyroka dimilî
Dimrim bona Seyro
Kesk û sorda xemilî
Lê lê lê lê Meyro
Kesk û sorda xemilî
Dimrim bona Seyro
Derdê te ma li vî dilî
Lê lê lê lê Meyro
Derdê te ma li vî dilî
Dimrim bona Seyro
Keç Meyroka Şikakî
Lê lê lê lê Meyro
Keç Meyroka Şikakî
Dimrim bona Seyro
Kofiya te barê gakî
Lê lê lê lê Meyro
Kofiya te barê gakî
Dimrim bona Seyro
Tu ji min ra malê nakî
Lê lê lê lê Meyro
Tu ji min ra malê nakî
Dimrim bona Seyro