Şivan Perwer



Xezal Xezal
Xezal Xezal de hayê hayê...
Îro minê dîbû mala Xezala min barkir
çû zozana oy cefayê
Şewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê...
Ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim
Cem aşiq û cem xozana.. oy cefayê..

Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin
Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezal
Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan
Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa
Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal 

Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy Xezal
Dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê
Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû
Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir..
Xezala min biyan e
Gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê 

Buharê hat Buharê
Buharê hat Buharê
Gul vebû li rûkê yarê
Wexta çavê min lêket
Aqil ji serê min çûbû derê
Buharê hat Buharê
M’gulek dî l’rûkê yarê
M’bala xwe da vê gulê
Ji dil de evîndar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne 

Buhar hat tevb’gihayê
Tev girt çol û çiyayê
Buhar hate govendê
Govend qada mêra ye
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Buhara me şêrîn e
Tevde gîhayê hêşîn e
Keçê dilê min xweş ke
Giş bi kul û brîn e
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne 

Buhar çi xweş û rind e
Tev girt bajar û gund e
Keçê te ez helandim
Carek serî limin hilde
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Behra Wanê
Oy… De îro mi go dilê min bû Behra Wanê
Kelemê derd û kulan e… oy…
De îro mi go best û çem û kanî hemu bi ser de helyane hawar e limin...
Ax were lê lê hesreta’m dayê oy...
De îro mi go çiya û zozan, şax û newal
Hemû mêl bûne li bende mane
De îro min go behra Wanê werdigere
Diçe diçe li qimê diçe pêl pêl diavê
Weke bayê robarê li qimeye bayê kur e di dilê Kurdistanê de ye dilîline ya…
Were eman neman oy… hawar e limin lêlê dayê oy
De lê lê dayê  oy nema...
De xwezil ez teyrekî baskbelek bûma
Ezê şax bi şax welat bi welat derya bi derya wergeriyame oy
Ezê geh bilind bûyima, geh nizim bûma
Minê baskê xwe li bayê tenik xista û bifiryama
Behra Wanê dilê Kurdistanê, ev bû demek dirêj ku min Kurdistan nediye
De ezê biçama li ber Behra Wanê dilê Kurdistanê
De minê bi Dilê Kurdistanê deveniştama
Hawar e limin oy.. Were eman lê dayê hesreta min 

Ez keçikek gundî me
Ez keçikek gundî me lo wez brîndar im
Deşt û bajar nedîme lo wez brîndar im
Gula mêrga gelî me lo wez brîndar im
Ava çem û kanî me birayêm hew zanim
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay 

Min j’xortekî heskiribû
Ji malê meriyê me
Bav û birayêm nedan bûn sebeba serê min
Bav û birayêm nedan bûn kelemê çavê min
Bav û birayêm nedan bûn berdevkê devê min
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay
 
Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan
Keç û xortik giş bibin weke xwişk û biran
Li her derê ava bin da nişkav dibistan
Ber dest û lingan mane em keçên Kurdistan
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay

Hele were binêr hatî mala me Perwer Şivan
Teb’ ser seran ser roniyan hat xozanê Kurdistan
Derd û kulên me pir in bûne qîr û qitran
Te bi deng û tembûra xwe bela kir li nav cîhan
Lo bira derdo Şivano
Xozano bar girano
Bê waro perişano oo...
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
 
Sebra malan kara xezalan
Sebra malan kara xezalan
Bi me xweş e wê nedin
Serê xwe rakir kete du ala
Lê li wê kes nebû xwedî
Bira bira derdê’m giran e
Ho bira derdê’m giran e
Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e
Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e

Wexta min dît gelek pê şa bûm
Bi can û dil pê ra bûm
Hêsir ji rû jor de hatin xwa
Min nêrî lê beyan bû
Bira bira derdê’m giran e
Ho bira derdê’m giran e
Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e
Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e

Min go can û ceger xwişka min
Hel wer ba min em rûnin
Serê xwe rakir kete du ala
Ka ji bo çi wê mijûl be
Bira bira derdê’m giran e
Ho bira derdê’m giran e
Ooo.. pir têne ser min ev gelek şerm e
Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e

De lorî kurê min lorî
De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî

Gernas û mêrxas divê tu negrî
Şênî ku sax bin nema tu bimrî
Dujmin bi top û firok û leşker
Bombardiman kir welat li her der
Hilweşandin tev mizgeft û dîwar
Kûr kûr dinalin jar û brîndar
Zar û zêçên Kurd pir têne kuştin
Dexl û rez û pez tiştek nehiştin

Tazî û birçî kir banger û berf
Wan venaşêrin van şikeft û berqef
Li ser zikê xwe diçin bi mestî
Hin dest û hin pê, hin ser şikestî
Di şevreşan de gernas e rêber
Şêrê brîndar dema diçin şer

De lorî lorî kurê min lorî
Bavê te kuştin dayik bi gorî
Gelê hişyar e gelek giha ye
Tiving di dest e li ser çiya ye
Sêr û piling in hawîr dibazin
Doza me Kurdan serbest dixwazin
Bi xwîn nivisîn li ser zinaran
Livir nemaye cîyê neyaran
Bi qeşte dujmin qada me berde
Ev der welatê gernasê Kurd e
Qada me berdin ji bo me yekser
Em aştîxwaz in me navê ev şer
Em jî wekî we divên serbesti
Ma kî dixwaze dîlî û bindestî

Ey Reqîb
Ey Reqîb her maye qewmê Kurdziman
Naşikê û danayê bi topê zeman
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan 

Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr dike xwîna diyan me da rijan
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan
 
Em xortên Midya û Keyxusrev in
Dîn îman û ha îman her niştiman
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Lawê Kurd e, bûye ser pê wek şêran
Da bi xwîn neqşîn bike tacê cîhan
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan

Xortê nuh tev hazir û amade ne
Canfida ne canfida her canfida
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan
 

Serfirazkin (Venseremos)
Îro gel dike şerê jînê
Hêz dike bi xurtî û ramanî
Bimre neyarê gela cunta
Bijî ‘Yekîtiya Popular’
Serfirazkin serfirazkin bişkînin zêncîrê zordarî
Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî
 
Bi hurandin, bi girî fêde nakî
Hatin wê bibe sosyalîst
Wê sibe ji îro xweştir çêbe
Ewê dîroka min nû vebe
Serfirazkin serfirazkin bişkînin zêncîrê zordarî
Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî 

Lê Dotmam
Xeber hate min li ser eşqa dil
Eywax gul bû evîndara bilbil
Bilbil xema qet nakşîne ji gul
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zeriyê evîndara pismamê 

Dotmam dayika me tev niştiman e
Diqîrî digazî li ber desta ne
Wê çawa bê sebra me Kurdan e
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zeriyê evîndara pismamê 

Dotmam tu pir şêrînî li ba şivan
Lê niştiman nadim bi hezar yaran
Bo azadî dil û canêm qurban
Bo rizgarî divêm axa goran
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreşê
Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê
Delalê evîndara pismamê
Zeriyê evîndara pismamê

Zembîlfiroş
Qinyata Zembilfiroş û evîna Xatûnê. Wekî bakî germ bi evîn, tirs. Lê paqijî girtibû ser hêlê û herkesî, li dora Kela Farqînê. Weha dibêje gelê me: Zembilfiroş. Lawikê Ebas, ya Emin ya nenas. Xêr û xeraca nastîne, keda destê xwe dixwe. Hurmeta Mîr û evîna Xatûnê; heskirina welat, gel, hele ya zarok û jina wî her li dilê wî ye. Hêja ye Zembilfiroş 

Zembîlfiroş zembîla tîne
Delalo zembîla tîne
Kolan bi kolan digerîne
Nan û dahnê pê distîne
Zarokan pê ditevrîne

Gava ew zembîla tîne
Xatûn li bircê dibîne
Bi eşqa dil dihebîne
Aqil diçe sewda namîne
Ha dil were, ha dil were
Kesê ji dil nekî bawere
Ji mirovantî hatiye dere

Xatûn :
Kuro sêlka vir de bîne
Mîr dixwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawiko ez brîndar im
 
Zembîlfiroş:
Xatûna min a delal e
Min bîhîstî Mîr ne li mal e
Bazara’m bi malê helal e
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

Ha dil were carek bi coş
Car car vexwe şerbeta xoş
Dilqinyata Zembîlfiroş

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê beyan î
Ez dibêjim tu pê dizanî
Min bo eşqa dil te anî
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna min a zerîn e
Qusur li ser te qet nîne
Lê dilêm kesî nahebîne
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

Hay hay hay hawar e hawar e
Hay hay hay hay..
Xatûn pir evîndar e
Li ber rehma Xwedê xwar e
Ji eşqê maye bê par e
Evîndar e ma bêçare

Xatûn li jor kar dike
Zêr li eniyê par dike
Kalên sedsalan har dike
 
Xatûn :
Çavên min mîna eynan e
Biskê min mîna qeytan e
Diranê min mîna mircan in
Eniya min mîna ferşan e
Berê min mîna fîncan e
Fîncanên mîr û paşan e
Sîngê min mîna zozan e
Zozanên haft eşîran e
Zembîlfiroş, lawikê derwêş
Lê bike kêf û seyran e

Zembîlfiroş lawikê derwêş e
Keremke tu were pêşe
Heqê zembîlên xwe bibêje
Lawiko ez evîndar im
 
Zembîlfiroş:
Lê lê lê, lê lê Xatûnê
Çavên te mîna zeytûnê
Ditirsim ji agirê êtûnê
Ya Xatûn ez tobedar im
Tobedarê Xaliqê Cebar im
J’ser toba xwe ez nayêm xwarê

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê feqîr e
Were ser doşeka Mîr e
Bidim te guliyên herîr e
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Tu Xatûna li birc û van î
Li ser text û li ser seran î
Tu ji min re nabî kevanî
Xwedî zarok û eyal im
Zarok tazî û birçî li mal in
Xatûnê ez tobedar im

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê nenas î
Tena derpî û kiras î
Tu ji destêm nabî xelas î
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna gerden bi morî
Qet nabe bi kotek û zorî
Tirsa min ji wî Reb ê jorê
Xatûnê ez tobedar im
Tobedarê Zerdeştê Kal im
Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê

Ez nexweş im
Ez nexweş im gewra minê
Îro min go were ser min... ay…
Gewra minê min go wez nexweş im
De were ser min
Tuyê taya lihêfê rake vê êvarê rex û têkev ber min
Ax… çi ferman e bira oy…

Bextê te me gava gundî û cîran bêjin ew kî bû ew kî nebû
Ezê bêjim Hekîmê Loqman bû hate ser min limin...
Ez xirabmal im yeman, ez bendewar im yeman
Eva serê çend û çend salên min temam
Min terka welatê xwe da
Ez perîşan im bira… ax çi ferman e dilo

Qumrîkê
Qumrîkê ez romî me belê
Delalê ez romî me
Kumsor û efendî me belê
Kumsor û efendî me
Xulam çavên reşbelek
Aşiqa keçka gundî me

De yar yar yar, de yar yar yar
De yar yar yar, de yar yar
De yar yar yar, de yar yar
Bê te sebra min nayê
 
Qumrîka li ser zinara belê
Delala li ser zinara
Kulîlka nava dara belê
Kulîlka nava dara
Heyfa çavên reşbelek
Ketiye destê neyara

De yar yar yar, de yar yar yar
De yar yar yar, de yar yar
De yar yar yar, de yar yar
Bê te sebra (xewka) min nayê

Qumrîkê ser bi zêr e belê
Sîng dergeha bajêr e
Heyfa çavên reşbelek
Qumrîkê didin mêr e
 
De yar yar yar, de yar yar yar
De yar yar yar, de yar yar
De yar yar yar, de yar yar
Bê te sebra (xewka) min nayê
 
Hinê bînin li teştê kin
Hinê bînin li teştê kin
Şîr û şerbetê çêkin
Kevçî bi kevî rûn lêkin
Bînin li destê zavê kin
Bînin li serê zavê kin

Şarika bûkê heftreng e
Dayê rabe dereng e
Dawet hatî ber derî
Bîhna zavê pir teng e
Bîhna bûkê pir teng e
 
Ha dîlan dîlan dîlan
Stran dîlan û lîlan
Çi bûkekî delal e
Zava bû xwedî mal e

Yek Mûmik
Kanî tembûra we lo, kanî tembûrvanê we
Kanî zirneya we lo, kanî zirnevanê we
Kanî dahola we lo, kanî daholvanê we
Kanî mêvanê we lo, kanî mazûbanê we
Va ye mêvanê me lo, va ye mazûbanê me
Kanî bûk û zavê we, kanî va govenda we
Va ne bûk û zavê me, ava ye govenda me

Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna
 
Çûme Mûsilê carek, min anî hine barek
Heçî malê keç tê de, me dabûye sihanek
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna

Hatim Diyarbekir carek, min anî hine barek
Heçî malê xort tê de, me dabûye desmalek
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalik
Bûk li zavê bimbarek ha nînna
Ha nînna heyra nînna

Narîn
Hey lê lê Narîn, Narîn kubarê
Ezê tu emelê dunyayê nakim
Ezê têlekê ji tembûra sazbendan peydakim
Ezê rojê deh cara xwe di ber deriyê mala bavê te de her û werim xwe li ba kim
Ezê tu dila di ser çavê reş û belek re qebûl nakim
Keça bêsoza, reyisa bêbexta, toximê Ewana
Derewînê lê Narîn, hey lê lê Narîn

Hey lê lê Narîn, kubarê lê Narîn
Narîn kubarê zozanên mala bavê me dudu ne
De rabin em herdu bi çepilên hevdu bigrin bavêjin şaristanê xerîb
Bila kesek nizanibe ez û mihuba dilê xwe li ku ne
Gava xelk ji me bipirsin, bêjin hûn çiyê hevdu ne
Emê bêjin ya wer em xuşk û birayê hevdu ne
Hege xelk bêje ji bo şiklê ne weke hevdu ne
Emê bêjin bavê me yek e, dayikên me dudu ne
Toximê bextreşa, Ewana, nerindê, derewînê lê Narîn
Hey lê lê Narîn, bêbextê lê Narîn
Qîrînek tê

Qîrînek tê ji dûr welat
Nalîn diket deşt û newal
Gazî dike dibê: Welat
Kanî welat bimrim heval 

Pi gotin tê ji yekî şivan
Pir dibêje li ser niştiman
Guh dirêjo gotin giro
Ka welatê te Kurdistan?


Dilo ez bimrim
Dilo ez bimrim dilo hewar li vê buharê
Li vê buharê dilo heyran li vê buharê
Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê
Li milkê bavê dilo heyran li milkê bavê
Hêsir li çavê min xweş in û neş in weke baranê
Weke baranê dilo heyran weke baranê
Tirba min çêkin dilo hewar li milkê bavê
Milkê Kurdan e dilo hewar milkê merdan e

Dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê
Li vê payîzê dilo heyran li vê payîzê
Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê
Em bigrin lezê dilo heyran em bigrin lezê
Mirin pir xweş e bira hewar bi merd û cezê
Bira azadîyê bira hewar bi merd û cezê
Tirba min b’kolin bira hewar li Kurdistanê
Li gulistanê dilo heyran li gulistanê

Dilo ez bimtim dilo hewar li zivistanê
Li zivistanê dilo heyran li zivistanê
Mêr gelek bûne dilo hewar wek goristanê
Wek goristanê bira hewar wek goristanê
Emê ilm rastkin dilo heyran di dibistanê
Di dibistanê dilo hewar di dibistanê
Tirba Şivan hûnê çêkin li Kurdistanê
Li Kurdistanê dilo heyran li Kurdistanê

Kurdno rabin ji xewê
(Xeberdan) Êdî bese rabe ji xew, xortê hêja keça bedew
Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî
Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn

Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paşketî
Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev şîyar bûn
Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo 

Ez pir rind im li bende we me, lo gula sor im li hêvya we me
Rêya we bû ronahî, dîsa kor in nabînin
Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo

Bandikim te Ruhayê lê, Diyarbekir pir deng daye
Bitlîs û Muş, Hekarî, Wan hilgirtine barê giran
Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo

Ez Şivan im hêvîdarim, lo bi qîrîn û bi hewar im
Ev bû bîst û sê salê min, dikim gazî û dinalim
Dibe bîst û çar salê min, dikim gazî û dinalim
Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo

Hevalê bargiran im
Hevalê bargiran im, hevalê şoreşvan im
Hevalê şoreşvan im hevalê şoreşvan im
Hozanê gelê bindest, hozanê we Kurdan im
Ez dengê Kurdistan im, Endamê Kurdistan im

Qet zen nekin her weha, li şorên we guhdar im
Li şorên we guhdar im li şorên we guhdar im
Nêm firotan nêm buha, gelê bindest re yar im
Gelê bindest re yar im gelê bindest re yar im

Nalîn tê ji Kurdistan, bo wê çêdikim helbestan
Bo wê çêdikim helbestan ax bo wê çêdikim helbestan
Destê xwe em dirêjkin hev, deynin baxê gulistan
Çêkin baxê gulistan ax deynin baxê gulistan

Alîkarê dilsoz im, rêdanê mêrê hov im
Rêdanê mêrê hov im rêberê begê hov im
Şoreşger im him Kurd im, bo xwînxwara bi xof im
Bo xwînxwara bi xof im li ser wan tim bi xof im

Ala rengîn
Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bimeş
Tu’l ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geş
Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nişana ceng î tu
Ey xortê Kurdan silavê le bikin

Îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz
Li ser bana, li eywana, roja şadî bi xeml û xêz
Kesk û sor û zer î, nişana zafer î
Ey keçên Kurdan silavê le bikin

Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim
Ger ez bimrim, ger ez rabim, Cegerxwîn im serbilind im
Ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nişana mizgîn î
Ey xortê Kurdan silavê le bikin

Mihemmedo
Wî de loy loy loyloy loyloy loy loy
de loyloy.......de loloy loy Mihemedo hevalo
Wî de dayê bejna Mihemedê min nîşana serê çîyan
Bejna delalê min nîşana serê çîyan

Wî de agir bikev mala van romiyan
Derbeke li bejna Mihemedê min dane van hoviyan
De loy loy.... loy loy...... Mihemedo hevalo
Ax de loy loy.... gula cimatano loy loy
Destmala destê xortano loyloy..de kelemê çavê dujminano...
Wî de yadê diyaram çiyayê Qerejdaxê bişewite bi kevir e

Wey xeberdana xeberê dibêjin eskerê Romî rêç û durbên Mihemedê min digire
Û emê xeberê bidin Diyarbekir û Siwereka xopan
Bira heyf û tola Mihamedê me bigire de loyloy..Mihemedo cano
Ax de loyloy... gula cimatano loyloy destmala destê xortano loyloy
Kelemê çavê dujminano

Warê me ye
Warê me ye warê me ye
Şûna bav û kalê me ye
Ji me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me

Pezê me, pezê me
Diçêriya li çiyayê me
Talan kirin, girtin birin
Agir berdan konê me
Li me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me

Zarokên me zarokên me
Ji bir nakin ew rewşa me
Perçiqandin jiyîna wan
Xwestin vemirin ocaxên me
Li me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me

Mêrgê me na mêrgê me na
Lê gul diçînin keçê me na
Jêdikirin gulyê wana
Ez j’bîrnakim zarîna wan
Warê me ye
Warê me ye warê me ye
Şûna bav û kalê me ye
Ji me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me

Kurd in em in
Gerçî toşî rencerayî û hesret û derdim emin
Qet lades em çerxe siqlê nabezim merdim emin
Ger le birsan û leber bêbergî îmro req helêm
Nokerî begane nakim ta le ser herdim emin

Ax eman…. Ax
Aşiqî çavî kejal û gerdnî pir xalnim
Aşiqî kêw û talan û benden û berdim emin

Min lezencîr û tenaf û dar û bend bakim niye
Letletim kin bimkujin hêsta delim Kurdin emin
Mîmîcan
Hatim mala bavê te, hele hele hele hele Mîmîcan
Bo xatirê çavên te, hele yar hele yar Nînacan
Pir xanim e dayika te, hele yar hele yar Mîmîcan
Xweş camêr e bavê te, hele yar hele yar Nînacan
 
Bejn û bal çav û biryên te hele hele Mîmîcan
Çi xweş li hev hatine, hele yar hele yar Nînacan
Li min bibihorî ezbenî, hele hele hele Mîmîcan
Bêhemd dilê min ketiye te, hele yar hele yar Nînacan
 
Em hatine te bixwazin, hele hele hele hele Mîmîcan
Ser çavan gilî û gazin, hele yar hele yar Nînacan
Mala bavê te ava be, hele hele hele hele Mîmîcan
Bixêrhatina me dixwazin, hele yar hele yar Nînacan
Gotin: Şivan Perwer
Muzîk: Gelêrî
 
Ehmedê Mala Mûsa
Ax... heywax li min, heywax li min... lê mala minê
Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê
Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê
Hûnê çawa bikûjin xweşmêra ji bo xatirê mi rebenê xweşik jinê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavên reş û belek hûn dibînin îro ax ketinê
 
Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweşmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e
Tesbîhê di destê wî de ji kevrê şadî, lê ji kehreban e
Ew mêrxasê xweşmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim:
Ew e mêrê bi sed mêran e
Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne
 
Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê
Keçik û kurikê me derketin govend, şahî lê vê dîlanê
Salihê pismamê min bang kir got:
Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le... di eywanê
Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê...
Dilê min şewitî lê agir danê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavê reş û belek dibînin hawar, dibînin ax ketinê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Çavkanî: Seîd Axayê Cizîrî
Berhevkar: Şivan Perwer
 
Gulnîşan
Gulnîşan Gulnîşan esmer halim perîşan
Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîşan
Buhar e êvar e, sîyê girtî zinar e
Keç û xort li seyranê
Ji xeynê me dost û yar e
Gulnîşan Gulnîşan esmer halim perîşan
Ezê biçim xûrbetê, da bo te bikem nîşan
 
Gulnîşan gulgulî, kesk û sor da xemilî
Kesê Gulîşan nevê, ew delala vî dilî
Kesê Gulîşan nevê ew serdilka vî dilî
Gulnîşan Gulnîşan esmer halim perîşan
Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîşan
Çavkanî: Hesenê Cizîrî
Berhevkar: Şivan Perwer
 
Mamê min
Were dotmam were dotmam were dotmamê
Tu kulîlka nava şax û zozan
Wele dotmam heçî kesê derdê evînîkê nedîtiye
Ax de bila li min û dotmama min nekin gazind û loman...
Ay de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê
 
Wele dotmam ava şetê me şerbet e...
Pêla navîn li ser hev kete
Lê dotmam dibê evînîka xelk û alemê adet bû
Ax ya min û dotmama min li Cizîra Bota bûye çi qebhete
Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê
 
Wele dotmam ava şetê me hêşîn e, pêla navîn ser û bin e
Wele ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim
Wela heke mamê min dotmama min nede min
Wele ezê çepilê dotmama xwe bigirim birevînim
Biqelibînim ser çemê Xalidikê…
Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê…
 
Wele domam wele domam, navê dotmama min Gulçîn e
Tava heyvê daketiye Cizîra Botan ser û bin e
Ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim
Lê lê heke dotmama min nede min
Ezê bêjim mamo tu xwînîyê serê min î
Ax de dotmamê dotmamê
Wey de dotmamê, ax zerî kubarê, wez bi xûlamê
Gotin û Muzîk : Meryem Xan
Berhevkar : Şivan Perwer

Heybênin
Heybênin bênin Kejawe bênin
Ew kiçe mindal e dilî meşkênin
Erê çinar û lawlaw
Cana zerya nemawe
Erê min bo kê digrim
Kê bibe ya ma
 
Heybênin bênin Kejawe bênin
Belê delên le bane
Cana xum exime xwarê
Erê xum eximê bawiş
Gel gele darê
Heybênin…
 
Erê delên lew bane cane şede herzan e
Belê şidê qabilî bala berzan e
Hey bênin, bênin
 
Belê dibên hingiv ket
Canam le qutya şîn da
Belê ê man çûn xazgînî
Vala hatin bi şûn da
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî)
Çavkanî: Tîpa Silêmanî (Enwer Qeredaxî)
Berhevkar: Şivan Perwer
 
Sarê
Sarê rabe êvar e, delalîkê rabe êvar e
Sîyê girtî zinare
Sî ket ber dîware
Min bi heyrana gerdenê
Wan biskê te yî li dar e
 
Sarê keça Sûrya ye, delalîka dayik û bava ye
Min go Sarê were vir
Sûryoyî xeber daye
Dinê me ji hev cuda ye, lê dilê me di hev de maye
Em gelek ji hev hezdikin
Ferqa dîn qet nemaye
Sarê tu Sara min î, rindikê tu yara min î
Ez bi heyrana gerdenê, wan biskên te yên şekirî
Zar û ziman ne zor e, ger tu dixwazî fêr bibî
De were te fêr bikim, da bi Kurdî xeber bidî
Gotin û Muzîk: Gelêrî
 
Hekîmo
Were bêje Hekîmo… Hekîm qûrban tuyê bi xwe kî
Xwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî…
 
Tuyê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî
Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî
Wey esmerê bînî şîrê teyrê bazî, emê pêşkêşî hekîmê xwe kin
Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm
Heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî
Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû, ezê pêşkêşî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî
 
Evdal im evdal im… nemînim nemînim… wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê in xedar e, neêşîne
 
Were bêje hekîmo, hekîm qûrban tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî, wî e hê hê… bîne vî alî
Tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî
De tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara
Tovê biyê, ji koka dara darkinêrê, wey Esmerê bîne şîrê teyrê barî
Wesmerê bîne şîrê teyrê barî, wemê pêşkêşî hekîmê xwe kin
Hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka
Hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî
Tu yê bi zêrê stûyê me razî bû, razî nebû wezê pêşkêşî hekîmê xwe kim cotê zermemkên qerqaşê hejde salî

Wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim…
Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêşîne
Gotin û Muzîk: Evdalê Zeynikê
Çavkanî: Şeroyê Biro
Berhevkar:Şivan Perwer
 
Seyran

Seyran meha seyran e
Dema bihara gulan e
Vebûn gul û gulxunçe
Çirîka bibilan e
Were evîn were ba min
Jana dil axîna min
Ez heliyam li ber evînê
Dermanê dil bide min
Heyva çarde çû were
Dewir û dem nema bi me re
Ez nexweş im bêhal im
Beriya ku can bidim wer
Gotin: Şivan Perwer
Muzîk: Gelêrî

Yaro
Yaro yaro yaro yaro
Yaro yaro yaro yaro
Xizir vezo marê biyaro

Ezo şûne naçi verdi
Yara rendek sujî verdi
Yaro yaro yaro yaro
Yaro yaro yaro yaro
Xizir vezo marê biyaro
 
Yaro delalo rindek e
Him alvoz û him hevalik e
Yaro yaro yaro yaro
Yaro yaro yaro yaro
Xizir vezo marê biyaro
 
Xûda yarê min gunek e
Gûzeka spî moreke
Yaro yaro yaro yaro
Yaro yaro yaro yaro
Xizir vezo marê biyaro
Gotinû Muzîk: Gelêrî
Berhevkar: Mehmet Çapan
 
Lemlanetkem
Lemlanetkem, suk were dest le milanit kem
Xu min yexsîrî tu nîm, hewaley şêkanit kem
Xu min yêxsîrî tu nîm hewaley kiwstanit kem
 
Qela û Sefîn beramber
Yarekem e’bay kirde ser
Bo xoy deçê bo seyran
Minîş kirdûwe derbeder
 
Be danîşin du be du
Kelegetî xal le rû
Aşiqî le xwe birdû
Bo ru awirim tê berbû
 
Ey gulî şaxî Sefîn, ey ciwanî şeqlawe were
Were dilim be ax û keser e
Were le ser Sefînewe birwane
Wek evînî min çend kûr e
Were were were ey hewar were
 
Hewlêr piştî çiya ye
Nawerastî kela ye
Mesîf ser banu ma ye
Min Şeqlawem xûş dewêm
Ji ber Leyla tê da ye
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî)
Berhevkar:Şivan Perwer
 
Gulîzer
Dibêjin gul nexweş e wey gulîzeram
Dibêjin gul nexweş e wey gul ez bimrim
Rebenê bi bextê reş e
Wey gul wey gul wey gulîzer
Derdêm yek bû bûne sedhezar
Ez ji vî canê xwe bûme bezar
Wax derdêm yek bû te kir sedhezar
Ez ji vî canê xwe bûme bezar
 
Gula min gla zer e wey gulazerê
Gula min gula zer e wey gulîzeram
Ber çavêm here û were
Wey gul wey gul wey gulîzer
Derdêm yek bû bûne sedhezar
Ez ji vî canê xwe bûme bezar
Derdêm yek bû bûne sedhezar
Ez ji vî canê xwe bûme bezar
 
Gula min bê evîn e wey gulevînê
Ez bûm Mem ew bû Zînê
Wey gul wey gul wey gulîzer
Derdêm yek bû bûne sedhezar
Ez ji vî canê xwe bûme bezar
Wax derdêm yek bû te kir sedhezar
Ez ji vî canê xwe bûme bezar
 
Hesenîko û Asê
Hesenîko qurban ava çemê Mûradê tê û leme-lem e hoyê….
Hesen qurban wezê li qiraxa çem rûniştîme li benda te me hoyê...
Wezê bêjim kelekvano ez ketime bextê te min derbasî wî alî ke
Wez kefîla heqê te me hoyê...
Na na wele tê min derbas neke wezê sîng û berê xwe ji xwe re bikim kelek û gemî, wezê derbasbim cem Hesenîkê xwe, wez helala canê Hesenîkê xwe me hoyê... De lê lê wî Asê...
Lo lo Hesen dîno wezê naçim Mûradê lo bilind ciya hoyê...
û çû keriyê mala bavê min danîne li zozanan cem bêxêrê pezkuviya hoyê...
Lo lo Hesen dîno bê te xewka min nayê gidî li nava ciya hoyê...
Bira dêk û bavê min xêrê bikin û xêrê qe nebînin
Çawa min nedan Hesenîkê bi dilê min, min dane lawê Heskê Xelo ew şûndokê ser xaniya hoyê... De lê lê wî Heseno...
Hesen qurban min go ji Mûradê heta vira hoyê...
Ava Mûradê pêl bi pêl e derbas dibe ser pira hoyê...
Hesen qurban bira agir bikeve mala fesad û awara
Wele minê bizanibiya te yê ji min ra bigota Asê xwehingê, minê bigota Hesen bira hoyê...
Na na wele bişewite mala zalim û xêrnexwaza sala îsal xwîna sor nedirijiya li ser kevirê hoyê... De lê lê wî çi bike Asê...

Hay gidî Xeydokê
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê
 
Li Ruhayê dewran e, li Siwerekê ferman e
Ji bo xatirê Xeydokê, eşîr tevda di şer da ne
Bona çavê Xeydokê eşîr tevda di şer da ne
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê
 
Xeydok hat û hewa çû, kê lê nêrî ji dil va çû
Bona xatirê Xeydokê lo xwîna sêsed mêrî çû
Bona çavê Xeydokê eşîr tevde têk ve çûn
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê
 
Çi Xeydokek dil û can, xort tev jê re bûn qurban
Çi Xeydokek dil û can lo eşîr tev jê re bûn qurban
Et di bîra xwe neanîn lê çi bûye Kurdistan
Hemû hatin doza wê, lê nefikirîn Kurdistan
Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê


Dûzgî
De bê wayiro
Dûzgî Dûzgî Dûzgî
Mekanê to berzo
Xwe ser de qîmetê heyet velerzo
Wazê topî xoma sera dûr berzo

De bê wayiro de bê wayiro
Gola Dêrsim de qom bê wayiro
 
De bê wayiro de bê wayiro
Pelgê defterê radê orê dîwanî
Gola Dêrsimî kena mawkê kamî
Berkenê bergêy benê gavanî

De bê wayiro de bê wayiro
Gola Dêrsim de qom bê wayiro
 
Khêla Dêrsim sero mekanî
Zalim ta ana rozî keno xan û xopanî
Kafirî çi xwo ra vira kerda
Kêla birêna, yaba vêlî

De bê wayiro de bê wayiro
Gola Dêrsim de qom bê wayiro

Ya Dûzgînê minê kemerî
Ez û to kerdo amo verê têberî
Ê te kerdo amo verê têberî
Komê xo ra vazî xebera te xêrî
Ev ri sê nîma te ro çavêyî serî

De bê wayiro de bê wayiro
Gola Dêrsim de qom bê wayiro
Gotin û Muzîk : Gelêrî (Dêrsim)
Berhevkirin : Daimi Cengiz

Bew
Bew bew bew xemil xasekem
Baxî new bew bew dîde razekem
 
Mizgîn mizgînî bew bew kiras hatewa
Yarim le nêw  hat sera datewa

Bew bew bew xemil xasekem
Baxî new bew bew dîde razekem

Çîftî çawderî wey wey çi bînay çênî
Xwuday wanê ser mergit naybênî

Bew bew bew xemil xasekem
Baxî new bew bew dîde razekem
Gotin û Muzîk : Gelêrî (Soranî)
Berhevkirin : Şivan Perwer-Rênçber Xoşnav

Mîro
Ez çûme kelê
Kela li evrazî
Dergeh asin e
Kilîl dar û mazî
Tu bi Xwudê mîro mîro
Esmerê bixwazî

Ûy yeman yeman esmerê yeman
Ûy yeman yeman esmera min yeman

Tev xweşî birin eman eman
Tehlî bo me man
Xweşî tev birin mîro mîro
Rindî tev birin yeman yeman
Tehlî bo me man
Rindî tev birin mîro mîro
Nexweşî bo me man
Gotin û Muzîk : Gelêrî
Berhevkirin : Şivan Perwer

Koçerê
Eman eman koçerê
Tu bi qolana kemberê
Radimûsim kejîzerê
Pişta mala bênderê
Eman eman koçerê
 
Beriyê xaniyê me bi kevot
Pişta mala me bi kevot
Melkê mewtê here jor
Melkê mewtê were jor
Da biçe seyra dawetan
Xweziya min kejîyan firot
 
Eman eman koçerê
Eman eman koçerê
 
Min dît li afirê gamêşa
Te dî li afirê gamêşa
Tilya min girt û kêşa
Gava çavê min lê ket
Şîşa dilê min êşa
Eman eman koçerê

Eman eman koçerê
Tu bi qolana kemberê
Radimûsim kejîzerê
Pişta mala bênderê
Eman eman...
Gotin û Muzîk : Gelêrî
Çavkanî: Hesenê Cizîrî

Pawanekanî
Pawanekanî dezirîngî tewa
Qefle laya Hewlêr e egirê tewa
Qefle laya Kerkûk e egirê tewa
 
Çavreşim wa were
Bênxweşim zû were
Emro ezîzim were
Rûhîşîrînim were were were

A wan e zêrî hejdeh eyar e
Yarekem bi naz û nazik û nazdar e
 
Çavreşim wa were
Bênxweşim zû were
Emro ezîzim were
Rûhîşîrînim were were were
 
Ax eman nazdarim were
Were ezîzim delalî ey gulî şaxî sefîn were
Canim desotî be agirî to were ezîzim were

Ax eman nazdarim tu
Dilşadî min perîşanim were
Bangî le canekim bawere be dil perîşanim
Wek cîhan bûme perwaneyî tu ey hewar
Were ey ezîzim were

Le dûrî to ye şêt û şeyda mam
Carî were hey canim çaw le rêka ma

Çavreşim wa were
Bênxweşim zû were
Emro ezîzim were
Rûhîşîrînim were were were
Gotin û Muzîk : Gelêrî
Berhevkirin : Şivan Perwer-Nazmî Nazim

Mîrkut
Mîrkut bînin vî yalî
Nend û bendan vemalî
Doxê bigrin û rakin
Bila dangoh binalî
 
Him dano
Him xwarino
Him jîyano
Kesê nekin
Bê îmano
Kesê bikin
Jîn û jano
 
Ay ay ay ay......
 
Hey ne li mal e ne li mal e
Lawik hate pêş mal e
Ber bîna te bêhal e
Ji kerba keçikê dinale
Xwedê ava bike vê malê
Keçikê bike bermalî

Danê me ye
Pel kuteye
Ew xwêdana
Eniya me ye
Axa naxwe
Xatûn naxwe
Ev jî keda
Destê me ye

Lawno rabin dan lêdan in
Tev lê bidin nan û dan in
Zar û zêçên me birçî bûn
Li payîz û zivistan in
Spas ji xudayê xwe bikin
Daye me ev nan û dan e
Bila emrê me wiha neçe
Bê azadî bê îman e

Ay ay ay ay....

Nanê me ye
Hem kute ye
Noşîcan be
Li canê me ye
Me helal be
Rizqê me ye
De lê bidin
Danê me ye
Gotin û Muzîk : Gelêrî
Berhevkirin : Şivan Perwer


Dîlberê
Min dî di banga sibê da oy...
Bi fîstanê gulgulî... hey
Di ber min ra dibuhurî oy...
Bû perpitiya vî dilî hey hey hey eman
Carek limin mêzekir oy...
Wan awiran limin çêkir hey...
Ew dîlbera lihevhatî oy...
Tîr berda dil perçe kir ax ax ax eman
Haho ji derdê dîlberê oy...
Ji evîne nayêm derê hey...
Ji bo xatirê Feqiyê Teyran oy...
Carek were vê derê hey hey dîlberê
 
Şêxa Dînê
Eman eman şêxa delal yarî kir...
Ax lê tu yarî kir ax were lo ax
Were min destê xwe avêt sîng û pela bişko qetiya
Ax lê sîng sipî dikir hawer lê ax...
Wele ev bêbavê bê esas û ewarê cîran û derdora me
Li ber devê derî li min û şêxa delal ax lê gohdarî dikir
Were eman ... ax eman eman hawer lê were lo lo...
Wele gelî fesad û ewaran çûn cem bavê min û şêxa delal
Ax lê fesadî kir ax were lê ax were lo ax
Wele emê herdu biçin cem hakimekî adil mala wî ava bibe
Bira bê vana herdu cihêl in ax lê nezan in ax ha wer lo lo
Ava ji bona çavê te yî reş û belek,
ji dêmane sorgulî û bejna te ya zirav
Ma ne hersalê minê dinya gihirt û ax lê aqil ji vî kir
Were eman... ax eman eman hawer lê were lo lo... ax şêx delalê
Eman eman şêxa delal min go ez ne şêx im...
Ax lê ne derwêş im ax were lê ax were lo ax
Wele ezê rahêjim va xençera xençerekî heyderî bidim ser dilê xwe
Dilê xwe rebenê ax lê biqelişim hawer lê lê...
Wele ezê hemû derd û elem û keserê şêxa delal ax lê lê bavêjim
Wele tu dibîne kambaxê malê me qeliyane
Wele ezê nizanim derdê dilê xwe rebenê ax lê ji kê ra bêjim
Hawer lê eman... şêx delalê
Ax eman eman şêxa delal min go ev çi dar e
Ax lê di hewşa we de ax were lê ax were lo
Wele dar e vaye bi nava payizê  dawiyê re pelê xwe weşandin
Ax lê bi ser me de ax hawer lê
Wele xwedê bike mirazê mirazxwaza mirazê min û şêxa delal
di nav doşek û lihêf û balîfê ax lê qedîfe da
Ax were eman... ax lê şêxa dînê
 
Yarê
Çûçik çûye bin darê ra
Silavek şande ji yarê ra
Heçî di nava min û yara min fesadî kê bikin
Xwedê nehêle biharê ra
Yarê yarê bêbext yarê
Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê
Yarê yarê, kerbiyê yarê
Kurbiyê yarê, bêbext yarê
 
Ji dîyêr de mîha reş tê
Dengê zengil bi min xweş tê
Serê çend sala ye ku şivanê mala bavê te li ber derd û kula
Ji cîgerê xwîna reş tê
Yarê yarê bêbext yarê
Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê
Yarê yarê, kerbiyê yarê
Kurbiyê yarê, bêbext yarê
 
Xaniyê bavê te bi çin e
Baran dibarî hat me bin e
Gava çavê te li min ket te go wî eva kî ye li hêvya min e
Va Şivan e lo tu yarkê min e
Yarê yarê bêbext yarê
Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê
Yarê yarê, kerbiyê yarê
Kurbiyê yarê, bêbext yarê
 
Yarê, min nabihîze, min nabîne tu
Kerbiyê, kurbiyê, lalbiyê, bêbext yarê....
 
Di dinê te sê tişt hene
Di dinê de sê tişt hene pir xweş in
Yek jê dayik, yek jê bav e
Yek yar e lê lê, yek yar e canê, yek yar e
Bê dê nabe, bê bav nabe
Yar xweş e lê lê yar xweş e
 
Dayik ji bo me weke dilê dinê ye lê lê
Dinê ye canê, dinê ye
Bavik ji bo me wek roniya rojê ye lê lê
Rojê ye canê, rojê ye
Yar delal e weke bîhna gulê ye lê lê gulê ye
 
Gava bavo xort bû ji xwe re yar anî lê lê
Yar anî canê yar anî
Dadê û bavo bi evînê mal danî lê lê
Mal danî canê mal danî
Vebûn nêrgiz, gul û rîhan çem û kanî
Vebûn nêrgiz herikîn çem û kanî lê lê...
 
Di dinê de sê tişt hene pir xweş in
Yek jê dayik, yek jê bav e
Yek yar e lê lê, yek yar e canê, yek yar e
Bê dê nabe, bê bav nabe
Yar xweş e lê lê yar xweş e
 
Li eywanê xew kirî
Li eywanê xew kirî loy loy, loy loy, loy loy loy mala min
Xelkê yara te birî loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min
Dikim nakim ranabe loy loy, loy loy, loy loy loy cana min
Xwelî li serê te kirin loy loy, loy loy, loy loy loy mala min
 
Diyarbekir ber avê loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min
Çi yarek bejnzirav e loy loy, loy loy, loy loy loy mala min
Xelkê yara te dibe loy loy, loy loy, loy loy loy çavê min
Tu hîn mayî di xewê loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min
 
Deryê Ruhayê bilind e loy loy, loy loy, loy loy loy mala min
Ev çi yareke rind e loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min
Xelk û alem zewicîn loy loy, loy loy, loy loy loy mala min
Tu hîn pepûk û kund e loy loy, loy loy, loy loy loy mala min
 
Li eywanê xew kirî loy loy, loy loy, loy loy loy mala min
Xelkê yara te birî loy loy, loy loy, loy loy loy emrê min
 
Xezala min
Xezala min, delala min konê bavê te çît e
Xezala min delala min kon girêda bi şirît e
Xezala min delala min tu rabe weris bîne
Were ba min bi min re bikene li mala me kes nîne
Were ba min bi min re bikene li nav kona kes nîne
 
Xezalê delalê wek sitêrkê li ezmana
Mala barkir koç bi rê ket, koçer tev çûn zozana
 
Xezala min delala min evîn xweş e bi du dila
Evîna me şan û şîn be bi bilûra şivana
 
Xezalê delalê were can lê hê lê can
Xezalê delalê were can
Evîn xweş e li zozanan li ber qiraxê çeman
Evîn xweş e li zozanan lê
Deşta Heranê pir germ e ez namînim li vê derê
Destê xwe bide min tu em biçin tev Şerefdînê
 
Em ne xwînî ne
Lê lê dayê ez destê xwe ji çek û rextê xwe bernadim
Bira tu zanibe heger can û ruhê xwe jî bi ser dim
Dayê welat bindest e vê dozê nikarim tu car berdim
Ax de menal menal lê dayikê
Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax...
 
Gelî heval û hogiran hunê bi zixit û lîlan laşê me rakin
Ala rengîn bi ser me dakin, gulek sor bi serê me de çakin
Ax de menal menal lê dayikê
Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax...
 
Heyran hûnê herin hevre doza xwe tev berdewamkin
Bes e bêjin hûn pêşmergi em te ji bîr nakin
Em sond dixwin te dilşad kin
Ax de menal menal lê dayikê
Reşa xwe deyne lê xwe hînke, dema me nîne ji bo şînê ax...
 
Dotmam
Wey de dotmam, xweziya mala me cîranê mala hev biya ay...
Wey de bira şîva şevê li me tinebiya
Dotmama min tim û tim li ba min biya
Were dotmam, lê dotmam... hezar car dotmam ay...
 
Were dotmam ev çi kul e, çi ê, ev çi derd e way...
De tuyê rabe çavê xwe kil ke
Biskê xwe şeh ke, guliyê xwe berde
De emê herin serê Xelatê Sîpanê
Bibin mêvanê Siyabend û Xecê
Were dotmam, lê dotmam... hezar car dotmam ay...
 
Wey de dotmamê, xweziya çavê min birjiya
Û ez nehatama wî alî
Wey de minê dotmama xwe ya çavreş nedîta bi wî halî
De çawa sala îsal wezê bê te derbaskim van cejn û vî sersalî
Were dotmam, lê dotmam... hezar car dotmam ay...


Malan barkir
Malan barkir lê lê çûne waran lê
Dînê lê dînê lê Dînara min
Goştê me xwar lê lê mişk û maran lê
Keçê lê rindê lê bermaliya min
 
Ez sewî me lo lo ber desta me lo
Delalo delalo delalê min
Brîndar im lo lo bê xwedî me lo
Hevalo hevalo hevalê min
 
Malan bar kir lê lê koç bi rê ket lê
Dînê lê dînê lê Dînara min
Dilêm eşiya lê lê agir pê ket lê
Keçê lê rindê lê bermaliya min
 
Jana te ya dil jana min e lo
Delalo delalo delalê min
Ger min nedin ne gunehê min e lo
Hevalo hevalo hevalê min
 
Wî de mala min (Bavê Lalo)
Wî de mala min
Wî de mala min
Mala bavê min mala mêran e eywax
De here mala min hê hê….
Lê mala min mala mêran e
De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e
De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê
Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: ”yallah lo Kurdo”
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane
Guhê van gundan e de oy oy..
De mala bavê min mala mêran e
De herê malan min hê hê….
Wî de mala min, mala min, mala min..
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…
 
Û çadira bavê Lalo danî li ber çema
Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema
Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir
Hatî kon û kozikê xwe danî cem me
Belê wezê nakevime ber kûştin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê
Wezê ketime ber heyfa wê heyfê
De herê çawa destê wî xistin darê kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê
De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy…
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…
 
De herê malan min  mala min mala min,
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…
 
Û çadira bavê Lalo danî li ser latê
Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê
Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê
Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê
Li vê dews û li vî rêç û li vî deşt û taqîbatê
Wele wezê nakevime ber girtina û kuştina Bavê Lalo
Wezê dikevime ber heyra vê heyrê
Û axalerkê  me ser re dibêjin
Çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê
Hoh oy de hoy oy…
Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo...
 
Canê canê
Canê canê canê, were meydanê
Dilê min pir xweş e bi vî dîlanê bi vî dîlanê
 
Dîlan e şoreş e, herkes pê serxweş e
Erd û ezman şên bûn bi vê dîlanê bi vî dîlanê
Canê cane cane, were meydanê
Dilê min pir xweş ebi vî dîlanê bi vî dîlanê
 
Keç û jin û pîr tev, xort û mêr hatin bi rev
Dest û mil tev dan hev li vê meydanê, li vê meydanê
Canê cane cane, were meydanê
Dilê min pir xweş ebi vî dîlanê bi vî dîlanê
 
Dîlan gelek xweş bû, Delîl pê rûgeş bû
Dilê dostan geş bû bi vê dîlanê bi vê dîlanê
Canê cane cane, were meydanê
Dilê min pir xweş e bi vî dîlanê bi vî dîlanê
Gotin û Muzîk: Delîl Dogan


Ez dilgêşê can im
D         A          Em
Ez dilgêşê can im
Am             C     Am
Ji dozê re Şivan im
Em            G        Am
Saza’m ne kevnar e
Am            G         D
Ez Hinê yê bêzar im
G              Am     Em  
Saza’m ne kevnar e
Em
Ez Hinê yê bêzar im
 
Ez dilgêşê can im
Dengbêj im tembûrvan im
Leşker im şoreşvan im
Roja cengê ez şervan im
 
Bi vî rengê nûjen
Dil bi şadî devken
Li xan û eywanan
Dixwînim xweşxwanan
 
Ez dilgêşê can im
Dengbêj im tembûrvan im
Leşker im şoreşvan im
Roja cengê ez şervan im
 
Roj û şevên şadî
Wê bikin Kurd û Madî
Kes nabe êdî Cegerxwîn
Gişkê bêje çi xweş e jîn
 
Ez dilgêşê can im
Dengbêj im tembûrvan im
Leşker im şoreşvan im
Roja cengê ez şervan im
 
Kîne em?
Kîne em?
Cotkar û karker
Gundî û rêncber
Hemû proleter
Gelê Kurdistan
Şoreş û volqan
Tev dînamêt in
Agir û pêt in
Sor in wek etûn,
Agir giha qepsûn
 
Gava biteqin
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
           
Em in rojhilat,
Tev birc û kelat.
Tev bajar û gund,
Tev zinar û lat.
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar,
Xurt û koledar
Ji Rom, ji Fireng,
Di rojên pir teng,
Bi kûştin û ceng.
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
 
Kîne em?
Gelê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê aştîxwaz.
Em xweş mirov in,
Ne hirç û hov in
Lê çibkim bê şer
Dijmin naçî der.
Bav û kalê me
Dijîn tev serbest,
Naxwazin bijîm
Ta ebed bindest.
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
 
Em in ew Kurdê serhişk û hesin,
Îro jî dijmin ji me ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr,
Biteqim ji bin,
Dîsa wek mêra,
Bikevin çiya.
Naxwazim bimrim,
Dixwazim bigrim.
Kurdistana xwe
Axa Mîdîya,
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
                      
Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar,
Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar.
Em in ew Lolo,
Kardox û Kudî,
Em in Mad û Goş,
Horî û Gudî.
Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor,
Em in, em Kurd in li jêr û li jor
 
Çend hezar salin
Kurdistana me
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin!
           
Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc

Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg
Hinek jên bûne cahşê jardara
Kurdistan firot wan tev neyaran
Bûne mezhebdar,
Bûne olperest,
Bûne paşverû, bi tizbî û xişt
Ta ku dijmin şikand li me ser û pişt
Me dan bin lingan dewlet û hebûn,
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn.
 
Ta ku Kurdistan,
Ta ku Kurdistan
Jar û perîşan
Ket e bin destan!
Ketin xewê, ketin xewê
Ketin xewa zilm û zorê
Ketin xewa bindestiyê
Raketin, raketin…
Yekcaran serê xwe rakirin
Lê dijmin serî zû jêkirin
Yek carna serê xwe bi hêz rakirin
Lê dijmin serî zû jêkirin
 
Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin
Ev erdê jiyanê ye
Germ dibe, sar dibe
Dikele, dikele, dipişiqîne
Brûskê tavê tavan hiltîne
Ronahî dike rojê li welat hiltîne
Her wekên Kawa  li ser xwe pêk tîne
Niştimanperweran diwelidîne
 
Em in ew gela
Belê em in ejdeha
Ji xewa dîlî
Şiyar bûn niha
Dixwazin wek mêr
Tev mejî û bêr
Rabin her wek şêr
Serê xwe hildin

Çi serbilind in
Bi cîhan carek
Em bidin zanîn
Rêçika Markîs, 
Rêçika Lenîn. 
 
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem,
Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem.
 
Bejin bilind in
Wek dêw bilind in
Em dest dirêj in
Serbest dibêjin
Dixwazin bi lez
Gavan bavêjin!
Kîne em?
Hey hey hey kîne em?
           
Ne xwînxwar in em, aştîxwaz in em
Serdarên bilind, gernas in herdem
Em şer naxwazin,
Divên wekhevî,
Em paş ve naçin,
Lê dijmin direvî!
Divên bi şêwrê, lê ew qebûl nakî
Divên biratî, lê ew qebûl nakî
Bûye wek rûvî
Li paş xwe nanêrî
Kine em…
 
Gelo bavêm çi bikin?
Naxwazin însanî
Êrîş bikin û bigrin
Histu bişkînin
Ev pîsên mirdar
Ji nav me derxînin
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan, bimrî koledar!
Kîne em?

Herba Qoroyê
Delal kirin esker e oy eman
Dilêm kirin esker e canocan
Qumandarê Romiyan oy eman
Ew çawişê contirkan canocan
 
Tê çi çax bigre teskere oy eman
Ji eskeriya Romiyan oy eman
Ji leşkeriya Contirkan canocan
 
Destê min ji delal kirin oy eman
Destê min ji dilêm kirin lê yeman
Jar û hustuxwar kirin oy eman
Jar û birîndar kirin oy eman
Birin Herba Qoroyê lê yeman
Nizanim ji kê re çi dikirin oy eman…
 
Çi tolaz û serserî
Çi tolaz û serserî hele
Çi ewar û çav l’derî hele
Hemû di derya te de ne
Fesad gotina te kir lê lê
 
Ew rûyê tim reş dikî canê
Dilê min ji te sar dikin
Bo çi tu wa xemgîn î lê lê
Tu zeriyek çavşîn î canê
 
Tu li ber dilêm şêrîn î
Ketim derya evînê lê lê
Carê were bibînî canê
Bo xatirê Mem û Zînê
 
Bavê Fexriya
Bavê Fexriya qurba  min go îro dinya ewr e....
Ax lo nabe sayî, hawar li min min rebenê
Lê li Bavê Fexro derketine Tabûra Sêrtê taqîbatê bi sê alayî
Hawar li min oy...
 
Gelî gundî û cîranan çima Bavê Fexro ne li mal e?
Hûn dibînin ode ji mêvanan xir û xal e
Hawar li min min rebenê
 
Bawê Fexriya qurba min go ji înê heta înê
Hawar li min min rebenê
Îro sê ro sê şev e Bavê Fexro birîndar e li nav nivînê…
Ezê rabim daw û delingê xwe hilgêvim herim Hadhaka xopan,
Mala Erekêlê Hekîm, bêjim hekîmo qurba sîng û berê min rebenê
Ji Bavê Fexro re bike melhema devê vê birînê hewar li min
Heyfa mêra ye di çi halî, hawar li min min rebenê
 
Min go Bavê Fexro were em bi destê hevdu bigrin...
Ax lo herin çiya, hawar li min min rebenê
Lê li min şewitiyê ezê derbasî hêla malê bûme
Bavê Fexro bi ser birînê xwe de kûr dinaliya hewar li min
Heyf û xebîneta Bavê Fexro, Suwarê Gêjo, Torinê mala Ezo
Birîndar bû bi sê gulên va Romiya ax hawar li min min rebenê
Emrê çûyî carde nayê min rebenê
 
Bavê Fexriya qurba min go bi qizanî ay…
Pir delal bûm hawar li min min rebenê
Gidî qurban  bi bûkanî ay… karxezal bûm hewar li min
Bişewite mala mêrê xirab û Romiyan
Çawa sala îsal qir û qal bûm
Ax emrê çûyî carde nayê ay…
 
Çavreşê Ruhayê
Çûme Urfayê bi sosin e wax zeriyê we
Hatim Urfayê bi sosin e wax zeriya min
Van keçan dil girtine wax zeriyê me
Van keçan dil girtine zeriyê me we
Tu delala Ruhayê
 
Ruha maye di nav gulan ay ay ay zeriya min
Riha maye di nav gulan ax zeriyê wey
Gul danîne nav dila wax zeriyê me
Gul danîne nav dila zeriyê me wey
Hûn çavreşên Ruhayê
 
Zeriyê me bi şarê reş in ay ay ay zeryê me
Zeriyê me bi şarê reş in wax zeryê me
Kil ji çavan diweşin zeriyê me
Kil ji çavan diweşin zeriyê me wey
Hûn delalên Ruhayê
 
Wek bulbulan dengxweş in zeriyê me
Wek bulbulan dengxweş in wax zeriyê me
Kil ji çavan diweşin wax zeriyê me
Kî dil dide serxweş in zeriyê me wey
Hûn delalên Ruhayê
 
Dikim nakim nêrayê zerya min
Dikim nakim nêrayê wax zerya min
Pê re ketim belayê wax zeriya min
Pê re ketim belayê zeriya min wey
Tu çavreşa Ruhayê
 
Ruha bê te ne xweş e ay ay ay zerya min
Ruha bê te li min nayê lê zeriya min
Bê te sebra min nayê wax zeriya min
Bê te xewka min nayê zeriya min wey
Tu delala Ruhayê
 
Kirîvê
Ax de were lê, were lê were lê lê...
Ax kirîvê lê lê......ax
Kirîvê vê sibê wezê bi Çiyayê Şengalê, Gola Smoqya diketim îro gelî di gelîda gelî di gelî da di gelî da Kirîvê lê lê..
Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Smoqya li xwe kiriye kirasê sorî melesî çeka eba wî eba dawî di ser da

Xwe dabû devê Gola Smoqya mîna kevoka, şînordeka Çemê Xebûrê di binî da hê kirîvê lê lê ...
Kirîvê tu zanî gunê min û te çiye ev heq û şop û rê li min û te girtî ye
Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu jî Êzidî ye kirîvê lê lê...
Kirîvê ez ketime bextê te, tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kevîne
Xwe berde pozê Şengala Şewitî
Tê bi şêxa şêxê Melekê Tawis ke, were di ser derd û kula re ramûsanekê bi ser can û cesedê kirîvê xwe berde
Kirîvê lê lê...
Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be
Heger gune be bira sedqa ber serê ez feqîrê we me kirîvê lê lê...

Îcar keçikê bang kir:
Kirîvo wezê jin im ne bi destê xwe me
Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez sond bixum bi Şêxaltîkê Melekê Tawis be
Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra me kirîvo lo…
De ramûsanê m keçkê Êzidîyan, di xweşbûna sehera sibê di azanya melê da kirîvo lo…
Sîng û berê min, kara xezala mi xibşê, mi dîlimezê, min kevoka, şînordeka Çemê Xêbûr e hê kirîvo lo…
De mîna fîncanê qehwê ferfûrî, dev û lêvê min mîna şekirê Amedê di devê cuhê de axitkirî dişîne, kirîvo lo…

Hevalno
Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho…
Kuştî bûn karwan
Dû hev çûn ezman
Da rojê bibînin
Sitêrka bikin nîşan
Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho…
 
Ew çavên digirîn... Ew laşên tev bi xwîn...
Ji roja azadiyê ra tev dikin mizgîn
 
Berdan ji gerdûn
Bo jînê tev çûn
Azadiyê dê bibînin
Mayîn û hebûn
Hevalno ho.. hevalno ho.. hevalno ho…
 
Min bêriya te kiriye
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
Bipirse ji rengê buharê
Bipirse ji gulên wê darê
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
 
Ev çend sal e ez girtî me
Zulm û zorî gelek dîme
Lê bi evîna te dijîme bawerke m’bêriya te kiriye
Jîna bê te ne tu jîn e
Jîna bê te ez dijîme
Herku te’d bîra xwe tînim
Hêz dide min û dijîme
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
 
Evîn nebe jîn şîn e
Jîna bê evîn qiymet nîne
Dikim doza evînê bawerke m’bêriya te kiriye
Bipirse ji kevokên aşitiyê
Bipirse ji hevaltî û dostiyê
Bipirse ji dîwarên hepsê
Ewê ji te ra bêjin rastiyê
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
 
Wa hatin pêşmergên me
Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in partîzanên me
Çek û rext li milên wan
Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Gulên sor bidin dest wan
 
Ji mêj da benda wan e
Çavê me li rêça wan e
Keç û xortên gundê me
Daxwazya wan ya wan e
Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Çek û rext li milên wan
 
Tev rabin bkin dîlan
Cejn û şahî û sêyran
Bêjin hûn bi xêr hatin
Ey pêşmergên qehreman
Bêjin hûn ser seran hatin
Hûn pêşmergên pehlewan
Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Gulên sor bidin dest wan
 
Diparêzin jîna me
Pir zehmet dîtin ji bo me
Kurdistan ji nû ve şîn da
Bi xwîna pêşmergên me
Kurdistan ji nû ve şîn da
Bi xwîna şehîdên me
Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Gulên sor bidin dest wan
 
Dest ji dozê bernadî
Dibê dilxweşî û şadî
Da ji bo me pêk bînin
Dostî û aşitî û azadî
Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Gulên sor bidin dest wan
 
Serhildan jiyan e
Serhildan li serê çiyan hêy
Berxwedan di nava zîndan
Dengê xorta xweş tê min hele
Dengê keçan dilovan
Serhildan, berxwedan..
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e
 
Rawestan ne karê me ye
Pêşveçûn armanca me ye
Kurdistan li hêviya me ye
Çavên wî li rêça me ye
Serhildan, berxwedan..
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e
 
Dengê karker ji karistanê
Ê xwendevan ji dibistanê
Dengê pêşmergê ji qadê tê
Dengê şehîd ji goristanê
Serhildan, berxwedan..
Serhildan jiyan e hêy hêy
Berxwedan jiyan e
 
Pir xweş e serxwebûn
Kurdino merdino pir xweş e serxwebûn
Ev demên tar û teng ku me dî va ne çûn
Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî
Da biçin bo welat
Yan mirin yan felat
 
Roj li me hate der zû şiyarbin ji xew
Ev dema ceng û şer paşketin êdî hew
Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî
Da biçin bo welat
Yan mirin yan felat
 
Min divê ol û bext min divê pêşveçûn
Min divê tac û text min divê serxwebûn
Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî
Da biçin bo welat
Yan mirin yan felat
 
Herne pêş
Birayên delal hûn werin Kurdino
Bihişta welat em herin merdino
Heger hûn neyên va ne keç em meşîn
Bese koletî serfiraz her bijîn
Herne pêş herne pêş dewr û dem ya we ye
Welat çav li rê bendewarê me ye
 
Keçên nû gihan em dixwazin xebat
Me canê ciwan daye rêka welat
Dilê me ji pola gurçik bûye hesin
Bo ala rengîn xuşk werin em besin
Herne pêş herne pêş dewr û dem ya we ye
Welat çav li rê bendewarê me ye


Narim narim narim                           
Tu gulê li gundê we ye
Yek wek te lê tune ye
Ji bo te ez ji dûr hatim
Dilê min di te de heye 
 
Kuro dîno de here
Li dora min negere
Xortê gundê me pir in
Keçê me tune ji te re 
 
Narim, narim, narim
Li vî gundî diyar im
Li ser te evîndar im
Çûna bê te ez nikarim 
 
Bejna zirav bejna te
Çavê xezala li ser te
Dilêm bû perçe perçe
Ma ew ne bes e ji bo te 
 
Kuro lawo tu dîn î
Ma van awiran tu nabînî
Fesad û nerind pir in
Hêsan nîne evînî
Dîsgotin
 
Şeva di nîvê şevê da
Di berf û di bahozê da
Gilî û gazîne xwe dikim
Ketim mala bavê da 
 
Milê xwe bide vî milî
Te agir berda vî dilî
Em derkevin ji vî warî
Da xelasbin ji vî halî
Dîsgotin
Gotin û Muzîk: Şivan Perwer-Hesen Mele
 
Gulê rebenê
Wî de dewran e, gulê mahrûmê dewran e…
Min dî bejna zirav sekinî li pêşya malê li ber bênderan
Li xwekirirye qutinyê Helebê ser bejna tenik û zirav de berdabû
Gulik û şurikên van kemberan
Digo lawiko tuyê xwedê hebînî min bihîstiye tuyê here welatê xerîbiyê
De rabe ramûsanekê ji dev û lêvê şekirî ji min keremke
Bira dilê te nebe meskenê derd û kul û van keseran
Ax de dewran e… gulê mahrûmê dewran e.
Wey de gelî gundîno... gelî gundîno û cîranno...
Sibê ye min di bejna zirav sekinî li derî malê gelo xwe dabû nava derî
Minê bala xwe daye ji linga heya serî
Û min jê dipirsî kubarê tu aziba an jî ferî
Go lawiko ezê bi te kim tuyê bi xwedê kî ji van gotinan vegerî
Li kumêtê serreş suwar be, ber derê me re her û werî
Bêbexto bihîstina ku min bihîstiye tu li ser şêx û melan pir digerî
Ew qedera ku xwedê neke bi kaxezên şêx û melan naçe serî
Ax de dewran e… gulê mahrûmê dewran e...
Ax de gulê  lê lê ez wêran im
Wey li min gelî gundîno û cîranno...
Sibê ye malan barkir koç bi rê ket
Min dî kewa gozel xemilî bi refê ket
Ew û pîra diya xwe ji malê suwarbûn bi rexê ket
Xwedayê alemê wê qedera wê bi reş bigerîne
Tu bala xwe bidê kewa gozel li zozana danimê
Teze dilê min şewitî agir pê ket
Ax de dewran e... gulê malwêran, ax lê gulê li min dewran e...
 
Laz û Kurd
Silav hatiye ji Lazîstanê
Bo xebatkarên Germenistanê
Silav hatiye ji Kurdistanê
Bo gelê me yê li Germenistanê
Lê bulbul kirin qefesa zêrîn
Dîsa bangkir ko ax welatê’m kanî
Welat berdane hatin Elmanya
Bûna auslender hey gidî dunya
Zar û zêça ziman ji bîr kirin
Bav û dayik biser halê xwe de giriya
Hezar silav bike li Kurdistanê
Emê vegerin ji Germenistanê
Hezar silav bike ji Lazistanê
Emê vegerin ji Germenistanê
Bulbul wê bişkîne qefesa zêrîn
Ji bo Derya Reş bo Gola Wanê
 
Hoy Narê
Ez sekinîm bin darê
Ji sibê heya êvarê
Li hêvîya te me malneket
Tu li ku maye lê Narê

Hoy nar, hoy nar, hoy Narê
Tu kulîlka hinarê
Te xemilandî Adarê
Te can daye buharê

Wek kulilka Newrozê
Bê qerarê, bê sozê
Were em destê hev bigrin
Bibin suwarê Bozê

Hoy nar, hoy nar, hoy Narê
Tu kulîlka hinarê
Te xemilandî Adarê
Te can daye buharê

Ji nav gulan nar gul bû
Rîhana nava dil bû
Narînê li min mêzekir
Çavê xezalê bi kil bû

Hoy nar, hoy nar, hoy Narê
Tu kulîlka hinarê
Te xemilandî Adarê
Te can daye buharê
Gotin û Muzîk: Şivan Perwer

Zindana tarî
Zindan tarî çav girêdayî
Ling û dest li bend û zincîr
Lêdan, îşkence, zilm û zorî
Bi sala ye dikşîne û li ber xwe dide, girtiyê azadiyê
Ji bo evîna xwe, hêvî, bendewarî û armanca xwe
Dixwaze gelê xwe rûsipî derxîne
Azadiya wî pêk bîne
Bi sala ye girtiyê me bendewarî evînê ye
Evîndariyê azadiyê ye
Bi hevalên xwe re mijûl dibû carna û stranên xwe digot
Carna îşkence û zilm li zindana tarî...
Hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê
Çavên min girêdayî lê lê lê lê dayê
Zulum çiqas dijwar e lê lê lê lê dayê
Li vê zindana tarî lê lê lê lê dayê
Dengê deriyê hesin tê, dengê lingê cûnta tê
Û deriyê hesin dîsa vedibe lê lê lê lê dayê
Dengê lingê cûnta tê lê lê lê lê dayê
Dengê zilm û îşkencê lê lê lê lê dayê
Çi qêrîn û hawar tê lê lê lê lê dayê
Va vekirin deriyê min û bi dar xistin destê min
Zincîr xistin lingê min, zulma xwe destpêkirin hoy…
Û pirsan ji min dipirsin lê lê lê lê dayê
Ku tirsê têxin dilê min lê lê lê lê dayê
Her lêdanê li min didin lê lê lê lê dayê
Lê ew bixwe ditirsin lê lê lê lê dayê
Wek navê xwe ez dizanim lê lê lê lê dayê
Ez perwerê niştiman im lê lê lê lê dayê
Ser didim ez sir nadim lê lê lê lê dayê
Bawer im baş dizanim lê lê lê lê dayê
Vî dujminî ez nasdikim lê lê lê lê dayê
Hucra min çiqas sar e
Dest berdan û çûn
Çavên min girêdane
Hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê hoy…
Û carê ban hevalê xwe kir
Weke dengê wan têkeve newalan, best û
Biçê heta pêşmergan, li şaxên Kurdistanê bilind dibin...
Wa.. Hevalno... Hevalno ho...
 
Helebçe
Wey lo lo, wey lo lo wey lo
Wezê daketim kel û kaşxanan
Wezê daketim serê birc û van dîwaran
Wezê bi serkela dilê xwe de mijûl ji xeman û kulan û derdan birîn in ax de wey lo lo lo wey lo...
Dîsa bombe û baran e
Her derê girtî mij û dûman e
Dîsa nale-nala birîndaran e
Dengê dayika tê li ser lorikê wan e
Bavik bi keder xwe davêjine ser zarokan e
Lê zarok mane bê nefes, bê ruh û bê can e
Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo…
Hey lê lê.... wey lê lê... Ferman e ûy... hawar... hawar...
Dîsa li me ferman e
Li jor tête gire-gir û hume-huma bavirok û têyaran e
Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qîre-qîra zarokan, hawara dayik û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e
Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Weke Mahabat û weke Berzan e
Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê
Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e...
Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayik û bavan e
Ax hawar... li me ferman e... li min ay... ax birîndarê we me, li min oy...
Erê hey lê lê... Here hey lo lo...
Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin
Hûnê kaxiz û pênûsekê bibînin binivsînin
Dinya alemê pê bihesînin
Serok û rêberên Kurda li hev bînin
Bira yek bi yek bin ji halê me Kurdan re tiştekî ji dinyayê re binnivsînin
Bira xelq û alema pê bihesînin
Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin
Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar…
Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin
Agir li serê me Kurdan dibarînin ax de ay ay... lo lo ax de li min birîndarê we me...
 
Mamoste Can
Pîremêrdê çûbû xwendegehê gundê
Li hewşê da rawestiya
Dewreyan lê da mamosta
Gotî ha xale can
Çi digereke ha xale can
Pîremêrdî beste ziman
Peştî çema bû wek goçan
Le mamosta ronî û bedlovanî
Gotî ha Mamosta can
Bi qurban mamosta can
Fêrîm nakî çon binuwsim Kurdistan...
 
Cîranê
Dilê min bû behra belek
Te av jê vexwar gelek
Cîran ezê te bigrim
Bira biteqe felek
 
Cîran wa diçim sûkê
Ji ter bînim xemla bûkê
De tuê rabe lixweke
Bibe bûka Kerkûkê
De tuê rabe lixweke
Wek kevokek Duhokê
 
De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Bira fesad û nerind
Êdî ji me bigerin
 
De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Bira fesad û ewan
Êdî ji me bigerin
 
Cîran cîrana min
Tu rind e li ber dilê min
Cîran cîrana min
Tu xweş e li ber dilê min
 
Dilêm bû Behra Wanê
Çem û kanî av danê
Xwezî bi teyra baskbelek
Ser serê Sîpanê
Xwezî bi Siyabend û Xecê
Dimîne li ser Sipanê
 
Cîran melhema dilan
Bi şev were nav gulan
Cîran melhema dilan
Bi tenê were nav gulan
 
Bira kes te nebînin
Dikevin nav du dilan
Destê te bigrim biçim
Ba pêşmergên Kurdistan
 
De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Bira fesad û nerind
Êdî ji me bigerin
De rabe cîran rabe
Rabe êdî em herin
Herwek Şivan dibêje
Ewan ji me nagerin
Cîran cîrana min tu
Rind e li ber dilê min
Cîran cîrana min tu
Xweş e li ber dilê min
 
Em dixwazin ala xwe hildin
Min divê her tim bilind be
Ala engîn kesk û zer
Hem xweşî hem ceng û rûmet
Tê hildanê sor û gewr
 
Dûr nêzîk ezê te hildim
Tu yî xemla banê min
Ger dibê derman mirin be
Bo te gorî canê min
 
Dêrsim û Sason û Pejder
Bo te xwînê dirêjin
Her çi Kurd in her çi xort in
Bo te lawijan dibêjin
 
Sê salan bi te kêfxweş bûn
Agirî, Zîlan, Tendurek
Li pêş rona te bûne ax
Leşkerên Rom leq bi leq
 
Dengek hat guhê min
Dengek hat guhê min ji binê zinaran
Nalîna şêrekî ku birîndar bû
Bi ser birîna xwe da kû dinaliya
Birîna wî ji dil jî gelek xedar bû
Dilop dilop xwîn ji birînê dihat xwar
Axa sar û tarî hêdî vedixwar
Teyr û tû bi ser da dikirin hewar
Dar û ber ji jana dil histuxwar mabûn
Kela dilê wî bû weke wolkana
Rêza çiya û bera ji ber dihejiya
Weke talaz rabe li ser haviya
Weke bahoz û tofanek rabibû
Birîna şêrê me hewqas xedar bû
Ew şêrên Kurdistanê ne, bê xwedî ne
Gelê cîhan doza wan bi rast dibîne
Doza wan jî parekî doza xwe dibîne
Ew karker, cotkar, rêncber, pale û gundî nin
Mafê çînî û çarenûsî divên pêk bînin
Divên rizgar bikin gel ji bin lep û destan
Lew nalîna şêrê me tê ji çiya û baniyan
Herkes xelas jîndar û nas li ser kurdistan
Da ku êdî kes nenale ji êş û birînan…
 
Gelê min rabe
Gelê min rabe xwe bidin hev
Karê xwe bikin hemî tev
Da ku bela nebin ser hev
Bibin xwedanê axa xwe
Diçilmisîn gul û sosin
Ava jiyanê ji me dixwazin
Guhê xwe bidin hev nerazên
Jiyanê bidin gulên xwe
Gelê min rabe xwe bidin
Karê xwe bikin hemu tev
Da ku bela nebin ser hev
Bibin xwedanê axa xwe
 
Mijûl bûne dayik li ser lorîkan
Hêj dikin girî û hêstirên çavan
Xwedî dikin bi van hêviyan zaran
Da ku xelas bikin dayika xwe
Gelê min rabe xwe bidin
Karê xwe bikin hemu tev
Da ku bela nebin ser hev
Bibin xwedanê axa xwe
 
Em hatin
Kom kom hûn werin
Em hatin hatin
Ref bi ref hûn werin
Em hatin hatin
Cîhan tev bi me re
Em hatin hatin
Tê hev û dilerize
Em hatin hatin
Tirsok gi reviyan
Em hatin hatin
Weke pêt û pêlan
Em hatin hatin
Dikeve qesr û xopan
Em hatin hatin
Xelas bikin jînê
Em hatin hatin
Şên bikin rûyê dinê
Em hatin hatin
Zulmeta şevên reş
Em hatin hatin
Ronak bikin em xweş
Em hatin hatin
Em li bende we ne
Em hatin hatin
Li hêviya we ne
Em hatin hatin
Em jî bi we re ne
Em hatin hatin
Gelî xuşka werin
Em hatin hatin
Gelî bira werin
Em hatin hatin
Gelê’m tev de werin
Em hatin hatin
 
Ev çi jiyan e
Çû ko dilêm benêfrîne
Geh bi xweşî geh bi xemgîn e
Were em li hev heyran rûnin
Bextê we me min gune ye, çi evîn e
Ma wê emrêm li bê welat oy.. her li binê xweliya çolan
Ev çi jiyan e em tê de ne
Weke pezê bê firotan
Gîha star e li cîhana mirovanê eywax li min
Par bi par hat veqetandin
Li binê dê û tumgelan e
Çavê me li parê kesî nîne
Bes e dayika me ji me re Kurdistan oy...
 
Delalîkê dilê mino
Kuro dîno ezê nizanim çi bêjim de hayê hayê... lo çi nebêjim
Lolo delalîkê dilê mino ezê nizanim çi bêjim de loy... lo çi nebêjim
Ronîka çavê mino ezê bûme bbulbulekî ji vanê de loy... ker û gêj im
Wele piştî çavê reş û belek dêmanên sorgulî
Belê ezê biçim ser milekî ji vanê bilind
Hawar ezê nizanim çîrokê halê xwe lo ji kê re bêjim
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez birîndar im
Ax de gidî lo ez bêhal im
Hawar gundîno hûnê rabin de hay… lo qiyamet e
Malîno hûnê rabin de loy loy… qiyamet e
Belê axaftina vê zeriyê, vê kubarê, vê seyranê de lê lê... li min hesret e
Were gundîno hûnê ji min re bibin pale bêjin
Hawar gidî lo him bi xêr û him bi minet e
Gidî lo ax de gidî lê gidî şewityo gundo
Ax de gidî lê gidî lo wêrano gundo
Hawar gundîno hûn dizanin delalîkê dilê min rûdine de hay... lo li vê taxêyo
Malîno hûn dizanin ronîka çavê min min rûdine de hay... lo li vê taxêyo
Ji xêra xwe re hûnê kaxizekî pê ve rêkin de way way... ber avêyo
Bêjin Xalito Emîna Îsa ji derdê te bêhal e
Hawar hûnê bêjin pir nexweş e û ji dil dinale
Hawar li min lo şewitiyo gundo lo çawa nêyo
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im ax de gidî lê gidî lo ez bê wê nabim...
 
Ez gul im tu beybûn î
Ez nar im hay tu nar î
Ez gul im hay tu beybûn î
Ez dilê keça dihelînim
Tu dilê xorta dişewitînî
Narîna minê lê rewşenê
Delala minê lê Eyşanê
Delalê tu xeber xweş î
Rindikê tu xeber xweş î
Ji êvar da li benda te me
Keremke tu were hewşê
Ez gulçîn im tu gulnevşen î
Ez çavşîn im tu çavreş î
Gul û gulçîn û guladarên minê
Tu pir şêrîn û tu pir xweş î lê...
 
Ferzê
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Weke take rihanê
 
Bejna min ne kin e lê
Ne dirêj e lê
Tayek rîhana ye
Xwe berda vê jengê
Serya bişo lê
Çava kil ke lê
Biska şeh ke lê
Tuncika berde lê Ferzendayê
 
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Weke take rihanê
 
Ferzê bala xwe da çû
Min ra bû talû
Li bejnê û balê
Li bejna Ferzendayê
Bejnê gelek kûr bûn lê
Em daketin lê
Kef ket xorta lê
Nizanim tê ji mala kê
 
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Weke take rihanê
 
Ez û bejna xwe çûn lê
Tev daketin lê
Bulbul û şalûl
Li me rabûn temaşê
Bejnê carek were lê
Rûnê li vê hêlê
Mijûl bin li ser eşq û evînê
 
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Weke take rihanê
 
Çîroka Apê Misto
Lo Misto lo Mistiko
Rebeno dest sistiko
Doza heqê xwe nake
Ber xekê xwe melis diko
 
Misto bavê Seyranê
Rabûye ser tapanê
Diqîrim çiqas bêjim
Tew lê nayê gûmanê
 
Misto Misto Misto Misto
Deriya derda veneke lo
Ji min re derda lêneke
Were lo lo lo... Misto
 
Min gelek tişt jê re got
Dil û ceger li min bûn sot
Go belê weke te ye
Lê Misto bûye gayê cot
 
Misasa dest axê xwe
Nîr xistiye sutyê xwe
Zikê erdê diqelişe
Bûye gayê axê xwe
 
Misto Misto Misto Misto
Dor dor dor reş e lo
Rebeno bi bextê reşo
Were lo lo lo... Misto
 
Heg zuxta lê dixîne
Hêta Misto bi xwîn e
Qet serê xwe ranake
Lê bi ax û nalîn e
 
Misto bîra te nayê
Li gundê Xerabreşkê
Havîn û zivistanan
Em rêncber bûn bo axê
 
Misto Misto Misto Misto
Deriya derda veneke lo
Ji min re derda lêneke
Were lo lo lo... Misto
 
Axa çûbû seyranê
Me berdida meydanê
Me serê hevdu dişikand
Ew dima li ser talanê
 
Bes e ev talan misto
Nîr bavêje şivisto
Tu rahêje misasê
Li dujmin bade histo
 
Misto Misto Misto Misto
Misto dil û çavê min lo
Tu dizanî bi halê min
Were lo lo lo... Misto
 
Misto kedxwar dudu ne
Erd û zevî girtine
Bi hev re weke seyan
Dixwin tev ser û bin e
 
Misto rabe ser piyan
Dem çû em pri dereng man
Kes êdî qebûl nake
Zilm û zoriya kedxwaran
 
Misto Misto Misto Misto
Ji min gazinca neke lo
Derya derda veneke
Were lo lo lo... Misto
 
Dayê ez xezal im
Îşev xewka min nayê oy oy oy...
Ez hêsîr im, ez piçûk im, ez reben im, ez pepûk im lê dayê
Dayê xewka min nayê lê lê…
Lê dayê lê dayê lê dayê xewkam nayê
Bighêm mirad lê vê dinê
Ez delal im, ez xezal im, ez melû im, ez hesdikim lê dayê
Dayê heyran min bidinê lê lê...
Bavo ez heyrana te me loy loy...
Ez gune me, ez gede me, bêçare me, benda te me, li ber mirazê xwe me
Li ber mirazê xwe me loy loy...
Lo bavo, lo bavo, lo bavo, li benda şora te me
Dil û cegera te me
Ez delal im, ez xezal im, ez melû im, jê hesdikim lo bavo
Bavo heyran min bidinê lo lo lo bavo…
Keko ez xuşka te me oy oy....
Min xezalê, min delalê, min bidinê, naxwazim keskî dinê li vê dinê
Naxwazim keskî dinê oy oy...
Lo keko li darê dinê
Xuşka te me bi zenê
Hawar cîranno rabin oy oy...
Ê dixwazim min nadinê
Ê dixwazim min bidinê, didinê
Xelas bikin ji vê zilmê, xelas bikin ji vê belê
 
Bulbulo
Bulbulo xêr e vê sibekê
Tu li ser darê xweş dinale
Ma tu jî weke min birîndar e
Keremke were em mijûl bin
Ka derdê te çiye
Bulbulo vê sibekê li ser darê dîsa tu çi dinale
Ax... wer xuya dike bulbulo tu jî weke min bêhal e
De ezê nizanim tuyê ji derdê çiye ewqas bi ax û fîgan e
Bulbulo de were em mijûlbin
Keremke ji ser darê were xwar e
Bulbulo, vê sibekê tavek kate çi hum-humî
Ax kevir û kuçikên çiya û zinara li ser serê min hedimîn
Bulbulo tu perê darê ez bûme kewkurkek kula zinaran
Ax.. xêrnexwazan xera kirin germa buharê hêlîn li min herimî…
Bulbulo, bişewite mala Contirkan, komkirin xortên hêja ji her hêlê da
Birin bi vê qetera devê rê da, nizanim dibin bi çi hêlê da
Li dû wan mane bûkên dest bi hine, di paş ko û perdê da bulbulo...
Ax... derd û kederên min ev in bulbulo ev çiya hatiye bi ser ê min re penê da
Xerîb im, bêks im, bêhal im de yar yar... lo lo bulbulo…
 
Deşta Palo
Kerengê deşta Palo zer bûn
Min digot yê mo te digot na
 
Tena serê wê bi der bû
Min digot konê, te digot na
 
Tev şa dibûn xort û zerî
Min digot, birin te digo na
 
Keçik zer bû, xort esmer bû
Min digot, herê te digot na
 
Deşta Palo bi dirhêz e
Min digot, wa ye te digot na
 
Delaliyê min teşîrês e
Min digot, belê te digot na
 
Hirî kî dasî de berda
Min digot ew e te digot na
 
Teşî ya xwe badide û dirêse
Min digot vir de, te digot na
 
Min got were li ba min rûne
Min digot canê, te digot na!
 
Teşîya xwe birise û bihûne
Min digot dilêm, te digot na
 
Tev şa bûn, wek Mem û Zîn e
Sebra min bi te dihat
 
Ez nergiz im tu beybûn e
Bêhna gulan ji te dihat..






© http://www.user-centered.de