Sîmar



Cîran
Erê Cîranê Cîranê
Te bê sozê, bê îmanê
Ka ew soza li eywanê
Erê Cîran bextê te me

Cîran tê û tê ji Mêrdînê
Cohtê memka dihejîne
Ew kî kore Cîran navê
Erê Cîran bextê te me
Bextê te û yê bavê te me
Pişta derî li hêviya te me
Rastî bêje te kî divê
Erê Cîran bextê te me

Bejna te ji dara behîvê
Şewqa te wek ya heyivê
Cerg û dilê min heliyê
Erê Cîran bextê te me
Bextê te û yê diya te me
Ev pênç sale li benda te me
Cohtê memkê te hewce me
Erê Cîran bextê te me
Gotin û Muzîk: Muharemê Zînê
Çavkanî: Îhsanê Garisî

Cizîre
Cizîre Cizîre way
Seet û zincîr e way
Delala min wezîr e way
(Çavreşa min) wezîr e way

Mîr Hesenê Batilî
Evdik çima ti digrî
Delala min xelkê birî
Çavreşa min xelkê birî

Nêrdîş e Nêrdîş e way
Şaşa Evdê pûşe way
Delala min dergûş e way
Çavreşa min dergûş e way
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Botan
Çavkanî: Îhsanê Garisî

Hey Narîn
Hey narîn hey Narîn
Hey narîn hey Narîn
Ez û tu heval î hey Narîn
(Delalê)

Ji nav gul û giyayî hey Narîn
(Delalê)
Olya Baba Bilind e hey narîn
(Delalê)
Xatira ji mal bav dixwazî hey narîn
(Delalê)

Bûkê mal bav besê hey narîn
(Delalê)
Narîn di h3ewşê de hey Narîn
(Delalê)
Hey Narîn hey Narîn
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Botan
Çavkanî: Îhsanê Garisî


Gulê
Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê
Eşqa min firî paşilê
Ez li nav dara û tu li nav dara
Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê
Eşqa min firî paşilê
Min çilo çinî te da kara
Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê
Eşqa min firî paşilê

Ez li nav biya tu li nav biya
Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê
Eşqa min firî paşilê
Min çilo çinî te da miya
Ha Gulê Gulê, wî Gulê Gulê
Eşqa min firî paşilê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Serhed
Çavkanî: Kerem


Heval Harun
Li Zaxrozan wek gulek bû
Bi destê sibê re vebû
Dengê gelê bindest bû
Çiya û zozan pê xweş dibû

Harun wekî şêrekî bû
Serleşkerên gerîlla bû
Tirs û xofên Heval Harun
Di nav dilê dijmin da bû

Gulê çiya û zozana bû
Kurdistan bi wî şa bû
Bînên gulê Heval Harun
Nav hevalan beladibû
Gotin: Welat
Muzîk: Sîmar


Mem û Zîn
Çar dîwarên deryê hesin
Dikim nakim te nabînim
Were ba min hevala min
Were ba min te bibînim hey

Tu hem gul î tu hem yar î
Bê te dinya bimin sar î
Tu şemala şevên tarî
Were ba min delala min

Ez bûme wek Memê Alan
Evîndar im evîndar im
Pêş çavê min tu bû Zînê
Were ba min evîndar im hey
Gotin : Mazlum Agaoglu
Muzîk: Bariş
Berhevkar: Sîmar


Lerzan
Lerzan Lerzan ho Lerzan e
Şahiye û helper çi Kurdane
Her çend yarem lêmbêzare
Bê eşkî çarim naçarim

Bu balakey bûm aware
Lem sare ta ku ew sare

Kurbanî bim ey bay şevê
Xem bey li çavêm nakevê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Rojhilat


Xinê
Lêlê lê lê weylê lê xinê
Bejn û bala te teyka sosinê
Me ji te sehnekiriye yek xeber tinê
Terka te nadim heya mirinê

Welleh neveye bîlleh neveye
Indî wer hemî ji tere sehdeye
Ser dest û lepa diçim pêşiyê
Xalo bextê te me ti min bigihênyê

Sibekî malu mabû di derî de
Kefiya malu mabû di destî de
Hingî kina min ket vî dilî de
Lê lê lê lê weylê lê Xinê
Gotin û Muzîk : E.Celîlê Noran
Çavkanî : Îhsanê Garisî

Min te dîbû
Min te dîbû li ser bîrê, li ser bîrê
Av dikşande bi zincîrê
Radimîsim keçika pîrê
Way lê lê, way lê lê malik wêran
Diçûme neçûme bavo
Çavreşê, çavreşê gerdenxweşê

Min te dîbû li nav titûnê, li nav titûnê
Agir danî ser qelûnê
Ez radimîsim keç xatûnê
Way lê lê, way lê lê malik wêran
Diçûme neçûme bavo
Çavreşê, çavreşê gerdenxweşê

Min te dîbû li nav genekan, li nav genekan
Keçê neke van henekan
Ez radimîsim çavbelekan
Way lê lê, way lê lê malik wêran
Diçûme neçûme bavo
Çavreşê, çavreşê gerdenxweşê
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Serhed


Kaniya evînê
Ti we sori kanî evînê
Tîrêja rojê jana birînê
Aso ye sor e  buhara jînê
Wa dil û melak tijî ne bi xwînê

Sabir û dilxwaz waye ez dibînim
Hem soz im hem saz
Deşta heyatê wa dixemilînim
Dîlan û Semah lê digerînim
Gotin û Muzîk: Hozan Serhad