Ozan Şêxo



Bejna zirav
Bejna zirav şiva zêro                         
Poz bi qulê xizêm têro                        
Bejna zirav şiva zêro  
Poz bi qulê xizêm têro                        
Ez xebitîm, tu xebitî                          
Gewra min mayî-j xelkê ro                  
Ez xebitîm, tu xebitî                          
Rinda min mayî-j xelkê ro                    
 
Lê lê dînê keça dînê                          
Kiras sorê pêşmal şînê                               
Lê lê dînê keça dînê                          
Kiras sorê pêşmal şînê                                
       
Haydê-m hevdî birevînin                     
Xwe bavêjin dor Mêrdînê                    
Were-m hevdî birevînin                      
Xwe bavêjin dor Mêrdînê                     
 
Çi ewrekî reş û tarî
Berf û baran jê dibarî
Çi ewrekî reş û tarî            
Berf û baran jê dibarî
Ya ko hate serê min û
Ya ko hate serê min û
Keçka delal nehat serê
 
Lê lê tolê keça tolê
Pêşmal şînê gol bi golê
Lê lê tolê keça tolê
Pêşmal şînê gol bi golê
       
Te xortê xelkê dîn kirin
Har kirin û berdan çolê
Te xortê xelkê dîn kirin
Har kirin û berdan çolê
 
Lo Xwedêo, xweş Xwedêo
Av di konê me bize wo
Av di konê me bize wo
Keça malê rabe pêo
Çi bejnekek zirav lêo
Çi xeftanê şamî lêo
Her alîkî cêbek lêo
Her cêbekê sêvek têo
Kes nizanî rizqê kêo
 
Bejna zirav şiva zêro                         
Poz bi qulê xizêm têro                       
Bejna zirav şiva zêro
Poz bi qulê xizêm têro                        
       
Ez xebitîm, tu xebitî          
Gewra min mayî-j xelkê ro          
Ez xebitîm, tu xebitî          
Rinda min mayî-j xelkê ro           
Helbest: Kilam û Stranên Kurd-M. Bayrak û Şêxo
Mûziq: Şêxo
 
Evînperwer im
Mebine pîr û kal im                            
Şev û rojan dinalim
Mebine pîr û kal im
Şev û rojan dinalim
Evîndarê cemal im
Perwerdayê evîn im    
Perwerdayê evîn im     
 
Serbestî ye riya min   
Azadî hêviya min               
Serbesti ye riya min                           
Azadî hêviya min                       
Were bike bi ya min           
Rû geş bike bi bînê                            
Rû geş bike bi bînê                             
 
Ez dibêjim ji bo te                             
Dilpaqij im ji bo te                            
Ez dibêjim ji bo te                             
Dilpaqij im ji bo te                            
Dil dikujim ji bo te                            
Hevalê-xemrevînê                             
Hevalê-xemrevînê                              
 
Eger divê ciwan bim
Gernas û pehlewan bim
Carek divê ciwan bim
Gernas û pehlewan bim
Ez şevgerê şevan bim
Derman bike birîne
Derman bike birîne
 
Ez im Memê di zîndan
Girêdayî bi bendan
Ez im Memê di zîndan
Girêdayî bi bendan
Tu bigre mûm û findan
Wer derxe min, tu Zînê!
Wer derxe min, tu Zînê!
 
Ez sond dixum b’serê te
Bi wan sîng û berê te
Ez sond dixum b’serê te
Bi wan sîng û berê te
Naçim ji ber derê te
Çibkim malê cîhanê
Çibkim malê cîhanê
Helbest: Cîgerxwîn
Muzîk: Şêxo
 
De hora hora
De hora hora, de hora hora
Li me ferman e, li me ferman e
De hora hora, de hora hora
Gaziya çiyan e, gaziya çiyan e
(Dîsgotin)
 
De hora hora, de hora hora
Li me ferman e, li me ferman e
De hora hora, hêviya salan
De hora hora, hêviya salan
Ya bav û kalan, ya bav û kalan
Germiya nan e, germiya nan e
(Dîsgotin)
 
De hora hora, stêrka sibê
De hora hora, stêrka sibê
Fîte-fîta bê, fîte-fîta bê
Loriya avan e, loriya avan e
(Dîsgotin)
 
De hora hora-me, xatir xwestiye
De hora hora-me, xatir xwestiye
Soz guhastiye, soz guhastiye
J’dost û yaran e j’dost û yaran e
(Dîsgotin)
Helbest: Kemal Burkay
Muzîk: Şêxo
 
Dîroka mirovan
Birano ev çi hal e ji we pirskim
Xuşkino ev çi hal e ji we pirskim
Mirov bûne cengewarê hevdu
Mirov bûne hemû neyarê hevdu
Kevr û zinaran bixun ji we tirsim
Ba û bahoz direvin ji ber van
Ba û bahoz direvin ji ber van
 
Hevdî dikujin û hevdî dimijin
Hevdî dikujin û hevdî dimijin
Kedxwar in xwinrêj in tev mêr û jin
Kedxwar in xwinrêjin tev mêr û jin
Nizanim ji wera hin çi bêjim
Axa reş fedî dike j’mirovan
Axa reş fedî dike j’mirovan
 
Mirov hene jiyanê şêndikin
Mirov hene jiyanê şêndikin
Hezar salan b’keda xwe çêkirin
Hezar salan b’keda xwe çêdikin
Vê cihanê bi zêr û zîv hêlin kirin
Hêvi û evîna min li cem wan
Hêvi û evîna min li cem wan
 
Ez hozanekî bi derd û kul im
Ez hozanekî bi derd û kul im
Mirovên cîhan ra nû bangdikim
Mirovên cîhan ra nû bangdikim
Zarok û kulilkên tên xwe bîrnekin
Berdin şer û fêsadî û derewan
Berdin şer û fêsadî û derewan
Helbest û Muzîk: Şêxo
 
Dilê bêmal
Dilo menal xweş bihar e
Kulîlk dikin zare-zar e
Dibên rabin temaşekin
Welatê me birîndar e
Dibêm rabin temaşekin
Welatê min birindar e
 
Dilê’m dîsa xeyidiye
Derket çûye xerîbiyê
Min bîra welatê xwe kir
Dil şewiti wek xwelî ye
                                                
Dilo bêmal bihar şîn e
Ev dilê min kul-birîn e
Carekî felekê pirskin
Ji Kurda ra çi xayin e
Herin wê felekê pirskin
Ji Kurda ra çi xayin e
                                      
Dilê’m dîsa xeyidiye
Wekî berfê cemidiye
Dost û heval wendakirin
Pir şevitî wek xwelî ye
Dilo menal xweş havîn e
Kulilk dikin qîrqîrîn e
Dibêm êdi j’xewnê rabin
Ev dinyakê derewin e
Dibêm j’xeva tarî rabin
Ev dinyakê derewîn e
                               
Dilê’m dîsa xeyidiye
Derket çûye xerîbiyê, bîranîna xelkê xwe kir
Dil şewitî wek xwelî ye
Helbest: Kilam û Stranên Kurd-M. Bayrak û Şêxo
Muzîk: Şêxo
 
Ez nizanim çi bêjim
Heval ez bilûrvan im
Dengê saza hozan im
Ji we ez dilgiran im
Ez nizanim çi bêjim
Ax hevalo çi bêjim
 
Ez daxwaza Xanî me
Rewşa neqşê Manî me
Di ristê de kanî me
Ez nizanim çi bêjim
Ax delalo çi bêjim
 
Sivik  çû bihara min
Ter bûn pelê dara min
Dûr dûr diçî yara min
Ez nizanim çi bêjim
 
Ez ne xan im ne Xanî
Ne Zerdeşt û ne Manî
Li xwe kir bargiranî
Ez nizanim çi bêjim
 
Ji bo we ez wê sazê
Xweş lê didim bi gazê
Bi daxwaz û niyazê
Ez nizanim çi bêjim
 
Di rostê de çi merd im
Dil bi kul û bi derd im
Xwîna şehîdê Kurd im
Ez nizanim çi bêjim
 
Arê dilê Cizîrî
Tava tora Herîrî
Ez nûjenim bi pîrî
Ez nizanim çi bêjim
 
Nakin dengê saza min
Guh nadin awaza min
Yan nizanin raza min
Ez nizanim çi bêjim
 
Ez dengê wan hezaran
Ketim şax û zinaran
Ez ew binê sêdaran
Ez nizanim çi bêjim
 
Keko ez Cegerxwîn im
Dil bi kul û birîn im
Van ayetan dixwînim
Ez nizanim çi bêjim
Helbest: Cigerxwîn
Muzik: Şêxo

 
Narê
Kaniya li binya malan                                        
Şewq davêt gulyê daran                     
Kaniya li binya malan                                        
Şewq davêt gulyê daran                      
 
Me qet karê xwe nekir                        
Sibê li me bûn êvaran                        
Me qet karê xwe nekir        
Sibê li me bûn êvaran                         
                                              
Narê narê hey narê                            
Narê narê narê hoy narê                     
Narê çûye ber avê, ser avê         
Kinc şûştî avêt tavê                           
(Dîsgotin)
               
Narê narê hey narê    
Narê narê narê hoy narê                     
Narê çuye ber avê
Kinc şûştî avêt tavê                           
Narê çûye ser avê              
Kinc şûştî avêt tavê                           
Narê narê hey narê     
 
Narê narê narê hoy narê
Narê quye ser avê             
Kinc şûştî avêt tavê                           
Narê çûye ber avê              
Kinc şûştî avêt tavê                            
                       
Hoy narê narê narê
Narê narê narê hoy narê
Hoy narê narê narê
Narê canê min xwarê
 
Narê biskê xwe şe kir 
Hinne li destê xwe kir
Rinde biskê xwe şe kir
Hinne li destê xwe kir
 
Fîstan li bejna ziravkir
Serê dilanê xweş kir
Fîstan li bejna ziravkir
Serê dilanê xweş kir
(Dîsgotin)
                       
Rindê  were nav zebeşan
Ez êsirê van çavreşan
Rindê  were nav zebeşan
Ez êsirê van çavreşan
       
Ketim derdê  xerîbiyê
Mayim bê aqil û heşan
Ketim derdê xerîbiyê
Mayim bê aqil û heşan
(Dîsgotin)
Helbest: Kilam û Stranên Kurd-M. Bayrak û Şêxo
Muzik: Şêxo
 
Rabin rabin
Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin
Keçno rabin rabin, Bûkno rabin rabin
Xortno rabin rabin, Merdno rabin rabin
Xuşkno rabin rabin, Birano rabin rabin
Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin
 
Ev dîlana Kurdan e
Xwe ser hevda berdane
Ev dîlana Kurdan e
Xwe ser hevda berdane
Hemberê hevdu zêrdane
De rabin rabin rabin, rindikno rabin rabin
Hemberê hevdu zêrdane
De rabin rabin rabin, rindikno rabin rabin
Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin
 
Bûk û zava xemilî
Dayka bûkê dinalî
Bûk û zava xemilî
Dayka bûkê dinalî
 
Dilê zavê dikeli
De rabin rabin rabin, keçikno rabin rabin
Dilê zavê dikeli
De rabin rabin rabin, keçikno rabin rabin
Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin
 
Destên xwe bi destê hevkin
Govendê rengîn çêkin
Destên xwe bi destê hevkin
Govendê rengîn çêkin
 
Carek jî ti lî lî bangkin
De rabin rabin, birano rabin rabin
Carek jî ti lî lî bangkin
De rabin rabin, birano rabin rabin
Rabin rabin rabin, Kurdno rabin rabin
 
Şepik, şepik, şepik                    
Ji bo bûkê ra  şepik            
Ji bo zavê ra şepik                     
Ji bo xwesû ra şepik
Ji bo xezur ra şepik
Ji bo hevalan şepik
Bo ve hemûyan şepik
Bo me hemûyan şepik
Helbest û Muzîk: Şêxo
 
Mamûro
Mamûr, mamûr, mamûra
Ketme kodê tenbûra
Mamûr, mamûr, mamûra
Ketme kodê tenbûra
               
Ketme oda maqûla
Ketme devê sakûla
Ketme oda maqûla
Ketme devê sakûla
(Dîsgotin) Hay dê nayê, hay dê nayê
 
Tu xezala l’ ber çemayê
Tu keroşka l’ nav lemayê
Tu kevoka li ber çayê
Tu kevoka li ber çayê hayyyy...
 
Mamûr, mamûr, mamûra
Ketme kodê tenbûra
Mamûr, mamûr, mamûra
Ketme kodê tenbûra
 
Mamûr hatî ji Terê
Xwendî qoqana kerê
Mamûr hatî ji Terê
Xwendî qoqana kerê
               
Mamûr ez li bextê te me
Kerê m’ mexe defterê
Mamûr ez li bextê te me
Kerê m’ mexe defterê
(Dîsgotin)
 
Mamûr hatî ji Xirbika
Deftera kera we ka
Mamûr hatî ji Xirbika
Deftera kera we ka
                       
Terya kerê Xeliko
Di qoşa jina xwu veka
Terya kerê Xeliko
Di qoşa jina xwu veka
(Dîsgotin)
Helbest: Kilam û Stranên Kurd-M. Bayrak û Şêxo
Mûzîk: Şêxo

Şoreş
Şoreş destpêkir qêrin û gurmîn            
Gulle barandin li hawir xurmîn             
Li jor Firoke li jêr tang û top
Ji xwînê sor bûn hemî der û şop
           
Lê Kurdên gêrnas ketin ser çiya               
Dixwazin bigrin axa Midiya          
Naxwazin bimrin reben û bindest
Lê divên bijin azad û serbest
 
Li hawîr şewat li hawîr kuştin
Di nav welat da tiştek nehiştin
Hemi şewitîn dar û ber û rez
Dane ber lingan dexl û dan û pez
 
Em tev tên kuştin ne suc û sebeb         
Ji me çi dixwazin Tirk, Fars û Ereb?
Heqê mirovan ji wan dixwazim
Çima nadin me bê şer û gazin
 
Gelên Kurd û Tirk bira ne wek hev
Stranên dostî bibêjin em tev
Doza me tevan bibî azadî                    
Bi hevra rûnin xweş û dilşadî
           
Gelên Kurd û Tirk bira ne wek hev
Stranên dostî bibêjin em tev
Helbest: Cîgerxwîn
Muzîk: Şêxo


Hawar hawar
Hawar hawar, hawar hawar 
Van dijminan qada me xwar
 
Talan birin, wan dexl û pêz
Çeper çirandin ketne rez
Dijmin bi zor û serbilind
Ji ber me girtin şar û gund
 
Hawar hawar, hawar hawar
Van çûçikan genmê me xwar
 
Em tevde rabin, mil bi mil
Êriş bikin dijmin ji dil
Destan bi paki bidne hev
Welat bihêlin bo xwe tev
 
Hawar hawar hawar hawar
Wan qimbilan canê me xwar
Wan çûçikan dexlê me xwar
 
SEYDA CÎGER tev buye XWÎN      
Disa li min derbûn birin                      
Bişkî timî sermayedar                
Dilxweş bijîn em peyadar    
Helbest : Cîgerxwîn
Muzîk: Şêxo (Hawar hawar – 1979)
 
Bilind e bejn û bala te
Bilind e bejn û bala te               
Li ser taca te ezman e               
Nêrgizan reng sipî daye                      
Li ser zozan û çiyan e                 
 
Ferat û Dicle û Xabûr
Di ser bejnê da berdane
Ji xwîna min tu lêv sor î
Ji bîna min gula sor î
 
Evîna te kirim şeyda                  
Birîndar û pêrişan im                  
Ji van lêvên şirin maçek                     
Ji derdê dil ra derman e                      
 
Bi qurbana te bin cana
Hezar mîr û beg û axana
Ezim ku te ji destê wan
Neyaran derxim mêranî
 
Serî min daniye vê rê
Dibêm bigême armancê
Çeka min zor û zanîn e
Bi bîr û bawêr û daxwaz
Helbest: Cigerxwîn
Muzîk: Şêxo 
 
Namûs e rabin
Sorgul ji baxê ciwanim weşîn
Bilbil li şaxê umrêm dikin şîn
Hêstir ji çavêm xuşîn û meşîn
Hevalno rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bistan
Dîsgotin
 
Çendi bilind im serê min sar e
Cobar ji çavêm xweş têne xwar e
Sîh sale deng û qîr û hawar e
Dîsgotin
 
Kûr kûr menale em tev biriştin
Qurban metirse va em gihiştin
Yan ew te bigrin, yan bêne kuştin
Dîsgotin
Helbest: Cîgerxwîn
Muzîk: Şêxo 
 
Nizanim
Xeyda ji min xeyidye
Rû sar û pir cemidye
Li ser wê ez dikalim
Wekû bilbil dinalim
Tenê dibê nizanim, nizanim ez nizanim,
Nizanim ez nizanim birano
Dibê dûrî min here                     
Te yek diye ji xwe re                  
Ez û tu bûne dijmin                   
Êdi bes were cem min                
Dîsgotin
 
Min go: bêje kiye ev
Li ser dibêm roj û şev
Go: min çi jê ye heyran
Hûn pîroz bin ji bo hev
Dîsgotin
 
Go yekê pozbilind e
Gelek delal û rind e
Bê xwedî û xwedan e
Navê wê Kurdistan e
Dîsgotin
 
Tu tim li ser dibêjî                     
Pir ronîkan dirêjî                        
Wê zor daye girînê                    
Çav sor bûyê ji xwînê                 
Dîsgotin
 
Min ew da ber milê xwe
Min pê xweşkir dilê xwe
Bi qurbana te Seyda
Navê te kirye Xeyda
Dîsgotin
Helbest : Cîgerxwîn & Muzîk : Şêxo
(Ji bo bîranîna Cîgerxwîn – 1985)
 
Bi ser çiyan ketim
Bi ser çiyan ketim ez, karê mine bez û rev
Ax, çi nîne teda runim ne bi roj û ne bi şev, di hayê hayê,
 
Cîhê bav û kalê min bi xwîna min bûye sor
Lê îro dijmin tedaye ji minra dibê tu derkev,
 
Bûye sîh sale dinalim, birîndar û perîşan
Hê jî birîne nuha, qemuşk girt û gîha hev,
 
Berî bibim birîndar, xwedi dost û mirov bûm
Lê îro mame bi tenê, ez bê ziman û bê dev
 
Zivistanê nikarim, bi dijminra bikim şer
Pûk û berfê dagirtin, gelî derbend û bandev,
 
Vaye newroze bi xêr tê, xwe kar bikin jo bo şer
Êrîş bikin neyaran, wekê mêran hemî tev,
Helbest : Cîgerxwîn
Muzîk : Şêxo
(Ji bo bîranîna Cîgerxwîn – 1985)
 
Here here
Here here keko here
Dayê here bûkê here
Bira here xuşkê here
Xalo here apo here
Ez bi te re em bi te re
 
Dijmin kete Kurdistanê       
Kesek nîne li meydanê
Ev dem dema ber dîlanê             
Rabe here roja şere            
 
Bi destên xwe top û tiveng
Rabe here buye dereng
Wekê şêr û wekê pileng
Herin dijmin em bi were
 
Divê welat bê sitandin
Eger bimrin dewlimendin
Serfiraz in serbilind in
Dema dijmin derxin der e
 
Rja cengê tev jin û mêr
Pêşve herin piling û şêr
Welat bigrin ji dest neyar
Çûyîn here bê vegere
Helbest : Cîgerxwîn
Muzîk : Şêxo
(Ji bo bîranîna Cîgerxwîn – 1985)
 
Kurd in serbilind in
Kurd in serbilindin, naxwazin bindest
Azadîxwaz in divên tim serbest
Kurdistana me ye l’bin destê dijmin
Bi roz û rêzanî divê em derxin
 
Êdî em hestan
Nîne rawestan
Xencer bi destan
Divên Kurdistan
 
Kurd in serbilindin, naxwazin bindest
Azadîxwaz in divên tim serbest
 
Gelek xoş û rind e pak û serbilind e
Tev bajar û gund e gelek dewlemend e
 
Êriş e êriş
Ey gelê Kurdan
Divê em bigrin
Bizor Kurdistan
 
Da zêncîr bişkên derkevin meydan
Bigrin em tola Kurd û Kurdistan
 
Kurd şêr e li dijmin, zêncîr li mil pêçan
Gernas û mêrxas e,lê teng bûye meydan
Dijmin pê da ser, divê herin şer
Bi zor derxin der, bigrin Kurdistan
Helbest: Cîgerxwîn
Muzîk: Şêxo
(Ji bo bîranîna Cîgerxwîn – 1985)
 
Sebra dilê
Yek sebr û mala min tu ye were
Dost û hevala min tu ye were
Gula xeyala min tu ye were
Carek were sebra minê were
 
Dilxwazê dîdara te me were
Herdem di gulzara te me were
Wek rojî êvara te me were
Carek were sebra minê were
 
Çavên te har û dîn kirim were
Birhên te dil birîn kirim were
Îro te ez bê dîn kirim were
Carek were sebra minê were
 
Sebra minê mala minê were
Newroz û sersala minê were
Herdem di nêv bala minê were
Carek were sebra minê were
Helbest : Cîgerxwîn
Muzîk : Şêxo
(Jo bo bîranîna Cigerxwîn - 1985)
 
Ax welato
Ax welato tu pir dûr e
Derdê te’l dilê min kûr e
Heval were emê terin
Çima tu bimine l’dûr e
 
Ustî xwar in xuşk û biran
Bese mekşîn derdê giran
Hawar dikim ker û koran
Ev vênasî agirê sor e
 
Em goçer in bi şîr û lor
Ka dewê tirş ka genmê sor
Rûçik kirin nemaye por
Welatê min ez bi gorî
Helbest û Muzîk : Şêxo
(Ji bo bîranina Cîgerxwîn – 1985)
 
Heseno
Hêli day hêli day Heseno hêli
Hesen zava ye day xwadê bihelî
 
Hat ji gundê me day kaxitek sor e
Çu ji gunde me day kaxitek sor e
Hesen zava ye day zavakî zor e
 
Hat ji gundê me day kaxitek reş e
Çû ji gundê me day kaxitek reş e
Hesen zava ye day zavay keleş e
 
Hat ji gundê me day kaxitek zer e
Çû ji gundê me day kaxitek zer e
Hesen zava ye day zavakî qember e
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Berhevkar: Şêxo
(Prangalar – 1994)
 
Keko ziman dirêj im
Keko ziman dirêj im
Mexeyde ez çi bêjim
Ez xêrxwaz û dîlovan
Bê toz û bê qirêjim oy oy
 
Ziman ê min û teye
Nisk û genim û ceye
Gelek zîwan têde ye
Niha jêre werbêjim oy oy
 
Genim hemî zîwane
Bê rûmet û erzane
Bi ser hevda berdane
Lê ez jêre girbêjim oy oy
 
Zimanekî kevnar e
Çend sale ko beyar e
Di bin lingê neyare
Bi ser we de navêjim
 
Ez ne şêxim ne mewla
Li kes nakim teşqela
Ji ber wan derd û kula
Bê roji û nimêjim yo oy
 
Tim dixwazim azadi
Divêm xweşî û şadî
Bê zor kesek heq nadî
Ne zordest û xwînrêjim oy oy
Helbest : Cîgerxwîn
Muzîk : Şêxo
(Prangalar - 1994)
 
Newroz
Cejna azadî newroz
Xweşi û şadî newroz
Bo me murad î newroz
 
Piroooz
Hezaran pîroz
Sedhezar pîroz
Milyonan pîroz
 
Tu cejna me kurdan î
Seranserê cihan î
Ew bo remz û nîşan î
 
Bijî cejna biharê
Bîst û yekê adarê
Mizgîna dost û yarê
 
Tu dermanê jinê yî
Him agirê kinê yî
Tu roja evînê yî
Gotin: Gelêrî
Muzîk: Şêxo
(Prangalar - 1994)
 
Gulê heynarê
Gulê heynarê bi narê narê
Dînê heynarê bi narê narê
Gulê min çavê di belek xwarê
Dînê min çavê di belek xwarê
Dîsgotin
 
Gulê sêva sur-li guliyê darê
Dînê sêva sur-li guliyê darê
Gulê di-go davê min were xwarê
Dînê di-go davê min were xwarê
Lê gûlê tu qismeta vê carê
Ax dinê tu qismeta vê carê
Dîsgotin
 
Gulê gultapo li ciki duzê
Dînê gultapo li ciki duzê
Gulê şir meyandye buye buze
Dînê şir meyandye buye buze
Gulê bi-şev doste bi ro balduze
Dînê bi-şev doste bi ro balduze
Dîsgotin
Gotin: Gelêrî
Muzîk: Şêxo 
Berhevkar : Hüseyin Erdem
(Prangalar – 1994)
 
Kulê serdilan
Hevalno welatek hate şevitîn
Gul-nergiz ser erdê hatin çevitîn
Ji dilên milletan xwînek dirijî
Bo ala Azadî Kurdistan bijî
 
Kurdistan Kurdistan kulek ser dilan
Roja sor weriye xwastina gellan
Eger dijmin te ji bin erdêxiye
Bi hezaran gûlên werin ser dinye
Sedhazaran gûlên werin ser dinye
Bi milyonan gûlên werin ser dinye
Dîsgotin
 
Ew çiye herkesek xwedi pirsiye
Zar û zerçên me-li çolan birçiye
Ew şiyare dijmin medi tirsiye
Bo ala Azadî Kurdistan bijî
Dîsgotin
Helbest û Muzîk: Şêxo 
(Prangalar – 1994)
 
Keko ziman dirêjim
Keko ziman dirêjim
Mexeyde ez çi bêjim
Ez xerxwaz û dilovan
Bê toz û bê qirêjim
 
Ziman ê min û te ye
Nisk û genim û ce ye
Gelek zîwan têde ye
Niha jêre werbêjim
 
Genim hemî zîwane
Bê rûmet û erzane
Bi ser hevde ber dane
Lê ez jêre girbêjim
 
Zimaneki kevnare
Çend sale ko beyare
Di bin lingê negare
Bi ser we de vavêjim
 
Ez ne Şêxim ne Mewla
Li kes nakim teşqela
Ji ber van derd û qula
Bê roji û nimêjim
 
Tim dixwazim azadi
Divên xweşi û şadi
Bê zor kesek heq nadi
Ne faşist û xwinrêjim
 
Çi hatiye serê min
Bar girane kerê min
Ez lê didim mexel tê
Nizanim ez çi bêjim
 
Heftê salin Cîgerxwîn
Dil û kezab bûn birin
Gelek fersende me din
Zanibî ez ne hêjim
Helbest: Cîgerxwîn
Muzîk: Şêxo (Prangalar – 1994)
 
Pîr û kal im
Pir û kal im, kûr kûr dinalim
Ey evîna min were roniya min were…
 
Dilbijê bejna delal im, nazenîna min were
Ez dibêm dîsa ciwan im, tihniye ava heyat
Sebr û male tim li balê, Ken-şîrîna min were…
 
Ez di bin barê xemanda, hesreta welatê xweda
Pişt şikesti xwar û xûz, xwar û xûz
Hêstira van herd û çavan, ronika van herd û çavan
Xemrevina min were, de were dilbera min were
 
Kengi Mem û Zîn dikari, ragiri Birca belek?
Ez di zindanê dinalim, jin û Zîna min were…
 
Dewara jin û evinê, aferina derd û kûl
Dil di benda zulfê tarî, dilrevîna min were,…
 
Din û bêdin bûme îro, ez di benda dilberê
Gawira bêdin û xwînxwar, ka bi dîna min were…
Helbest: Cîgerxwîn & Şêxo
Muzîk: Şêxo
(Prangalar – 1994)
 
Sêvê
Di baxê jînê sêvek gihaye, aax şêrin û tal e
Ji şewq û vînê sebra’m nemaye, aax heşê’m li bale
 
Min dest dirêjkir ser şax û kate, ax me bi zor anî
Ev sêv li ser min gelek biha tê, ax kes pê nizanî
 
Ev sêv çi sêvê ne wek tû sêva, ax ne tirş û xave
Me bi zor ani gihande lêva, ax çi şewq û tave
 
Xweşi giha dil, dil pê nexweş bu, ax ji ber me ta girt
Şêrîn şekir bû çiqasî xweş bû, ax dilê me dagirt
 
Dostên te pir bûn hawir xebat e, ax qêrin û nalîn
Kes dil weki min arzan neda te, ax lew bûm Cîgerxwîn
 
Bayê ji biska te ez revandim, ax rengê kelemper
Derya evînê bi xwe gihandim, ax ez jê neçûm der
 
Ê ko evîna sêvê kedi dil, ax divê ne pirsi
Sêv nayê destan bê derd û bê kul, ax divê ne tirsi
 
Tehlî nebênî xortê evîndar, ax naxwî tu şêrîn
Pir kes di vê rê dil bun birîndar, ax bûne Cîgerxwîn
Helbest : Cîgerxwîn
Muzîk : Şêxo
 
Xabûrê
Ey Xabûr Xabûr ey Xabûr Xabûr
Wek daxwaza min pir dirêj û kûr
Kêferata te xum xum û lew lew
Nayên bira te ne razan ne xew
Nayên bira te ne razan ne xew, ne razan ne xew
 
Herdem dinalîbi qîrîn bi gazî
Lê kes nizanî ka çi dixwazî
Armanca teye xurtî pêşveçun
Cîhê te tenge divê firehbûn
Cîhê te tenge divê firehbun, divê firehbun
 
Pêlan didî xwe, qîr û feryad î
Te jî wekî min divê azadî
Singa vê erdê te çirand bi zor
Nizanim çima tu naçî berjor?
Nizanim çima tu naçî berjor, tu naçî berjor?
 
Xwezka min bi te bê derd û bê kul
Diji bi şadi bê meji û dil
Tuji weki min ger bibuna Kurd
Ev xurtiya te dibe kul û derd
Ev xurtiya te dibe kul û derd, dibe kul û derd
Helbest : Cîgerxwîn
Muzîk: Şêxo