Rojda



Gelmiş Bahar
Gelmiş bahar geçmiş yazlar neyleyim
Dinleyin derdimi dağlar söyleyim


O yardan bir haber verin öleyim
Vallah vallah öleyim billah billah öleyim vallah vallah

Hat havîna gûndê me lê wexta reza
Min got şevê digot lê lê di nav peza

Ez ê te birevînim lê şev da reza
Were were lê dîlberê were were
Lê esmerê were were

Halim çok perişan bağrım yaralı
şu dünyada bir yar sevdim el aldı

Konuşacak eşim dostum kalmadı
Vallah vallah kalmadı billah billah kalmadı vallah vallah

Toplayacak bir tek gülüm kalmadı
Vallah vallah kalmadı billah billah kalmadı vallah vallah

Gotin û Muzîk : Gelêrî
Çavkanî : Ayşe şan

Yar hay ninay Yar hay nînay nînay
Yar hay nînay wey wey
Yar hay nînay nînay
Te şimik reşê wey wey

Te şimik reşê lê lê
Xeber xweşê wey wey
Wez ramûsim lê lê
Te çav reşê wey wey

Yar hay nînay nînay
Yar hay nînay wey wey
Yar hay nînay nînay
Te şimik sorê wey wey

Te şimik sorê lê lê
Xeber lorê wey wey
Wez ramûsim lê lê
Te pisporê wey wey

Yar hay nînay nînay
Yar hay nînay wey wey
Yar hay nînay nînay
Te şimik şînê wey wey

Te şimik şînê lê lê
Xem revînê wey wey
Wez ramûsim lê lê
Xew şêrînê wey wey

Gotin Muzîk : Gelêrî
Çavkanî : Salih Dilovan
Herêm : Wan

Wey dil
Mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro mîro
Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil Wey dil
Lo rebîyo xwedê xirab bike dilê bê dil, fenanî gakî bê werisî bê cil
Fenanî kirasî qolî bê mil, fena dara bê şalûl û bilbil, fenanî xasbexçekî rûtî bê gul
Bila dilê rezîl bi dil be, tûrê parsê li mil be, parsa meriv ne li vir be,
Nava dazdeh duvalê ecnebî, ûrisan li mala Emerîkanê gewir be
Parsa meriv birije, tûrê meriva ê qûl be, meriv li ber dîwarê evda be,
Meriv xwedî kerî nanê garis û cê di gilgil be
Ber seryê meriv kevir be, malxirabo ser rexa meriv gunî be, bin rexa meriv postê jûjî be,
Tek bila di dêrisê gundan de, dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil

Tu nizanî min di got qey tu mêrî, tu camêrî, min di got kotiyê mêran ne li mal e,
Tu şeva îşev bişkênî camê camekanê şûşe û penceran, zirza derî
şeva xwe di nava taxima sîng û berê min esmerê de bibihorî
Min nizanîbû tu ne mêrî, ne camêrî, tu ji miskînê heramê mêrê min newêrî
Tu nizanî ez ê ne azeb im, ne bi mêr im
Ka melê gundan, de ez ê bi kaxit û bi nivişt im, bi seyr im
Tu dêhna xwe bidî vê sivengê ez dikim herimê
Lawikê min bû girtiyê taşxana Diyarbekir
Ez ê vê sivengê dikim herim
Dîtina xelkê xwe wey têlî delalê, şebabê, potê
Gelo vê sivengê , malxirabo ji tirsa heramê miskînê mêrê xwe newêrim
Ez ê vê sivengê , malxirabo ber tirba erebê reşê lêv deqandî, xîmê binê beriya tewr a jêr im
Hey dil hey dil hey dil ax hey dil hey dil dilo hey dil

Herêm: Serhat
Çevkanî: Dengbêj şakiro

Xerîba beyanî
Xerîb gotegot e …………..
Cotyar çûne cot e
Xerîbê kember difrote

Oy oy li min xerîbê …………..
Bê tal û nesîbê
xwedê neke kes xerîbê

Lê lê dayê rebenê, dayê rebenê min got
Min ji ciwanîya xwe xêr nedît
Dayê rebenê, dayê rebenê, dayê rebenê
Ew ê bibûna kul û sebeba ciwanîya min rebena xwedê
Ew ê xêr ji ciwanîya xwe nebînin
Dayê rebenê wêêêê hêêê wêêê hêêê

Xerîba beyanî……………
Agir girte xanî bi kes halê xerîbê nezanî

Xerîbê çû avê
Qeytan kete navê
Xwe heram kir nanê bavê

Xerîba xwedê yo………………….
Ber bergê rojê yo
Hesreta dayik û bavê yo

Xerîba beyanî …………………
agir girte xanî bi kes halê xerîbê nizanî

Herêm : Sêrt
Gotin muzîk: Gelêrî
Gotin ê navberê de :Rojda AYKOç

Tiliya min diêşe
Tiliya min diêşe maran gezkir lo lo lo lo lo lo……………….
Lawiko qurban min bihîstiye te jin xwestiye lo lo ………….
Heger min çêtir be ez ê jê re bibim ha berdestî lo lo ……………

Lawiko qurban sal hatiye mexebitî lo lo ……………………
Lawiko qurban şûr û qeme tev li me xebitî lo lo lo ……………
Lawiko qurban min nizanîbû ax tu bêbextî lo lo lo ……………...

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm : Erîvan
Çevkanî: Ozan şemdîn Werdeka Hemîd

Sebrê
Lê lê sebrê min got xwezila bibûma teyrek lê ê ….
Li ezman bilind firyam sebrê
Lê lê sebrê min got
Per û baskên min rebana xwedê şikestine nefiriyam
Ay lê sebrê sebra dila dil rezîl e bê te nabe
Ay lê sebrê sebra dila te hêlîna xwe li kûr veda
Lê lê sebrê min got xwezila bibûma teyrek lê ê ….
Li ezman bilind firyam sebrê

Lê lê sebrê min got ne şev şev e, ne roj roj e
Ez xew nakim ji derdê bira
Ax birîn kûr e derba xedar
Ay lê sebrê sebra dila te hêlîna xwe li kûr veda

Gotin û Muzîk : Rojda Aykoç

Esmera min
Esmera min şiya endê nê na
Roştiya çimê mi heliya
Zon nêva no ez lal biya
Taqetê canêmin qediya

Tew dil dilo dilê min
Kes nêzano wek halê min
Derdê yarê bî karê min
Deşto ko biyo warê min

Esmera min hênî duriya
çîçega zerî deriya
Gula çiçeka deriya
Adiro kila na zeriya
Vengê axwa goşkariya

Gotin Muzik : Erhan Güneşer

Ax welat
Dilê min şewitandin
Cîgera min peritandin
Agir berdan welatê min
Warê min talan kirin

Ax welat ax welat
Jiyana azad tu yî welat
Armanca min her tu yî welat
Ax welat şîrîn welat

Pêta agir ser dilê min
Roj tarîkirin ser welatê min
Dayîk zarok hewar dikin
Ev çi jîn e çi jîyan e

Gotin û Muzik : Rojda AYKOç

Ax lê gidyê
Ax lê gidyê lê gidyê wê
Lê gidyê lê gidyê wê
Can canê Zekirya

Belek berfa li çiya wa
Lê gidyê lê gidyê wê
Li ser singa helîya wa
Can canê Zekirya

Av li deşta kişiya wa
Lê gidyê lê gidyê wê
Zeko berjêr meşîya wa
Can canê Zekirya

Xweş bû zozan û çiya wa
Lê gidyê lê gidyê wê
Zeko jêlî ve hat keniya wa

Gotin Muzik : Gelêrî
Herêm : Gimgim

Hoy nar
Hoy nar tew nar tew narimê narimê
Hoy nar tew nar wey bûka Eliyê Fatimê

Hoy nar tew nar bexçê yarê zebeş e
Hoy nar tew nar wey zebeş e dendik reş e

Hoy nar tew nar tew narimê narimê
Hoy nar tew nar wey bûka Eliyê Fatimê

Hoy nar tew nar bexçê yarê gindor e
Hoy nar tew nar wey gindor e dendik sor e

Hoy nar tew nar tew narimê narimê
Hoy nar tew nar wey bûka Eliyê Fatimê

Hoy nar tew nar bexçê yarê kilkilk e
Hoy nar nar tew nar wey kilkilk e firkefirk e

Gotin û Muzîk : Gelêrî
Herêm : Wan

Were her nayê
Were her nayê , were her nayê
Dengê min ketiye sewta min dernayê

Ji domên qulingan ji hewar dinyayê
Ji domên qulingan ji hewar dinyayê

çemê Imbarê bi sûs û mûs e
Tê de digerya cotên ca sûs e

Fatima Hecî dosta Mahfûz e
Fatima Hecî dosta Mahfûz e

Ji domên qulingan ji hewar dinyayê
Ji domên qulingan ji hewar dinyayê

çemê Imbarê bi dar û ber e
Tê de digeriya çotên fener e

Fatima Hecî dosta Emer e
Fatima Hecî dosta Emer e

Herêm:Misircê
Gotin û Muzîk: Gelêrî

Lê Bûkê
Lê bûkê lê narê
Bûka me bûka ne
Lê bûkê lê narê
Tiriya nava rez e
Lê bûkê lê narê
Zava da ber gez e

Lê bûkê lê narê
Bûka me diyar e
Lê bûkê lê narê
Tiryên ber dikan e
Lê bûkê lê narê
Zava jê nexwar e

Lê bûkê lê narê
Bûka me bûka ne
Lê bûkê lê narê
Bûka hez û mez e

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm:serhed
Çevkanî:Yıldız Gültekİn

Aşitî
Govende girane civat rûniştî,
Tê de dixwîne kevokên aştî.
şêrê çiya bûne pilingên deştî,
Biharê xemla xwe ji havîn re hîştî,
Giravê giravê girava aştî,

Giravê giravê girava aştî,
Roja gelê min tê de rûniştî.
?ewqa xwe daye behrê rahê?tî,
Giravê giravê girava a?tî.

Govende digere li dora bûkê,
Keç xwe xemlandin tên ji Dihokê.
Mildane xortan dîlan şadike,
Dîlan û lîlan ezman quldike…
Giravê giravê girava aştî,

Gotin : Alaettîn AYKOç
Muzîk : Alaettîn û Rojda AYKOç

Memet kanî
Lawko dîno Memet Kanî baxbostane
Wî de min ê pirekî çêkir bi destê van hostane
Min ê sondekî adekî pêre xwariye
Ezê destê gede lawkê xwe bigrim
Paşê îznê bigrim, derbas bikim nav dostane

Were yaman yaman yaman gundo
Were eman eman lawko dîno

Lawko qurban kelekçiyo kelek kejî
Wî de min ê negot her û her gav newe neçe nesekine
Ber derê mala bavê min jî
Wezê navê te nizanim ji ber eşqa dila.
Dibêm tu zavengê bavê min jî

Were yaman yaman yaman gundo
Were eman eman lawko dîno

Lawko qurban bejin ziravo ji hesino
Wî de min ê negot her û her gav newe neçe nesekine
Ber derê mala bavê mino
Wezê navê te nizanim ji ber qa dila
Dibêm tu zavengê danga mino

Were yaman yaman yaman gundo
Were eman eman lawko dîno

Gotin û Muzîk : Gelêrî
Herem : Yêrîwan

Gul rengdar in
Gul ji gulistan gulan tîne
Gava çû erdê dihecîne
Xêlya sor bi xwe re digerîne
Gul rengdarin bi hezarin

Gul li Zîndanê Amedê
Jiyanê çandiye erdê
Ajda li zozanê Serhedê
Gul rengdarin bi hezarin

Gul li çiyayê Gabare
Xwe girêdaye ji şêr re yare
Evîndara axa sare
Gul rengdarin bi hezarin

Gul şehîdê Gelyê Zîlan
Li Botanê girtî dîlan
Gul berfîne ji bo dilan
Gul rengdarin bi hezarin.

Gotin û Muzîk : Alaettîn AYKOç

Rûkena min
Wextê xatira, gava tu çûyî
Rûyê te yê bi ken ma
Min xist nava dilê xwe
Kena çavên delal
Tu evîna welat
Tu hestên dayikan
Rûkena min

Xem û xeyalên te da min
Rûkena min
Wek straneke sed sal
Wek evîna Mem û Zîn
Tu evîna welat
Tu hestên dayikan
Rûkena min.
Gotin û Muzîk : Rojda AYKOç

Hene
Hene hene hene ha hene
Sed û bîst car hene hene
Hûn henek bînin bînin
Ser destê zavê bireşînin

Hene nayna hene nayna
Hene nayna gulbarîne
Hena kî û kî li desta kin
Hene nayna hene nayna
Hene nayna gulbarîne
Hena zavê li desta kin
Hene nayna hene nayna
Hene nayna gulbarîne
Emê kî û kî bi qurban kin
Hene nayna hene nayna
Hene nayna gulbarîne
Xweyka mezin bi qurban kin

Hene anî barek,
Her deste û misqalek
Heneka Mosilê
Elb elba Hosilê

Emê henê bînin
Ser destê zavê kin
Emê henê bînin
Ser destê bûkê kin
Emê şahî xweş kin
Emê dîlan gêşkin.
Gotin û Muzîk :Gelêrî
Herêm : Xerzan Gundê Tûtinê

Evdo
Evdo hanî manî
Mendalo hanî manî

Kurtkê şamgêlanî
Min ji Gewrê re anî

Evdo hanî manî
Mendalo hanî manî

Min ji çîlê re anî

Evdo hanî manî
Mendalo hanî manî

Konê reş û mêle
Vekir ser zindêre

Evdo hanî manî
Mendalo hanî manî

Evdo çiye çiye
Mendalo çiye çiye
Kilê wê birîye
Kilçûkê wî dizîye

Evdo hanî manî
Mendalo hanî manî
Eşqê jina bî ye.
Mendalo jina bî ye.
Gotin û Muzîk : Gelêrî
Herêm : Colemerg, çelê

Nînno
E le gêzî pêşêre nînno
Paçem yarîs têşêre nînno

Ax nînno nînno asef çêçê
Yetse Xurem yaris kêfê mêçê

Yêr kinkin empêle nînno
Yares zin nesnele nînno

Arî xaxank kargîk nînno
Axvor anem kesmedik nînno

Ax nînno nînno asef çêçê
Yetse Xurem yaris kêfê mêçê

Yara min li peşiyê elegeze
Ez radmusim rû kê wê nînno
Lê yara min got na na
Ez dil birînim tu dil şadî
Dinya bûye ewr
Yara min li mehînê siwarbûye.
Were em bileyizin bi pencoka
Ez te baş temaşe bikim.
Gotin û Muzîk : Gelêrî
Herêm : Yêrîwan

Seltene
Erê mêxek be mildakir le zengiyaney lorkê
Erê le pîr le ciwan milmilaney pexaşe
Emrekem çawekem didekem seltenê
Ho mubarekt bê nalew û mixek benê

Min etirsim bimrim ho negem bemiradim
Erê ezîzim hakim ho napirsî derdim
To pirsî halim min dilekem pîr nabê
Erê destim le memkî ax ew jine gîr nabê

Makî kêşû xemim yakî kêşû barim
Wekî bawkî şûse hakçe û, bîmarim

We yêmro du roje û, min nemkirdenim xew
Erê gelarêzekem wey çûn baxî bê aw
Nal ekem nedarim erê badûr bîn dûser
Ho ne li mal diyare û ne li derî dûser
Gotyn û müzik : Gelêrî
Herêm : Goran