Koma Nurhak



Ceng
Mêjiyê min da gulekî sor heye
Ya îro, yan sibê wê vebe
Dizanim şa nebûm gorî dilê xwe
Lê dilê min da agirekî sor heye
Ya îro, yan sibê wê harbe
Min ehd kir bo xebat nasekinim
Destê min da çekekî girîng heye
Helbest: Vazgal Bazîdî
Muzîk: Koma Nurhak


Tê bîra min
Wextê ewr qotê çiya
Tên û digrin mîna ziya
Dialin hemû geduk, riya
Tu dikevî bîra min

Wextê dibe şevereş
Heva digrin erd û erş
Hev diçin tên reş û peş
Tu dikevî bîra min

Wextê berf çiyê som dike
Ba berfe ehev tom dike
Ser palê wê kom dike
Tu dikevî bîra min

Wextê leyî har dibe
Pala çiya da xar dibe
Her tişt ber wê jar dibe
Tu dikevî bîra min

Wextê dinê bihar e
Tenê çiyê berf dibare
Hişkî, seqem û sar e
Tu dikevî bîra min

Wextê berf çiyê som dike
Ba berfe ehev tom dike
Ser palê wê kom dike
Tu dikevî bîra min
Helbest: Eskerê Boyîk
Muzîk: Koma Nurhak