Nîzamettîn Arîç



Rojek tê
Dayê delala minê
Hele bêje çawanî
Destên bavo maçdikim
Silav bo xuşk û bira

Dayê dûrbûn dijwar e
Doza welêt ji bîrnakim
Dil dixwaze vegerim
Çi bikim nikarim

Kurê min bes e vegere
Çavên me li rê qetiya
Ez pîr bûme bavê te kal
Tirş û tal e bo me jî
Kurê min bes e vegere
Li benda te me

Ez heyran lê lê ez qurban dayê rojek tê
Bê xem bê şer welat azad rojek tê
Rojek ronahî rojek bi şahî rojek tê
Bê xem bê şer welat azad rojek tê
Gotin: N.Arîç-Şahinê Bekirê Soreklî
Muzîk: N.Arîç


Jîn û hebûn
Ez xummxuma avên çeman
Ez çerx û govend û sema
Tînim di nêv katû lema
Jînim im tevger im

Bayê sibê tê xweş ez im
Berfa sibê tê xweş ez im
Xurtî di latê xweş ez im
Hişk û ziwabin ez ter im

Giranbiha me zêr û dûr
Ez dê û bav û xuşk û kûr
Ez tim hebûn im xurt û gurr
Yaqût û la’l û gewher im

Pêş ve diçim kar û xebat
Di nav çîyan de hîm û lat
Pêlan didim Zap û Ferat
Çelq û xumîn û gurgur im

Bihişt en im agir ez im
Bakir ez im rakir ez im
Xemgînkir û şakir ez im
Her dem didim ez nakrim

Pir xurt û hêz im ez hebûn
Ez pêşveçûn û serxwebûn
Her dem di nav damar û xûn
Ez her heme qet namirim

Jîn im bihar im dar û dîn
Candar bi min her dem bi tîn
Min dane wan ev hilm û bîn
Di nêv hebûnê ciger im

Her dem heme peyda me ez
Tava rîwê xeyda me ez
Cama bi dest seyda me ez
Ez ol û vîn û bawer im

Ez ax û ba û av im ez
Ev pêtî û alav im ez
Xweş ronî û pertaw im ez
Xurtî di zendên karker im
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Nizamettîn Arîç


Dayê dayê
Dayê dayê dayê
Bêkasa min wayê
Felek qemîs biyo
Şiya hardo şayê

Dêrsim vera sono
Welat Mamekiya
Dayê qesey bike
To çi dîya çi nediya
Dayê qesey bike
To çi dîya çi nediya
Çire herêdiya

Vana “otûz sekizo”
Têpya vêsaniya
Lazêm çi perskena
Hawa ke ma diya kês nêdiya
Lazêm çi perskena
Hawa ke ma diya kês nêdiya
Omrê mi qediya
Gotin û Muzîk: M. Çapan