Mihemed Arif Cizrawî



Buharê hat Buharê
Em             G   Em
Buharê hat Buharê
C             D G      Em         
Gul vebû li rûkê yarê
C          D     G
Wexta çavê min lêket
C        Am         D       Em
Aqil ji serê min çûbû derê
Am                     Em 
Buharê hat Buharê
C           Am    D     Em
M’gulek dî l’rûkê yarê
Am                      Em
M’bala xwe da vê gulê
C      Am D     Em
Ji dil de evîndar e
Am                      Em
Hin pir gulêm pir hene
C      Am     D     Em
Gulê min wekî te ne

Buhar hat tevb’gihayê
Tev girt çol û çiyayê
Buhar hate govendê
Govend qada mêra ye
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Buhara me şêrîn e
Tevde gîhayê hêşîn e
Keçê dilê min xweş ke
Giş bi kul û brîn e
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Buhar çi xweş û rind e
Tev girt bajar û gund e
Keçê te ez helandim
Carek serî limin hilde
Buharê hat Buharê
M’gulek dît binya darê
Bala xwe dam wê gulê
Ji dil de evîdar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Kinê
Navê te şêrîn e li vê dinyayê kinê kinê
Ez bi serê te kim dil nadim hildim
Yaman, yaman, yaman, yaman
Navê te li nav alemê şêrîn e
Dil nadimê hildim
Ez mecbûrim biçim bajara
Ji te re bigerime oy, oy, oy, oy kinê
Ez mecbûrim biçim bajara bigerime
Bajarê Humusê, Hemayê
Kemereke ji zêr û zîvî ji yakûta
Ji zemrûda ji malê dinyayê
Ji kina xwe re bînim yeman yeman...
Da biçî seyrana govenda, ser û bana ser seqrana
Wî kirasê melesî kitanişta lolo biqetînim, yaman yaman yaman
Lolo xelkîno, li min û kina min bûrîn qehr û sal û zeman

Pa kinê yek dî heye
Dê bo te bêjim ji derdê te ye
Sed pezê mala bavê min hebin
Hemî pezê sor in, hemî  li ber beranî
Hemî ji derdê te ye kinê
Ez mecbûrim bo te bibên
Şînka siltanî bifroşim, bi xeşîmî bi nezanî lê lê lê lê bi erzanî
Yaman, yaman, yaman, yaman
Ezê bifroşim wî pezî bi xeşîmî, bi nezanî, bi erzanî
Wele min dabî kil û kildan
Min ji kina xwe re anî

Kinê got: Qelso ji malê qelsana lo bêje
Evînîka min û te ne ser malê dinyayê, ne ser zêr û zebera
Ne jî qîmeta malê dinyayê pera ez zanime

Sed pezê mala bavê te hebî ber beranî
Te deibî ji kil û kildan
Ez bi serê te kim
Te têra çavê min yê çepî neanî yaman yaman yaman
Gelî xelkîno, serhatîno, gelî guhdarno
Gelek fêm kir û kêr nikir wele dîsana
Yahid bê lê bê kina bêfêlê kinê dibêjî
Te têra çavê min yê çepê neanî…
Çunkî muhbeta min û te re banê dinyayê
Gotin û Muzîk: M.Arif Cizrawî

Şev bûrî
Şev bûrî bî mame bi tenê
Dilo lolo dilo lo
Şev bûrî bî mame lo bi tenê
Min te dît û min go belkî bighêmê
Dîlber dît û min go belkî bighêmê
Ber wê kela lolo ez li bendemê
Şev bûrî bî ez mame lo bi tenê
Ji wê ve hatin cotek lolo
Du sêv in, du sêv in
Ji wê ve têne lo cotek du sêv in
Pêk ve rûniştîne herdu diaxêfin
Wê te bikirin bi zêr û bi zîv in
Tu nebêje qîmetê wê bejna xo
Ew nêrgiza hêşîn bûye li Zaxo
Min hêla bî bo lawik lawika xo
Şev bûrî bî ez mame wey bi tenê

Işqekê girtim lo lo lo dijware
Rê ve dîtî wek dîn û hindî har e
Rabe ser xwe keçê biye bihar e
Gul hêşîn bîn kirye lê lê buxar e
Şev bûrî bî ez mame lo bi tenê
Dûv ve bezîm min go belkî bighêmê
Lawikê min ev e lolo bidênê
Meke nazî lolo min bidênê
Gotin û Muzîk: M.Arif Cizrawî

Seyranê
Welê Seyranê Seyranê Seyranê
Seyrê, Seyrê, Seyrê, Seyranê...
Seyrê, Seyrê, Seyrê, Seyranê
Keçê dinya nema derdê dewranê...
Wele Seyranê keçê dînê
Sîngê Seyranê keçê dînê
Sîngê Seyrana Mele Mîsa...
Qiseta wê ev e bîst û çar seetan li seyrana bî
Li govend bî, li kêfê bî
Lewma navê wê kirin Seyranê, vêca wî qewimî
Heçî însanekê Xwedê keçek dayê, navê wê kirin Seyranê
Ji berê çend salekê, eve dinya dibûrît
Etwarin , lazim mirov hişyar bît
Her meqamek wextê xwe heye
Û ser hatiye gotin, hewente nayê çêkirin
Malûmê tiştê xoş, xoşîn, yê bizanibit bêjît
Lazim miqaleta wê jî bêjît
Çukî Elo zanî, navê wî di tarîxê de nîne
Herkeskê bi anvê wî çêbiye

Wele Seyranê, Seyranê
Sîngê Seyrana Mele Misa
Rojê sê cara min go: Bi xulam û xizmetkarin
Wê gotinê wadê qewlê va seydanê
Wek xizêma li ser bêvilê Seyranê
Sîngê Seyrana Mele Misa tertir e
Ji xwîniveka ber sibê
Rontir e dîsa ji heyveka çarde
Şevî Seyranê seyranê
Çunkî min bi xulama sêbarî lêvan û dev û lêva bî
Kelam digotin bi wê lêvê

Sîngê Seyrana Mele Misa
Tertir e ji xwîneveka ber sibehî
Rotir e ji heyveka çardeşevî
Sipîtir e ji kaxezeka nivîsandinê
Kaxeza Semerqendî Seyranê
Hemî girga dikeftinê
Li beyana sibê, li buhara nîsana
Bikefta ser qedfê vî giyayî Seyranê
Wele Seyrê , ezê terka bejn û bala Seyrana Mele Misa nadim
Heya Sîpanê Xelatê bê cotyar cotê xwe berdin
Ji min û Seyrana mele Misa re bikin  erd û zevî Seyranê
Wele seyrê seyranê
Keçê dinya nema bûrî
Li min û te bî dewr û dewranê

Hayê sed cara li min hayê Seyranê
Sîngê Seyrana mele Misa zertir e
Ji zêrê zer şebayê, Seyranê
Ezê terkê bejn û bala Seyrana Mele Misa nadim
Heta Sîpanê Xelatê
Biskê seyrana Mele Misa re yan bib serê çiyayê jorî
Bidim ber hewayê Seyranê
Gotin û Muzîk: M.Arif Cizrawî

Delîlê
Je nedî li bazara
Delîlê delîlê de lê
Te nedî li bazara
Demîlê takrîhanê
Delîlê hate jorê
Delîlê delîlê de lê
Xelk rabû çûne qîzkê cem hinara
Delîlê tu bi hinarê

Heçî wê nas nekir
Ew dosta çav çara
Wê xo kes nas nekê
Dostanî fêrmara
Delîlê delîlê de lê
Delîlê delîlê de lê
Delîlê takrihanê

Qesebî li xwe kiriye
Delîlê delîlê de lê
Qeysebê wextiye
Zeriyê takrihanê
Min xo çend bêriye
Delîlê delîlê de lê
Reçmal ber kiriye
Were çend rihanê

Xelkê wê biriye
Delîlê delîlê de lê
Delîlê delîlê de lê
Destê wê girtiye
Delîlê hûr rihanê
Were can gihayê
Serde kir giriyê
Delîlê delîlê de lê
Dosta min biriye
Delîlê takrihanê
Gotin û Muzîk: M.Arif Cizrawî

Ser çavan dinêrim
Ser çavan dinêrim gidyano
Reş buhûne ay derdo…
Li binya çavan dinêrim
Hinarê rûkê rûne...
Ay derdo
Ber mala mezin
Ji banê jorî hatî
Xelk û dinya alemê digot
Çavxezala te bî...
Ber dîwarê xelkê melûl...
Melûl, melûl, melûl bûne...
Ay li min ay li min
Ay li min ay li min
Ay li min loma nekin
Gotin û Muzîk: M.Arif Cizrawî

Lê Gulê
Lê Gulê lê Gulê
Helawa têr kakilê
Helawa têr kakilê lê
Min xwarî ji işq û dilê
Aman yaman yar yar Gulê
Dexîl yeman yar Gulê
Hinav sohtî bêhna Gulê
Aman neman lê lê Gulê
Helawa têr têr kakilê

Herkesê li mala kula
Bêbextê lê lê gula
Yexsîrê çendî kula
Were were nav gula
Ezê Gulê ramûsim
Keftim bextê kafira
Aman yeman yar yar Gulê
Dexîl yeman yar yar Gulê
Hinara kerr têr kakilê
Min xwarî ji işq û dilê
Min xwarî ji işq û dilê
Aman yaman yar yar Gulê
Dexîl yeman yar yar Gulê

Ji Cizîrê çavreş e
Wer Cizîrê şebeş e
Şebeş dendik reş e
Şebeş e dendik reş e
Ezê Gulê birevînim
Xwe bavêjim bextê keşe
Aman yeman yar yar Gulê
Dexîl yeman yar yar Gulê
Hinaroka têr kalilê
Ez li bextê bavê te me
Gotin û Muzîk: M.Arif Cizrawî