Kilamên ji hêla Meraşê (Bazarcix û Albistan)




Ev kilam û stranên li jêrî ne, ji pirtûka Alî Alxasî a bi navê Jİ MERAŞÊ XEBEREK HAT… hatine wergirtin.


Ola Meraşê
Anê, bavo, xalo, xangê birano
Ez je bîrnakim vî şerê Meraşê
Çi anîne serî me çêlikê gurano
Je bîrnakim anê şerê Meraşê
Meraşê Meraşê, zalim Meraşê
Em lê nekenîn, ne berê ne paşê

Dunya bûye zindan, ro naçe avan
Zar û zêç serjêkirin le pêş çavê bavan
Heta faşist kur biwin je herdu çavan
Je bîrnakim bavo ola Meraşê
Meraşê Meraşê, zalim Meraşê
Em lê nekenîn, ne berê ne paşê

Ola Meraşê le dunyê bûye  fîlim
Zar û zêc serjêkirin dîlim dîlim
Çi anîne serê mehla Yörükselîm
Je bîrnakim xangê, şerê Meraşê
Meraşê Meraşê, zalim Meraşê
Em lê nekenîn, ne berê ne paşê

Le Meraşê topbûn çêlikê guran
Dest avitne xangan le pêş çavê biran
Qe em je bîrnakin heyfa mixtarê Xidiran
Je bîrnakim bira şerê Meraşê
Meraşê Meraşê, zalim Meraşê
Em lê nekenîn, ne berê ne paşê

Topkirin se Bêltîzan û Cerîtan
Herderek şewitandin îtoxlu îtan
Pir dewrîmcî kuştin Çeqalan û Fîtan
Je bîrnakim xalo ola Meraşê
Meraşê Meraşê, zalim Meraşê
Em lê nekenîn, ne berê ne paşê

Meyrik
Meyrika minê nexweş e nale nale.
Oy ezî nizanim ku ev çi derd e ev çi hal e.
Oy felek kûr be mala te bişewite.
Meyrika minê hêne vê miraze ingê bîst sal e
Lê rabe, were were
Tu memire ez bimirim

Oy  malno cîrano werin Meyrika minê nexweş e.
Têyla minê nale nale ê xwin vedereşe.
Oy dilo tu le rêkê Qisix  mere.
Gotin meyrika te birin ê le xestexana  Meraş e
Lê rabe, were were
Tu memire ez bimirim
 
Oy Meyrika minê sîyar kirin le ber Dukana Kalê .
Lê lê felek malxirabê hên Meyrikê nediran fîstanê ralê.
Oy dilo ro nediyo tu le rêkê Qisix mere.
Gotin Meyrika te birin le rêka yaxza Odunsalê
Lê rabe, were were
Tu memire ez bimirim

Oy ezê herim Meyrikê xwe bibînim.
Ezê le hêlê serî rûnim Meyrikê xwe neterkînim.
Lo lo mal avano Meyrikê min teslîma min kin.
K‘ez beme doxtoran mîna carekê nabînim.
Lê rabe, were were
Tu memire ez bimirim

Lê lê felek te je Meyrikê min xêr e
Oy ez le yaylan namînim ezê herme Bazarcixa jêri.
Oy min Meyrika xwe doxtor be doxtor gerand.
Gotin dermanê xwe tune derdî xwe qansêr e.
 Lê rabe, were were
Tu memire ez bimirim
         
Memedalî
Lo lo, lo lo Memedalî
Xang be derdê te pir nalî
Çavê dijminan birijin
Ku tu kirin e vî halî
Lo lo lawo Memedalî
Tu gencî bîst û pênc salî
Xang je derdê te denalî
Were lawo Memedalî

Kincê Lêwik neşuştin e
Hevalan je xwe hîştin e
Xeberdaran xeber anîn
Ku Memedalî kuştin e
Lo lo lawo Memedalî
Tu gencî bîst û pênc salî
Xang je derdê te denalî
Were lawo Memedalî
Moyrê singê lêwik vekin
Porî serî lêwik şekin
Je hevalê lêwik ra biwên
Mîna lêwik je bîrnekin
Lo lo lawo Memedalî
Tu gencî bîst û pênc salî
Xang je derdê te denalî
Were lawo Memedalî

Hespî lêwik bene avê
Bikşînin kolanî navê
Kî debê çi bira biwê
Law nagiri şûna bavê
Lo lo lawo Memedalî
Tu gencî bîst û pênc salî
Xang je derdê te denalî
Were lawo Memedalî

Aşiq Fedaî:
Di derheqa wî da, zêde agahdarî di destê me da tune. Ew ji Meraşê ye û di kasetên wî da kilamên Tirkî jî hene.

Ez Kurmanc im
Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim
Berê virda be birinim  dilê min girtîye sizi
Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim
Nizanim, nizanim
Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim.

Bi min dikenin Tirk û çete sankî ez ne însan im
Tu bê çi hatime dunyê je canê xwe osangim
Din  nebûme çi be çi ye her halekî dizanim
Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim
Nizanim, nizanim
Ez Kurmanc im,  qurban heyran ez qe Tirkî nizanim.

Li axa axan gir bûm mekteba min tune bû
Ez şivan bûm le zozanan hevalê min pez hebû
Negerim le tu welatan zimanê min ev hebû
Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim
Nizanim, nizanim
Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim.

Ya Heso ye, ya Hûso ye, ya Memo ye, navê min
Ya Alo ye, ya Heydo ye, ya Misto ye bavê min
Ez dixwazim rizgarîyê belkî çavê min nabînin
Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim
Nizanim, nizanim
Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim.

Derdê Giran
Ez xerîbê ser ketîme, şevê dilan veqetîme
Ez xerîbê ser ketîme, şevê dilan veqetîme
Bi şev û ro xeva min nê, ji êla xwe dûr ketîme
Ji êla xwe dûr ketîme
Aman aman, aman aman, çîyan girtîye berf û duman
Ez têketim derdê giran, nabînim çare û derman

Ev çi hal e ez nizanim, xelkê bindest û xizan im
Ev çi hal e ez nizanim, xelkê bindest û xizan im
Welatê min tev dişewiti, li ba dijminan erzan im
Li ba dijminan erzan im
Aman aman, aman aman, çîyan girtîye berf û duman
Ez têketim derdê giran, nabînim çare û derman

Ber dilê xwe kûr dinalim, hêstirê min tên ez dimalim
Ber dilê xwe kûr dinalim, hêstirê min tên ez dimalim
Dixwazim welat rizgar bibe, sebram tune hendî  kal im
Sebram tune hendî kal im
Aman aman, aman aman çîya girtîye berf û duman
Ez têketim derdê giran, nabînim çare û derman

Welatê Me Kurdistan e
Welatê me Kurdistan e, Kurd kole ne bindestan e
Welatê me Kurdistan e, Kurd kole ne bindestan e
Hêlê xelkê bar  havîn e, tim je me ra zivistan e
Tim je me ra zivistan e
Here lo xelkî rezîl o, tu neçar o tu sêfîl o
Ji bin şerê zulimkaran ez le seri tu menzil o.

Dêrsim je Meletyê wêda, her nalekê çend Tirk têda
Dêrsim je Meletyê wêda, her nalekê çend Tirk têda
Hûrê giran pir şun xwarin, ê derizin bin erdê da
Ê derizin bin erdê da
Here lo xelkî rezîl o, tu neçar o tu sêfîl o
Ji bin şerê zulimkaran ez le seri tu mezîl o.

Çar xwînxwaran par kirin e, ji heqê wan kar kirin e
Çar xwînxwaran par kirin e, ji heqê wan kar kirin e
Xeber têye ûcê dunyê, her ro hêlek ar kirin e
Her ro hêlek ar kirin e
Here lo xelkî rezîl o, tu neçar o tu sêfîl o
Ji bin şerê zulimkaran ez le seri tu menzîl o.

Lorî
Li ber deri, li ber deri
Dayik rûniştî bû hûr dehêri
Li ber deri, li ber deri
Dayik rûniştî bû hûr dehêri
Je lorîkê xeber tune
Nizani çi hate seri
Nenî nenî lorî nenî
Xeva xweş le çavê te nî
Nenî nenî berxê nenî.

Lorîk je derguşê xuşî
Hên beynika  radekişî
Lorîk je derguşê xuşî
Hên beynika radekişî
Hêlê qumê  loma nekin
Je gişkan şîrê xwe kişî
Nenî nenî lorî nenî
Xeva xweş le çavê te nî
Nenî nenî berxê nenî.

Bav çû le kêri rawestî
Du şev û ro nadewestî
Bav çû le kêri rawestî
Be şev û ro nadewestî
Xeber hat ku lorîk miriye
Je milan ket hema westî
Nenî nenî lorî nenî
Xeva xweş le çavê te nî
Nenî nenî berxê nenî

Emrê bavê le ber kêri çû
Hêstir le rûyê xaşeli çû
Emrê bavê le ber kêri çû
Hêstir le rûyê xaşeli çû
Malê xwînxwaran bişewiti
Lorîk çiqe be gêncî çû
Nenî nenî lorî nenî
Xeva xweş le çavê te nî
Nenî nenî berxê nenî

Aşiq Turabî:
Ew ji gundê Çîxilê ye, ku girêdayî navenda Meraşê ye.
Kasetên wî yên ku di studîyo da hatin qeyd kirin jî hene.
Lê di wan kasetan da piranî bi Tirkî distêre.



Lê Nemayê
T’ezî kujtim, t’ezî kujtim, t’ezî kujtim, t’ezî kujtim
Teva kirim tu neliştim , oy oy lê nemayê
Çiqas tu eka  wîjdansiz  bîye, çiqas tu eka wîjdansiz bîye
(...) de xwe hiliştim oy oy lê nemayê
Lê  nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê

Avek da min be kevçî ye, avek da min be kevçî ye
Te ezî gezmez  kirim le nav di ye, oy oy lê nemayê
Wer kem du dilan je hev nêşînin, du dilan je hev nêşînin
Axir songîya dunê mirinîye, oy oy lê nemayê
Lê nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê

Jûrda  were xwe le bake, jûrda were xwe le bake
Neynikê deyne perçemê şe ke, oy oy lê nemayê
Çûyînê ezî ke herim, çûyînê ezî ke herim
Were lê lê xwê le min bela ke, oy oy lê nemayê
Lê nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê

T’ez çir  kirim, t’ez çir kirim, t’ez çir kirim, t’ez çir kirim
Mîna Kerem te ez ar kirim, oy oy lê nemayê
Lê lê tu vê biterkîne, keçikê tu vê biterkîne
Te’y werg kirîye ez kor kirim, oy oy lê nemayê
Lê nemayê lê nemayê, mêrik mirî le orta mayê

Xwedê qurban tu çima’y haye, Xwedê qurban tu çima’y haye
Tu serxoşî werg ê ser be ba ye, oy oy lê nemayê
Te kenê xwe daye êl-elemê, te zewqê xwe daye êl-elemê
Te sixintîya  xwe giştik sewa min daye, oy oy lê nemayê
Lê nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê

Bejnê te û şivê turi , bejnê te û şivê turi
Salqim salqim  lê degiri, oy oy lê nemayê
Xwedê qurban tu vê biterkîne, lêy lêy tu vê biterkîne
Bese lê evê ku te be min kiri, oy oy lê nemayê
Lê nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê

Tu rûmenî l’ser çayîrê , tu rûmenî l’ser çayîrê
Min çare nedî le te gawirê, oy oy lê nemayê
Poz hilanîye ê be min ra deyn  nake, poz hilanîye ê min ra deyn nake
Dostno nizanim min le vê çir kirîye, oy oy lê nemayê
Lê nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê

Nizanim mala rindê le ku ye, nizanim mala rindê le ku ye
Gotin mala rindê ûcê di  ye, oy oy lê nemayê
Lê lê tu vê biterkîne, keçê tu vê biterkîne
Ev a ku be turabê tê çî ye, oy oy lê nemayê
Lê nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê
Lêy Lêy Yarê Sextekarê

Wer k’em herin yanî  baxan, wer k’em herin yanî baxan
Emê rûnîn l’sîya qewaxan
Le rû min da mewê ku tu ye, le rû min da mewê ku tu ye
Na paşê navê gilgilê heta baxan
Lêy lêy yarê yar heyranê, lêy lêy yarê sextekarê

Te heyrana te me şîrinê, te heyrana te me şîrinê
T’ez kor kirim wek îrinê
Çiqas tu eka sozyalan  bîye, çiqas tu eka sozyalan bîye
Welehî ez te bîrnakim heta rîya mirinê
Lêy lêy yarê yar heyranê, lêy lêy yarê sextekarê

Çîya kibar e wer şîrin e, çîya kibar e wer şîrin e
Çavê te çima tuni wek îrin e
Lêy lêy were tu megîre, serxoş were tu megîre
Berê dilê minî kul e, be burin  e oy
Lêy lêy yarê yar heyranê, lêy lêy yarê yar qurbanê, lêy lêy yarê sextekarê

Bî ye bî ye dinê bî ye, bî ye bî ye serxoş bî ye
Tere avê lo wekî tîye oy
Xeberdan an xeber anîn, xeberdan an xeber anîn
Peyakî xwe je min rindtir dî ye
Oy ez mirim serxoş mirim, oy ez mirim serxoş mirim
Were ser ceneze’y min qê ezî ney gawir im

Birin birin rinda min dirin, birin birin rinda min birin
Me paşi hev kişanda wer dekirin
Du dilan je hev hezkir oy
Bihilin ku ewna hev hilgirin
Lêy lêy yarê yar qurbanê, lêy lêy yarê sextekarê


Oy Ez Mirim Xecê Mirim
Xecê were tu terî ku ra, oy ez mirim Xecê mirim
Tu deyn nakî pozî te’y le jûr  ra, oy ez mirim Xecê mirim
Dilê te le min tune bû, oy mirim Xecê mirim
Çima te ew hedîya  şand je min ra, oy ez mirim Xecê mirim oy ez mirim Xecê mirim
Oy ez mirim Eşê mirim, oy ez mirim nav xweşê mirim
Were ser ceneze’y min qê ez ney gawir im

Usa bûm je salan vê salê, oy mirim Xecê mirim
Têr nebûm je te hevalê, oy ez mirim Xecê mirim,
Qedira Reşê

Ezî gêj im ezî ker im lêy lêy lêy, ezî gêj im ezî ker im oy oy oy
Nifiran meke hênî gêncî ter im
Her kesekî le mala xwe ye oy oy, her kesekî le îş û karê xwe ye oy oy, oy qedirê
Ezî şaş im k’ez ku da herim
Ax le min qedira reşê oy oy oy, tê le min talya xirabê
Be sixintîyan ezî nixweş im lêy lêy lêy, be sixintîyan ezî nixweş im oy oy oy...
Ku da herim timî şaş im
Ba kes le min meki loman lêy lêy lêy, ba kes nekin le min loman oy oy oy...
Ez qûlekî Xwedê qedir reş im
Ax le min qedira reşê oy oy oy, tê le min talya xirabê

Lêy lêy were tu teri ku ra oy oy oy, lêy lêy were tu teri ku ra oy oy oy...
Rêka tê teri derî me ra
Newû  je vê qedirê  nefiltîm oy oy oy vê qedirê(...)

Rake rake serî xwe rake oy oy oy, rake rake serî xwe rake lêy lêy lêy...
Çima tu carkê le min mêzi nake
Çend sal in ku me hevdû nedîye oy oy oy, çend salin ku emê j’hev dûr in oy oy oy...
Weleh tu qe bîrê min nake
Wax le min qedira reşê oy oy oy, tê le min talya xirabê

Nixweş  ketim min bela xwe dî oy oy oy, nixweş ketim min bela xwe dî lêy lêy lêy...
Te halê min be çavê xwe dî
Ez le gurbetîyê pir gerîyam lêy lêy lêy, ez le gurbetîyê pir gerîyam  oy oy, oy qedirê
Min kesî mîna xwe qedir reş nedî
Ax le min qedira reşê oy oy oy, tê le min talya xirabê

Rê ye rê ye ker bîyê rê ye oy oy oy , rê ye rê ye kor bîyê rê ye oy oy oy...
Hêndî giran tu pêlî tê  ye oy
K’ez heta sibî be we ra bibêm oy oy oy, heta sibî were bibêm oy oy oy...
Paşîyê qeregunê  minê qe nêye
Wax qedirê wax qedirê oy oy oy, hesê  min tê le boy hewarê oy

Aşiq Turabî:Kaseta duemîn


Lê lê Can Canê Mere
Lê lê de yar yar, de yar yar, de yar yar, de yar yar ...
Tu here ser kanîyê le te bigiri tîremar
Oy, malê bavê te barki heta serî neqewekê, lê be derê bakurekî sar
Divê barkin herin dînîne devî nalekê, lê têva derê kevir û dar
Le kozê bavî te nemîni berxik û kar
Le pezê bavê te be derê dêleke har
Destî xwe be destî min da, emê herin bigerine le dû bajarê Aregar , oy Aregar
Oy de yar yar, de yar yar, yar yaylecîya minê de yar yar

Lê lê can canê, hey le halê me ez çûme Qirxan
Hevalno ez nefiltîm le wan mêratê keran
Min go: k’ezê rabime le derîyê can canê xwe bigerim
Xeber hilanim ku can canê min bar kirîye
hatîye danîye le qerexanê Têran , lê Têran lê Têran oy
Oy mere mere, mere zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere lêy

Lê lê can canê, bejnê te wiha ê înce  ye
Zalimê be şev hatîye ber yazme ye
Hevalno min banî kir, k’ezê le yanî Têran le goça can canê xwe bigerim
Xeber min hilanî ku le ber bar kirîye çûye,
danîye le ber avê Aşixçayê , Aşixçayê oy oy
Ax canê, be malê me ketim min be dengekî bangkir
Min go mere mere, mere mere yaylecîyê  mere, goçeberê mere
Lê lê lawkî ku tu le ber derevi, ney çûr  î topal, ney şet î şepel,
çav be mucir e, ney kerr e, ney kerr e oy
Oy mere, mere zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere lêy ...

Lê lê can canê, bejnê te a talek çalyê
Lê lê zalimê mere, min be xwe ra mebe yaylê
Oy hevalno we zanî k’ezê xwe be Aşixçayê gînim
Xeber min hilanî, ku le ber min bar kirîye, le kortê xwe yaylê, kortê xwe yaylê oy
Oy mere mere, zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere oy

Pir e pir e can canê pir e
Lê lê tu le ser rawirî giran, avê gure gure
Hevalno we zanî, k’ezê xwe weke ar be can canê xwe gînim
Xeber min hilanî, ku can canê min bar kirîye
çûye danîye le ber avê gir e, avê gir e oy
Oy mere mere, zalimê malê me ê le jêr in, ê narin oy oy

Lê lê can canê, ro hilatîye çîya hatin e
Hevalno dilê minî bûye mîna biroşkê ku ar le bin e
Oy hetanî k’ezê xwe be ber ava gir gînim
Min xeber hilanî, ku le ber min bar kirîye çûye,le axzê Necaran
le kaşkî çetin e,kaşkî çetin e oy     
Min go mere mere, mere mere yaylecîyê mere, goçeberê mere
Lêy lêy lawkî ku tu le ber derevi ney çûr û topal û şaş î şepel e,
çav be mucir e, ney ker e, ney ker e oy
Oy mere mere, zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere oy

Lê lê can canê bejnê te’y mîna tayê çexelê
Hevalno min çare nedî le vê zalimê le vê zexelê
Hetanî k’ezê xwe be devê kertê gînim
Min xeber hilanî,ku dîsa le ber min bar kirîye
çûye danîye le Duganê Kalê, le Duganê Kalê oy
Oy mere mere, zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere oy oy

Minî qarşîya  xwe mêzi kir, ku goça belekê pêra tê ye
Min go lo lo yaylecîyo, goçebero were virda were tu je ku tê
Oy tema je min ra go: goça minê (...) je tê
Oy goçeberko, lawiko, sazbendo tu le van deran çi sekinîye
Go:can canê te le vir dananî, go:can canê te bar kir
çû danî le kortê Kelerçetê Kelerçetê oy
Oy mere mere, zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere oy oy

Lê lê can canê dîsa le siwe ra xweş xweş dahatîye hesa çûçikê
Oy hevalno, min çare nedî le vê zalimê, le vê keçikê
Hetanî k’ezê xwe be korta Kelerçetê gînim
Min xeber hilanî, ku cana min barkirîye
çûye danîye le avê Tûtikê, le avê Tûtikê oy
Oy mere mere zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere oy

Lê lê can canê bejnê te a talek tû yê
Oy tu rûmenî le bin sî yê
Hetanî k’ezê xeber be Tûtikê gînim
Min xeber hilanî ku can canê bar kirîye
çûye danîye le Helqê , le bin bî yê, le bin bî yê oy
Oy mere mere zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere oy

Oy av e av e can canê av e
Oy min sewa te xwê avite nave
Va çend meh ezî be dû te ketim, te rêyê min çav nekir
Aha ezî çexdebim , ku be tê gereg e
tu be dû min keve, be dû min keve oy oy


Belê Xwe Le Heq  Bibîne
T’ez çir kirim t’ez çir kirim, t’ez çir kirim t’ez çir kirim
Oy te be girî ez çûr kirim
Lêy lêy tu vê biterkîne, ker bîyê tu vê biterkîne
Oy mîna Kerem ez ar kirim
Here kerr bîyê le te nemîne, here çûr bîyê le te nemîne
Tu belê xwe le Heq bibîne oy

Le neqewan  daketme nalan , le neqewan daketme nalan
Te ez gezmez kirim le nav malan
İna bike  sewa te bû, îna bike sewa te bû
K’ez le halan ketme halan
Here kerr bîyê le te nemîne, here çûr bîyê le te nemîne
Tu belê xwe le Heq bibîne oy

Axzê malê wê be êvirs  e, axzê malê wê be êvirs e
Pêlî datim tirs e tirs e oy oy
Ezî nixweş î raketime, ezî nixweş î raketî me
Oy carkê were min bipirse oy
Here kerr bîyê le te nemîne, here çûr bîyê le te nemîne
Oy tu belê xwe le Heq bibîne oy oy
Çiya kibar e be şîrîn e, çiya kibar e be şîrîn e
Oy çavê te çima ê tim be girî ne
Lêy lêy were tu megîre, ker bîyê were tu megîre
Oy dilê minî berê be burun e
Here kerr bîyê le te nemîne, here çûr bîyê le te nemîne
Oy belê xwe le destî Heq bibîne oy

Le nav baxan le nav baxan, le nav baxan le nav baxan
Oy hêşin kirin e yaprax  an
Lêy lêy tu vê biterkîne, ker bîyê tu vê biterkîne
Oy te ezî kuştim be meraxan
Here kerr bîyê le te nemîne, here çûr bîyê le te nemîne
Oy tu pîr bibi le malê bavê bimîne oy
Qedira Reşê-2
Ezî gêj im ezî kerr im oy oy oy oy, ezî gêj im ezî kerr im lêy lêy lêy lêy
Nifiran meke hênî  gêncî ter im oy
Her kesekî mala xwe heye oy oy oy oy, her kesekî îş û karê xwe heye wêy wêy wêy wêy
Ezî şaş im, ku ez kuda herim oy
Ax le min qedira reşê oy oy oy oy, de le min talya xirabê oy oy oy oy

Be sixintîyan ezî nixweş im lêy lêy lêy lêy, be sixintîyan ezî nixweş im lêy lêy lêy lêy
Kuda herim tim î şaş im  lêy
Xwedê qurban hêndî bese oy oy oy oy, Xwedê qurban hêndî bese oy oy oy oy
Ez çiqas qûlekî be qedir reş im oy
Ax le min qedira reşê oy oy oy oy, tê le min talya xirabê  oy oy oy oy

Eva şev e ev ne ro ye oy oy oy oy, eva şev e ev ne ro ye wêy wêy wêy wêy
Zalim tu çima nêye mîna daha  lêy
Xwedê wer çend qûlê te yê heye oy oy oy oy, Xwedê qurban hêndî bese  oy oy oy oy
Ev qereqûrê  xwe giştik sewa min daye
Ax le min qedira reşê oy oy oy oy, le sîrtê  me bûye marê

Le ser bîrê le ser bîrê oy oy oy oy, le ser bîrê le ser bîrê lêy lêy lêy lêy
Min çare nedî le te gawirê oy
Weçend sixintîyan dediye min lêy lêy lêy lêy,
Xwedê weçend sixintîyan dediye min lêy lêy lêy lêy
Zalim Xwedê min le te çir kirîye oy oy oy oy, zalim
Xwedê min le te çir kirîye oy oy oy oy
Ax qedirê ax qedirê oy oy oy oy, le sîrtê me bûye marê
Xwedê nizanim ku tu çima’y ha ye oy oy oy oy,
Xwedê nizanim ku tu çima’y ha ye oy oy oy..
Tu tim î serxoşî ser be ba ye oy
Te tu qûlî xwe’y dîn nedî oy oy oy oy,
te tu qûlî xwe’y dîn nedî oy oy oy oy
Te sixintîya xwe sewa me daye oy oy oy oy
Ax qedirê ax qedirê oy oy oy oy, le sîrtê me bûye marê

Rê ye rê ye ker bîyê rê ye oy oy oy oy, rê ye rê ye çûr bîyê rê ye
Êdî giran ê pêlî tê ye oy
Tu sûçî le kesî nabînim lêy lêy lêy lêy, tu sûçî le kesî nabînim oy oy oy oy
Ev giştik bavo sûçê me ye oy
Ax qedirê ax qedirê oy oy oy oy, le sîrtê me bûye marê

Memo Memo Memedalî (li ser qirkirina Meraşê)
We dî ku Yêzîda le me çir kirin, we dî ku Yêzîda le me çir kirin
Mala me be serê me da ar kirin
Ê ku van Yêzîda be me kirin, ê ku van Yêzîda be me kirin
Le Kerbelê le İmam Husên nekirin
Memo memo Memedalî, memo memo Memedalî
Çitolî Yêzîdan tu dekuştin, tu dekirne vî halî

Hêlê Meraş pêdagîne, hêlê Merşa pêdagîne
Meraş hilanî girî û şîn e
Hela hun halî Meraş bibînin, hela hun halî Meraş bibînin
De xwîna gêncê me da bûye golek xwîn e
Memo memo Memedalî, memo memo Memedalî
Le te pirs deken te pêçikir wanî

Mûso tû ke pêçikî le vê partîyê, Mûso tû ke pêçikî le vê partîyê
Tu dezani ku ev partîya je me ra nîni qe tu rehetîyê
Her kesekî cenezê xwe dîn ingê deben, her kesekî cenezê xwe dîn ingê deben
Kanê ingê te tuni le ortê oy
Memo memo Memedalî, memo memo Memedalî
Çitolî Yêzîdan hun dekuştin, hun dekirine vî halî

Ev çitolî îş in ev çitolî hal in, ev çitolî îş in ev çitolî hal in
Le rûyê olaya Meraşê em giştik ê tal in
Ku xwîn le canî me heye, xwînê sur le canî me heye
Em heyfê gêncê xwe le wan nalin
Memo memo Memedalî, memo memo Memedalî
Le te pirs deken te pêçikir wanî

De rake rake Elî serî xwe rake, de rake rake Elî serî xwe rake
Tu mîna çar-pênc mehan berê de Sulatnê mêzi nake oy
Yêzîdan de xwînê da tu bêlîsiz kirîye, Yêzîdan de xwînê da tu bêlisiz kirîye
Daka tê te de xwînê da nasnake
Memo memo Memedalî, memo memo Memedalî
Le te pirs deken te pêçikir wanî

Ortê Meraşê pêda dar e, catê Meraşê ê giştik be dar e
Hinî dûz e hinî xar e oy
Ev “qanli Meraş”ê ku debên, ev qanli Meraşê ku debên
Le pêş çavê me giştan bûye mar e
Memo memo Memedalî, memo memo Memedalî
Çitolî Yêzîdan tu dekuştin, tu dekirine vî halî

Mistefa Çawiş î din bûye be emirê kal e, Yûsif Çawiş kuştin be emirê kal e
Fatma Ofikan din bûye, Fatma Ofikan ê sewa Mûse hêstiran demale
Tê ku destê wan xiş bibi, tê ku destê wan xiş bibi
Dû ra şewitandin tu dekirine xali
Memo memo Memedalî, memo memo Memedalî
Çitolî Yêzîdan tu dekuştin dekirine vî halî

Lê Yarim
Were bêxçe k’ez te bibînim, zalim k’ez mektubeke te bişînim
Lê yarim lê yarim te ez pê xwarim, lê yarim lê yarim...
Le ortê we da çê hene, le ortê we da çê hene
Zalim ez te çitolî bîrbînim
Lê yarim lê yarim te ez pê xwarim, lê yarim lê yarim...

Oy baxçe le bêx rindtire, baxçe le bêx rindtire
Lêy lêy hinar le sêvê tirştire
Lê yarim lê yarim te ezê xwarim, lê yarim lê yarim...
Oy dostê xelkê giştan hene, dostê xelkê giştan hene
Hevalno dostê min je giştan rindtire
Lê yarim lê yarim et ez pê xwarim, lê yarim lê ayrim...

Oy zalim, ez nixweş ketim min bela xwe dî,
lêy lêy nixweş ketim min bela xwe dî
Lê zalim te be çavê xwe dî
Lê lê yarim lê yarim te ez pê xwarim, lê yarim lê yarim...
Oy ez le gurbetîyê pir geryam, ez le gurbetîyê pir geryam
Min kesî mîna xwe nedî, nedî
Lê yarim lê yarim te ez pê xwarim, lê yarim lê yarim...

Oy birin, birin kirîva min birin, birin esmera min birin
Le van çîyan da werdekirin
Lê yarim lê yarim te ez pê xwarim, lê yarim lê ayarim...
Du dilan je hev hezkira, oy du dilan je hev hezkira
Bilin  ku evna hev hilgirin
Lê yarim lê yarim te ezê pê xwarim, lê yarim lê yarim...

Oy huro  le royan în e lêy lêy, oy huro le royan în e
Zalim ezî nixweş im tu were min bibîne
Lê yarim lê yarim  te ezê pê xwarim, lê yarim lê yarim
İ ku de ortê dilê sadiq kevi, î ku de ortê du dile sadiq kevi
Şan  belê xwe be destê Heq bibîne
Oy yarim lê yarim te ezê xwarim, lê yarim lê yarim

Oy min go: ev çitolî îş e ev çitolî hal e, ev çitolî îş e ev çitolî hal e
Zalimê çima rûyê te huro î le min î tal e oy
Lo lo ew royana royê Xwedê ne oy
K’ez hatim ku dak  çûr bîyê le mal e oy
Oy le min yeman le min yeman, lêy lêy ker bîyê ez şewitîm, qe tu nemam

Ciwo Dede:
Navê wî ê fermî Cebrail Ergiş e. Bi xwe niha serokê beledîye ya Bakışköyê ye û dedetîyê dike. Albistanî ye û Kurdên Albistanî wî bi navê “Ciwo Dede” dinasin. Bi bîhîstina min gava ew cemê digerîne beytên Kurdî jî digotîne


Memedalî
Demê demê dem Elî ye
Demê demê dem Elî ye
Serê çavan çar kanîye
Goçan le ser rê danîye
Elî dem e dem Elî ye
Oy oy oy oy ....

Deştê Kirbe ê be ber e
Tofanekê girtîye ser e
Lawkê min dexwaze were
Tornê heziretî Pêxember e
Lo lo lawo Memedalî
Here lawo Memedalî
Tu gencî bîstûpênc salî
Eşîret je derdê te denalî
Here lawo lawo lawo....

Le Enqere têlê xistin
Le Meletî fener vêxistin
Xeber kete eşîretê
Gotin: Memedalî be darê xistin
Here lawo lawo lawo....

Aşîretîn gonca gülü
Hükümetîn datli dîlî
Hükümetîn gözü kör olsun
Nasil kiydin o bîr gülü
Oy oy oy oy .....

Le me çi tê, le me çi tê
Dê lênîştine le cirîtê
Memedalî sana yandim
Çîfte kumrular görünce
Here lawo lawo lawo
Here lawo Memedalî
Tu genc î bîstûpênc salî
Eşîret je derdê te denalî
Oy oy oy oy oy .....

Kara çadir yan verîyor
Orta dîrek şan verîyor
Hûrî Xatun sana yandim
Memedalî can verîyor
Here lawo Memedalî
Tu genc î bîstûpênc salî
Eşîret je derdê te denalî
Oy oy oy oy oy ......

Lo lo lawo Memedalî
Xwang je derdê te denalî
Çavê dijminan birijin
Ku tu kirin e vî halî
Here lawo Memedalî
Tu genc î bîstûpênc salî
Eşîret je derdê te denalî
Oy oy oy oy oy .....

Axcedax e Axcedax e
Hêlek bostan hêlek bax e
Çaxa çend nefer ketine nave
Kirin e qewildarî Temir Axa
Lo lo lawo Memedalî
Tu genc î bîstûpênc salî
Eşîret je derdê te denalî
Here lawo Memedalî
Oy oy oy oy oy ......

Elî Helîfe:
Navê wî ê fermî Ali Özdemir e. Ew bi navê Aşiq Rehberî jî tê nasîn

Fodilê
Lê lê nawim, nawim, nawim, nawim, nawim nawim ...
Lê lê  fodilê te me ezo bê te nawim, lê zalimê ezo bê te nawim, bê te nawim
Hey lê nawim, hey lê nawim, hey lê nawim,
lê lê fodilê te me ezo bê te nawim ax, bê te nawim, bê te nawim
Lê lê tu ma le gundê me oy, lê lê fodilê tema kanîya Cekê oy
Lê lê fodilê, tema devê kanîyan demînin de hewlûya  malê Miçê
Keçikê û bûkê gundî me lê rindê, lê fodilê ê huro werin, lê zalimê Xidobekê
Lê zalimê Xidobekê, lê zalimê Xidobekê, lê zalimê Xidobekê oy
Lê lê nawim, nawim, nawim, nawim, nawim ...
Lê lê fodilê tema ezo bê te nawim ax,
lê gawirê ezo bê te nawim, bê te nawim oy
Hey lê nawim, hey lê nawim, hey lê nawim,
lê lê fodilê tema ezo bê te nawim, bê te nawim oy

Zelxê
A min û te xelkê bîstîye, Zelxê min meke gumanê
Min çare nedî l’te faşîstê, Zelxê min meke zimanan
Sewa ke du çara hatime mala we, Zelxê min meke gumanê
Mêrkê heqsiz sewa (...), Zelxê min meke gumanê
Zelxê Zelxê Zelxê Zelxê, Zelxê min meke gumanê
Zelxê Zelxê Zelxê Zelxê, Zelxê min meke gumanê

Çemê Axsuyê ber be şiv e, Zelxê min meke gumanê
Porî le ser Zelxa min bûye mûj  e, Zelxê min meke gumanê
Min ser singa  Zelxê veda, Zelxê min meke gumanê
Ku singa Zelxê bûye je min ra teleqa hingiv e, Zelxê min meke gumanê
Zelxê Zelxê Zelxê Zelxê, Zelxê min meke gumanê 
Zelxê Zelxê Zelxê Zelxê, Zelxê min meke gumanê

Dorê bêxçe bitûn  sênc e, Zelxê min meke gumanê
Bejnê kin e ê biçûk e, Zelxê min meke zimanan
Çiqas sal je salan herin, Zelxê min meke gumanê
Dilê rezîl timî gênc e, Zelxê min meke gumanê
Zelxê Zelxê Zexlê Zelxê, Zelxê min meke gumanê
Zelxê Zelxê Zelxê Zelxê, Zelxê min meke gumanê

Eşê
Nalê Kilê nal bimîni, oy ez mirim Eşê mirim
Tê lê lê ez qurbanê gulek têda tî bimîni, oy ez mirim Eşê mirim oy
Mêrkê sewgîlîyê  min bimiri, oy ez mirim Eşê mirim
Oy tema ku Eşik je min ra bî bimîni, oy ez mirim Eşê mirim
Oy ez mirm Eşê mirim, oy mirim şorxweşê  mirim
Oy ez mirim çavreşê mirim, eza bimirim dîsa te hilgirim

Axzê malê we da yazi , oy ez mirim Eşê mirim
Lê lê ez qurbanê were malê me bazi bazi , oy ez mirim şorxweşê mirim, oy oy
Ku dakê te go ku eva çi ye, lê lêy ku dakê te go ku eva çi ye
Bê anê dilê rezîl ar dexwazi
Oy ez mirim Eşê mirim, lêy lêy mirim çavreşê mirim
Lêy lêy mirim şorxweşê mirim
Ezê bimirim îlam te hilgirim

Çûme malê we nîvê şevê, oy ez mirim Eşê mirim
Tê lê lê ez qurbanê, be paç  kirinê min rakir je xevê, lêy lêy mirim Eşê mirim
Sewa ku du dilê rezîl je hevdû hezkir, sewa ku du dilê rezîl je hevdû hezkir
Rûnê heyî giştik kirîye tevê
Oy ez mirim Eşê mirim, lêy lêy mirim şorxweşê mirim
Ezê bimirim îlam  te hilgirim, oy oy

Tê Lê Lê
Buharê hatîye lêy lêy wexta şiv an
Buharê hatîye lêy lêy wexta şiv an
Tê lê lê ez qurbanê şivanan pez berdayne ser dilavan
Xar be xar be lêy lêy k’ez paçi kim
Xar be xar be oy oy k’ez paçi kim oy
Tê lê lê lêvê qeytan, helqê çavan, oy oy

Hêdî giran tu yêrmîş  be
Hêdî giran tu yêrmîş be oy oy
Tê lê lê mîna avê kanîyan suzulmîş  be
Ez be talyê xwe lê ney guman im oy
Ez be talyê xwe lê ney guman im oy
Tê lê lê ez qurbanê, şan ingê te yêrmîş be, oy oy

Be rê bibim lêy lêy be rîyan kevim
Be rê bibim oy oy be rîyan kevim oy
Tê lê lê ez qurbanê, be dûman  bim oy oy, be çîyan kevim oy
Be zarûyekî lêy lêy çelî nîv bim, be zarûyekî çelî nîv bim oy
Tê lê lê ez qurbanê, de nav sing û beran kevim oy

Herim avê lê k’ez werme rîya te, herim avê lê k’ez werme rîya te oy
Tê lê lê ez qurbanê, tav dakete nîv rêça te oy
Tê xwazikê oy oy hesiretê, tê xwazikê lê hesiretê oy
Tê lê lê ez qurbanê, ma ser min bata tifika bêxçe
Lê nemayê lê lê lê namayê, lê namyê oy oy lê namayê oy
Tê lê lê malxirabê, ku be hêlketîya oy oy, por weşyaye oy oy

Fatoş
Ezî ne le derime ne le çê me, Fatoş
Tê lê lê ez qurbanê, le nav cûlo  yarê yarê, le nav gê  me oy oy
Je ber Efê le datim têm le min
Tê lê lê ezî qurbanê kilaman le ser qedira xwe yarê yarê reş debême oy

Le baxçê we gul debûyne Fatoş
Tema bûke rindik yarê yarê vêdil  debûyne oy oy
Ku du dilan je hevdû hezkir, le min
Tê lê lê ez qurbanê, tema le nav malan yarê yarê rezîl debûyne, oy oy

Oy Delal
Delal dorê dengê te tê oy, dengê te le min rabû şekirê Şamê, tama xwe je devê te tê oy
Oy delal tema ezo pê nizanim, arê cenemê be bedena min ketîye, delal delal delal delal oy
Oy delal oy delal oy delal oy delal, oy delal oy delal oy delal, te ezo je hevalan hîştim oy delal
Oy delal oy delal oy delal, çav rijîno oy delal, delalê dilê te me oy oy

Delal pezê bavê te hezar e oy, siwedî  birbangê  ketîye nav e du gurê har e oy
Je hezarî mane çar e oy, K’ez yekî serjê kim bela kim le van cîranan oy
K’ez yekî çêkim be tirşê sumaqê be şîva hinarê oy
Oy delal oy delal oy delal, te ez zû bîr kirim oy delal, oy delal oy delal te ezo mehkum kirim Oy delal, delalê dilê te me delal, oy delal oy delal çav rijîno oy delal, te ezo mehkum kirim oy

Heval Nawe
Heval nawe heval nawe, Xwedê yek e dudu nawe
İ ku şorê min û te bike, text û tacê xwe bela  be, malê xwe le malan bela be
Heval nawe heval nawe, Xwedê yek e dudu nawe
İ ku şorê min û te bike, text û tacê xwe bela be

Ev rêka han ber yoquş e , pê da têne du derwêş e
Yek e Elîyê kurêş e, merî xayînî ranabe, text û tacê xwe bela be
Heval nawe heval nawe, Xwedê yek e dudu nawe
İ ku şorê min û te bike, text û tacê xwe bela be
Heval nawe heval nawe, Xwedê yek e dudu nawe
İ ku şorê min û te bike, text û tacê xwe bela be

Le Min Yeman
Lê lê kanî, kibar çiwext e k’ezî şivan im tuyê bêrîvanî
Oy lê lê ez qurbanê, ku mîya qemer ningê xwe de koda şîrik da danî
Oy lê mal xirabê, tema ku memikê te surik  ê kahl ê gewr
Oy je min ra debûne mêrge û kanî, de ney ney, de ney ney
Oy de ney ney, oy de ney ney oy, ez surgînê te me de ney ney, ez mehkumê te me de ney ney

Oy lê lê ez im, ez qurbanê çelengê ez im, ez im ez im ez im...
Oy lê lê ez goma bavikî te dor be çîm im, pir be pez im
Oy lê mal xirabê vê be min meke, çendî çend sal in k’ezî rêka te depême
Ezî hênî gênc im, ber miraz im yar yar yar
Oy lê ez qurbanê were vê be min meke oy
Heta qira qametê axa gorina, çîngîna tevir û bêra, kef û kopika sabûna ez a te me, tu a min e
Ez qurbanê lêy lêy, ez surgînê te me lêy lêy, ez ê te me lêy lêy oy oy

Lê lê te dî te dî, ez qurbanê fêrîgê te dî
Ezî dîsa be serê tayê merxikê ketim, de evsinga kewan da me, min bela xwe dî yar yar
Oy lo awcîno, awcîyê tayê merxikê no, fêrîgeka min de vir ra bûçûya we kesî nedî, lêy lêy le min yeman le min yeman
Oy eman, oy eman oy eman, ez mehkumê te me le min yeman, le min yeman
Ez surgînê te me le min yeman, lêy lêy le min yeman, le min yeman le min yeman
Lê lê hewû hewû hewû, ez qurbanê fêrîgê hewû
Ezî dîsa be serê tayê merxikê ketim, tina devê minî zah bû, oy yar yar
Ezî dîsa daketime ser kanîya Êcirê, dor mehkumê ber be tayo
Tema xelkekî minî mamûrî dîlber sîtilek av tiji kir, je henda wê rabû, lê lê le min yeman
Oy eman oy eman, oy eman oy eman oy eman, oy ez mehkumê destê te me lêy lêy le min yeman, oy oy

Tema ku tay berxikê dayê takî firk e, oy lê lê ez qurbanê tema lê deçêri marîyeka minê qûrq e
Oy lê lê ez qurbanê eşxerê awcî  xwe bide, awcî ku tu lê degeri awcîyekî çirge lêy lêy, oy le min yar yar oy
Tema awcî k’ez dewêm ney dirêjî heyîyan e, ney qutikî Şeytan e, simêl derî simêl qeytan e
orte boylu  melhemê dilan e yar yar
Tema awcî k’ez dewêm tim çavî xwe’y le tê, î le te’y heyran e
Oy eman oy eman oy eman, oy eman oy eman, ez mehkumê te me le min yeman, le min yeman
Ezê herim werim xwe le derî we le bakim lêy lêy lêy..
Oy lê ez qurbanê je tutûnê Mûşê ezê cixareka xwe peyda kim, tûmê dû ber be ba kim
Tema be hole holê şivanan, be vîqe vîqê bilbilan, be kute kutê dewkahyan
Ezê dîsa te fêrîga xwe je xewê rakim lêy lêy le min yar yar oy
Oy eman oy eman oy eman oy eman, ez mehkumê te me lêy lêy, le min yeman
Ez (...)te me  lêy lêy le min yeman, le min yeman oy


Elî İkê:
Ji Bazarcixê,gundê Meqsîyan(Maksutuşağı) e.



Dinê Dinê
Je sevdê ezî din im, je derdê te ezî din im
Keçê mina marîya vay bêşûn im, dinê dinê vay bê şûn im
Dinê yarê min mêşîne, dinê dinê tu min mêşîne
Je berê da mîna Kerem ezî be burun  im, ez qurbanê vay burun im
Yandim  yandim bûkê yandim, te ez de arê xwe da şewitandim
Madem dilê te le min tune bû, te çima ez le arê cinan qelivandim

Dorê malê we’y yar be sinc e, dorê malê we’y yar be sinc e
Lê lê ez qurbanê, k‘ezî kal bûm dilê rezîl timî gênc e, dilê dilê timî gênc e
Ezî terime gurbetîyê, ezî ke herim e gurbetîyê
Lê lê ez qurbanê tu mektubekê bişîne, tê Almance , dilê dilê tê Almance
Yandim ayndim bûkê yandim, te ez de arî xwe da şewitandim
Madem dilê te le min tune bû, te çima ez le arê cinan qelivandim

Bejna te bû teley merxê, bejna te bû teley merxê
Lê lê te ezî kuştim be vê meraxê, dinê dinê be vê meraxê
Dinê tu wîne bîra xwe, dinê tu wîne bîra xwe
Lê lê ez qurbanê gênclix  hebû le ber erxê, dinê dinê le ber erxê
Dinê tu wîne bîra xwe, dinê tu wîne bîra xwe
Gênclix hebû le jêr malan, le ber erxê, oy dinê dinê le ber erxê

Fatoş Fatoş
Lê lê k’ezî degerim, ezî tenkê le serî çê me oy oy, le min
K’ezî terim, k’ezî tenkê le serî çê me oy oy
Lê lê dinê tu rêya min mepê, ezî nême oy oy
Dinê yarê je biçûkî da, lêy lêy yarê je berê da oy oy le min
İna bike k’ezî le ser qedira xwe’y reş debê me ax...
Lêy lêy were Fatoş Fatoş oy oy, lêy lêy were Fatoş Fatoş oy oy
Keçê te ez çima din dekirim sewa sevdakî  boş

Nam ku a min bû, nam ku a te bû oy oy
Nam ku a min bû keçê, nam ku a te bû oy oy
Lê lê ez qurbanê talya xwe da yêrmîş nebû oy oy
Lê lê zalim le gurbetîya zalim, dinê le gurbetîya zalim oy oy
Umrê minî pir çû, gi teva bû  oy oy
Lêy lê were Fatoş Fatoş oy oy, carkê xwe le ba ke serxoş serxoş oy oy

Bejna te bû teley çalyê  oy oy, bejna te bû teley çalyê oy
Lê lê ez qurbanê k’ezî mirim le boxa te sevdalîyê oy oy
Ê çitolî le dilê Xwedê weri oy oy, ê çitolî le dilê Xwedê weri oy oy, le min
Lê lê ez qurbanê k’ezî le Sihêlê , tu yê le yaylê oy oy
Lêy lê were Fatoş Fatoş oy oy, te çima ez din dekirim sewa sevdakî boş oy oy

Sevdê Te
Le bin darê le bin darê, dewê min pir pa rêka yarê
Le bin darê le bin darê, dewê min pir pa rêka yarê
Înga berê gi derew bû, le min kar kir poz vê carê
Înga berê gişt derew bû, le min kar kir poz vê carê
Here zalim tu çima natî , here soysiz  tu çima natî
Vê royê sibe çima le min helatî
Je êvar da min rêka te pa, xorizan  xwend ro’y helatî

Tu ye tu ye heval tu ye, tu guleke ber be su ye
Tu ye tu ye densiz tu ye, tu guleke ber be su ye
Tu sucî ye k’ezî avî me, gune me’y le ustî Xwedê ye
Tu e be berdêl e, gunê me’y herdûyan le ustî Xwedê ye
Here zalim le te suhatim, here dinê le te suhatim
Boşê le dû sevdê te ketim
Lê lê yarê sûçê min çi bû, te’y bange min kir ezî hatim

Berjêr malê me yar bûye, k’em herin rûnîn yar le su ye
Berjêr malê me yar bûye, k’em herin rûnîn yar le su ye
Evê hanka  hatîye hanka heri, de berê da du dilan hevdû dedîye
Evê hanka hatîye hanka teri, tu dilan qe hevdû nedîye

Ez pir geryam le heci-hocan, ez pir geryam keçê le heci hocan
Ketime arê her ocaxan
Bejn ziravê je ber te va, keçê yarê je ber te va
Heyda  te da bû te vemirand
Oy oy oy oy vê qedirê, oy oy oy oy vê qedirê
Ez gerandim derbederê, ez gerandim derbederê

Salê hatîye bê çend sal in, salê hatîye bê çend sal in
Ez ê bejna te delal im
Bejn zirav im je sevdê te, ez heyranê je sevdê te
Min wenda kir rêka malê
Oy oy oy oy, oy qedirê, oy oy oy o, oy qedirê
Ez gerandim derbederê, ez gerandim derbederê

Here Lê Lê
Ez êvarda ketme ber sulimê  oy
K’ezî depêm rêka oy oy, te xanimê oy
Ez be dostê xwe ra bûme dujmin
Ez be dostê xwe ra bûme dujmin
Lê lê ez qurbanê sewa te û xatirê oy oy, te zalimê

Te xar kirîye yarê ustîyê min, te xar kirîyê dilê ustîyê min
Te xiş kirin  e herdû pîyê min
Madem tu be min ra ê sadiq bû, madem tu be min ra ê sadiq bû
Lê lê ez qurbanê, tu çima carkê nepirsî vî halê min oy oy
Here lê lê lê lê obe gezan , here lê lê lê lê obe gezan
Lê lê tu xasi meger le wan firêzan ax...

Dilî minî lê lê mîm e mîm e, dilê minî lê keçê mîm e mîm e oy
Lê lê ez qurbanê tu cîlvan  meke ezî taciz  bûme oy oy
Gotin lawik rinda te dayîn e, gotin low low rinda te dayîn e
Ezî rûnîştim oy degîrime, oy degîrime
Here lê lê dil werg nabin, here zalim zalim dil ha nabin
Dil mîna te yarê gawir nabin oy oy...

Ro hilatîye ê çûye bin avan, ro hilatîye ê çûye rû avan
Lê lê ez qurbanê, şivanan pezê xwe berdayîn e oy oy ser dilavan
Xar be xar be k’ez te paç kim, xar be xar be densiz k’ez te paç kim
Lêvê qeytan heval, herdû çavan oy oy...
Here zalim zalim dil werg nabin, dil mînê te yarê densiz nabin

Ax De Lê Lê
Ax de lê lê, ax de lê lê, de lê lê , de lê lê, de lê lê ... ax
Ax de lê lê, de lê lê, de lê lê , de lê lê wax wax şîlan de lê lê ...
Ezê hatime dorê gundê me’y şewitî, keçê lê lê giranî
Min ev şetlê cebilxanê girt fodil lê lê li ber xwe danî
Min helbika xwe mezina keçê bi te ra, sê bavikê te ra danî
Keçê bavikê te mezin û k‘ezî biçûk im, wax wax dilê min pê nikanî, pê nikanî, pê nikanî
Ax de lê lê, ax de lê lê, de lê lê, de lê lê, wax wax sivika dilê min, de lê lê, de lê lê oy

Çîlê dengekî bang kir go lawiko te ezo nebirim lo lo, nerevandim, nerevandim
Digo te ezê birim e lagirê cin û pêrîyan fodilê lê lê tim diqelivandim
Sala çûnî li malê bavikê qîzik bû, digo sala îsal te çima reşîyê şorê berdan e ser wê darê
Lê lê fodilê wê derguşê oy, ax de lê lê, ax de lê lê, de lê lê, de lê lê, de lê lê ax
Ax de lê lê, de lê lê, de lê lê, de lê lê ax, wax wax sivika dilê min de lê lê, de lê lê oy
Digo heta qir û qîyametê axa gorina şîrîn a tevir bêra, kef û kopika sabûnê nekeve guhê min
Ezê bigerim, bibêm de lê lê, de lê lê, de lê lê, de lê êl, wax wax sivika dilê min de lê lê, de lê lê oy

Gulîcanê
Gulî gulî Gulîcanê, gulî gulî Gulîcanê
Ez qurbanê li ber kincanê
Her lê lê Gulcanê
Gulî gulî Gulîcanê
Ez qurbanê por li yanê

Vê sêvê va tim jî tot e, vê sêvê va tim jî tot e
Şara serî te barût e
Ez sala virda ketme dû te
Gulî gulî Gulîcanê, gulî  gulî Gulîcanê
Ez qurbanê li ber kincanê

Tu daweste li ber pencerê, tu daweste li ber pencerê
Navê rindê li ser tevnê
Ji min hez bike mîna berê
Here lê lê Gulîcanê
Here lê lê li ber kincanê

Gulî gulî Gulîcanê, gulî gulî Gulîcanê
Ez qurbanê, por li yanê
Gulî gulî Gulîcanê

Oy Delal
Digo delal dorê dengê te tê
Dengê te ji min ra bû şekirê Şamê lawiko ji devê te tê
Ezê pê nizanime, diwê delal dorê salika îsal arê cehenemê bîra kê tê, delal delal delal
Oy delal oy delal, oy delal te ezo ji hevala hîştim oy delal, oy delal oy delal oy delal
Te ezo mehkum krim oy delal, oy dela oy delal, çav rijîno oy delal oy delal, gawiro oy delal, tu delalî

Digo delal dorê pêşîya malê bavê te xet e, xeta cût  e
Lêylanê de gundê me da derbaz diwe nowê lawikê Xoşqûwet e
Oy lo lawiko tu pê çi bikî Xoşqûwetî xelkê, tu were k’ez sîngberê xwe salika îsal bikime gul û kaşgula cenetê delal delal, delal delal oy ...
Oy delal oy delal oy delal oy, oy delal oy delal umrê min xwar ezo nemam
Oy delal oy delal te ez zû bîrkirim, ezo delalê dilê te me oy delal oy delal,
Gawir delal oy delal oy delal, oy deal oy delal, oy delal oy delal oy delal gawir delal oy

Digo delal dorê pezê malê bavê te hezar e oy
Digo siweda birbangê ketîye nave delal du gurê har e oy
Digo ji hezarî mane çar e, ew herçar jî bi kêrê dara birîndar e oy
Digo ji min wê çîftî karî xezala
K’ez yekî serjêkim bela kim li van cîrana oy
K’ez yekî çêkim bi tiştê sumaqê , sîra henarê oy
Oy delal oy delal oy delal, oy delal oy delal, gawir oy delal oy delal oy delal, delalê dilê te me
Oy delal oy delal oy delal oy, oy delal oy delal oy delal, umrê min xwar oy delal oy delal
 
Êmoş Yarê
Lê lê de yarê, yarê yarê, lê lê de Êmoş yarê yarê
Lê lê de nakin nakin, lê lê de Êmoş nakin
Dego eman eman eman, eman eman eman...
Lê lê fodilê k’eza ser û te ra ax, lê gawirê qe mêra nakim nakim nakim

Lê lê de yarê, yarê yarê, lê lê de Êmoş yarê yarê
Digo k’ezê morik mircanê Entaba-Heleba şewitî, k’ezê herim werim
Lê lê fodilê k’ezê bi teva nakim
Lê lê fodilê bi teva nakim, lê lê de Êmoş gawir umrê minê xwarê
Lê lê de eman eman,eman eman, eman eman, eman eman
Lê lê de yarê, yarê lê lê de Êmoş yarê yarê

Lê lê de Êmoş, yarê yarê, lê lê salikan sal umrê min xwarê, gawir gawir
Digo k’ezo salika îsal yêtmişîkîyê  bişûva ketime dû te, ezo umrê min xwarê
Ezê helandim qe tu nemam, k’ezo zemanî teva helîyan qe tu nemam
Lê lê de yarê, lê lê de Êmoş yarê, umrê min xwar

Heval Ew e
Heval ew e heval ew e, Xwedê yek e dudu nawe
Heval ew e heval ew e, Xwedê yek e dudu nawe
Î ku şorê min û te bike, text û tacê xwe bela be
Malê xwe ji binda xara be
Heval ew e heval ew e, Xwedê yek e dudu nawe
Î xayîn e qurusaw e, text û tacê xwe bela be

Ev rêka li hember êşe, pêda têne du derwêş e
Yek e Elîyê Kurêş e, î xayînê qurusaw e
Malê xwe bi mala bela be
Heval ew e heval ew e, Xwedê yek e dudu nawe
İ xayînê qurusaw e, text û tacê xwe bela be

Elîyê Darê:
Ew ji gundê Teterlî ye, ku girêdayî Bazarcixê ye. Hin kes wî wekî “Elîyê Dorê” jî bi nav dikin. Dengekî wî yê xweş û zelal heye


De Were Keko Were
Ez geryam dîyar dîyar, ez geryam dîyar dîyar
Dîsa bûme berdîwar
Bi ro bi şev digîrim, bi ro bi şev digîrim
Gurbetê umrê min xwar
Bi ro bi şev digirîm, bi ro bi şev digirîm
Gurbetê umrê min xwar
De were keko were, de were xwangê were
Birînê minê xedar e
Li gurbetîyê bi tenê, li gurbetîyê bi tenê
Ustî min timî xar e

Dîsa şev bû xew tune, dîsa şev bû xew tune
Digerime kes tune
Va mêratê gurbetê, va mêrata yoksulyê
Dilî me bûye kul e
De were keko were, de were xwangê were
Birîna minê xedar e
Li gurbetîyê bi tenê, li gurbetîyê bi tenê
Ne dost e ne heval e

Keko ez pirî dûr im, bavo ez pirî dûr im
Qûlekî birîn kûr im
Yoksul keta yaxa  me, gurbet pîyê min girtin
Ney camêr im, ney sûr im
De were were were, de were keko were
Birînê minê xedar e

Anê halê me va ye, etê  halê me va ye
Tu sebra me nema ye
De bese keko bese, de bese xwangê bese
Çavê meyî li rê maye
De bese zalim bese, çavkê meyî li rê maye
De were keko were, de were dostê were
Birîna min a xedar e
Li gurbetîyê bi tenê, ustî min timî xar e

Ne dost e ne haval e, ne dost e ne heval e
Nikanim herime mal e
Kê go Elî kuda çû, kê go dîsa kuda çû
Î ji berê da bêmal e
De were keko were, de were dostê were
Birînê min a xedar e
Li gurbetîyê bi tenê, ne dost e ne heval e
Lê Bêmal
(...)
Lê lê zalimê, ezî salê îsal li deranî derî vedim lê lê ax...
Çiqas bilind firya ax, qatî şeşan û heftan ketim,
Mêrî felekê lêxistin qol û qanatê min nîv gencan, alçax  ketim
Heyfê min û te ye, bejnê zirav
Keleka debancatirê, qelema (...) lê bêmal
Şevaka, şevê Xwedê çima ser vî erdî Xwedê bêqeyd û qise hatî raneketim lê lê ...
Oy gunda, du keçikê bin pira, yekê bûk e rinda
Yekê bi tenê lê were qezîyê bixwîne li şûnê tot û kunda
De werin vê li min mekin, ma xelkê minî çeleng bi tenê, bizîkê tenê, bizîk li tayê gunda lê lê...
Ax ax, lê şev e vêmalî şeve, lê lê xayînê şev e, şev e
Çilekî çilî zemirî, berfî dibare jixwe ra baranê teve
Min go belkî Xwde dê mirazî mirazxwazan bike
Mirazî min û xelkî kibar li vê dinyê bike teve
Ax biskkêşê Heyderî, simêlê qaytan biqelwîne li nav heve, lê lê bêmal
Min rakira pelikê bext û miraza, lê zalimê deda heve kîja pelikê yazmîşkirne , yazmîş kine herdû malê, got bi Xwedê keve, nekeve
Qederê min qederê yazmîş kirî, jinî çeleng e camêra
Casîra li me ra pîs însan, kalî pîs keve, lê bêmal
Derdî giran e, kulê qansêrê peya camêra mîna uzgirê keve, derdê giran ê peyê camêr keve
Malî pir e nemirî pîs û temahî malî xwe nexwa lê keve
Ax, derdî giran ê di mîdê min keve, lê bêmal
Xwedê mirazî meryan li vê dinyê meke teve
Merî pêşke yalandinê  ma heri goristana rokê, lê were pêşta çavê me lê keve, lê bêmal
Lê lê lê, lê lê lê, lê bêmalê, sevda li serî minî lê
Oy lê ez û tu ne, lê ez û tu ne, ez û tu ne, ez û tu ne
Gawirê weleh ez û tu ne, ez û tu ne
Were destî xwe bide destî min da, lê bêmal
Gundî me’y gawira îş û gucî  berdana, wexta li berî beraja ,lê bêmal
Şor min û te tim û tim pêda pêda, lê lê êvsingê lê tim dikine, lê bêmal
Min te ra nego were destî xwe bide destî mine
K’emê birevine Qazîentaba şewitî, li dî me paş şivan hêsin e
Go cendirmê wan li ser rîyê me rûniştine, ê rokê nifuz cuzdanê  ji min û te pirskine, lê bêmal
Ezê bêm keçê heyfa te gêhîşta mine, emê li ber gawirê Miskof der be der û ar be ar ji xwe ra direvine
Wextê go şorê te derew e, hun dibên em xwang û birê hevdû ne, lawikê esmer e û keçika dîlber e, lê bê mal
Lê bêmal, emê gerdanê te bibin çarşiyê zadan ji xwe ra, bi delala bifroşin e lê bêmal
Emê ji xwe ra alifê rêka yalan dinyê têda bikine lê lê ax

Here Lê Lê, Lê Nemayê
Çîyawo çîyawo çîyayî bi daro, çîyawo çîyawo lê lê, lê lê çîyayî bi daro
Ava holik lê lê, lê lê ava saro, ava holik ava saro
Xelkê minê çeleng ser mist da, lê lê berî virda lê lê ustî xwaro
Here lê lê, lê lê, lê nemayê, here lê lê, lê lê, lê nemayê
Çav bêşin oy, lê lê por weşyayê

Çîyayê me’yî bi dûman e, lê lê, lê lê rindê rindê, çîayayê me’yî lê lê, lê lê bi dûman e
Gotin rindo te vaye han e
Ezê çûme lê lê, lê lê ku ne waye, ezê çûme lê lê ku ne waha ye
Dinê li serî min bû zindan e
Here lê lê, lê lê gurbet gezer, here lê lê, lê lê gurbet gezer

Ro hilata lê lê, lê lê bida dîyara, rindê ro hilata lê lê, lê lê bida dîyara
Lê lê zalimê, berda şivana pez berdaye oy oy, ser dilava
De xar be, xar be carkê maç kim, oy lê xar be, xar be te ramîsim
Keç keçê, lêvê qeytan, lê helqê herdû çava
Here lê lê, lê lê gurbet gezer, oy lê here, lê lê, lê lê sinir gezer

Ber mala bavkê te wo kirne dar e, lê lê ber mala bavkê te wo kirne dar e
Lê lê bakî têye, lê lê, lê lê bakî sar e, zalimê bakî têye, oy oy bakî sar e
Dikir xwe ra lê elge bibim, destê te bigirim ji xwe ra bibim
Dayka te gawir jî li te guhdar e
Here lê lê, lê lê lê zalimê, here lê lê, lê lê lê xayînê
Usti bişkê, lê lê, lê lê ber dîwarê

Ev Derman e
Yane yane  rindê yane, yane yane rindê yane
Çavê reşê oy oy, kikil da ne, çavê reşê oy oy kikil da ne
Derdê dilan bêderman e, derdî dilan oy oy bêderman e
Doxtor-hekîm pê nizan e, doxtor-hekîm oy oy pê nizan e

Ev derman e, ev derman e, ev çavreşa oy oy gi derman e
Here mal oy oy ev derman e, ev çavreşa lê lê, lê lê ev derman e
Yanê walê, mere yadê, desmal şûştîye oy oy ava sarê
Yanê malê mere canê, desmal şûştî ava sarê

Destî xwe bi destî min de, destî xwe bi destî min de
Çî çi diwê bira biwê, salê îsal oy oy bû ye modê
Ev derman e, ev derman e, ev çavreşa ku derman e

Virda virda, zalim virda, dirûnîne oy oy di konê gir da
Destî xwe bi destî min de, destî xwe bi destî min de
Qeder bibûya lê lê, belkî çê diba
Lê lê, lê lê tu delal î, lê lê, lê lê tu delal î
Zalim gêncan emrêm xarî

Were Delal
Were delal delal, ax delal delalo , min têr nedî
Anê mala lawkê delal, lê anê li mehla Gozê, oy lê anê li mehla Gozê
Anê lawikê delal kete nav kon û gundê me, çeketî avêtîye ser gurmê, li nav gundîkî me’y şewitî digerîye delal delal, lê anê digerîye çi delalî, lê anê çi bi poz î ax
Anê sibeda li berîyê birbangê ketîye nav heyştê-nod malî gundikê me’y şewitî
Belkî li gire girê gundê me’y şewitî digere, anê wîne ser malê bavikê min o
Lê lê anê ew qedir rezîlê Xwedê, lê anê min bixwazi

Lê lê anê min nizanî sibeda berî birbangê tevlî (...) gundikê me şewitî
Lê lê anê, li xêylî xatira gire girê gunikê me şewitî, ji xerîp gurbetîyê ra tim dixwazi
Lê lê anê dibên bajaran gerandine bajarê Enqera şewitî, anê birin e Kela Lûleboxazê
Oy de low low low low, low low low low... kedero lo lo, ûmiro low low low low.... ax

Law law law law, law lawo, law law...oy oy oy oy, oy oy oy min têr nedî
Ez biqurbano ji min ra lo lo delalo pez hezaro
Anê anê sibeda berî virva, ketîye nav pezê delêle çîftek gurê haro
Xeberê dane min, de lê min evdalê, min por weşyayê, min nemayê
Hêy lê anê dibên ji hezarî mane çar o,
Evna jî ji sibêda li berî mirinê ne birîndar in anê, birîndaro lawo, low lawo
Hêy lê anê sibeda berê birbangê, ma kulê çek e delalo, ez biqurbano were k’em herin malo
Low low low, low low low, delal delal, low carkê min têr nadî

Lo were law law lawo, law law lawo, ax...
Hêy lê anê ez çûme dîyarê, lê anê Borunegê lê anê Borunegê
Anê têye dengê defê, lê anê wê dawetê, lê anê wê dawetê
Dê tu were destê xwe bide destê min, k’emê xelas kin welatê Arabanê
K’emê çêkinî paş qayixa, li gundê di derîyê da keç keçê rûdinin, keç kêçê min go li gundê wê şkeftê
De were delal, were delal, were delal, were delal, were dealal
Delal delal, lo delalo min têr nedî

Were delal were delal, were delal were delal, were delal...
Delal delal, delal delal, lo delal min têr nedî
Herê bejna te zirav e, lê zalimê tutuna te a Mûşê
Lê lê mal xirabê mîna zema Turgut Ozal ’a zemekê li ser zemekê didî
Çima asil zemanê ne xerabîye, tu ne Arabî ye lê min go li gundê gûmriga şewitî,keç keçê li gundê Adiyamana şewitî, lê lê van şimika, lê zalimê li gundê wê Tûrîşê
Were delal, were delal, were delal, were delal, delal delal, lo delalo min têr nedî

Were Were Hêndî Bese (kurdî-Tirkî)
Bese feleg yaxam berde, günde düşürdün bîr derde
Were were hêndî bese
Bese feleg yaxam berde, günde düşürdün bîr derde
Were were hêndî bese
Min havalê xwe wenda kirin, herbîrî ayri bîr yerde
Were were hêndî bese
Min kê hez kir gi wenda bûn, herbîrî ayri bîr yerde
Dîgel dîgel biktim artik

Anê ezî ro nedî me, keko ezî ro nedî me,
Qe nakenim tim digrîme
Were were hêndî bese
Gênclixya min ji dest min çû,
Gênclixya min ji dest min çû,
Ezî nizanim niha bibînime
Were were hêndî bese

Oy lo dilo, oy lo dilo, ax lo dilo oy lo dilo oy oy oy...
Çima ez helandim, ez helandim lo lo dilo ez helandim
Kirime sûra Dîyarbekira şewitî,Teyîmê min di bin da, di Şeytan da, bixelandim
Oy lo dilo, oy lo dilo, oy o dilo...
Te kirime xalya bin arguna ji kabûr û qiraca dadireşandim
Ezî kirime guleka, gula Muhemedî lo dilo, lo dilo, lo dilo ...

Aziz Tüzün:
Ji Bazarcixê, ji gundê Goçeryan (Gökçayır) e. Ev kaseta wî a ku min ji ber kilam nivîsîn gellek kevn bû, loma tenê me du kilam jê fêm kirin û nivîsandin.

  
Lêylî Lêylî
Sawa  çavan le min şev e
Aman, aman
Oy.... mişterîyê te bûne pir e
Ezî be dilî xwe xirabim
Aman, aman
Lê lê ez qurbanê, tu je hemberê min mere
Lêylî  lêylî, lêylî lêylî....

Here lê lê obe gezan
Aman, aman
Oy.... xasi meger le firêzan
Wextê tu xasi geryayî
Aman, aman
Be ningî  te degirin mêratê kurm û kêzan
Lêylî lêylî, lêylî lêylî....

Çê  bang kir tu weçend pezya
Aman, aman
Oy.... pîyê min de bin serî te da tezya
Weçend salê je te çûyî ne
Aman, aman
Je te nema ev bilmezya
Lêylî lêylî, lêylî lêylî....

Eşq derd e lê, eşq derman e
Aman aman
Rûyê keçikê rind mîna sêvane
Ku sal ketine dewçaran
Aman aman
Memik hingivê helyane
Lêylî lêylî, lêylî lêylî....

Ev keçikê Meraşî ye
Aman aman
Derdê eşqan be êşq dermanî ye
Ku keçik ketin dewpêncan
Aman aman
Memik hingivê helyayî ye
Lêylî lêylî, lêylî lêylî

Were junî be rîyan kevim
Aman, aman
Oy.... be tûman  bim, de çîyan kevim
Xwezikî tu nixweş bibûya
Aman, aman
Min bigota, mekin k’ez de bin pîyan kevim.
Lêylî lêylî, lêylî lêylî....

Lê lê were k’ez te naskim
Aman aman
Oy.... lê lê tu ne sêvekî k’ez te gezkim
Tu be min ra herê bibê
Aman, aman
Ez seri bidim te xelas kim
Lêylî lêlî, lêylî lêylî....

Qurban
Lê lê ku ev bejnê kibar le te bû
Tu nizanî le hendê  te kêm nabin gelan û gîdan
Lê lê rezîlê gelan û gîdan
Oy le min yaman, le min yaman, le min yaman....
Ezî bazi mêzi dekem qurban
Tu yê mînê tiştîrê xame, xaman
Ez je derdê te demirim qurban
Tu çima nakî faman, lê lê rezîlê tu faman....
Hela were le kelekê min rûnî carkê
Be min ra deyn ke qurban
Ezê qurban bim bengê te yî be qiraman, be dîrheman
Oy le min yaman, le min yaman, le min yaman....
Oy heqsizê le min yaman
Lê lê tuyê je min ra bûye, dîsa marîyeke min e, hana mîna kewan
Ez qurbanê le erdê gerîyanê, telesîya  minê ketîye
Biliv k’em herin bizanin le hewan, le hewan.....
Na na, min bavikê te kujtibû qurban
Ku te ez kirim gurî hanî, dor hat çewiran
Dilî min je te venaqetîye qurban
Aman, mino nemîni le sebeban, le sebeban
Lê lê dinê, le sebeban, le sebeban.....

Hesenî Îsikê:
Ew ji Bazarcixê ye. Em li ser wî tu agahdarîyên din nizanin. Kaseta ku me ji ber kilam nivîsîn, di 8ê Tebaxa 1981ê da hatîye qeyd kirin. Ji ber ku berî dengbêj bistêre ev tarîx tê dayîn. Ew gellek kilaman dibêje, lê ji ber ku dengê kasetê nedihat fêm kirin, tenê ev kilamna me nivîsîn.

Keçê 1
Keçê tu çima min dekujî, keçik tu çima min dekujî
De ber derî me ra wextê çûyîn hatinê, wey wey le min, oy oy...
Hesê min ê nagêhê te, ke carkê werim bang kim
Ezê xalîyekê be serî vî dilî rezîl î ku le nav êl-însan kim
Ezî be birin im, keçê keçê be yar im
Carkê xeber be min de, ke werim birin î te yê çaresiz derman kim
Oy le min wetan ez çir bikim
Keçê keçê ez çir bikim, ezî bîra te dekim
Sewê ku ez de nav merîyan da be can
Dilê min î rezîl çaresiz  ma tevî derdan
Bû ye wetan memleket Albistan
 (...)
Oy le min qedera reşê
Dilê min î rezîl şewitî, bû ye koz e arpêr e
Keçê keçê dijminîya xwe eşkere biwê, te je min xêr e
Sewê ku ezî le te sevdalî me, keçê keçê degerim mîna dinan
Ezî din bûyîm e denalim, ezî dewêm î hate serî min
Keçê keçê bira nêy serî dijminan

Keçê 2
Wîî.... Keçê te çima ez kirim e vî halî
Keçê te çima ez kirim e vî halî oy oy ......
Hela were  çima dilî min î rezîl, rezîl rezîl.....
Ne têr bû ye le nav sedûçel malî oy oy .....
Wîî .... be gotinê, be nalînê, be hêstirê tal
Be gotinê, be nalînê, be cirînê  oy oy .....
Sewra minê le dunê nemaye, Besê denalî
Keçê mere, ez de tu kesî mêz nakim
Besê ez de tu kesî din mêz nakim
Keçê keçê le ser dilî te î rezîl ro nedî ra
Nanûxwêsizlixê  meke, je kesî dîn ez hez nakim
Ku meri meristanê min le min werin
Heram le ser te ra, je dilî xwe ra kesî dîn nakim
Tu le gurbetê ezî le van deran oy oy ....
Je ber Besan ra deyn dekin
Keçê şev-royan dehejmêrin
Keçê keçê ez çir bikim çaresiz mam
Keçê keçê were, qê mîna apê te î girim
Keçê dijne te  qe heye eke min
Were carkê serî xwe deyne le ser pî min
Keçê keçê hetanî ku tu neçû ye mêr
Ez nazewicim qurban, xêr û guney te le ustî min
Meri meristanê te giştikê girin
Keçê keçê be vî dilî rezîl le gurbetîyê
Emê herdu yê çutolî bizewicin
Ezî mîna dilî xwe bûm qurban, qurban
Min nizanî ku ew qeleş, ê te je dest min bigirin oy oy .....
Minî sondxwarîye , ezî be ser malê we da danakevim
Keçê keçê ezî je mana te decîrim  ranakevim
Keçê keçê ezî mîna dilê xwe bûm
Qeleş qeleş te degot ez be ber kesî dîn nakevim
Çima ezî wergîna din im, ezî ke werim le vir nesekinim
Ku îşev rind giştik top bin werin, ezî ke de nav xelkê da te pêçî kim
De nav ra te hilçinim.

Heydoyê Goçeryanî:
Ew ji Bazarcixê ye. Li ser kasetê “Gökçayırlı Heydo ve Karısı”(Heydoyê Goçeryan û Jina wî) hatibû nivîsîn. Lê di kasetê da dengê tu
jinan tune bû û tenê du kilamên li jêr in hebûn.

Kurmanco Lawo
Lo lo k’em be te va hevalê hevin
Ez qurbano, mal be ber yaylan dekevin, oy oy le min
Barê min giran kiro le min, êsîr kirimo le min, pêrîşan kirimo le min

Aman kevirê yaylan çinge  gir in
De ser me ra werdekirin
Ezê be qurbane xelkê sadiq
Le boxa Elifê gi demirin
Aman heval aman heval, aman heval aman heval

Lê lê yarim tu je derdê minî dîn e, çûr bîyê tu je derdê minî dîn e
Oy esmerê xwe le rev min mepesîne, oy oy le min
Lê lê yarim sewa ku min je te hezkiri
Te dîsa gundê me je min û xwe ra kirîye dijmin e, oy oy le min
Emê kuva herin le min, ez heyrano le min

Lê lê dorê nalê gişk terle  ne
Lê lê min go hevalê huro derdê te çîye teze ne, oy oy le min
Lê lê keçik sewê ku me be te va je hev hezkiri
Ê dîsa le nav malan qalê me dekene, yo oy le min, heval le min

Lê lê banî banî xezal banî
Lê lê yarim sewa ku min be te ra şorek goti, tu çima karşîye dedi be çel zimanî
Ez çi bibêm je qulî vî zemanî, je bozix ra
Çima kesî be halê me nizanî, de lawo lawo ez qurbano

Lê lê min go konê axayê min konekî gir e
Hevalo, delalo temale hewarekî venagire
Hevalo, delalo cemi cûmle alemê weri, siwarê me be hespî gir e
Ewê ku em bangî deken Xozatli Xizir  e, lawo lawo

Lê lê yarim çima le qulî vî zemanî me ne dil maye, ne xatir e
Lê lê were xwe be bejnê delal û kibar, xwe mekşîne
Rokê feleka qahpe were dîsa le derê te xwe biêwire
Ev feleka fîlîmcî ye tema ê te bixapîne ê du canike xelkê hilgire
Werin k’em be xweşî û rindîyekê be hevra le hevdû bawer bikin
Ey lawo, Kurmanco lawo, ez qurbano be ber bay xelkê mekeve
(...)

Lê lê yarim were xwe je halan meke halan
Ba şorê me negeri le nav malan
Lê lê were yarim tu eke wijdansiz bîye
Ez be dû te deketim nam çend salan , de lawo lawo
Tu çingê hatî hevalê je te ra go ku nawo, ez qurbano lawo

Lê lê je zêran zêrî gazî 
Şivano le vê dunya rezîl be eke xwe nawi razî, ez qurbano
Lê lê yarim were îna bike dilê min je te ra dîsa bûye(...)
Ez çiqas hezdekim je kesî ku berê xêra cîranî xwe dexwazî
De lawo lawo, hevalo lawo oy

Lê lê heval pezê bavê  tey le mêşin  e
Le hember malan dedoşine, aman heval aman heval
Lê lê hevalê tema k’em be te va le hendê hev rûniştin
(...)
Aman heval aman heval, aman delal

Lê lê dorê malê me je minra rê ye
Çûr bîye, tu eka xwe belî bike le ser vê ye
Be dengekî bang kir go: ez qurbano te le ser min mohra xwe daye kê ye
Te ezî kirime nav destan le nav xelkêye
Ez qurbano merhemet ke, îşev xeva minê nêye
Oy lawo lawo, sebebê  canî min  lawo
Xeyalê keçikê xelkê le dû te mawo
Dê lawo, Kurmanco lawo

Aman Heval
Mere deri derî sar e, hîvê mere deri derî sar e
Ev gundê jar î le me be qar e, oy oy
Qe xeberî te je min heye, lê lê yarim qe xeberî te je min heye
Lawik le ser tey dilkal e, aman heval oy oy

Oda bavê tê be çin e
Min serê xwe danî ketime bine
İnsanî ku ewladê xwe le der bû
Tim î poşman e mîna min e
Aman heval, aman heval

Ê dawestîye le ser xêni
Çavê reşin weke sêni
Destî xwe de destî min ke
K’te bigerînim le çîyay jêri
Aman heval, aman heval

Oy ev derdê we çi pir in
Emê ku xwe je çi ra bilin
Emê nizanin mayîn e, emê dekulin
Dê lawno hun kuva terin
Wetanî xwe û kal pîran xwe le ku tilin
Aman heval, aman heval
İsmaîl İpek:
Ji navçeya Albistanê ye. Ew bi profesyonelî jî bi muzîkê va mijûl dibe. Kasetên wî yên Kurdî û Tirkî jî derketin e.

Dîyarbaqir 
Oy le minê way way way , dilê min le yan e
Birawo min go dilê min le yan e
K’em herine kurê çîyan e, ha hayê hayê.....
Hela birawo were k’em be te va
herne oy le minê
Deşta gundan e oy le minê oy oy oy .....
Baba le minê, were were, were ......
Ey hevalê min were, lo xortê min were, camêrê min were oy oy .....

Oy lê oy lê oy..... ezê çûme dîyarê Dîyarbaqira şewitî
Ha hayê hayê ......
Hatîye îsal xezala min le serê çîyayê bilind e
Le wî çîyayê Şengalê oy le min derdo, oy le min xorto.....
Hawer hawer, hawer.... oy dilê min pola xorto pola
Ax eman, eman eman.... ez bimirim eman oy......

Oy le minê way way way way, dilê min dilekî mezin e oy....
Ey tu ortaxe dilê min tune ne ey......
Oy le min, ez tim dikime, ez kuda herim be min ra were
Were kekê min were, were birê min were oy......
Lo le minê , oy tu mere je henda mine, lo tu ortaxê dilê minê oy.....
Eman eman, eman eman eman..... oy.....
Ax dilê min eman.... ax dilê min eman.

Husêno
Lê lê lê wayê, min go way birawo lê wayê.....
Baranê dibare tav be tav e, min go esker hate
Gencê min , Husênê min tuni li nav e
Bira bişewiti mala wî kafirî, ku Husênê min şehîd kirîye
Le Deşta Kerbelê oy le min......
Husêno le min, bavo le min, ax mazlumo le min......
Were were were were , lo rabe ey birawo rabe, bavê min rabe....

Lê lê lê wayê min go mal xirabê lê wayê.....
Ax le vir dar e, le ber darê têye min hesa karê....
Heval were ‘kem be te ra dilê xwe be yêk kin
Min go bira Hezretî Elî weri çarê......
Lo Husêno, lo mazlumo lo pîro......
Eman eman eman eman, ax eman eman.......

Oy li min , ey li min , ey li min, oy li min.....
Ey were, were pîro were, qe nebe bira yek avek te de
Lo hespê te qir e, zinê xwe zer e
Riya me riya İmam Cafer e, bira deh caran be Elî xizir e
Oy oy oy oy ..... Lo Husêno lo lo birawo oy ....
Neman neman, way le min derdo, derdê min yekî giran e

Lê lê lê wayê , lê lê lê wayê......
Min go ezê huro çûme qelê
Min go bira pîrê min jê be derê oy.....
Lo nalet le te be Şingro
Te pîrê min kuştîye le Deşta Kerbelê oy......
Lo Husêno, lo lo pîro......
Ey le minê ez çirbikim be vî derdî......
Ax eman eman eman, way dilê min eman....
Ez bimirim be vî derdî......
Dê were, were were , ax Husênê min were
Oy le min mazlumo, ax le min derdo.......

Xezal
Hawer hawer, de hawer xezala minê hawer hawer hawer.......
Ey min xezala xwe wenda kir, le serê çîyayê bilind, lê hayê hayê hayê...
Ezê nizanim k’ez kuda herim, ezê çirbikime, lê hayê hay hayê.....
Hay xezala min hay le minê hayê, oy.......
Ezê degerim gund be gund, dê hayê, xezala min dê hayê hayê hayê......

Ey le minê oy, ezê je vî welatî çûme
Ey dora xezala min bûye çayir û çîmen, xezal hayê hayê hayê....
Ca min mêzikir ku xezala min tuni ne......
Ezê nizanim k’ez çirbikime, dê hayê hayê, xezala min hayê hayê.....
Ezê kuda herim oy le min derdo, xezala min lê hayê hayê hayê.....

Ey le minê hayê, hayê hayê hayê, lê hayê hayê hayê.....
Min go xezala min hên nahatîye, ê be birin e hayê, dê hayê hayê hayê ....
Ey le minê berxê xwe de dû degerine, hay le minê, xezalê hayê hayê hayê.....
Min derdê xezala xwe mêzikir, hay lê, hayê hayê hayê.....
Xezala min be birin bîye le serê çîyayê bilind e, de hayê, xezala min hayê, dê bûkê hayê....

Hay le minê hayê hayê , dê hayê hayê....
Ey xezala min le serê çîyayê bilind  hiştin oy le minê......
Ax ne heval e, neyê tiştin, dê hayê hayê, xezala min hayê oy....
Bira çûr bibine çavê wî awcî hayê, dê hayê hayê hayê .......
Ca ku lêxistin xezala min kuştin, dê hayê, hay le min, xezal le min
Bûkê le min, hevalê le min oy oy......
Ezê bimirime sewa te hayê, hayê hayê, dê malxirabê hayê, xezala minê hayê......

Canê
Çavê te hine reş in
Çavê te hine reş in
Lê lêvên te hine xweş in
Carê virda mêzike
Hine rindike baş in
Carê virda mêzike
Hine rindike baş in
Lê lê lê lê lê canê
Lê lê lê lê  qurbanê
Lê lê lê lê lê canê
Way way way  heyranê

Çavê te çavê maran
Biskê te qulbê karan
Çavê te çavê maran
Biskê te qulbê karan
Dawetan deng hindike
Ezê lêxim be daran
Bavê te tu neday min
Ezê lêxim be daran
Lê lê lê lê lê canê
Were were qurbanê
Eylê eylê, lê canê
Ez heyranê canê te

Were rindikê were
Dilê xwe nedî çare
Were rindikê were
Le dil min nedî çare
Eger ku tu neday min
Şan le lê weri qansêr e
Eger ku tu neday min
Şan lê were qansêr e
Lê lê lê lê lê cana min
Way way way way mala min
Ax lê, ax lê qurbanê lê
Lê lê lê lê  cana min

Way lê way lê, lê rindê
Rinda min başa gundê
Way lê way lê, way rindê
Rindê min başa gundê
Tu destê xwe bide min
K’em bikişin govendê
Tu destê xwe bide min
K’em bikişin govendê
Way lê way lê, lê canê
Lê lê lê lê qurbanê lê
Were were mala min
Ax lê, ax lê canê min

Îwikî Çur:
Ew ji Bazarcix, ji gundê Bozlar e. Li heremê wekî kilambêj tê nasîn. Kaseta wî jî gellek kevn bû û kilamek jî bi temamî me nikarî binivîsin.

  (1)
Lê lê ezî le kesî nakin tu qahran
Ezî sewê wê degerim dîsa le kevir û daran, oy yar oy, oy yar oy, yar oy
Kor bîyê ku te vê royê şorê min nayne şunê
Tê şan bimîni le şunê waran, le ber dîwaran
Oy, yar oy, oy yar oy, tu zalimî yar oy, tu xayinî yar oy
(...)
  (2)
Ez goçê vê dîsa de rê kim oy oy oy...
Keçê, ezê goçê vê de rê kim, aman aman
K’ez şanê aqilekî de serî vê kim lêy lêy lêy
Go ez qurbano carkê were
Ezê te le malê me de xewê kim oy oy, aman aman

Kor bîyê te silavekê je min ra şandî ye, oy oy...
Te rinda xwe de arî xwe da şewitandî ye, aman aman
Ez qurbano vê be min meke
Te dîsa xewê le min temirandî ye oy oy oy, ez çir bikim oy
(...)
  (3)
Ey yar sebra dilê min yar, yar yar yar...
Ezî nakim sala vê salê, ji karê vê dinyê je hewesa vê fêrigê delal ra eza çima tu karan nakim lê lêy lêy
Ezê, serî sibê berî birangê, de ber derîyê malê bavikî te ra herim-werim
Be şiqe şiqa tizbîya kehrebarînê, de amacê şîrînê xelkê ra ezê xwe le ba kim lêy lêy lêy
Ku tu be vê jî razî nebû, ezê dakevme Entaba şewitî, oy ...
Je hewesa xwe û vê ra, ezê darekî darê tembûrê Bursê peyda kim lêy lêy lêy
Ezê serî sibê, berî birbangê, le fîte fîtê şivanan, le qîye qîyê xorizan, le kule kula dewkulan, le hole hola (...) , le şîre şîra bilbilan, le qupe qupa kewan
Ezê be darî tembûrê, be çar kilaman, herim xelkekî xwe’yî kîbar û dîlber ezê je xewê rakim lêy lêy lêy...
Tu destê xwe de destê min ke oy, ezê te le yaylan, le ser kanîyan, le ber dilavan, le bin darê merxan, le devî neqewan, le sîya korkoran, le devî nalan oy oy ...
Ezê, vê de qufikekê kim, be pîyê xwe’y çepê va kim, le serî sibê le xwe ra mîna keweke marî têrekî têran av kim lêy lêy lêy...
Be dengekî bang kir go were, ezo de ser te ra le tuya mezi nakim
Ez qurbano eza yalê te bernadim, ezê peşîyê derd û kulê xwe û te bela kim oy oy oy...
De were carkê hevalê xwe bibîne, ezê degîrim, ezê derdê te be destê xwe derman kim lêy lêy lêy, yêdîbelayê lêy lêy lêy, qapiemelê lêy lêy lêy, sînebayêkurê lêy lêy lêy oy oy
De were malê bavê xwe şewitîyê lêy lêy lêy, mehkum kirimê lêy lêy lêy oy oy...
(...)
  (4)
Le ser şorekê ezî le vê be qahrim oy oy, yarem
Kor bîyê weleh îna bike, lal bîyê weleh îna bike oy oy
Ezî be dû te î wergîme, întîzar im oy oy
Keçê were ba tu a min bî, bûkê were nasa min be oy oy
Ba gundî we tim î berzî bi oy oy...
Ê bûye kozê ortê polê
Keçê ezî ke têlekê bikişînim dîsa le yalî İstembolê,oy oy yarem
Çûm ke carkê vê bibînim, çûm ke carkê vê bibînim oy
Ê delîzi le serî dolê
Were were ba tu a min bi, were gelîn ba tu a min bi oy oy
Va gundî rezîl î tim le şunê oy oy

Kîrvê go çi, tu werg bike, kîrvê kîrvê tu werg bike
Carkê were bejnê xwe’yê delal le ser min va tut ke oy oy
Navkê min je te çir kirîye
Be destî min bigir min de ci ke oy oy

Ev destê vê çirgê germ in, ev destê te çiqend ê germ in
Tema te şîrê şekir anîye ber min, lê lê yarem oy oy
Min go carkê min de ci ke, lêy lêy şîrin min de ci ke oy oy
Destê xwe bavêje ber min oy oy..

Hêndî bese were vira, hêndî bese were vira
Tu bê xwangê ez bêm bira oy oy

Te le kîjan mektebê xwendî ye, te le kîjan mektebê xwendî ye
Te lawikî le dû xwe degerandî ye lêy  lêy yarê
Rindîyê te serî te bixwe oy
Te xewê le min tewirandî ye  oy, lêy lêy mere, kor bîyê mere(...)

  (5)
De werin qalê min û vê mekin
Herin-werin dîsa pêşîyê derd û kulê min û vê vekin oy
Lêy lêy were k’em hêndî xwe be yek kin oy oy...
K’em va îstemezan be qurbana xwe kin oy oy...
Aman lawik ez yaxê te bernadim oy oy...

Ezê malê vê je xwe ra be durax kim
Ezê dilî rindan je xwe ra be baxçe be bax kim oy oy...
Ez qurbano de carkê were malê me bibe nivan le min oy ...
Ku tu nat oy, ezê vê je xwe ra be merax kim oy oy...
Aman lawik ez çir bikim oy oy(...)

  (6)
De lê lê min go kîbarê ezî ke dîsa werim, xelkê xwe’y delal je xewa şîrin rakim
Oy k’ezê pêşîyê derdê vê bûkê xelkê, k’ezê tema le wîlayetên Turkîye, k’ezê mînê destanekî bela kim lêy lêy ...
Te be dengekî bang kir go, lo lo hevalo tema le berê da eza le yalî te me, eza le yalî te me oy...
Ez qurbano qayitsiz  be, eza le ser te ra le tuyan mezi nakim
Oy lê lê min carkê were, derdê xwe je min ra bibê, je te ra ezî doxtur im, ezî hekîm im
Ezê derdê te fêrîgê xelkê, be destî xwe derman kim oy oy , oy aman oy aman oy(...)

  (7)
Oy lo lo qeda le mino dê carkê were malan, ma nivanî
Tema ez qurbano hevalê je te ra doşek danî oy...
Lê lê yarim namku min je te çi kirîye oy...
De were eger ku dilî me’y sadiqe, îna mebe be qûlî vî zemanî oy...

Lo lo were lawik ez nê bilmez im
İsal salê le çendane, ezê le dû te debezim oy...
Qê eza de canî te de ne qahr im, ne qerez im
Lo lo ez qurbano de carkê were, ez heyrano
Sewday le canî te ez im, ez im ez im, ez im barê min giran giran ez im
(...)
   (8)
Lê lê de rabe, de rabe de rabe narîna min de rabe, je xewê rabe
Herê carkê were xwe be keleka min de, ar be bedenê ketê ku dalxa dilê min jî şa be
Be dengekî bang kir go lawik o, je berê da eza le yanî te me
Ez qurbano, dilê minî le te be rokê têr nabe
Lê lê de yar yar, lê lê de yar yar ...
(...)
  (9)
Lo lo go lawiko, ezê le ber te degerim, ezê te nabînim
Oy delalo min carkê ekî dostan nedî, k’ez carkê silavekê je te ra bişînim, le min le min oy...
Keç keçê, eger ku tu be dekenî ar be bedenê katê
Ku min je kir ezê heyfê xwe le te helînim oy mere, oy mere sebirsizê mere, derd giranê mere
Herê go lawiko, rêkê dostan rêkeke dûz e
Ez qurbano were tema îşev dîsa mala minê îsiz e le min le min
Lo lo ezê je berê da le yanî te me, tu şorê xirab qe nebîze
Huro le çerp û çeryan e, lê sewê te ezê degîrim
Oy dê carkê were hevalo, be min ra têr bilîze
Oy dê were ez qurbano dê were, tema eza le yanî te me oy...
(...)
  (10)

Aman Aman
Va çi ye ku tu be min dekeye
Were rûnî le malê me, aman aman
Weleh bûkê îna bike, lêy lêy
Evê k’ez dekişînim gişk sewa te ye, lêy lêy yarim

Go ez mirim lawik mirim
Ez le rev te, ezê be xatir im oy oy
Kî debê çi bira bibê, aman aman
Le rev te ezê be xatir im oy

Çima em dilî xwe le hev têşînin, lêy lêy yarim
K’em silavan je hev ra bişînin oy oy
Be ber bay kesî mekeve, yarim yarim
K’em be te va hev neterkînin oy oy, lêy lêy were ez çir bikim

Dorê malê we giştik kevirin lêy lêy
Oy keçê em be te va, le rev hev pirê be xatir in, aman aman
Çi debê çi bira bibê, lêy lêy yarim
K’em le xatirî hev newirin, aman aman, keçê weleh ba tu a min bi

Keçê ev memleketê we çitolî memleket e, aman aman
Ez çûm, ku ê nixweş e qe nê rehet e, oy oy
Qê berê ezî te dezanim, aman aman
Ê le dû min wergî be hesiret e oy oy

Lê lê yarim, keçê yarim, aman aman
Le dor rindan î be întizar im, oy oy
Ser şorekê le vê qahrim, lêy lêy yarim
(...)
Oy Yar Oy
Dego lawiko hên ezê ber miraz im
Ez qurbano ezê le te timê be hêrse be naz im
Oy yar oy oy yar oy
Ez heyrano dê carkê were min bibîne
Hela k’eza îstega xwe le te bixwazim
Oy yar oy, oy yar oy
Tu zalim î yar oy, tu xayîn î yar oy

Lêy lêy eza le kesî nakim tu qahran
Ezî sewê vê degerim le kevir û daran
Oy yar oy, oy yar oy
Kor bîyê ku te vê royê şarê min nayne şûnê
Tê şanê bimîni le şûnê waran, le ber dîwaran
Oy yar oy, oy yar oy
Tu zalim î yar oy, tu xayîn î yar oy(...)

  (11)
Keçê ezê goçê vê de rê kim, aman aman
K’ez janê aqilekî de serî vê kim, lêy lêy
Go ez qurbano carkê were,
Ezê te le malê me de xewê kim oy oy

Kor bîyê te silavek je min ra şandîye oy oy
Te rindîya xwe de arî xwe da şewitandîye, aman aman
Ez qurbano vê be min meke
Te dîsa xevê le min tewirandîye, oy oy...
(...)


Karayilan Hasan:
Ji Bazarcixê, ji gundê Milan (Milyanlı) e. Em li ser wî tu agahdarîyên din nizanin.

  (1)
Lê lê ku talyake me hebûya, hebûya
Malê me le qarşîyê malê we bûya
Lê lê ba xelk heta îş û karê xwe biçûya
Ax bira tim çavî min sewê Xwedê le bejnê te bûya

Lê kîrvê k’ez rokê mirim têr rakeve
Ku tu be rûyê tirbê min da hat û çû, bê lawiko songîya  dînê topal ev e
Lê lê rezîl qe le te eyan nabi, oy oy
Ku le serî min Xwedê ro bir debi şev e

Keç keçê min lêxist le perde û têl e
Le yanî te va xirab mêzi nakim be tu sêl e
Lê lê were destî xwe de destî min ke, k’em serî xwe hilgirin herin
Ku çê pirskir bira bibên: herdû ê xirab bûn me dane ger je vê hêl e

Keç keçê derê k’ez te be bîrê xwe tînim
Çima xwe je bîr dekem le wê demînim
Lê lê min zanîba min tu nada tu kesî, oy oy
Min haj jê çi bû k’ezî le songîyê de dû te hay hesretan bikşînim

Lê lê je yaylan da bakî sar tê
Dê rabin oy, xelkî yad tê
Lê lê ku memleket be bîrê min dekevi, oy oy
Çima gurbetîyê şewitî le min zor tê

Lê lê je min ra wîne avekê
K’em qonişmîş bin gavekê, oy oy
Keç keçê ku tu le minê pir giran e
Çima ezî sewê Xwedê hesret mame le silavekê

Lê lê te canê min î teva kirîye
Hela were doxrî bibê, min sewê Xwedê je te çir kirîye, oy oy
Keç keçê be malî dunyê va xwe nekişîne
Hela k’em carkê herin le nav mezelan çex bin, ma heta hûro kîjan qûlî Xwedê malê dunyê rezîl be xwe birîye, oy oy

Keç keçê malan barkir çûne waran
Lê lê ku hêşin kir kevir daran
Lê lê kîrvê were k’em je vê gelyê herin, oy oy
Ku canê me xwar mişk û maran

Yar pir mere Kîvir gir e
Ku silavek şand tu hilgire
Lê lê be qûlî nayînî îna nedebû ye, oy oy
Ne dil dezani, ne xêtir e

Lê k’em je hev rûbeyar bin
Yar k’em be ser hev da xar bin
Lê lê were k’em tu hayê de dilê xwe’y rezîl da nelin
Emê royekê be malê axê sar bin
Heta ku ro le min wer bû
Ku çavê min î le bejnê kibar bû
Lê lê min ev sevda je bîrkiri bû, oy oy
Dîsa kul û burinê min der bûn

Keç keçê ezî debên tu nê ker e
Va çi bela va çi şer e
Lê lê zata sewa te serê min î de belê da, oy oy
Qe nebi je xewn û xeyalê min here

Keç keçê ez hatim min rêya malê we nedî
Dijmin ek bû, bûyîne sedî
Çavê dakê te birijin
Ku mêrkê kotî le singa te kire xwedî

Keç keçê berê malê we yî kuda
İ xayî naki je min va, oy oy
Lê lê çûr bîyê min ev sevda je bîr kiribû
Te be silavekê dîsa be bîra min anî bişunva

K’em je hevra lê du yarîn
K’em le boqê hev denalîn
Lê lê jirkî k’em je hev be dûr ketin
Tubê burinne dijminan kelîn

Lê lê mala we yê le vî banî
Min tevda mêrge û kanî, oy oy
Ezê be qurbane rok û wê înîyê bim
Ku min le malê we qehwak vexar be nivanî

Lê lê le hêlê gundî me çîyakî mergî mezin
Lê deçêri karik bizin
Min rideke xwe wenda kir
Usti be gerden pî be bazin


Kanî Kanî
Keçê kanî çûr bîyê kanî
Malan bar kir le ser danî
Te kulek le dilî min peyda kir
Tuyê ke le songîyê biki çi dermanî

Keçê mala wê le devî nalê
Be qurban e te hevalê
Ezê be qurban e xelkî rind bim
Ku îşaret be min de be desmalê

Keç keçê ku mala bavê tê le dawya di bûya
K’ez hatim ku tê le su bûya
Çûr bîyê ku min tu hilgirta
Zalim çîye be dostê min bûya

Keçê çem e çûr bîyê çem e
Berda terim bang dekem e
Weleh te je yar bîr nakim
Heta k’ez le dunyê heme

Keçê hewû çûr bîyê hewû
Dîsa dalxa yar min rabû
Lê lê rezîl je hemberê te va
Weleh canê min teva bû

Lê lê veger tu teri kuda
Min î le boxa te ri da
Ba ew roya qe nê je wê royê bîya
Ku min je te hezkir je rokê kuda

Lê le serî bulîndan, le serî tûlan
Xweş tê heshê kewan ê bilbilan
Çima vêsta be bîra min hat
Lê lê kîrvê gundê Milan

Tu çi dekî hezkirina te carek bû
Lo ev bela be çî minê gerek bû
Sewê ku min tu xirabi be te nekiri
Na tu le hendê xwe debê qê eva ne mêrek bû

Meremet ke virda were
Ezî mirim le hember e
Lê lê çûr bîyê hên î le ser soza xwe me
Rezîl je te çi xeber e

 (2)
Gundî hana gundê me ye
Qe ku tuni sed xane ye
Yar were k’em sarilmîş  bin
Kal bûn û pîr bûnê heye

Daweste le devî kunê
Ku ba le por xi wîni binê
Xar be k’ez çavê te paç kim
Solixa  min werîye şunê
Oy de here tu bûka xelkê
Tu çû ez hîştim be tenkê

Rinda min çû be nala Teng da
Seri şuştîye biskan reng da
Xelkê gişkan je hev hezkir
A me herdûyan çi zû deng da

Ezî hatim deri vede
Dest le min bûne cemed e
Veqend le ber te degerim
Tu nê je dînê Mihemed e
Le deşta me germek kelî
Berfa serî bulindan  dehelî
(...)
(3)
Ev çi îş bû ev çi îş bû
Ku berfa çîyan tîş be tîş bû
Lê lê sewa ku me herdûyan je hezkiri
De gunê me ra mîrê tirban xortlemîş  bû

Lê vî feqîra’y le ku bû
İ le dosta xwe’y le su bû
Sewa te nebû sewa çê bû
Porê serî min gi ispî  bû

Oy De Yar Yar
Oy meke, ez qurbanê meke, lê ez rezîl kirimê meke, ez surgîn kirimê meke, heqsiz  kirimê meke
Heqsizê meke, sutsizê meke, qelbsizê  meke, wîjdansizê meke
Keç kêçê ezî le boxê te be çîyan û banîyan, kevir û daran û mêrgan degerim meke
Lê lê çûr bîyê, ku çav rijîyayê, meremet û wîjdanê Xwedê le te tuni, ku tu bêku lawikekî xelkê be şev û ro, tî û birçî le çîyayê hêlê gundê Milan, Bûgan û Dêlhîz  degeri, le min yar...
Keç keçê be şevê, be nîvî şevê şirpe şirpê baranê, fîre fîrê bê, destê min le ser min bûne cemed, tilyê min le kevir û daran dekeve
Ezî hatim mêratê derî gomê le min veke
Oy lê lê berê xwe bibizdîne destê mine mînê cemedê de sing û berê xwe ke
Min sewê Xwedê le singê xwe da de xevê ke
Ku şefaqê avêt min je xevê sibê rake
Ku xasîyê te heqsiz go: ew çî ye, bê qey î avekê dexwazi, şivanek e, le min yar...
Oy de yar yar, de yar yar, lê lê rezîl kirimê de yar yar, de yar yar, heqsiz kirimê de yar yar

Oy lê ez qurbanê le hêlê me çîyakî wergî gir e
K’ezî be serî vî çîyayê ketim, be dengekî min bangî te fêrîga xwe dekir e
Lê lê çavan çûr bîyê, guçikan  kerr bîyê, zimên lal bîyê, pîyan çolax bîyê, jûnîyan fêlç bîyê, goştê te tuni xwîna sur e
Ku tu silave Xwedê nade min radebire
Gerîbe dunyê ku av be rêya Şamê gê, tu je tî bimire
Ku hat roka mirinê serkunkê qalibê sabûnê, gurmika herîyê, tasek avê, axa van kendalan
Meyrê felega qaxpe, le hespê xwe nî were le qarşîyê me dawire
Wê hingê evê gişkê je hev rabire
Ê heqê te teslîmî te ki, ê heqê xwe me je me helgire, le min yar yar
Oy de yar yar de yar yar, lê lê rezîl kirimê de yar yar, heqsiz kirimê de yar yar, de yar yar, mehkum kirimê de yar yar.

Kerro û Memoş:
Li ser kasetê “Kerro île Mamoş” hatibû nivîsîn. Di kasetê da tenê dengek hebû, lê em nizanin ka kî ev kilama jêrî distêre.


Oy Werin Aman Werin
Oy zivistan e keçê bahar e, zivistan e keçê bahar e
Xwedêy be ser min da î tê xare oy oy
Mêrkî turîst  ku le ku heye, mêrkî turîst ku le ku heye
İ mînê pezî ku kes hilnagiri î jar e oy
Oy werin malno werin, nam ku le çi emê jar in

Emê mînê dolkê  hûr in, mînê hêsîran dor be sûr in
Wele emê nê nêzik in, aman emê nê nêzîk in
Emê je hev pir ê dûr in ax
Oy werin aman werin, nav gurbetê em usti xar in

Rêyên turîstan giştik şev in, oy rêyê turîstan giştik şev in
Kes nizanin ku le ku radekevin, wax
Mînê însanî vay wehşî, mînê însanî vay wehşî
Gi je qanûnê derevin, wax
Aman werin min bikujin, aman werin min bikujin
Emê mînê surgînê gêj in, wax

Ku îşsizan  kincê rind le xwe kin, ku je pî xwe ra bazingan çêki oy
Ku sê man biçalişi  hezar merqî  bidi
Şan yekî çavaçix  jê ra paseportê çêki
Aman werin yanilmîş  mebin, oy werin aldanmîş  mebin
Şan giştik je hev û be hev ra bin oy
(...)


Mistî Çur:
Ew bi xwe ji navçeya Semsurê, a bi navê Golbaşiyê ye. Navê gundê wî jî Qewan e. Lê wî her kes Meraşî dinase, ji ber ku ew tim di nav Kurdên Meraşî da, di nav Kurdên Meraşî da jîyaye. Salê wî niha nêzîkî pênce ye. Dengbêjê herî popîler e di nav Kurdên Meraşî da. Kilamên ku dibêje jî kilamên ji alîyê Meraşê ne.

Lê Anê
Herê, keçikê go lê anê lê anê, lê anê lê anê zalimê anê
Lê lê go serî min be qurbanê, lê lê anê tema min go ez cîranê
Lê lê tema dayê ez heyranê, kurmê mînê henaran tê kelyanê
Oy oy oy, ey oy... lê anê lê anê lê anê, zalimê anê oy...

Lê lê go anê tema min go, werne minê vê mekirê
Tema min go anê, ku hine mînê mine qeder reş hene
Ba werin k’em duzilmîş  bin le sirê
Erê oy, tu nikanî keçikê xwe be min dî, k’em destê xwe de destê hev kin
K’emê devê xwe badine bajarê Dîyarbekirê oy oy oy...
Ey oy, lê anê lê anê, lê anê lê anê zalimê anê

Heta wê hingê hatim, ku daka keçikê le pêşîyê min dawestîye min pêra got dêze
Çavê xwe rijyanê dêze, lê lê min go mere pêşîyê te firêze
Tema min go carkê çerx be yanî min sêwî Xwedê mêze
Heta wê hingê tema çexbû  le yanê min mêzi kir, min mêzi kir ku çiqastir eke be bêze
Paşê ez tirsîm min go, keçikê xwe nadi min ezî be dekime mesqere ye
Maşelah dêzê min gurçîyek ser bez e oy oy oy, ey oy ...

Heta wê hingê ez hatim, ku dîsan ê le pêşîyê min dawestîye
Lê lê min pêra go pîrê, lê zalimê pîrê
Herê go, Misto kudera mine pîr e, carke dîn mebê pîrê
Be min ra bê xam tuştîrê, bê surexurme wek hevîrê
Oy oy oy, oy derdo oy derdo oy derdo, zalimo derdo oy ...

Were Lê Lê
Lê lê were lê lê, were lê lê were lê lê, were lê lê were lê zalim lê lê oy
Lê lê were k’em duzilmîş bin le rêzê, tu be min de qetî sozê
Lê lê tema min go k’ezê te beme İçmê , wele ezê te bigerînim le Qirxgozê  oy oy
Were lê lê were lê lê were lê lê, îçmecîya min bira ez bimirim oy oy

Lê lê min go dê rabe were lê lê, were lê lê were lê lê were lê lê, lê çîlê bira ez bimirim
Ezî le ber derî me, ê ranabi ê be ser min da bû kevirê bîçmê
Ê le mine le suye ê dibê Misto te ez carkê nebirime İçmê oy, oy wax le min  çav reşa min oy...
Lê lê min go tu derdê xwe bikişîne vê zivistanê îçmecîya min, vê zivistanê
Tu rabe destê xwe de destê min ke, ezê havînê te carkê beme İçmê Albistanê oy oy
Were lê lê were lê lê, were lê lê tema îçmecîya min bira ez bimirim oy oy...

Lê lê bira dilî meriyan be hev ra dil bi, îçmecîya min bira dilî meriyan be hev ra dil bi, ba tûrê parsê le serî mil bi.
Ba ewî tijî kirix û nanê gilgil  bi, ba binî tûr de heft deran da qul bi
Mepisxanê Meletyê bira şûna min bi, serî royê hevalê bira pênc mîlan je min ra curm bi
Were lê lê were lê lê, were lê lê îçmecîya min bira ez bimirim oy oy ...

Lê lê min dem dî min dewran dî, îçmecîya min dem dî min dewran dî
Min rindekî be argan dî, çeqelekî  çîyan dî (...)

Lê Zalima Min
Lê lê malê xwe şewitîyê, min go esmera min, ey dîlbera min rabe
Ezê xwe de qapî malê bavî te da serjêkim
Tema min go ezê bavî te îdam kim, serî bavî te jêkim, way le min
Ezê te beme duyînsalonê , lêvê te boyax kim, tirnaxê  te oje kim
Oy oy oy zalimê oy oy oy, ax esmera min oy oy oy...

Lê lê me be te va hûrik hûrik deda nazan
Esmera min me be te va hûrik hûrik deda nazan
Sewa fîstanekî te ez çûme bajarê İstembolê, ketime heyştêûpênc mexezan
Dê hevalno hînê le min îna nakîye, Xwedê tu kesî nekî destî bilmezan
Ez bimirim oy oy, way zalimê le min oy oy...

Lê lê dilê minê bûye va temûra lê saz e
Oy rabe k’em be rêkevin, maşelah aydinlix  e, çîk eyaz e oy oy
Ezê te be me nav pasajê İstembolê te bigerînim mexeze be mexeze
Ku kîjan tiştî bîrîncîye , qede le minê tu je min bixwaze, ez bimirim oy yo...
Oy oy, way le min Fêrîda min oy oy...

Lê lê malê xwe şewitîyê min go rabe, tu ne qiçikekî tuyê mezin e
Oy hevalno, sevgîlyê min a ku eşqê min firîye ser e, ê dest be bazin e
Lê lê şevê çûyî min xewneke xwe dî, zalimê min be xewn dî
Ku ê te je min ra dexwazin e, bira ez bimirim oy oy...
Oy oy oy, oy way le min zalim oy oy...

Lê lê malê xwe şewitîyê tema rabe
Esmera min rabe, min go dîlbera min rabe, lê rabe lê rabe, zalimê rabe
Lê lê min go zame le te le devî halê, qede le minê bêxe qunderê, de pêke solê
Sewa xatirê te zalimê, ezê royekê werime İstembolê oy oy..
Oy oy oy, oy le min zalima min oy oy...

Zilxe
Lê lê va çend sal in me hevdû nedîye, were k’em carkê qonişmîş bin  lê lê oy
Carkê were ser têlefonê k’em qonişmîş bin lêy lêy lê off...
Lê lê were ez hesiretê te me k’em tanişmîş bin  lêy lêy, lê zalimê lê lê oy oy..
Lê lê tême, tême tême tême, lê lêy Zilxe ezî heta rev te tême oy oy...

Lê lê ezî heta rev te tême lê lê, lê oy ...
Herê malê xwe şewitîyê, ez qe rokê be şevê heta xewnê te nême lêy lêy oy
Lê lê ê tema têye bi hêrsekîye lê lêy oy, ezî dekime qahre, ezî ke heta rev te nême oy oy
Lê lê ez çûr im, ezî tême lê lêy Zilxe, lêy lêy oy oy....

Jinikek Qafesiz
Oy min go ke carkê herim, bira ev qafesiza na le mal e, hevalno tema min go ke herim bira ev zalim na le mal e
Ez çûm ku ê  yolmê  deçinîye, ezî pêra narime sere, jinkeke je qêfe normal e oy oy oy...
Hey malê xwe şewitîyê, tema heta ku tu terî yolmê xelkê deçinî, carkê were ter û temîz odê me bimale yo
Oy  de were were, lê zalimê ez heyranê, be çalimê were oy oy...
Oy lê lê min le te nedî tu defer e, qeda le minê min le te nedî tu defer e
Were destê xwe de destê min ke, k’em herine İswiçrê  dereke be qezence, be pere oy oy...
Qeramî bavikî tey giran e, tu qeramî bavikî xwe nakişînî, weleh bavikî te mêrkekî recber e
Ez bimirim oy, oy le min zalimê ez heyranê, be çalimê oy oy...

Malê xwe şewitîyê, ku aqilî te hebi tu sewê îşê xelkê şaş nabi
Tema min go, tu her ro her ro be firêzcîyê  xelkê ra kaş nabi oy oy...
(...)

Qedir Talî
Qedir talî, qedir talî
Le pêşîya min bûye qere çalî
Ezê je dest vê qedirê kûva herim
Newû, nefiltîm je vî halî oy
Ezê je dest qedirê kûva herim
Ez nefiltîm je vî halî oy...

Xwedê be min da şaşkirin rêka malê
Derdê min ê pir debine sal je salê
Xwedê be min da şaşkirin rêka malê
Derdê min ê pir debine sal je salê
Aman hevalno hişin je min loman mekin
Ezî yarelime be qamê, be qalê oy...
Aman hişin je min loman mekin
Ezî yareli me be qamê, be qalê

Ê têye berfeka hûr e, arelixê  bîna sûr e
Ê têye berfeka hûr e, arelixê bîna sûr e
Aman hişin je min loman mekin
Ev lawika ekî be qusur e oy
Je min qeder reşî loman mekin
Ev lawika ekî be qusur e oy...

Darî Tembûrê
Hey lê yar, ezî salan le vê salê, çima je karê vê dinyê tu karan nakim lê, lêy lêy...
Ezê sibeda berî birbangê, de ber derî bavikî te ra herim werim
Ba şirqe şirqa tizbîyek kehraber bi, ezê debakim, de yar yar, esmera min de yar yar, de yar...
Eger, ku tu be wê jî razî nebû, ezê dakevme bajarê Entabê şewitî
Ezê darekî xwe’y temûrê, je darê Bursê  je xwe ra peyda kim oy oy...
Ezê sibeda berî birbangê,  de ber derî bavikî te ra herim werim

Le fîte fîtê şivanan, le kule kulê dev kulan, le qîye qîyê xorizan
Ezê xelkekî xwe’y şîrînî dîlber je xeva sibê be darî tembûrê je xevê rakim lê  lêy lêy oy...
De rabe, qeda le minê tu nikanî rabi destî xwe de destî min ki...
Ezê te yayle be yayle, kanî be kanî, le devî nalan le serî neqeban
Le sîya kurkor û le şevan, nîvê şevê le qonaxan te bigerînim oy oy...
Qawûtsiz  be, lawiko qawûtsiz be, qeda le min(...)

Lo Lo Lawo
Lo lo lo, lo lawo lawo lawo, lo lawo lo lawo, delalo  lo lawo
Herê min go çelengo segmano, Xwedê je min ra dawo
Lo lo delalo min go bi şevê keleş, bi ro î axawo
Tema min go çavê min le bejna te kîbar mawo oy oy...

Herê go delalo, te kingê be min, go herê min be te ra go nawo
Hey lo lo delalo tema min go te bîrden je jar da cewaba dosta xwe dawo,
Lo lo lo lawo, lawo lawo lawo, delalo lawo
Lo lo lo lawo, lawo lawo lawo, çelengo lawo oy oy...

Herê min go anê bira delal bata malan, ma nivanî
Tema ku min jê ra serjêkir berxê ber kozê, dolê wê mîkê wî beranî
Ku teres bavê gotî anê dolê wê mîkê, wî beranî
Eza bêm lo bavo lo bavo lo bavo, kevirê dizan le çengê keto, çenge rût bû lo zalim bavo

Kûçikê te kûçikekî ney heydar bû
Şivanê te şivanekî xevbar bû
Xwedanê bîstûpênc e ser sêlê û kodikê têleme bû
Tonê sibê çû konê çîyayê Qerajdaxê, dor êvarê je min ra nanî oy oy ...

Lo lo delalo were malan malê me bo nan e
Lo delalo, min go çirê mê vêxistin e, arê mê dadan e
Lo lo delalo, meke be tarê jinebîyan e
Sor memikê bûne sor e sipî, je canî meriyan ra merez û tan e oy oy...

Lo delalo têkeme torî keçikê dehûpênc salî
Sor memikê bûne sor e sipî je canî merîyan ra, mînê va sêvê Meletî îlaç û derman e oy oy...
Lo lo lawo, lawo lawo lawo lawo, delalo lawo
Lo lo lawo, lawo lawo lawo lawo, çelengo lawo oy oy...

Anê bira delal bata le pêşîya mala me dawestîya
Bira tasek avî sar le min, de lo Xwedê tim bixwasta
Bira min tasek avî sar be destda
Tema min go bira delêl çavî xwe be min ra qirkira, bira min pê ra lêvê xwe bigezda oy oy...

Hingê qaplanê  qaplanbegê mêrê felegê, Ezraîlê ku le heqê be tenê
Bira bata le mêrata dinê, heqê xwe le min de lo Xwedê tim bixwasta oy oy...
Lo lo lawo, lawo lawo lawo lawo, çelengo lawo oy oy...

Anê konî delêl konekî reşî Erebî ye
Tema min go de paş da dukan e, dayê de ber da çarşî ye
Tema min go konî delêl mêrat bimîni
De mêran da î şên e, de jinan da î bêbermalî ye oy oy...

Lê lê anê huro dîsan delêl î hêr e hêr e
Tema min go berdaye pêşî alonî kerî î nêr e
Oy dayê weleh nizanim, ku delêl şer e, nizanim ku xêr e, nizanime ku xêr e oy oy ...

Hemşîre
Min be xevn dî, ku ezî be te ra bûme heval û cîran e oy...
Meraxê min meraxa hemşîrane
Hemşîrê min eke mînê tankêrane oy, oy derdo oy...
Hemşîre qurban hemşîre, hemşîre heyran hemşîre
Hemşîre, hemşîre qurban hemşîre
K’ez paçî te kim je te ra wînim şîşak bîre

(...) le devî holê
Tu je min ra bûye porteqeleka Dortyolê
Sewa hemşîrakê ezî ke herime İstembolê
Hemşîre, hemşîre heyran hemşîre
K’ez paçî te kim je te ra wînim şîşak bîre
Hemşîre qurban, hemşîre

Ku hine mînê min be derd hene, ba derd û kulê min bila kin oy oy
Ku hun be şorên min dekine, doxtur û giştan je pîyasê rakin oy
Qastila bên emê nixweş in, nixweşîyê be mane kin oy
Herin le şunê doxtoran bira hemşîre we meyane kin oy oy

Ba dehûpênc muxtar werin arakê
Bira le serî min bibînin çarekê
Ku hun şedekine  wînin başhemşîrakê
Hemşîre baş hemşîre, hemşîre qurban hemşîre

Fatoş
Te wê royê neynika xwe da min, te go Misto ba neynikê te je min ra heyda bi
Ê Fatoş min tavilê zanî ronakya je ber min wenda bi oy...
Kor bîyê were le kelekê min runî
Çiqas bibê bihnê mîyan le gur be feyde bi
İnşala, eger te ez hilnegirtim
Fatoş wêrem le te peyda bi oy oy
Aman yadim Fatoş Fatoş
Tu be ser min da xar bibe oy serxoş serxoş

Min wê ro paçî Fatoşê kir, go mêro ku tu nemînî le tu ocaxan
Nebû ez têr nebûm je raketina rindan û qucaxan
Mekin ba Fatoş de kelekê min ra heri weri
Oy k’ez têr mêzikim de bacaxan  oy oy
Aman şewtîm Fatoş Fatoş
Tu be ser min da xar be oy serxoş serxoş


Mistî Hecî Mamê :
Ew ji Bazarcixê, ji gundê Sofîyan (Sofularuşağı) e. Li ser wî em tu tiştê din nizanin.

Wayê Wayê
Lê lê were cîran be rîyan keve, be rîyan kevim
Oy oy be tûman bim de çîyan kevim, de çîyan kevim
Xwazikî tu nixweş bibûya, nixweş bibûya
Werkî, ku min bigota mekin k’ez de bin pîyan kevim
Wayê wayê, de bin pîyan kevim
 
Kal bûm, kal bûm, kal bûm qurban ez kal bûm
Ezê şîrin çima tal bûm, çima tal bûm
Keçê çûr bûyê je rûyê te da, je rûyê te da
Ewê çitolî bêheval bûm, bêheval bûm
Wayê wayê, bêheval bûm

Here avê k’ez werme rîya te, werme rîya te
Tu daweste k’ez rûnîm le sîya te, le sîya te
Tê xwazîkê hesiretê, hesiretê
Oy ba be ser min da bata bûka xelkê
Wayê wayê, bata bûka xelkê

Lo Lo Dilo Rezîlo
Lo lo dilo rezîlo, min go tu je dilan çitolî dil e
Lo lo heqsizo, tu je dilan çitolî dil e, çitolî dil e
Wextekê ku tu bigeri, le ser kanîyê hana ber be çîm e, ber be çipil e
Ber be çipil e, ez qurbano ber be çipil e, oy...
Lêy lêy le ber merxan, le ber kadînan
Ez qurbano tu hezdeke ku tu bigeri le Holikê Besikan, le Kortê Pîrê
Hana be gul e, be sunbul e, ez qurbanê be sunbul e
Min go: dakê cîp nêrind e, keçik çiqende rind e qurban
Gotin: te nebîstîye eke be lez û mil e, lê heqsizê lez û mil e
Lêy lêy, qarşimde salenip durme qurban
Lo dêyîpte, (...) le Kortê Sîlme, le Kortê Sîlme, lê heqsizê le Kortê Sîlme
İna bike ezî je te pir hezdekem qurban, lê lê xayînê(...)
Mîna şarê hanî eskerîye, lê heqsizê eskerîye
Çima nade mine, roka hana be rokê qurban
Lo lo ku me konê xwe vedekir tu le mêratê alet meşeryê
Le alem meşeryê, were lê lê, heqsizê lêy lêy
Lêy lêy dilî min baxçake qurban, bejnê te dareke mine hana fîdan
Qe nebe be min mekene, wextê tu dekeni, dîdanê zêrînî ê şewqê dedine findan
Dedine findan, lê zalimê dedine findan
Dilî xwe mêşîne qurban, ku ev bejnê haye kîbar le te bû
Tu nizanîye ku je hendê te kêm nabin gelen û gîdan
Lêy lêy ezî şaş debim qurban, ke kuda herim
Wextê zîyaretan, wextê hîdan, dilê dilê wextê hîdan
(...)

Lêylî Lêylî
Min degot hêndî be te ra deynakim
Oy ez te le qemî xwe hey nakim
Heydaka te le rev min tuni, aman aman

Xwe je min ra mepesine
Oy, lêy lêy singê te yê le hêsin e
Tuyê bûye gawireke serî çîyakî, aman aman
Tuyê le ser şorekê nasekine, lêylî lêylî
Heta ku tu sûretî xwe le min tirş deke, aman aman
Darekî xwe helgire, le ber bisekine lêylî lêylî

Sawa çavan le min şev e, aman aman
Oy, muşterîyê te bûne pir e
Ezî be dilî xwe xirabim, aman aman
Tê lê ez qurbanê, tu je hemberê min mere
lêylî lêylî

Here lê lê obe gezan, aman aman
Oy, xasi meger le firêzan
Wextê tu xasi geryayî
Be ningê te degirin mêratê kurm û kêzan
Lêylî lêylî

Çê bang kir tu weçend bezya , aman aman
Oy, pîyê min de bin serî te da tezya
Weçend salê je te çûne, aman aman
Je te nema ev bilmezîya
Lêylî lêylî

Te ez kirim hal je halan, aman aman
Pir negerandim le nav malan, oy oy mala minê
Oy hevalno hun mekin loman
Min wenda kirîye serê hevalan
Lêylî lêylî

Were juni be rîyan kevim, aman aman
Oy be tûman bim de çîyan kevim
Xwazikê tu nixweş bibûya
Min bigota mekin k’ez de bin pîyan kevim
Lêylî lêylî


Perwanî İsmaîl:
Ew Albistanî ye. Zêde agadarî li ser wî di destê me da tune. Li ser kaseta wî „Aşık Pervani“ hatibû nivîsîn. Ji ber ku di kasetê da navê wî Perwanî İsmaîl tê gotin, me jî ew nav nivîsî. Xêncî vê kilamê di kasetê da Tirkî jî dibêje.

Îmam Hûsêyn
Zalimî ku jinên Ehlîbêyt tazi li devan nadin
Berêva feqîyan bervî Şamê gi vegerandin
Serê İmam Hûsêyn desthev da direvandin
Wax Hûsêyn......
Ez feqîrê li welatê Qirim
Çola xerîbîyan bê dîşlix e, bê hewir im
Ez çitonî sewa İmam Hûsêynê mazlûm da nagîrim
Wax Hûsêyn, wax Hûsêyn, Şah Hûsêyn...
Deşta Kerbelayê bi tenê maye Hûsêyn.

Sakîne dibê ez dest zalim Yêzît da yarali me
Em Ehlîbêytê îro qereli ne
Alîyek mir alîyek ez nizanim li ku ne
Wax Hûsêyn, ax Hûsêyn, Şah Hûsêyn...
Wax Hûsêyn, Şah Hûsêyn....

Keşîş serê heft lawkê xwe daye, serê İmam Hûsêynê mazlûm neda ye
Zeyneb anê berê xwe berbi qiblê vegerandîye
Wax Hûsêyn .....
Bang xwedê dike, dibê nizanim  İmam Hûsêynê mazlûm li ku ye
Wax Hûsêyn, Şah Hûsêyn....
Ax Hûsêyn, wax Hûsêyn....
Deşta Kerbelayê bi tenê maye Hûsêyn......

Zalim Yêzît jinên Ehlîbêytê tazi anîne meydanê
Zeynel Abîdîn avêtine zindanê
Sakîne nexweşîyê peya dike, dibê nizanim İmam Hûsêynê mazlûm kanê
Wax Hûsêyn .....
Em yarali ne, em Ehlîbêytê îro pir yarali ne
Em îro sewa İmam Hûsêynê mazlûm pir yarali ne.

Sakîne dibê em dest zalim Yêzît da yarali ne
Em Ehlîbêytê îro bexti qereli ne
Alîyek mir, alîyek ez nizanim li ku ne
Wax Hûsêyn, Şah Hûsêyn......
Em îro Ehlîbêyt sewê te digîrin
Ax Hûsêyn, Wax Hûsêyn ....

Perwanî İsmayîl feryad diki
Sewa İmam Hûsêynê mazlûm bang Xwedê diki
Ax Hûsêyn, Şah Hûsêyn .....
Ez feqîrê li welat dûr im
Çola xerîbîyan bê dîşlix e, bê hewir im
Ez çitolî sewa İmam Hûsêynê mazlûm da

Pîr Duran Soysüren:
Li ser kasetê ev nav hebû, lê yê ku ew kaset dayî min, tu agahdarî li ser wî nizanî bû. Lê ji navê wî eyane ku ew pîr e, an jî dede ye.


Anê Anê Nizan’m Çima
Anê anê ez Doxan im, anê çûme yanî rê da
Anê anê ez Doxan im, anê çûme yanî rê da
Şerpa surê de serî da, zêrê zerî de usti da
Anê anê nizan’m çima
Ez xwarimteva kirim dêdîqodîyê  de gund da
Anê anê nizan’m çima

Deşta Zarê  deştek pan e
Yarê lê xweş kirin du-sê zava
Madem dilê te le min tune bû
Te çima le malê bavê xwe kirim şivan e
Anê anê nizan’m çima
Ez xwarim teva kirim dêdîqodîyê de gund da
Anê anê nizan’m çima

Diçim Sêvasê, şevek mam le otêlê
Yarê destana me daxilmîş  bû le Şîrînêlê
(...) ez edresa rindikê xwe jî baş nizanim
Min jêra yazmîşkir mektub û (...)


Pîr Husêynî Sadiq:
Me tu agahdarî bi dest nexistin. Ji nav eyane ku, ew jî pîrekî ji nav civata Kurdên Elewî  ye.


Heval Em Hevalê Hevin
Heval em hevalê hevin, mal be ber yaylan dekevin
Em je hev be dûr dekevin, em be bîrê hev dekevin
Aman aman, em je hev be dûr dekevin, em be bîrê hev dekevin
Oy le min le min, le min le min le min oy...

Bakî têye bayê barê, hal mezinê be sewê te çûme Zarê
Mêrkî dostê wî nê û narê k’ez silav kim wê hevalê
Oy le min  le min, le min le min oy(...)

Aman Dilo Dost e Yar e
Dost je dostan ra deyax in
Hemi baxçe hemi bax in
Aman aman
Hem sultan in hem çirax in
Aman dilo dost e yar e

Dost vêdostan nasewirin
Ya dost ya dost
Be malî dinyê nadewirin
Aman aman
Dost le rîya dostan demirin
Aman dilo dost e yar e

Dostî sax î le rev heve
Aman aman
Hemi be ro hem be şev e
Aman dilo dilo
Kar û zerar tev li heve
Aman dilo dost e yar e

Rêkê dostan rêka pan e
Aman aman
Qûl le dostî xwe dezane
Aman aman
Şêst cîhat î le mekan e
Aman dilo dost e yar e

Heval em hevalê hevin
Mal be ber yaylan dekevin
Aman aman
Em je hev be dûr dekevin
Em be bîrê hev dekevin
Aman dilo dost e yar e

Dostî sax î mîna royê
Deşta hîva qudretê
Aman aman
Mîna ava le çavîyê
Aman dilo dost e yar e
Mîna ava le çavîyê
Aman dilo dost e yar e

Rêkê dostan rêka dûz e
Oy oy oy ...
Bang kir ku dost bibîze
Aman aman
Qûl feqîr e zêdesiz e
Aman dilo dost e yar e
Delalo

Were lo... lo lo delalo virda, virva qurban virda
Aman be gêzî da mere de lawo,  malê me de paş gir da
Bimrim ez ...
Aman tu le mala rindê degerî, mala rindê de xanîyê gir da
Were malan delalo bimrim ax ...
Aman delalo qurban were malan, tu çimay dil gir e
Bimrim ez ...
Aman rokê felekê le qapîyê me daêwire
Aman delalo hingê le vê wextê le hev rabire
Bimrim were malan aman aman (...)
Şah Sultan:
Navê wî ê fermî Mehmet e. Em paşnavê wî nizanin. Wekî ku ew kesê ku kaset dayî min dibêje ew niha nêzîkî pênce salîye. Şah Sultan ji gundê Nergele ye, gundê Nergele jî girêdayî Albistanê ye. Ew di nav Kurdên Meraşî da tê nasîn. Gor agahdarîyên destê min, ew niha li Franse‘yê dijî û kasetên wî yên Kurdî ku li studyoyê hatin qeyd kirin jî hebûne.

Fadîme
Dilî min  şûna te ye , î her ro  be dalxe  ye
Dilî min şûna te ye, î her ro be dalxe ye
Te je milanda kirin, tu çima ê be sevda ye
Yar Fadîme Fadîme, can Fadîme Fadîme
Carkê were malê me

Ezê tim le çîyakî bim, le yaylan be bakî bim
Ezê tim le çîyakî bim, le nav gulan be bakî bim
Je xatirî te rindê, ezê be êşqîyakî bim
Yar Fadîme  Fadîme, can Fadîme Fadîme
Dakê te yê zalim e, ê nizani be halî me

Le Nergele  baxçe ne, le Qaşdaxê yayle ne
Le Nergele baxçe ne, le Qaşdaxê yayle ne
Keçikê ergen  le yaylan, ê time be dalxe ne
Keçikê ergen le yaylan, ê time be sevda ne
Yar Fadîme Fadîme, ez heyranê Fadîme
Carkê were gundê me

Fadîme were malê me , carkê bihn ke gulê me
Fadîme were malê me , carkê bihn ke gulê me
Le vê buharê ku weri, dîsa were yaylê me
Yar Fadîme Fadîme, yar yaylecî Fadîme
Yar bêrîcî Fadîme, ez heyranê Fadîme

Şahsultanî sêrsiz e, tu eke wîjdansiz e
Şahsultanî sêrsiz  e, tu çiqase dînsiz  e
Şorê dakê xwe meke, eke pire ersiz  e
Yar Fadîme Fadîme, can Fadîme Fadîme
Tu çiqase zalim e, carkê were gundê me
Yar Fadîme Fadîme, can Fadîme Fadîme
Carkê  were malê me, ez heyranê Fadîme

Gulîcanê
Çi kanîyeke le ber dîyêr e
Avê sar e weke çêr  e
Were were Gulîcanê
Mêrkî ku miradê xwe hilnanî
Bi dest bigrin bavêne êr e
Ax le minê Gulîcanê

Le Meraşê mişmiş debûy ne
Dendikê xwe xweş debûy ne
Were were Gulîcanê
Ku keçik lawkê rind le ku hene
Qedirê xwe reş debûy ne
Ax le minê Gulîcanê

Derîyê we de derîyê me da
Ku min girt te çima veda
Were were Gulîcanê
Sewê ku me je hev hezkiri
Ev çi arê ku de merîyê te da
Ax le minê Gulîcanê

Dilî min î be birin e
Gulîcan tu êsîr kirin e
Were were Gulîcanê
Le qûlî zemên nemîni
Ku be gencî dert min kirin e
Ax le minê Gulîcanê

Baran barî le erdê neket
Şerpa te le malê me ket
Were were Gulîcanê
Ku dakê te got ku ka şerpa te
Bê le kinc şuştinê be ber avê ket
Ax le minê Gulîcanê

Gulîcan bejnê xwe de bake
Porî xwe be serda şe ke
Were were Gulîcanê
Bese Şahsultan şewitî
Be vî sevday min din meke
Ax le minê Gulîcanê
Merhemet ke Gulîcanê

Dostê 1
Dostê çîyayê Qaşdaxê lê, ber be dar e
Dostê çîyayê Qaşdaxê lê ber be dar e
Bûkê avê yaylê me yê sar e, de were lê lê ez heyranê
Ax ê le avê hesret e
Qurban ê dilî min dekîye ker  e, de were lê lê le te nemayê
Le Qaşdaxê sosin debûy ne, dostê le Qaşdaxê sosin debûy ne
Wextê yaylan hêşin debûy ne, de were lê lê yaylecî yarê
Ê ku je giştan baqiltir
Weleh sewê dostan din debûy ne, de were lê lê tu ne dostî
Dî Nergelê baxçe û bax e, dî Nergelê baxçe û bax e
Dostê dilî min je te ra durax e, de were lê lê bejn ziravê
Ku du dilan je hev hezkir
Ez qurbanê le nezerê heq nê yasax e, de were lê lê mehkumê yarê
Le Ambarê  gul debûy ne, dostê le Ambarê gul debûy ne
Keçikê rind vê dil debûy ne, de ax le minê vê dilê yarê
Ê ku je hev hezdekirin
Weleh le hêlê me rezîl debûy ne, de were, lê lê rezîlê yarê
Seqaldutanê le amac e, dostê Seqaldutan ê le amac e
Bûkê rêkê ber ê be wîrac e, de were lê lê de rê da were
Ez bû me Şahsultan şewitîm, dostê ez bû me Şaxsultan şewitîm
Weleh eşqê te je min ra derman e
Dostê eşqê te je min ra îlac e, de were lê lê melhema minê

Dostê 2
Dostê bakî daran dehejîni
Avê curnan deçelqîni
Dostê min ev je te recû  nekir
Ku tu be sevday min bipeqîni
Were were bejn ziravê
Qirxinîyê  dilî xwe bavê

Dostê mektubekê yolemîş ke
Navî xwe le ser yazmîş ke
K’ez bêm dostê, tu bê heval
Dijminê me Çetlemîş ke
Were were bejn ziravê
Su ketina dilî xwe bavê

Dostê tu be çam be lê, ke be merx bim
Tu be mî be lê, ke be berx bim
Ez qurbanê, heta ku em je hev têr bûn e
Tu be gul be lê, ke be ax bim
Were were bejn ziravê
Qirxinîyê dilî xwe bavê

Dostê tema tu de dalxa min bû
Tu delala dilî min bû
Dostê poşmanîya paşê pera nake
Lê lê, berê aqilê tey le ku bû
Were were bejn ziravê
Le su ketina dilî xwe bavê

Here dostê lê te ez kujtim
Te ez destpê kirim le dunyê hîştim
Şahsultan bû ye berfa çîyayê Qaşdaxê
Te ez helandim tu ne hîştim
Here dostê le te nemîni
Tu mirazî xwe hilnîni
Were were bejn ziravê
Tu qirxinîyê dilî xwe bavê

Bese Dinê
Be vî sevdayî min din meke
Zalim hêndî merhemet ke
Were were Bese dinê
Ku min de ser te ra de çê mêze kir
Tu hingê be serevde ke
Were were Bese dinê

Besê min eke esmer e
Bejnê xwê be zêrî zer e
Were were Bese dinê
Wekî dîn ê pire rinde
Bazi aqilî xwe’y kehr e
Were were Bese dinê

Bengekî  le çengê  te ye
Heyfa min ê le sîngê te ye
Were were Bese dinê
Qehran be bavkî xwe meke
Sebeba te dakê te ye
Were were Bese dinê

Porî te î çiqas reş e
Ev dengkirinê te’y pir xweş e
Were were Bese dinê
Zalim ê ku em je hev kirin
Dexwazim şan xwîn vereşe
Were were Bese dinê

Şahsultanî be sevda ye
Î le rîya te perwane ye
Were were Bese dinê
Tu be min ra erê biwê
Min le rêyê te serî xwe da ye
Were were Bese dinê
Were were Bese dinê
Tu yara dilî minî
Were were ez heyranê

Dostê 3
Dostê te dî ku le me çir kirin
Ustîyê min û te xar kirin 
Tu doste min û te tune ne
Were k’em sewê hev bimirin
Were were yarê yarê
Garîbana ustî xarê

Tu çiqas eke xayîn e
Were carkê min bibîne
Ku tu dosteke sadiqane
Be vî sevday min meşewtîne
Were were yarê yarê
Garîbana ustî xarê

Dakê te yê melamet e
Bihna te je rahanê me tê
Ez sewa te şewitîm yarê
Hêndî were merhemet ke
Were were yarê yarê
Garîbana ustî xarê

Tu çi haye din û zirt e
Were le Şahsultan bipirse
Te ez mîna Kerem şewitandim
Zalim je xwedêyî xwe bitirse
Were were yarê yarê
Garîbana ustî xarê

Esmer
Ro hilatîye de sibê da
Oy lê ezî din bûm de derdê te da
Kirîv tu bûya malê te bişewitîya
Ku te carkê derî le min vekir Xwedê dada
Wax le min le min, zalimê le min
Wax le min le min, be çalimê  le min

Payîz hatîye hêndî sar e
Zalim, ku derdê te eke ê min hezar e
Zatan  xelkî be hewesa dilê xwe ra dekeni, delîzi
Garîp çima ustî min û te î xar e
Wax le min le min, ustî xarê le min
Wax le min le min ,bêxeberê le min

Te ez din kirim be vî aqilî
Kevirekî dedim ser vî dilî
Xirabîya min û te je Xwedê ra çi bû
Ku ez deşewitim tu denalî
Wax le min le min esmer le min
Wax le min le min, bextreş le min

Çima tuneye çara me
Ca Xwedê bigê be cara va
Ku mêrkekî le dunê miradê xwe hilnanî
Le dunê yaşeme ê heram e
Wax le min le min, esmer le min
Wax le min le min, min tu nedîya le min
 
Zalimê
Lê lê tu le çîyakî, ez le çîyakî
Zalimê ba lêdixe her hewakî
Lê lê sewa ku min je te hezkiri
Kirîv tema te ez kujtim be sevdakî
Ey ey ey , lê zalimê ey ey ey .....

Lê dostê çîyayê Qaşdaxê ekî bilind e
Zalimê têda têne goça gund e
Xelkê ku çêl û çûrne  xwe hene
Je heq da dostê minê eke rind e
Ey ey ey, ez qe tune bim lê lê lê.......

Lê lê çîyayê hana rê de ber ra
Zalimê çavreş bûrî de ser ra
Dostê ez ê ber dunê pir degerime
Ez be qerarê dilî xwe, tu rindan nabînim de ser te ra
Ey ey ey , ey sebeba min ey ey ey .......

Dostê were k‘em be hev ra rût û cerm bin
Ku em mîna Esli-Kerem de ser hev da ar bin
Ey ey ey, ey  lê lê sebeba Şahsultanê ey ey ey ......

Parek ji kilamekê
(...)
Dostê te Şahsultan pir rezîl kir
Te be eşqê xwe êsîr kir
Lê tu çiqase nanûxwêsiz bû ye
Ku te hevalîya me zû je bîr kir
Heywax bûkê le rîndîya te
Dilê min keta bejna te
Ez şewitîm yar sewa te oooy(...)

Dostê 4
Dostê çûme serî çîyayê Qaşdaxê oy.....
Lê lê min mêzi kir le yalî Bînboxê
Dostê ku dilî te jî mîna dilî min e oy.....
Lê lê were Turkîye be ûçaxê oy......

Dostê çûme serî Çalanqelê  oy.....
Lê lê min mêzi kir le yalî Nergelê
Min go dostê were em ê hevdune oy.....
Lê lê min çare nedî le te tembelê oy.....

Dostê ez deketime orta dîyêkî oy.....
Lê lê min tu pirsî je almancîyekî oy.....
Dostê sewa te le nav êlan megergisin
Qurban ezî bûme serserîyekî oy.....

Min go lê lê esmer were va ya te nebû oy.....
Lê lê heyfa minê le rîndîya te bû oy.....
Kalno-pîrno je Şahsultan loman mekin
Tema ev sevday berê î le serî we bû oy.....

Dostê 5
Dostê tu çima je min radebiri
Derdekî çaresiz te bigiri
Were were Pêrîşanê
Dostê heval mînê te nabin
Mêrkî dost ê le rîyê hev bimiri
Were were sextekarê
Were were berdîwarê
Dostê here le te nemîni
Tu miradê xwe helnîni
Dostê te ez şewitandim
Te ez de keviran firandim
Sûçê min je te ra çi bû
Te ez de dora xwe gerandim
Dostê here le te nemîni
Şan tu belê xwe bibîni
Here here pêrişanê
Dostê şorê ku de ulîyan  da maye
Kesî gorî dilî xwe nabîni
Were were pêrîşanê
Were were dert giranê
Were were mal neketê
Ar be gundî bavê ketê
Dilî har î min depeqîni
İ min de keviran defirîni
Were were pêrişanê
Dostê te emrê minê teva kirîye
Tu miradê xwe hilnîni
Dostê here le te nemîni
Şan tu belê xwe bibîni
Were were ustî xarê
Here hêstir kirne xarê
Şahsultan î be tenêye
Tu çima carkê virva nêye
Were were pêrişanê
Dostê ne royê min ro ye
Ne şevê min şev e
Giştik seba te bela ye
Were were pêrişanê
Were were dert giranê
Kirîvê here tu kîrvayê
Here here le te nemayê
Here here pêrişanê
Here here dert giranê

Ax le min yarê
Oy lê..... oy.....
Dostê çel qirix  ê je hev hezdekin
Ê terin tim qalê hev dekin
Were yar.....
Lê lê ez heyranê adetê hêlê me ne
Ê dilê sadiq jehev dekin
Were yar.....
Ax le min yarê, le min yarê
Gerîbê yarê..... oy.....

Oy lê..... oy.....
Dostê her ku ez serî xwe datînim
Ezî te be xewn debînim
Were yar.....
Dostê lê rind le vê dunê pirin
Ezî degerim tuye mînê te nabînim
Were yar.....
Ax le min yarê, le min yarê
Mehkumê yarê..... oy.....

Oy lê..... oy.....
Dostê avê Nergelê le ser dilan şeqand
Çaxa ku ez dehatim, te çima de dû min da deda hesretan
Were yar.....
Lê lê mala talya xirab bişewitînin
Ku gurbetî je me ra kirîye wetan
Ax le min yarê, le min yarê
Mehkumê yarê..... oy.....

Oy lê..... oy.....
Dostê ew çi qewaxe ku deverd keti
Ba lêdixe qol  deqeti
Were yar.....
Ez heyranê tu xêrxwaze min û te tune ne
Were k’em destî xwe de destî hevkin
Herin je vê memleketê
Were de yar, were de yar.....
Ax le min yarê, le min yarê
Mehkumê yarê..... oy.....

Oy lê..... oy.....
Dostê were k’em herin yalî baxan
K’em rûnin le sîyê qewaxan
Lê lê wîjdansizê merhemet ke
Te Şahsultan kujt be meraxan
Ax le min yarê, le min yarê
Mehkumê yarê..... oy.....
Selmanî Milanî:
Ji Bazarcixê, ji gundê Milan (Milyanlı) e. Tu agahdarîyên  din di destê me da tune ne.
(1)
Baran barî hûr hûr weşand
Hevalno van cotkaran bêder reşand
Oy ezê malê vê gurbetîyê bişewtînim
Tema de gencîyê da porê serê min tûm weşand

Vê temûrê çi lez e lez e
Hevalno ezî lêtêxim be endeze
Oy je ber destî vê yoksulyê da
Oy îçî dilî min giştik kul, giştik merez e

Anê were halî min bibîne
Sebrê dilî rezîl wîne
Oy vê gurbetîyê zalim
Je kezeba min teri xwîn e

Axzê malan pêda yazi
Hevalno pêda terim bazi bazi
Oy vê gurbetîye omrê me teva kir
Gencîyê da me hilnanî tu mirazi

Hevalno werin k’em çolê Bazarcixê be riz kin
Oy werin k’em biçinin wînin be gurz kin
(...)
Hun herin derdan je însanî be derd pirs kin

Wî min go: rêyê gurbetîyê rêka dirêje
Hevalno, ku ê xil û xar e, ê be wîraj e
Vêsta  dîsa di vî efkara ra be bîra min hat
Go jar  rahan e, ber beraj e

Min go çem e, anê çem e
Pêda teri bang dekeme
Je sixintîyan je duşuncan
Weleh ezê nizanim k’ez le dinyê çima hême

Hevalno
Ezî je dunya xwey bêzgînim
Timî vêsyayî uzgînim
Ez je duya xwey bêzgînim
Timî vêsyayî uzgînim
Oy mekin denge min mekin
Ez guleke pire ezgînim, oy

Hêstirê minê be îçerî minda terin
Hevalno werin k’em quşanmîş bin carkê be çîyê bilind da herin
Werin xelkê minî çîlekeşî û feqîr
K’em carkê be destî hev bigirin le heqê xwe bigerin
 
Min go kanî, anê kanî
Malan bar kir le ser danî
Hevalno min derdê xwe je bîr kiribû
Vêsta dîsa be bîra min anî

İçerî min î be derd e
K’ez bibêm tu gubeserde
İçerî min î be derd e
K’ez bibêm tu gubeserde
Dîlegê ku ez dexwazim
Ezî dewêm gurbetî hêndî yaxê min berde

Ezî be burunim be qamê, be polê
Hevalno ezî nizanim ku derdê me je çi pir debin sal je salê
Ezê malê vê yoksulîyê bişewtînim
İna bikin ku le ber me nîvaka rêya malê, oy oy

Rêkê terim rêka dûr e, le min da barana hûr e
Rêkê terim rêka dûr e, le min da barana hûr e
Ezê malê vê yoksulîyê bişewitînim
Le îçerê min açmîş kirîye buruneke kûr e
(1)
Hêstirê min bûne kanî bûne baran
Hevalno ê dekevin le kevir daran
Ezî je şansê xwe da dadegirim
Ez le tu kesî nakim tu qaran

Ezî ke baxçakî xwey gulan venim
Oy k’ez barî giran le sîrtê xwe nim
Hevalno ku derd û kulê min têne bîrê min
Ezî dewêm ke runîm tim bigirîm qe nekenim

Ezî le dar î le çê me
Le nav çûlo, le nav gê me
Havalno hun gubeserdin
Ke tim a talya xwe dewêm e

Oy ku dalxê dilî min radebi
Oy çima le van deran bela debi
Hevalno ku derd û kulê min têne bîrê min
Weleh dest û pîyê min sar debi
(2)
Le min barî berf û baran, heyat bûye suka daran
Le min barî berf û baran, heyata min bûye çûka daran
Evê ku vê yoksulîye be min kiri
Ez je bîr nakim tu caran

Canê min teva bû tu nema, bûye qûma berî çeman
Canê min  teva bû tu nema, bûye qûma berî çeman
Oy le vê gurbetîyê zalim
Le min ranabiri zeman

Hîv hilatîye hîva martê
Şewqa xwe dayîye kortê
Hevalno derd giştikê zor in
İlem gurbetîyê le min zor tê
(3)
Dilê minî wer denali, dilê minî wer denali
Hevalno umrê min bûye axê xali
Yoksulî were hêndî tu yaxê min berde
Tu çima le pêşîya me bûye qere çali

Trên hatî hêdî giran, trên hatî hêdî giran
Hevalno nesekinî le koprî û piran
Wî ezî nizanim me le vî Xwedêyî çir kirîye
Ber çavkê me za nebû je hêstiran

Bê şan vê talyê me yêrmîş bi, bê şan vê talyê me yêrmîş bi
Oy destîyê avê kanyan suzilmîş bi
Ez le talyê xwe ney guman im
Bê şanê ingê te yêrmîş bi, oy

Ne ro le min ro ye, ne şev şev e
Hevalno ne ro le min ro ye, ne şev şev e
Weleh dîsa derdê min azmîş bûn  je serî da
Wî mêrkî ku derd û kulê xwe heyî le ku ye
Tu mêzi bike ustî xwey xar e, pîkê de berhev e

Oy mekin dest le min mekin, oy mekin dest le min mekin
Hevalno dîsa derdê min le van deran bila mekin
Oy nifira Xwedê ku le me bûyî
Gotîye herin je derd û kulan çavê xwe je hev mekin

Carkê xar be be ser min da, carkê xar be be ser min da
Oy îna bike min canê xwey de boxa te da
Le ber Xwedêyî xwe bigere
Çima xar nabi be ser me da, oy

Dê baxçakî dor be sênc e, dê baxçakî dor be sênc e
Boyu uzun bêli înce
Çiqend sal de salan herin, dilî rezîl timî gênc e
Çiqend  sal de salan herin, dilî rezîl timî gênc e

Ez im ez im heval ez im, mi go ez im heval ez im
Oy be çîyan ketim wer debezim
Ku derd û kulê min têne bîrê min
Weleh îna bikin ezî mirinê xwe dexwazim
Tacim Dede:
Ew ji gundê Qenterme(Kantarma), ji  Albistanê ye. Bi xwe dede bû û gellek kilamên wî yên Kurdî hebûn;  lê di destê me da mixabin tenê kilama jêrî heye.Her usa wî gellek kilam û beytên Tirkî jî çêkirin e. Hunermendên wekî Arif Sağ, Yavuz Top û gellekên din bi xêra serê wî, bi kilamên (beytên) wî  û bi mamostetîya wî bûn hunermendên bi nav û deng. Piştî ku di salên heyştêyî çû ser heqîya xwe, ew hunermendên bi nav û deng her tişt înkar kirin.

Kurdî-Tirkî
Of le minê aman ezî nizanim ke çi bibêm ji xwe bi te ra
Cîp  gênclixi minê tê de ber me ra
Weleh zemanê meyî têye dilo, hevalo
Zemanî çû ye le me rawirî ye, emê mayîn e de bin xelkê ra
Yêri Tacim Dede çareni ara, emek, zahmet çekme nafîle yere
Vâla cahîl olan gelmez bu meydana, bu yola
İkrarina sadik erenler gelsin, dostlarim gelsin, yoldaşlarim gelsin
Ah... sağ selamet yetîşsîn gelsin oy....

Çok zaman Dünyayi hevesle gezdîm, hevalno, hevesle gezdîm
Baktim şeyhul şeyhul şeyhul olana
Vala noksanliğimi bîldîm dilo usandim, bezdim
Cümle alem güzel kötü olan ben, dilo le min
Haşa benden medanet varmidir, benden sana senden üzme varmidir
Vala Mecnun‘le Leyla’da üzme varmidir
Herkes yarî île aşik kalan ben, yalaniz kalan ben
Oy dilo oy dilo, oy dilo de ser te ra
A berê, gêncîyê tê de ber me ra
Lê lê ne avekim k‘ez rabirim,
Hevalê tu rê be min de k’ez rawirim.

Xêroyê Albistanî:
Li ser kaseta wî „Elbistanlı Hero“ hatibû nivîsîn. Lê wekî ku di hin kilaman da derbaz dibe, dibe ku navê wî  Mistî  Malê Çolêx be. Ji ber ku gellek dengbêjê heremê gava kilaman dibêjin navê xwe dixin nav kilaman. Ger ew kilam ne ya wî denbêjî be jî navê xwe dixin nav kilamê.
 

Were lê lê lê lewendê
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Kew sibeye gewrê sibeye, hesa dîkan qebe ye
Kew sibeye gewrê sibeye, hesa dîkan qebe ye
Huro dîsa kes tune ye, kêf kêfê min û te ye
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê

Milê xwe bide milê min, dengê xwe bide dengê min
Giran giran bikişîne vê govendê, ez bernadim heta nimêja sibeh
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Kew sibeye gewrê sibeye, hesa dîkan qebe ye
Kew sibeye gewrê sibeye, hesa dîkan qebe ye
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê

Çûme Heleb carek, çûme Heleb carek
Min anî şekir barek, min anî şekir barek
Derê ku yar-qîz têda min dedayê sahanek
Derê ku yar-bûk têda min dedayê leganek
Derê ku yar-pîr têda min dekire qurban misqalek
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
(...)

Dilo dilo
Oy de dilo, dilo oy, dilo dilo dlio, rezîlo dilo
Oy de dilo, dilo oy, dilo neçaro dilo, rezîlo dilo, goçero dilo
Oy şewitîyo dilo, tu nemawo dilo, ar pêketo dilo, dilo dilo...
Hevalo tu roka hanê tu je mala xwe, mala xwe, mala xwe
Şewq û çamirxanê xwe deda dinê, hevalno dilê min î le vê ye, birano dilê min î le vê ye...
Oy birano, sibe da zû da, serî gundê Zîyaretê, zîyaretxanê ketim...
Go minî mêzi kir, goçeke minî werge giran ê tê ye, goçeke minî werge giran ê tê ye, dilo..
Go ku kalekî minî nodûneh salî, pişt qiloz î ketîye le dû goçê î tê...
Go ku deçûye ku ye (...) î tê ye...
Oy de dilo, dilo tu nemawo dilo ar pê keto dilo, dilo....
Oy birano çê xwedana pîrekê, carekê dakevin pêşîya goçê
Got ku ezê be dengekî bang kim, ev goça çê ye..ji kuva  tê û kuva teri..
Ev goça çê ye, ev goça çê ye, ev goça çê ye...
Be dengekî bang kir got kalo, xalo...
Kalê go kûçikî kûçikan, min de gornî  bavê teno, tu merhemet nakî je min ra debi ku kalo, xalo
Ezî ketime le dûka çê, k’ezî tême le peya çê, ezî ketime le dûka çê, k’ezî tême le peya çê
Kalê go kûçikî kûçikan, min de gornî bavê teno, tu merhemet nakî je min ra debi ku kalo, xalo Piştê minî qiloz e mîna mêrtegê, didanê minê weşîyan e je mêrat temîzlixiyê
Dil dilo, dilo tu nemawo dilo...
Kalê bang kir go kûçikî kûçikan, min de gornî bavê teno, tu nizani ku ev goça kê ye...
Ev goça Xecê Şakir e, xezala le dî we, gula le gepirê, çîçeka le mehlane..
Tewra kavira qirara xwe da ye benda hîvê, tew dilo dilo...

Lo lo lawo
Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo
Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo, delalo lawo
Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo
Tu serxoşekî lo, ser le ba wo
Here lawo, lawo lawo lawo, lawo

Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo
Tu çingê hatî mala me wo
Here lawo, lawo lawo lawo, lawo
Min je te ra çi degot ku tu soze min le te nato
Were lawo, lawo lawo lawo, lawo
Were lawo, lawo lawo lawo, lawo

Tu çingê hatî malê me wo, lawo lawo
Here lawo, lawo lawo lawo, lawo
Te cewaba dostekî dîn çawa dedawo
Te cewaba yarekî dîn çawa dedawo
Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo
Delalo lawo, lawo lawo lawo, lawo
Gerîbo lawo, lawo lawo lawo, lawo

Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo
Gir e gir e gir e, delalo gir e
Le hêlê vegirtin e konê reş î gir e
Gir e gir e gir e, delalo gir e...
Were k’em giştik xwe be yek kin
Min haj çi ye ku ocaxê kalkê xizir e
Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo

Lê virda virda virda xezalê virda
Destê xwe be destê min de, k’em herin hêlê çîyayê gir da.
Virda virda xezalê virda, virda virda dealê virda
Delalê virda virda, virda virda, xezalê virda
Were k’em herin rûnin le sîya kêvir da
Lê virda virda virda xezalê virda

  (1)

Min go rê ye rê ye rê ye, xelko rê ye
Min go rê ye rê ye rê ye, birano rê ye
Huro dîsa xelkekî şîrîn giran giran pê da tê ye
Min go rê ye rê ye rê ye, xelko rê ye
Huro dîsa xelkekî şîrîn giran giran pê da tê ye

Anî anî anî, keko anî heta ku mala le xwe na
Bar kir de ser me ra çîya û banî
De bin me ra mêrge û kanî, anî anî anî, xelkno anî
Tema e ser me ra çîya û banî, de bin me ra mêrge kanî
Heta ku mala xwe bar kir, mala rindê çû le ser danî
Ez nizanim ku huro dîsa çûye kîjan yalî
Tema mala min şewitand, konê min danî

(2)

Lê lê hawû hawû, malxirabê hawû
Le ber nalan, le yaylan sewa te devikê min je tinan za bû
Lê lê hawû hawû, malxirabê hawû
Yanê qerara ku me dayî hev yanê eva bû
Lê lê hawû hawû, malxirabê hawû
Le ber nalan, le yaylan sewa te devikê min je tinan za bû

Lê lê hawû hawû, malxirabê hawû
Tu kanîka minê werg ber be ta bû
Xelkekî minî şîrîn xwe berda kewsera, a fîstanî sur û kurdikî mawû
Hawû hawû malxirabê hawû, tema min go devikê minî je tinan za bû
Min dî ku tasikek avî sar anî bervê min rabû
Aqilê min wergerîya bênê  min rabû

Can canê
Lo lo cano cano cano cano, k’emê dakevin deştano
K’emê biçêrînin naxirê ga no, k’emê hilkevin serî yaylano
K’emê rûnin le serî avka kanîya no, k’emê bikin kêf û zewqan, vegerîyano
Lo cano cano cano can qurbano

Lo lo cano cano cano cano, tu şîrînî şebabo, tu kinikî şeytano
Tu bû berfa bilindano, tu bû çîçeka serî çîyano
Tu bû sosina ber mêrgan û kanîyano
Lo lo cano cano cano cano, can qurbano

Lê lê canê, canê canê canê, qede le minê canê
K’ezê be qurbanî herdû çavanê
Te şerpe girêdaye, şerpe le yanê, Mistî Malê Çolêx hilgir qedanê
Were canê canê, şîrînê canê, canê canê canê, can qurbanê

Lê lê canê, canê canê canê, tema tu bû sereka rindanê
Tu bû tembûra dest sazbedcîyanê, tu bû tutuna kêfçîyanê
Tu bû neynika destê cahilanê, Lê canê canê canê, can qurbanê
Were canê canê, şîrînê canê, canê canê canê, can qurbanê

Goçerê
Hevalno huro dîsa min xeberê goçera xwe hilanî, le Qapiçamê bar ke
Yaweş yaweş xwe be ber deverê ra, de paş Teran ra, de qarşîyê Topala da
Ê be wêda xwe berde were le ber mala Nasirî Delik, le gundî Narlîyê, le bindîla Delhizê
Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke...
Rê dûrê tu kuva teri, tema hêlê Nasirî Delik le vir e lê lê...
Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke...
Lê lê bar ke bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke, porqutê bar ke, be fîstanê nalyonê bar ke
Devî xwe be yalê yaylan ke, devî xwe de kanîyê sar ke...
Tu Mistî Malê Çolêx je xwe ra be heval ke lê lê ...
 
Min go le nav natîyê, le nav natîyê, fîstanî qut e le hêlê çokê
Hevalno huro dîsa min xeberê goçera xwe hilanî, le gundê Narlîye bar kirîye
Bar ke yaweş yaweş xwe berde, be bin Delhîzê ra, de qarşîyê Xidiran ra
De Mezelî Xelîlan ra, le bindîla şekokê
Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke...
Rê dûrê tu kuva teri, tema Mistê Malê Çolêx î le vir e lê lê...

A le tapê a le tapê, ê degerî dîsa le çîyan, çûye malê apê
Ê degeri le ser çardaxê be xapxapê
Min huro dîsa xeberê goçera xwe hilanî, yekî go bar deke, yaweş yaweş xwe be berde
De Aşî Rûtê ra, de kanîyê Qeselê ra
De here dinê, tema le bindîlê Milan, le qûna tapê
Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke...
Rê dûrê tu Mistî Malê Çolêx û Êlî Çolêx be xwe ra be heval ke lê lê ...

Hevalno hûn huro dîsa werne murîvan, malxirabê tu rûmenî le ber gunîyan
Min dîsa xeberê goçera xwe hilanî, ha le wê le tapê
Yekî go bar deke, yaweş yaweş xwe berde, de Pirê Mistê ra
De Qerexanî Gêdîgê ra, de wer dîne le Nala Gunîyan, le bindîla Qulîyan
Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke...
Rê dûrê tu kuva teri, tema Mistê Malê Çolêx î le vir e lê lê...

Lê lê mere mere, goçerê mere, fodilê mere, por qutê mere
Sînga te bû pendirê tere, ba Mistî Malê Çolêx te bibîni hingê here
Were canê canê canê, qede le minê canê
K’ez bibim qurbanê helqê çavanê canê...

Xezalê hêlî can
Xezalê te kir min kir, delalê te kir min kir
Were were eynî nola te goti min kir
Xezalê hêlî hêlî, xezalê helî can

Xezalê te kir min kir, delalê te kir min kir
Were were eynî nola te goti min kir
Xezalê hêlî hêlî, xezalê helî can

Le Qersê dukan vekir, le çarşîyê qundir çêkir
Le Qersê dukan vekir, le çarşîyê qundir çêkir
Bazara qundirê te kir, bazara qundirê te kir
Uciz uciz bazar dekir, min je bîr kir nav çênekir
Delalê hêlî hêlî, xezalê helî can

Xezalê te kir min kir, delalê te kir min kir
Were were eynî nola te goti min kir
Xezalê hêlî hêlî, xezalê helî can
Le Qersê dukan vekir, le çarşîyê fîstan çêkir
Le Qersê dukan vekir, le çarşîyê fîstan çêkir
Bazara fîstanê te kir, bazara fîstanê te kir
Uciz uciz bazar dekir, min je bîr kir yaxe çênekir
Delalê hêlî hêlî, xezalê helî can

Xezalê te kir min kir, delalê te kir min kir
Were were eynî nola te goti min kir
Xezalê hêlî hêlî, xezalê helî can

Le Qersê dukan vekir, le çarşîyê fîlar çêkir
Le Qersê dukan vekir, le çarşîyê fîlar çêkir
Bazara fîlarê te kir, bazara fîlarê te kir
Uciz uciz bazar dekir, min je bîr kir panî çênekir
Delalê hêlî hêlî, xezalê helî can

 
Xwarzê Meçûlî:
Agahdarîya ku di destê me da ew e, ku ew xwarzê Aşiq Meçûlî ye. Xêncî vê agahdarîyê li ser wî, tu agahdarî di destê me da tune.

Lêylim Lêylim
Dego te le çavan le min şer e, aman aman
Bisk le rûyê te bûne per e, heval heval
Te le çavan le min şer e, aman aman
Tê lê lê bisk le rûyê te bûne per e, aman aman
Lê lê k’ez be dilî xwe’y xirabim, aman aman...
Lê lê ez qurbanê tu le hemberê min mere
Oy oy mirim Eşê mirim
Here lê lê obe gezan aman aman
Oy here lê lê sihêl gezan, heval heval
Lê lê mal xirabê xasi meger le firêzan, lêylim lêylim, lêylim lêylim

Hîva ronî weke çîra, aman aman
Oy teşîyê hilgir were vira, aman aman
Lêy lêy dilê te le min tune bû, oy oy aman aman
Tê lê lê k’ez bêm xwangê du bê bira, lêylim lêylim, lêylim lêylim
Here lê lê obe gezan, aman aman
Here lê lê xayîn heval, aman aman
Lê lê zalim te emrê minî xwarî, lêylim lêylim, lêylim lêylim

Here Lê Lê Obe Gezan
Ber derîyê oy oy we’y be dar e, ber derîyê lê lê we’y be dar e
Tê lê lê ez qurbanê rind degerin oy oy ber êvar e
İna bike tim sewê te, îna bike oy oy tim sewê te
Lê lê zalim dilî minî je dunê î sar e
Here lê lê, lê lê obe gezan, here lê lê sihêl gezan
Xasi meger oy oy le firêzan

Barê hatîye oy oy wexta şiv an, barê hatîyê lê lê wexta şiv an
Tê lê lê ez qurbanê, şivanan pez berdaye oy oy ser dilavan
Xar be xar be oy oy k’ez paçi kim, xar be xar be lê lê k’ez paçi kim
Oy lêvê qeytan, oy oy helqê çavan
Here lê lê, lê lê lê namayê oy, here lê lê, lê lê lê nemayê
Behêl ketîyê lê lê, lê lê  por weşyayê

Dego dilî minî oy oy mîm e mîm e, dilî minî lê lê mîm e mîm e, oy
Tê lê lê ez qurbanê, cîlwan meke oy oy taciz bûme oy
Gotin rinda te dayîn e, gotin nazlîya lê lê te dayîn e oy
Tê lê lê ez qurbanê, k’ezî rûniştim degîrime
Here lê lê, lê lê obe gezan, here lê lê lê lê rinda minê
Behêl ketîyê lê lê, lê lê por weşyayê

Wax Le Min Zalim
Oy dego be rê bibim, be rîyan kevim
Be tûman bim de çîyan kevim
Be rê bibim be rîyan kevim
Tê lê lê ez qurbanê be tûman bim be çîyan kevim
Lê lê ba zarûyekî çeli nîv bim, oy de nav sing û bera kevim
Wax le min zalim le minê
Ax le minê, ax le minê
Lê lê zalim heywax debêm heyfa minê
Way le min zalim le minê

Oy dego here avê werme rîya te
Tê lê lê ez qurbanê, tu daweste k’ez rûnîme le sîya te
Here avê werme rîya te
Oy ez qurbanê tu raweste k’ez rûnîme tim le sîya te
Hên xwazikî hesiretê
Lê lê ez qurbanê, be ser min bata çilpika xwîya te
Wax le min zalim le minê
Ax le minê ax le minê
Oy heywax debêm heyfa minê
Wax le min zalim le minê

Aman Aman
Dego le neqeban le gedîgan , aman aman
Lê lê ez qurbanê, tu çex mebe mîna kewan, aman aman
Ku çî keîtye arelixa min û te ye, heval heval
Oy ba nemîni le seweban, aman aman

Kal bûm kal bûm rindê kal bûm, aman aman
Kal bûm kal bûm dîlber kal bûm, aman aman
Oy je eşqê te reş û çal bûm, aman aman

Oy ez qurbanê wer kem heta dî we baxan, aman aman
K’em rûnin le sîya qewaxan, aman aman
K’em singê xwe be ser singê hev din, aman aman
Tê lê lê ez qurbanê mîna fîncanê ser tewaxan, aman aman

Daniş
Lê lê Daniş xalîyê be der be mane ke, xalîyê be der be man e ke
Tê lê lê ez qurbanê tu derî der le min veke
Çî çi debê lê lê bira bibê, çî çi debê Daniş bira bibê
Lê lê ez qurbanê min bigir be de xwe qûca xwe ke

Oy nazli dilî min î dêre dêre, dilî min î lê lê dêre dêre
Tê lê lê ez qurbanê kurmê dêr je dêr ne xêr e
Nazli tu rîya min mêzike, lê lê nazli tu rîya min mêzike
Lê lê Daniş weleh nîyeta minê le jêr e

Dîyar Baba ye, Qoç Baba ye, Qoç Baba ye lê lê Dîyar Baba ye
Por da hêlê lê lê xeber gîhaye
Xelkî le îş û karê xwe ye oy oy, xelkî le îş û karê xwe ye
Mirîye mirîye mirîye, Daniş mirîye oy oy
Dilî minî lê lê be yolmê cê ye, dilî minî be yolmê cê ye
Be çinînê lê lê paşî nêye oy

Hember malan oy oy  ber be çem e, hember malan tim tim ber be çem e
Lê lê Daniş k’ezî bange lê lê te dekeme
Çî çi debê lê lê bira bibê, çî çi debê bira bibê
Lê lê Daniş tu a min bû, lê lê k’ezê te me

Lê lê Daniş ku çê nehîşt k’em hevdû hilgirin, ku çê nelişt k’em hevdû hilgirin
Ba nemîni tim tim le seweban
Oy oy zalim, oy oy xayîn, oy oy kor bî, oy oy...

Dego hîv hilatîye oy yapisiz e, low low hîv hilatîye yapisiz e
Low low şewqê daye low, çîyayî îsiz e oy
Min rindeke xwe wenda kir, min Danişek xwe wenda kir
Low low ez qurbano, nizanim ku kuder be guman e oy

Dego temûr tu çima naxwînî, oy temûr tu çima naxwîn
Lê lê arî cîgerê min qe danînî oy
Dilê te le min tune bû, oy dilê te le min tune bû
Bê ez qurbanê çima serî rûyê xwe werg degirî
Aman amam aman, kor bîyê aman

Barê hatîye wexta xwe bîye, oy bejna zirav kuda teriye
Lê lê zalim her ku tu de ber min ra hatî, her ku tu de ber min ra hatî
Lê lê zalim avê de gewrîya min da narîye oy
Here lê lê obe gezan, here lê lê sihêl gezan
Xasi meger le firêzan, oy here lê lê yadêl gezan

Barê hatîye wexta şiv an, barê wexta şiv an
Ez qurbanê şivanan pez berdaye ser dilavan
Xar be xar be k’ez paçi kim, xar be xar be k’ez paçi kim
Lê lê zalim lêvê qeytan helqê çavan, lêvê qeytan helqê çavan
Here lê lê zalim yarê, here lê lê xayîn yarê
Lê lê te ezî kirim întizarê, ezî kirim întizarê oy

KİLAMÊN HÊLA MELETÎ

Gerîp Dost:
Gerîp Dost  Meletîyî ye, ji eşîra Balîyan e, gundê wî girêdayî navçeya Kurecîkê ye. Ewî çend kasetên xwe yên ku di studyoyê da hatin qeyd kirin jî hene. Ew di wan kasetan da bi Tirkî jî distêre.

Lorî lorî
Li ber derî li ber derî
Dak rûniştî bû bulxur deherî
Li ber derî li ber derî
Dak rûniştî bû bulxur deherî
Je lorîkê xeber tune
Nizanim çi hate serî
Lorî lorî berxêm lorî
Xevê xweş be çavê morî
Lorî lorî berxêm lorî

Bav çû le kerî rawestî
Be şev û ro nadewestî
Bav çû le kerî rawestî
Be şev û ro nadewestî
Xeber hat ku lorîk mirye
Je pêda ket danewestî
Lorî lorî berxêm lorî
Xevê xweş be çavê morî
Lorî lorî berxêm lorî

Lorî je dergûşê xuşî
Hîn benika radekişî
Lorî je dergûşê xuşî
Hîn benika radekişî
Ciranino loman mekin
Je birçîyan şîrê xwe kişî
Lorî lorî berxêm lorî
Xevê xweş be çavê morî
Lorî lorî berxêm lorî

Lorî lorî berxêm lorî
Xevê xweş be çavê morî
Lorî lorî berxêm lorî
Lorî lorî berxêm lorî
Xevê xweş be çavê morî
Lorî lorî berxêm lorî

Kanî kanî
Kanî kanî av sar kanî
Kanî kanî av sar kanî
Malan bar kir li çîyan danî
Feleg mala te bişewti
Min mirazê xwe hilnanî
Feleg mala te bişewti
Feleg mala te xirav be
Min mirazê xwe hilnanî
Ez gerîb im ez vêkes im

Malan bar kir çûn yaylan da
Malan bar kir çûn yaylan da
Genim zer bû je seryan da
Jirkî  xezala min çûye
Bûme sêwî ber deryan da
Jirkî çavreşa min çûye
Bûme sêwî ber deryan da
Derd giran im, derd giran im

Dewran dewran bûkê dewran
Dewran dewran bûkê dewran
Hîv helatîye je nav ewran
Ne ez hezkirim, ne kuştim
Te tim ez dame ber keviran
Ne ez hezkirim, ne kuştim
Ne ez hezkirim, ne kuştim
Te tim ez dame ber keviran
Ez gerîb im, ez vêkes im


Husne Canê
Tu fîstanan le xwe meke
Be ser xwe da mêzî meke
Tu fîstanan le xwe meke
Be ser xwe da mêzî meke
Omirî min dewpênc salî
De dû xwe da teva meke
Aman aman derd ortaxi

Were lê lê Husne canê
Husne bûka Kistikanê
Dane Kistikan be şeş manê
Were lê lê derd giranê
Were lê lê Husne canê
Husne bûka Kistikanê
Dane Kistikan be şeş manê
Were lê lê hal bîlmezê

Çir kiryê oy, çir kiryê oy
Fîstanekî sur kiryê oy
Çir kiryê oy, çir kiryê oy
Fîstanekî sur kiryê oy
Fîstanî te serî te bixwû
Lawkê xelkê din kiriyê oy
Were lê lê derd giranê

Husne Husne, Husne canê
Husne bûka Kistikanê
Dane Kistikan be şeş manê
Were lê lê derd giranê
Husne Husne, Husne canê
Husne bûka Kistikanê
Dane Kistikan be şeş manê
Were lê lê derd giranê

Kerîyek pezî min le kertê
Bêrîciyê  xwe le hember tê
Kerîyek pezî min le kertê
Bêrîciyê xwe le hember tê
Ku dilî merîyan le hevdû bû se
Le rê û yolaxan  bervî hev tên
Aman aman derd ortaxi

Were lê lê Husne canê
Husne bûka Kistikanê
Dane Kistikan be şeş manê
Were lê lê ez qurbanê
Husne Husne, Husne canê
Husne bûka Kistikanê
Dane Kistikan be şeş manê
Were lê lê derd giranê

Kasım Durmuş:
Ew ji Kurecîgê(Kürecik), ji gundê Harûnan (Harunuşağı) e.


Ba le te nemîni
Qedir întizarke, lê ne yazyeke
Qê je hev hezkirin lê ne dizyeke
Ba le te nemîni
Revandinê te derevînim
Êloxluyeke , ekê êlqiziyeke
Revandinê te derevînim
Êloxluyeke, ekê êlqiziyeke

Talya me qirix çû, lê je Xwedê da
Şa bibe vê talyê belakê têda
Were k’em qawişmîşî  hev bin
Ev çi halî ku em têda
Were k’em qawişmîşî hev bin
Ev çi halî ku em têda

Lê min bage te kir be dengekî
Zalim te sevdê dil kire cengekî
Ba le te nemîni
Teselîya te je Qêsim neket
Welleh te her ro kire rengekî
Teselîya te je Qêsim neket
Te her ro kire rengekî

De tu mere, tu be wêda
Zalim ezî nexweş im lê de erdê da
Ba le te nemîni
Tu carkê were min zîyaret ke
Halî ku nazlî te tê da
De tu were min zîyaret ke
Halî ku nazlî te tê da

Min kanîkê nav şîlanê
Tiji bû ava baranê
Ba le te nemîni
Cîrano we le çê dîye oy, le çê bîstiye
Ê le batêxi zêrî nîşanê
We le çê dîye lê, le çê bîstiye
Ê le batêxi zêrî nîşanê

Wer wetanê te lê viraye
Qurban gula rastîyê ta ta ye
Ba le te nemîni
De tu were lê rev min rûnî
Je canê te ra pir mefaye
De tu were lê rev min rûnî
Je canê te ra pir mefaye

Oy lê lê dilê minî yane yane
Î le mela jari, le duduyan e
Ba le te nemîni
Je ekê ra dîsa qe dil tuni
Î le Fatikê yî yane yane
Je ekê ra dîsa qe dil tuni
Î le Fatikê yî yane yane

Bê, hatim çûm ber derê we da
Te bejna zirav ray min neda
Ba le te nemîni
Dê tu xar be, lê be ser min da
Ev çi halî ku em têda
Dê tu xar be lê, be ser min da
Ev çi halî ku em têda

Oy le min oy oy
Lê lê min go, dîsa dilî min Qawirmê Gir  e
Zalimê malan je îçi barkira
Welleh nifira ku le te bikem
Şanê tu nexweş bî, ez doxtur oy
Oy le min, heywax heyfa gêncîya min
Oy le min oy oy....

Zalimê, min go îsal virda were ezî tême
Lê lê yan ez werim, yan ez nême
Hevalê tu de qusurê min memîne
Welleh ez xizmetcîyekî  dest xelkê me
Oy le min, dilî rezîlo le min
Oy le min oy oy....

Aman, min go îsal virda were k’ez te bibînim
Zalimê k’ez qûcê xwe de te werînim
Lê lê ez teva bûm tu nemam
Welleh ezî hesretê te dekişînim
Oy le min, heywax heyfa gêncîya min
Oy le min oy oy....
Heywax bûkê le rindîya te

Te dî ku te çi kir
Te sevdê dilî min pir kir
Lê lê te degot ku min rindîyek kir
Te biruna min melem nekir, oy oy...
Heywax bûkê le rindîya te
Oy dilê min keta bejna te
Ez şewitîyam yar sewa te, oy oy...

Qurban şanê tu be sevday min kevî
Şevê Xwedê ranekevî
Welleh mêrkî ku bilind defiri
Ê paşê alçax dekevî
Heywax bûkê le rindîya te
Oy dilê min keta bejna te
Ez şewitîyam yar sewa te, oy oy...

Zalim ro helatîye je sibeda
Heval baxçê we gulek de nav da
Welleh me be gêncî tu tam nedî
Dê tu were k’em bimirin be serhev da
Heywax bûkê le rindîya te
Oy dilê min keta bejna te
Ez şewitîyam yar sewa te, oy oy...

Lê te Qasimê xwe pir rezîl kir
Te be eşqê xwe êsîr kir
Welleh tu çiqas eke nanûxwêsiz bî ye
Te ew rona zû je bîr kir
Heywax bûkê le rindîya te
Oy dilê min keta bejna te
Ez şewitîyam yar sewa te, oy oy...

Yarî yarî bûkê yarî
Le hêla me êtibar e
Le dilî me tuni çare
Welleh ku însanî rind le ku heye
Tim talîyê qirix e, ustî xwe’y xar e
Dê yarî yarî, yarî yarî
Yarî yarî bûkê yarî
Berfeke sar le me barî

Welleh ezî din bûn de dest vê da
Ez bûme destan de dev xelkê da
Lê lê min mirazê xwe helnanî
Min tu ro nedî je berê da
Dê yarî yarî, yarî yarî
Yarî yarî bûkê yarî
Berfeke sar le me barî

Lê lê talîya min qirix yêrmîş bû
Cîgera min tîş be tîş bû
Dê tu were k’em le rêy hev bimirin
Omrê min û te çûrmîş bû
Dê yarî yarî, yarî yarî
Yarî yarî bûkê yarî
Berfeke sar le me barî

Were Qasim î le te be sûye
Î nizani ku tuyê le kuye
Ezî dewêm ne ku rind le Dinê teva bûn
Qurban meraxa dilî min tu ye
Dê yarî yarî, yarî yarî
Yarî yarî bûkê yarî
Va çi berfê ku le me barî

Bela serê min
Çirkim je destê te bûkê da
Te serê xwe’y de belakê da
Qurban çirkim je destê te bûkê da
Te serî xwe’y de belakê da
Te Qimeta xwe nizanî
Tu rezîl bûy de destê xelkê da
Te Qimeta xwe nizanî
Tu rezîl bûy de destê xelkê da

Zalim cûnê  te çir bî ye
Sevdê dilî te rabû ye
Heval çûnê te çir bî ye
Sevdê dilî te rabû ye
Welleh Qasim ney baqil e
Î be eşqê te dimirye
Gerîb Qasim ney baqil e
Î be eşqê te dimirye

Ev çi qewaxê le devî kertê
Bay lêtêxi tal deqetê
Ev çi qewaxê le devî kertê
Bay lêtêxi tal deqetê
Em be te va le vê hêlê neketne kar
Tu destî xwe de destî min ke
K’em herin je vê êlê, je vê memleketê

Yarî yarî bûkê yarî (2)
Çavê te ne çavê te ne, je dûr je dûr reş dekene
Çavê te ne çavê te ne, je dûr je dûr reş dekene
Çavê te serî te bixwû, omir le meryan debene
Çavê te serî te bixwû, omir le meryan debene
Dê yarî yarî, yarî yarî, yarî yarî bûkê yarî
Va çi berfê ku le me barî

De ber derî we ra terim, giran bayn ke ez ney ker im
De ber derî we ra terim, giran bayn ke ez ney ker im
Tu sozeke sax be min da, k’ez be eşqî te bigerim
Tu sozeke sax be min da, k’ez be eşqî te bigerim
Dê yarî yarî, yarî yarî, yarî yarî bûkê yarî
Va çi berfê ku le me barî

Le Meletî mişmiş debin, dendikê xwe wer xweş debin
Le Albistan mişmiş debin, dendikê xwe wer xweş debin
Ku yar je yarî xwe be dûr ket, merax dekin nexweş debi
Ku yar je yarî xwe be dûr ket, merax dekin nexweş debi
Dê yarî yarî, yarî yarî, yarî yarî bûkê yarî
Va çi berfê ku le me barî

Deştê Xanê Deştê Xanê, av reşandin be fîncanê
Deştê Xanê Deştê Xanê, av reşandin be leganê
Çê qurbane xwe û te ke,  qeymaqamî Albistanê
Çê qurbane xwe û te ke,  qeymaqamî Albistanê
Dê yarî yarî, yarî yarî, yarî yarî bûkê yarî
Va çi berfê ku le me barî


Bûkê
Baran barî tene tene
Ev zîyaretçîyê min û te ne
Le rev kesî le xwe me ne
Çê hajçiye k’ez yarê te me

Min le vira derê der dî
Mêwik filtîya te singa gewr  dî
Ser singê xwe gewr bigire
Te çendê kuştin be vî derdî

Dilî min î deçelqîni
Î de keviran defirîni
Lê te omrê minî teva kirîye
Şan tu mirazî xwe helnîni

Here bûkê ba ê te bi
Ba Arî Mezin yayla te bi
Ba Qawirmê Gir qişla te bi
Aman bûkê ba ê te bi

Te ar kirîye kezeba min
Ez şivanekî pezî xesî
Deçêrînim le qarşiyê malê we, le wî sersî
Heta ku serî min î le ser min e
Ez singê te gewrik nadime kesî
De le minê heval le minê
Te ar kirîye kezeba minê
Aman çîyayî çîyayî, heval çîyayî
Baranê debari berf helyayî
Ez qurbana dayîka te bim
Ku seba min navê te Fatik lênayî
De le minê heval le minê
Te ar kirîye kezeba minê

Welleh nazli navî te Fatik e oy
Zalim qaş û burîyê te çatm e oy
Îsal nini salê tê wo
Fatik bûka malê me oy
De le minê heval le minê
Te ar kirîye kezeba minê

Ez be çîyan ketim çîyan ispî kir
Welleh çavê min tiji cirî kir
Tu je Fatik an a bejn ziravî
Te çû wetanê xwe je bîr kir
De le minê heval le minê
Te kul kirîye kezeba minê

Lê lê Fatê tu je min ra besî
Çavan helmîn dîmîn bermeda kesî
Heta ku serî minî le ser min e
Ez singê te gewrik nadime kesî
De le minê heval le minê
Te ar kirîye kezeba minê

Dê wer dê wer lê lê, derd giranê
Lê lê min go dewran dewran, lê lê bûkê dewran
Dê dewran dewran lê lê bûkê dewran
Qurban hîv helatîye le nav ewran
Ez çûme mala bavê rindê, ez çûme mala bavê rindê
Welleh tu soze sax lê lê be min neda
Dê wer dê wer lê lê derd giranê, dê wer dê wer lê lê derd giranê
Pêrîşanê lê lê hal yamanê

Çi dawestîye le serî sivîngê, çi dawestîye le serî sivîngê
Heval ba’y lêtêxi lê lê le belûngê
Dexwazime nadine min e, daxwazime lê lê nadine min e
Derevînim lê lê te emlîgê
Dê wer dê wer lê lê derd giranê, hawer hawer lê lê derd giranê
Pêrîşanê lê lê hal yamanê

Kelekê malê bavî te nal e, kelekê malê bavî te nal e
Ezî deyndekem lê lê miçûlî tal e
Hûro çendin min nedîye, hûro çendin min nedîye
Avê le min lê lê bûye zehîr e
Dê wer dê wer lê lê derd giranê, hawer hawer lê lê derd giranê
Pêrîşanê lê lê hal yamanê

Lê çi dawestîye le nav yoncê, qurban çi dawestîye le nav yoncê
Ez be îşlîng  im le qulincê
Ba sê meyê vê havînê werin, ba sê meyê ê vê havînê werin
K’ez sapan topkim lê lê le ser singê
Dê wer dê wer lê lê derd giranê, hawer hawer lê lê derd giranê
Pêrîşanê lê lê hal yamanê

Ez terim tu bîrê min meke, heval terim tu bîrê min meke
Wîne wî fotorafî min dest xwe hilde
Le derê ku ez be bîrê te ketim, le derê ku ez be bîrê te ketim
Tu be dayaxeke ber dilî xwe ke
Dê wer dê wer lê lê derd giranê, hawer hawer lê lê derd giranê
Pêrîşanê lê lê hal yamanê


Kilamên eşîra Dirêjan:
Li ser dengbêjê ku di kasetê da distêre, tu agahdarî di destê me da tune ne. Tenê di kilama bi navê „Qubana Rengê Çavê Te“ da  usa tê gotin:
Talîl dibê te li min çi kir
Dost-dijmin li min pir kir
Ji ev rêzan tê fêm kirin, ku navê kesê ku kilamn dibêje Talîl e. Lê dibe ku ew kilam, kilama yekî bi navê Talîl e jî. Li ser kasetê jî „ Dırejan Aşireti Türküleri- Malatya“(Kilamên Eşîra Dirêjan-Meletî) hatibû nivîsîn.

Eskero
Min go siweda zûda eskerê ketine nav gundê meye, mala mixtêr lê pirs dikine
Min go ne keçik im û ne bûk im vana qala lê çi dikine
Bûka mêrkê xwe eskerî kiri go, qê sewqiyata Potirgê ye ê ku hatîye, ê ku eskeran topdikine
Dê here here here, lo xêr vegere oy, dê here here here lo xweş vegere oy .....

Min go k’eza kincê eskerê xwe bişom nav kûlî berfê kim
K’eza tûrikî eskerê xwe bidûrim nav du qulpan têkim
K’eza eskerê xwe bem şiva Meletyê bi xwe teslîm kim oy....
K’eza herim baqanlixa nav Enqerê, lo Meletîyê
K’ezê bêm yan hunê eskerê min berat kin, yan hunê min pêra esker kin
Dê here here here, lo xêr vegere oy, dê here here here, lo xweş vegere oy....

Min go k’ezê de destê eskerê xwe bigrim bem Ferîtê, lo ber gemîyê
K’ezê eskerê xwe hilînim bem Meletya şewitî, lo  ber camîyê
Min go lolo esker te ji min ra naha sond bixwe bi Quranê, lo hemelîyê
Heta ku tu eskerya xwe dike tê destê xwe bikşîne, lo heramîyê
Dê here here here, lo xêr vegere oy , qê sê sal û şeş mehkê lo guhdara te me oy.....

Min go newû newû newû, lo eskero newû
Nizanim talya te bû, lo qedera min bû, lo qedera min bû.....
Heta siweda destê min ser fîncanê qehwê oy qe tal nebû
Min go newû newû newû, lo eskero newû oy...

Min go min nênirî ku mangake min eskeran lo hat û rabirî
Ku eskerê min î li sira paşî, nav hindê qirî
Min go lolo esker tu were îlîşîkîya  min, qîza xelkê lo vir bibirî
Min nênirî eskerê min rûnişt, de berda girî lo berda girî oy....
Dê here here here, lo xweş vegere, qê sê sal û şeş mehkê qê guhdara te me oy....

Bûke Rindê
Bê bi dîyaran keve bûke rindê bulind bang ke oy...
Perçemê şe ke bûke rindê ser çavan ke oy...
Sewê xatirê herdu dilan, bê royê carê bang Xwedê ke oy....
Bê te ez helandim, te ez helandim, te ez helandim oy....
Heta welatan bûke rindê ez surgun şandim oy....

Bê bejnê lêye bûke rindê tera şîlanê oy....
Ku av hêşin dike çema jorî geda çîmanê oy....
Bê k’ez qurbanê welatê xelkê oy....
Ku herkeskî bûke rindê bi dil danê oy....
Bê te ez helandim, te ez helandim, te ez helandim oy....
Heta welatan bûke rindê surgun şandim oy....

Bê di ser me ra bûke rindê hat ewrekî reş û tarî oy....
Bê ne vediki, herê dilo ne diwarî oy ....
Qê hezar bûkî-keçkê xelkê hewe oy.....
Qê tu di dilê min ra mayî oy.....
Bê te ez helandim, te ez helandim, te ez helandim oy ...
Heta welatan bûke rindê surgun şandim oy ...

Bê kanyê gundî bûke rindê welê zawe oy ....
Bê destan bişo bûke rindê de rûyan binowe
Qê di paş te ra minî sond xwarîye oy....
Meletyê şewitî bûke rindê li min towe oy....
Bê te ez helandim, te ez helandim, te ez helandim oy....
Heta welatan bûke rindê surgun şandim oy....

Qurbana Rengî Çavê Te
Çemê jorî çîyana tiştin
Baran barî xwe danîn şuştin
Bira bişewite mala dijmin
İnşala me de dev da hîştin
Qurbana rengî çavê te
Dizanim dê û bavê te
Ara me da gula sor e
Dinalim bi wê navî te

Bejnê rindê darî merxê
Wê dilê min daye çerxê
K‘li wê rindê waznagerim
Metka min e Kinê Axê
Qurbana rengî çavê te
Dizanim dê û bavê te
Ara me da gula sor e
Dinalim bi wê navî te

Talîl dibê te li min çi kir
Dost-dijmin li min pir kir
Ezî ji dilda yarali me
Porî maran lê efsin kir
Qurbana rengî çavê te
Dizanim dê û bavê te
Ara me da gula sor e
Dinalim bi wê navî te

Keri daket ber bêrîyê
Ranabine jinebîyê
K’li wê rindê waznagerim
Ba li min xin ondortlîyê
Qurbana rengî çavê te
Dizanim dê û bavê te
Ara me da gula sor e
Dinalim bi wê navî te

Dê Lêy Dê Lêy
Bi çîyan ketim çîyan sipî kir, bi çîyan ketim çîyan sipî kir
Çavê reş tiji girî kir, dê lêy dê lêy dê lêy.....
Min rindeke xwey beli kir, min keweke xwey beli kir
Ewê dane xergelekî dê lêy dê lêy, heqsiz dê lêy.....

Avê biharê şet bi şet e, avê biharê şet bi şet e
Şetî ortê be serwet e, dê lêy dê lêy dê lêy ....
Min go rindê xwe lê meqelvîne, min go rindê xwe lê meqelvîne
Avê biharê be quwet e,dê lêy dê lêy dê lêy ....

Fîstanî rindê basme ye, fîstanî nazliyê basme ye
Dûrun, dûruna Meletyê ye,dê lêy dê lêy dê lêy ....
Paş malê we malê ewlîyan e, paç malê we malê ewlîyan e
Va hîdê ku tê Hîda Hecîyan e, dê lêy dê lêy dê lêy ....
Be mane kim herme rûyan e, be mane kim herme rûyan e
Dê lêy dê lêy dê lêy dê lêy, heqsiz dê lêy....

Lawkê Dirêjanî
Bê Dirêjanyo te kanîya le enya hîvê oy....
Min lê hilanî Dirêjanyo ava şîvê oy....
Lawkê Dirêjanî were huro li malê me mere oy...
K’eza çiltê zar memikan ji te ra bikim zewê şîvê oy...
K’eza cîkî lawkî Dirêjanî daynim oy....
Ku simêlê reş dakeve dayê  ser balifê oy....

Bê dilî min ne Dirêjanyo dilî karê oy....
Ku av coşmîş  dibe notla ava dîjle li dev bahrê oy....
Weleh ku pir here ku hindik here oy....
Çiltê zar memikan simêlê reş wîne parî oy....

Bê lawkê Dirêjanî huro dîsa hêrs ketîye oy....
Ku ew Xwedê daye, dayê nala Qirixanê oy....
Huro çend rona ku min nedîye oy....
Dilê min bû ye lambey qazê ku ar berdanê oy....

Nazli
Bê awcî kewan lê nazli digerinin
Ku ê kozik be kozik, êfsin êfsin lê şiva tînin
K‘ez merîyê de guna Sultan Silêman im
Dê canî xwe veke le Keke ye oy pê dezanim
Qê canî xwe veke le Keke ye lê here nazli pê dezanim

Bê arî Benê here nazli ku î be va e
Qê tu qudiran here nazli xwe dernavê
Tu yê pê çi kî benî ecer
Qê berê bejnê lê nazli tê zirav e
Tu yê pê çi kî benî ecer
Qê berê bejnê lê nazli tê zirav e

Bê tu be sêv be lê nazli, k’ez be nar bim
K’em serî rîya van yolcîyan lê nazli tim li dar bin
Herçi yolcî bê çûne hatin
Ku bên va lawik-keçika oy le hev helal bin
Herçi yolcî bê çûne hatin
Ku bên va lawik-keçika oy le hev helal bin

Lêw Lêw
Lêw lêw lêw lêw ne î tî me lêw lêw lêw oy....
Herê nemayê ne î birçî me lêw lêw oy....
Dê lêw lêw lêw  bar kin bar e, heta êvarê lêw lêw lêw oy....
K’ezî li ber qapyê malê gawir bavî te ê bê serpî me lê lê l ê oy....
Dê lêw lêw lêw tuyê  hatîyê ber dayînê lê lêw lêw lêw oy....
K’ezî bi canekî rûtî alicî me lê lêw lêw lêw oy....

Bê lêw lêw lêw avê sarê tu ji ku têye lê lêw lêw lêw oy....
Digo k’ezê çîyê me jorî berfa bi kevir ditême lê lêw lêw lêw oy....
Dê lêw lêw lêw a fitil e lê lê, xwe da caman lê lêw lêw lêw oy....
Va qederê Xwedê yazmîş nekiri feyde tunîne bi gotinan, qê xewnê şevan lê lêw lêw lêw oy....

Bê lêw lêw lêw konê reşî di gêlî da lê lêw lêw lêw oy....
Bê çî werga min û te va pez dan dikir di derî da lê lêw lêw lêw oy....
Dê lêw lêw lêw  ku digot ez a te me, ku tu a min e lê lêw lêw lêw oy....
Qê keçê ev çi zêr e, çi nîşan e di serî da lê lêw lêw lêw oy....

Bê lêw lêw lêw nav çi rind e, qê xemxiş e lê lêw lêw lêw oy....
Bi xelkê ê tal e lê bi min xweş e lê lê lê  oy....
Dê lêw lêw lêw ezê bi qurbana xwe û te kim lê lêw lêw lêw oy....
Her çar malê me Kurêşan dî bavê şewtîyê lê lêw lêw lêw oy....

Gulyê Yar
Bê were tavek baran girtîye serê Mecira
Xwezîka ku Xwedê bidaya vî mirazî herdu dila
Minê tûrikî xwe hilaya pars kiraya
Minê pê qelingî gulyê mor bida oy....

Bê ro nedîme, ro nedîme oy....
Qê xelk dikene k’ezî girî me oy....
Qê kes nizane va lê çi ye
K’ezî çiltê zar memikan gerdanê gewra biqtînime oy....

Bê were dê hîva min hilat hîvê me yê mayî oy....
Şewqê xwe tavitîye serî Meciran di wî çîyayî
Bê data sîyê min li te ketîye oy....
Ku ezî zewicî, rindê tuyê dayî oy....

Bê k‘ez li kewan kewê qenat birî ez im oy....
Bê ne dixwînim, ne difirim, ne diwezim oy...
Kî ji hêlê gulyê yar da yarali ye oy....
Bira werin min bibînin, heval ez im, heval ez im oy....
Lawkê Goçer
Bê wêy li minê, wêy li minê lawkî goçero oy....
Qê rêka Qentermê jî lê rêke pan e oy....
Bê wêy li minê, wêy li minê , wêy li minê oy....
Qê têra tere va goçerê, lê dayê çurê oy....
Bê bira çavê etkê te çur bibe lawkê goçero, wêy li minê oy....
Ku towe girtin k’ez bi te va lê tevdi pan e oy....
Bê hespî lawkî goçer wêy li minê, wêy li minê oy ....
Qê nav dekşînin yanî malê oy ....
Bê tu tîmar ke bi qaşaxiyê k’eza gewre kim oy....
Bê loy loy goçer bi destmalê oy....
Bê va li serê min feqîrê, dayê çurê oy....
Qê kîmsesizê oy....
Qê k’eza li vir bipêm wêy li minê, wêy li minê oy....
Bê loy loy goçer heta salê  oy .....
Bê minî sond xwarîye wêy li minê, wêy li minê oy....
Bê k’ez yaran nagirim oy ji goçeran oy....
Ku malê xwe bar dikin meryan dihilin wêy li minê oy....
Bê wekî goçeran jine yaran oy....
İ ku arelixê herdu dilan keve wêy li minê, wêy li minê oy....
Hûrkê xwe bimînin ber diwaran oy....
Bê ava Qentermê jî bişewite lawkî goçero oy, lo şîni şîni oy...
Bê berda aş e lawkî goçero wêy li minê, wêy li minê oy....
Qê paş da dî ne oy....
Bê (...)hefsarê hespî lawkî goçer di tûrê da oy....
Bê dayê çurê, lê şîmi, şîni oy....
Bê hespê lawkî goçer wêy li minê, wêy li minê oy....
Qê dayê çurê, lê qirî din e oy....
Ku li Erepkîra şewtî pêra çarşî, li ber pirê oy....
Bê dayê çurê, qê nal dikine oy....
K‘ezê gulyê hespî lawkî goçer bi xwe bihûnim wêy li minê oy....
K’eza girêdim qê lê li rev zengil e oy....

Zîko Zîko-Zeko Zeko
Tîran daket ber gemîyê, tîran daket ber gemîyê
Ê ku min bene eskerîyê, ê ku min bene eskerîyê
Were k’em ji hev hilin ne le Zîko helalîyê
Zîko Zîko selixanî, Zîko Zîko selixanî
Çi rûniştîye li binya banî
K‘ez li xelkê fedi nekim, k‘ez li elem fedi nekim
Por bigirim herme rûyanê
K’ez li xelkê fedi nekim, k’ez li Xelîl fedi nekim
Por bigirim herme rûyanê

Dilî min pendirê ter e, dilî min pendirê ter e
Were hinî xwe bixwe, hinî xwe jî bibe here
Zîko Zîko selexanî, Zîko Zîko selexanî
Tu doxrîye çirî zehîr ber te here
Tu êrgîye avê zememê di te wergere
Zîko Zîko selixanî, Zîko Zîko selixanî
Çi rûniştîye binya xanî
K’ez li xelkê fedi nekin, k’ez li elem fedi nekim
Por bigirim herme rûyanê

Avê kanyan sar sar badin, avê kanyan sar sar badin
Bi kortikê gili gîyadin, bi kortikê gili gîyadin
Li çend rengî axê wînin, meri rindan axû dadin
Li çend rengî axê wînin, li çend rengî axê wînin
Meri rindan axû dadin
Zeko Zeko selixanî, Zîko Zîko selixanî
Çi rûniştîye binya xanî
K’ez li xelkê fedi nekim, k’ez li meriv fedi nekim
Por bigirim herme rûyanê

Keçkê teze ê talî tên, keçkê teze ê talî tên
Pêçîyê qangel e diwîtin, pêçîyê qangel e diwîtin
Wî ê pirsê didin lawkê xelkê, şevê deryê xwe kilîtin
Wî ê pirsê didin lawkê xelkê , şevê deryê xwe kilîtin
Zeko Zeko selixanî, Zîko Zîko selixanî
Çi rûniştîye binya xanî
K’ez li xelkê fedi nekim, k’ez li xelkê fedi nekim
Por bigirim herme rûyanê

Qemikî Malê Milê:
Navê wî ê fermî Kamber Budaklı ye. Ji Erxe(Akçadağ), ji gundê Tarûceyê (Darıca) ye. Ew zêdeyî sî sal e li Almanya dijî, û karker e. Min ev kilam di roja 28.01.1995 an da, li mala wî guhdar kir û nivîsî. Niha ew şêst û sê salî ye. Ewî bi min ra got: Min berê pir kilam zanîn, lê min ew kilamên rid gişk je bîr kirin. Ji ber ku ez  ji kilama “Arî Mezin” pir hez dikim min ew ji bîr nekir. Hin kes dibêjin çîroka vê kilamê jî heye. Lê kesên ku min jê pirsîn çîroka kilamê nizanin.

Arî Mezin
Arî Mezin Arî mezin, bê Arî Mezin Arî Mezin
Arî Mezin Arî Mezin, bê lê deçêri karik bizin
Wî wî wî wî wî le wê o, bê te dîşlîxa  minê nê o.

Min rindeke xwe wenda kir, min rindeke xwe wenda kir
Êke be kemer e, pî be bazing, be kemer e pî be bazing
Aman aman ser le yanê, bê Bekiran tev qurbanê.

K’ez demirim rokê pêncan, ez demirim rokê pêncan
Ba’y lê têxi le yapraxê sincan, ba’y lê têxi yapraxê sincan
Oy oy oy oy oy le wê o, bê te xewka minê ne o.

Herin bibên be rindê ra, herin bibên be rindê ra
Bira je xanî şîn dilê gencan, je xanî şîn dilî gencan
Aman aman ser le yanê, sevdalîyê be du navanê.

Dî Bekiran dîyekî gir e, dî Bekiran dîyekî gir e
Yarê be kurdikî sur e, yarê be kurdikî sur e
Aman aman ser le yanê, bê Alxasan  tev qurbanê.

Alîşukran  çîyay bilind e, Alîşukran çîyay bilind e
Şerpê rake por be binde, şerpê rake por be binde
Aman aman ser le yanê, bê Bekiran tev qurbanê.

Yayla van Bekiran çat e, yayla van Bekiran çat e
Ku min ispart tu çima nate, ku min ispart nazlî nate
Aman aman ser le yanê , bê  Harunan  tev qurbanê.

Destî xwe de destî min ke, destî xwe de destî min ke
Qanun qanuna Demirqirat  e, qanun qanuna Demirqirat e
Aman aman ser le yanê, bê Qepezan  tev qurbanê.

Ez çirkem ku tu a rind î, ez çirkem tu a rind î
Tu eke ser le yanî poz bilind î, ser le yanî poz bilind î
Aman aman ser le yanê, bê Çerkezan  tev qurbanê.

Dê danîn danîn bûkê danîn, danîn danîn nazlî danîn
Germa çolan ez helanîm, germa çolan ez helanîm
Aman aman ser le yanê, qaydelîyê be du navanê.

K’ez lawikekî Meletî pozbilind im, ez lawkekî poz bilind im
Te ezî je dinê da danîm, te ez je dinê da danîm
Aman bûkê ser le yanê, sevdalîyê be renganê.

Jor da datê xwe de ba kir, jor da datê xwe de ba kir
Te aqil je serî min rakir, te aqil le serî min rakir
Aman aman ser le yanê, bermalîyê be du navanê.   



 FERHENGOK ji bo stranên jorîn:
Qisix: Navê nawelekê ye, li Bazarcixê.
  Xestexane: Nexweşxane.
  Dukana Kalê: Navê zozanekê ye.
  Odunsal: Navê heremekê ye, ku rêwî li wir bêhna xwe distînin.
  Birin: Birîn.
  Sizi: Jan, êş.
  Osangim: Bêzar im.
  Din: Dîn. (ne ol e)
  Hendî: Êdî, ji vir ha.
  Bar: Bihar
  Dehêri: Dihêre
  Beynika: Niha.
  Qume: Hewî.
  Neliştim: Nehîştim.
  Eka: yeka/e
  Wîjdansiz: Bê wîjdan.
  Te ezî gezmez kirim: Ji rûbarê te, ez nikarim di nav mirovan da bigerim.
  Jûrda: Jorda
  Çir: Çawa.
  Sixinti: Bêhn tengî.
  Turi: Tirî.
  Salqim salqim: Gûşî, ûşî.
  Çayir: Gîya mêrg.
  Deyn kirin: Peyivîn, qise kirin.
  Di: Gund.
  Yan: Hêl, alî.
  Qewax: Spîndar.
  Îrin: Givirt, nêm, zûxav.
  Sozyalan: Derwbêj, derewîn.
  Burin: Birîn.
  Jûr: Jor
  Hedîya: Dîyarî.
  Newû: Nebû.
  Qedir: Bext.
  Nixweş: Nexweş.
  Pêlî tê: Pêda tê.
  Qeregun: Roja reş.
  Hes: Deng.
 Aregar: Em nizanin ev kîja bajar e.
  Qirxan:  Bajarê Kırıkhan, ku girêdayî Antakyayê ye.
  Têran: Navê gundekî Bazarcixê ye.
  Înce: Zirav.
  Aşiqçay: Navê çemekê ye.
  Yaylecî: Zozanî.
  Çûr: Kor.
  Talek çalî: Şaxek sicê.
  Necaran: Navê gundekî ye.
  Qarşi: Hember.
  Helq: Navê çemekê ye.
  Çexdekim: Vedigerînim.
  Heq: Xweda. Li heremên Albistan, Bazarcix û Erexe(Akçadağ)yê, peyva „heq“ piranî bi maneya Xweda tê kar anîn.
  Neqaw: Neqeb.
  Nalan: Nawelan. Nal: Nawel.
  Îna bike: Bawer bike.
  Avirs: Cîyê bi tirs, şevereşî.
  Yaprax: Pel, pelg.
  Hên: hîn.
  Daha: Doh.
  Qereqûr: Derd, kul, bela, êş û elem.
  Sîrt: Pişt, mil.
  Yarim: Yara min.
  Bilin: Bihêlin.
  Huro: Îro.
  Şan: Înşala. Gava nifiran dikin bi kar tînin. Wekî: Şan tu sibê nebînî.
  Dak: Dê, dayik.
  Hewlû: Hewş, hewşo, pag.
  Mûj: Mewûj, mewij.
  Sing: Sîng.
  Bitûn: Hemû, hemî.
  Sewgîli: Delal, yar.
  Şorxweşê: Peyvxweşê.
  Yazi: Deşt, beyar.
  Bazi bazi: Car caran.
  Paç: Maç.
  Teve: Miqilk, tewe.
  Îlam: Misoger, teqez, divê.
  Yêrmîş be: Bimeşe.
  Suzulmîş be: Biherike.
  Dûman: Dû.
  Cûlo: Pelên hişk bûyî.
  Ga/ ca: Gîya.
  Vêdil: Bêdil.
  Siwedî: Sibêda.
  Birgang: Berbang.
  Bela: Bilav.
  Yoquş: Berkaş, hewraz, kaş.
  Surik: Sorik.
  Awcî: Nêçirvan.
  Orte boylu: Bejna ne dirêj, ne jî kin. Bejnek normal.
  Burun: Birîn.
  Yandim: Şewitîm.
  Almance: Almanî.
  Genclix: Ciwanî.
  Erx: Kend, co.
  Sevda: Evîn.
  Gi teva bû: Giştik xelas bû.
  Çali: Sinc
  Sihêl: Navê zozanekê ye.
  Natî: Nehatî.
  Soysiz: Bê nifş, bê malbet.
  Xoriz: Dîk.
  Hanka: Waha.
  Heyda:  Dîyarî.
  Sulim: Pêling, derece, pêpelûk.
  Dujmin: Dijmin.
  Xiş kirin: Şikandin.
  Obe gezan: Geroka zoman.
  Cîve: Naz, kelte.
  Tacîz: Hetik, ecîz.
  Cût: Cot.
  Sumaq: Simaq.
  Yêtmişîkî: Heftê û du(72).
  Yoksulî: Feqîrî.
  Yaxe: Pêsîr.
  Etê: Dayê.
  Alçax: Nizm.
  Yazmîş kirin: Nivîsîn.
  Yalandinê: Dinêya derewîn.
  Îş û guc: Îş û kar.
  Nifûz cuzdan: Pênas.
  Turgut Ozal: Serokkomerê 8. ê Tirkîye ye.
  Saw: Nexweşî.
  Ning: Ling, pê, nig.
  Çê: Kê.
  Tezîn: Tevizîn. Tezya: tevizî.
  Bilmezî: Nezanî, cahilî.
  Dewçar: Çardeh.
  Dewpênc: Panzdeh.
  Tûman: Dû.
  Hend: Kêlek, tenşt, rex.
  Gelan û gîdan: Kesên tên û diçin.
  Telesî: Teselî, xemrevînî.
  Çaresiz: Bê çare.
  Cirîn: Girîn.
  Nanûxwêsizlix: Bê nanûxwêyetî.
  Dijne te: Xêncî te.
  Çinge: Çiqas.
  Terle: Zevî.
  Xozatli Xizir: Xizêrê Xozatî.
  Nam çend salan: Nizanim çend salan.
  Zêrê gazî: Li Tirkîye, curekî zêran e, ku li ser resmê „Mustafa Kemal Atatürk“ li ser heye.
  Dîyarbaqir: Di Kurdî da Diyarbekir e. Lê Îsmaîl îpek usa telafûz dike.
  Be durax kim: Bi cî û war kim.
  Qayitsiz: Bê qeyd.
  Songî: Dawî.
  Milan: Gundekî Bazarcixê ye.
  Sarilmîş bûn: Hevdû hemêz kirin.
  Solix: Bêhn, bîhn.
  Bulind: Bilind.
  Xortlemîş bûn: Mirî rabûn, şeytan qûnî bûn.
  İspî: Spî.
  Heqsiz: Neheq.
  Qelbsiz: Bêdil.
  Bûgan û Dêlhîz: Navê du gundê Bazarcixê ne.
  Guçik: Guh.
  Turîst: Ew kesên ku li Almanya penebar in.
  Dolik: Zarok.
  Îşsizan: Bê îş û karan.
  Biçalişi: Kar bike.
  Merq: Navê perê welatê Almanya (Deutsche Mark -DM).
  Çavaçix: Çav vekirî.
  Yanilmîş: Kesê şaş kirî.
  Aldanmîş: Xapandî.
  Duzilmîş bûn: Li cem hev rêz bûn.
  Çexbû: Vegerî.
  Îçme: Aveke bi şîfaye. Li nêzîkî Albistanê ye.
  Qirxgoz: Navê kanîyekê ye li heremê.
  Çeqel: Wawik, torî.
  Duyînsalonu: Salona lê dawetan dikin.
  Tirnax: Nênug.
  Aydinlix: Ronahî.
  Bîrîncî: Yekem.
  Qonişmîş bin: Bipeyivin.
  Tanişmîş bin: Hevdû nas kin.
  Qafesiz: Bê aqil.
  Yolme: Çinandin.
  Firêzcî: Firêzvan.
  Qere çalî: Sinca reş.
  Arelix: Navber.
  Bursa: Bajarekî Tirkîye ye.
  Qawûtsiz: Bê qeyd .
  Qeplan: Piling.
  Dortyol: Dörtyol. Navçeyeke wîleyeta Hatayê ye.
  Şedekine: Ger hûn dikarin.
  Başhemşîre: Serhemşîre.
  Qucaxan: Hemêzan.
  Bacaxan: Paq, pê.
  Fîdan: Şitîl.
  Dêdiqodi: Li pist dan.
  Zara: Navçeyek Sêwasê ye.
  Daxilmîş bûye: Belav bûye.
  Dalxe: Pêl.
  Nergele: Navê gundekî Albistanê ye.
  Ergen: Azep, ciwan.
  Sêrsiz: Reben, bextreş, kesê ku tu qîmetê nadinê.
  Dînsiz: Bê ol, bê dîn.
  Ersiz: Bêar, tole.
  Carkê: Carekê.
  Çêr: Kêr.
  Ker: Ev bi maneya qelişandinê ye. Ava sar dilê wî karî kerî kirîye, qelişandîye.
  Ambar: Gundekî Albistanê ye.
  Seqaldutan: Navê gundekî Bazarcixê ye.
  Recû: Hêvî, guman.
  Qirxinî: Xeyîdîn.
  Çetlemîş ke: Biderizîne. Qehirandin.
  Beng: Xal,şanik, ben.
  Çeng: Çen, erçen.
  Çalim: Galim, fîz.
  Zatan: Jixwe.
  Çêl û çûr: Keçel û kor.
  Çalanqele:  Dibe ku navê keleyekê be li heremê. Ez bi xwe tu iştî li ser vî navê nizanim.
  Ûlî: Merivên pîroz û mezin.
  Kîrva: Kirîv.
  Qirix: Kesên ku bi dizî ji hev hezdikin. Yên ku evîna qedexe bi hev ra dijîn.
  Qol: Şax.
  Vêsta: Niha, êsta.
  Jar: Jor.
  Uzgînim: Xemgîn im.
  Gubeserdin: Guhbiserdin.
  Mart: Meha Adarê.
  Azmîş bûn: Har bûn, bitir bûn.
  Çiqend: Çiqas.
  Cîp: Pir, gellek.
  Kuva: Kuderê.
  Gorn: Tirb, mezel, gor.
  Bên: Aqil.
  Gedîg: Gêdûk, baxor, zixir.
  Jirkî: Ji wê rojê pê va.
  Ortax: Şîrik.
  Kistikan: Navê gundekî Albistanê ye.
  Ma: Meh.
  Bêrîcî: Bêrîvan.
  Rê û yolaxan: Rê û rêçan.
  Yazyeke: Bexteke, nivîseke
  Êloxlu: Lawikekî xelkê.
  Êlqizi: Keçikek xelkê.
  Qewişmîş bûn. Gêhîştin hev.
  Qawirmê Gir: Navê gundekî Erxeyê ye.
  Xizmetçî: Xulam.
  Cûn: Gon, gwîn.
  Gewr: Spî.
  Sersî: Tûm, gir.
  Yonce: Sewere, ket.
  Îşling: Kiras, pîrehen.
  Îlîşkî: Pêwendî, hevaltîya evîndaran.
  Ondortlu: Navê çekek mezîl dirêj e.
  Coşmîş bûn: Coşîn.
  Arî Mezin: Navê zozaneke, ku di navbera Kurecîg û Albistanê da ye.
  Dîşlix: Sebr.
  Alxasan: Navê eşîrek Albistanê ye.
  Alîşukran: Navê zîyaretek li wê heremê ye.
  Harûnan: Navê gundekî  û eşîrekê ye.
  Demirqirat: Navê „Partîya Demokrat“ (DP)e, ku di sala 1946 an da, ji alîyê Adnan Menderes va hatibû damezirandin.
  Qepezan: Navê gundekî li wê heremê ye.
  Çerkezan: Navê gundekî Albistanê ye. Niha tu kes li vî gundî najîn