Jan Axîn



Evîna bextewar tune ye
Êdî wext dereng e, ji bo hînbûna jînê
Bila dilê me biîskin, di şevreşê de
Ji bo biçuktirîn stranek, kambaxî divê
Ji bo her riçifa dil, axînek divê
Ji bo tingîneke gîtarê, îske îskek divê
Evîna bextewar tune ye
 
Evîn tune ye ku, ji janê nehatibe
Evîn tune ye ku, dil de birîn veneke
Evîn tune ye ku, ru neçilmisîne
Evin tune ye ku, ji girî nehatibe
û tevî te ji evîna welêt
Evîna bextewar tune ye
Lê ev evîna min û te ye

Cana min, xezala min, birîna dilê min
Ez te di dil de disitirînim, mîna çûkeke baskşikestî
Li me dinêrin û diçin, bêyî ku tiştekî zanibin
Dubare dikin li pey min, rîsiyê minê hûnandî
Ewên ku hazir in bimrin, ji bo çavên te yên reşbelek
Evîna bextewar tune ye

Tu tiştê mirov lê nayê, ne xwurtîya wî, ne qelsîya wî
û gava ku bi hêvî hembêza xwe vedike sîya wî ya xaçekî ye
Gava ku bi hêvî dilgeşîya xwe diqîre wê dieciqîne
Jîyana wî jê bîyanî û êşeke bênav e
Jîyana wî dişibe wan leşkerên bêçek
Ku ji bo qedere din xwe girê dane
Hişyarbuna sibehê dê bi kêrî çîyê wan bê
Ewên ku êvarî çek ji dest tên girtin
Hêstirê xwe bigre ez bi gori û bêje
Evîna bextewar tune ye
Helbest: Louîs Aragon
Werger: Cemîl Denlî
Muzîk: Jan Axîn

Ditirsim yar
Carna yarê
Navê mirov jî lê dibe bar
Li serî dibe bela
Navê mirov jî lê dibe bar
Hingê çûyîn divê çuyin ax
Ditirsim yar, ditirsim yar
Yar ez diherim yar
Bi xatirê te
 
Bi sitranan re bûm heval
Ketim nav helbestan
û digirîm jî gava tu têyî bîra min
Ditirsim yar, ditirsim yar
Yar ez diherim yar
Bi xatirê te
 
Bila canê
Jiyîn li min asê nebûya
Roj neçûya ava
Jiyîn li min asê nebuya
Kengê çûyîn divêm çuyîn ax
Ditirsim yar, ditirsim yar
Yar ez diherim yar
Bi xatirê te
Gotin: Îbrahîm Seydo
Muzîk: Jan Axîn

 
Bajar
Te got ez dê herim welatekî din zeryayeke din
Helbet ji vîya çêtir wê bê dîtin bajarekî din
Qey qeder e wî...
Dest diavêjim çi bi pêsîra min ve dizeliqe
Û tê bêjî qey meyîtekî veşarte ye dilê min
 
Li ev bajarê beyar, wê hê pir bimîne hişê min
Ruyê xwe çawa diguhêrim li kuderê dinihêrim
Derdikevin pêşberî min xopanên reş
yên jîyana min
Salên xwe malmîrat kirin
min belasebeb kambax kir
 
Tu ê welaten din nebînî, wekî din zeryayan
tu ê nebînî
Û dev ji te bernade ev bajar, li eynî kuçeyan
tu ê bigerî. Li eynî taxan tu ê pîr bibî
Li eynî malan tu ê por sipî bikî
Cihê tu ê herî û lê vegerî ev bajar e
Yekî din hêvî neke
Tu keştî, tu rê nînin ji te re
Li van quncikên biçûk
li van deran tu xwe malxerab bikî
Li hemû deverên cîhanê tu ê malxerab bimînî
Helbest: Konstatînos Kawafîs
Werger: Rênas Jîyan 
Muzîk: Jan Axîn


Sinem
Lê sînemê
Çav mizgînê
Fistan şînê
Bejn şêrinê
Sînêm, sînêm sînemê
Sînema min
 
Barê dilan
Dam ser milan
Sînem tu yî
Rewşa gulan
Sînêm, sînêm sînemê
Sînema min
 
Jê re vekir
Derd û kulan
Got e lawo
Nakim dilan
Sînêm, sînêm sînemê
Sînemê
Gotin : Jan Axîn
Musîk : Jan Axîn


Kul û kulîlk
Ger ez ba bum a
Min ê porê te bialasta
Ger baran bum a
Min ê xwe li nav çavê te bixista
Îcar jî ji vê kulê nemrim
Ji bilî kulîlkan
Careke din hew hez dikim
 
Xezalên tî avê vedixwun
Ji golên çavên te
Çukên baskokirî
dilûsin li ser milên te
Meşka xwînê ye ev dilê te
Hevîrtirşê êvara ye kilê te
Îcar jî ji vê kulê nemrim
Ji bilî kulîlkan
Careke din hew hez dikim
Gotin: Rênas Jîyan
Muzîk: Jan Axîn


Delal
Ku dil dîlber be lê xwe dîlber kî ye
Eger dîlber dil be, lê navê dil çî ye
Ez dil û dîlber tev lî hev dibînim 
Nizanim ku dil kî û dîlber kî ye
  
Delal herdu çavê min qesrên te ne
Nav herdu çavê min çîhê pîyên te ne
Ditirsim tu bi xafil gav biavêjî
Û bi mijangên min biêşin pîyên te
Helbest : Baba Tahirê Uryan
Muzîk : Jan Axîn

Kerîm lawo çeqilmast
Kerîm lawo çeqilmast
Min meyan û nebû mast
Kuçikê mexmer alast
Bû koçerkê bi rast
Kerîm lawo çeqilmast
 
Ez çûme Şam û Heleb
Anin sê bizinê celeb
Yekê kor û yekê pîr
A dinê bizina tiştîr
Bûm hemberê mala mîr
Helbest: Baba Tahirê Uryan
Muzîk: Jan Axîn


Siwaro bajo
Bajo, siwaro bajo
Ku da dibe bila bibe
Sekin min dikuje
Li her qonaxê min gulek
Li her gulê min dilek
Li her dilê min kulek
An jî mirinek divê
Bajo, siwaro bajo
Ku da dibe bila bibe
Sekin min dikuje
 
Wergera hestan çawa bikim
Narîncokê mehîyan ji hêsiran
Evîn ketin bextê çîtikan
De bajo siwaro şev digirîn
De heeey siwaro
Di girîyê şevan de dinalim
Di nalîne de diqêrim
Di qêrînê da dil didim
Di dildayînê de dimrim
Bajo, siwaro bajo
Ku da dibe bila bibe
Sekin min dikuje
Gotin : Jan Axîn
Muzîk : Jan Axîn


Keçikê bimeş
Keçikê bimeş bimeş
Xulama wan çavê reş
Delalê bimeş bimeş
Xulama wî kenê xweş
Ramusanekê bide min
Tê bêje min sehet xweş
 
Min bang kir wê xweşkokê
Şêrînê şemamokê
Fîstanê wê dirêj e
Encax digihê ser çokê
Digihê ser kambokê
Encax digihê ser çokê
Ji wê de hatîye Heleb’ ê
Heta bigihê Qamîşlokê
Gotin û Muzîk: Miradko

Xeydoka bajêr
Xeydoka bajêr were
Agir dişewite di çavê min de
Min jîna xwe da te dest ne da
Di hemu hêvîyê xwe da têk çum
Lê çavên te jî nînin
Di hemu şerê xwe da têk çum
Lê destê te jî nînin
Şilfî tazîme, şerpezeme
Bes ne xem e, tu vegere
 
Xeydoka bajêr vegere
Hêsir difetisin di çavê min de
Min jîna xwe da te dest ne da
Gotin: Jan Axîn û Îbrahîm Seydo
Muzîk: Jan Axîn