Îssa Hassan



Zalimê
Min çavan vekir, tu nexuyayî
Tu li bir çavên min wendayî
Gelo xwen e, yan bera yî
Dil min, li dû te bezyayî

Dilê min gazî te dike
Tu jî zalime, li bir di re ve
Bes e zalim, bes e ciwan
Ez bûm e perîşan

Hey zalimê hey zalimê,
ya ko ez nadim bi malê dinê
Ez dixwazim te vegerî, de bes e were,
weeee ...r  de bes e were

Hey zalimê çima çima
Ez û te neman ji hev re
Bûn aşiqê kul û derda
Bûne wek Mecnûn û Leyla

Ez ban di kim were were
Hey zalimê were were
Şev û rojên min tevî hev bûn
De bes e were

Hey zalimê hey zalimê,
ya ko ez nadim bi malê dinê
Ez dixwazim te vegerî, de bes e were,
weeee...r de bes e were
Gotin: Îssa Hassan
Muzîk: Gelêrî


Ez û yarê
Ez û yarê yarê, ez û yarê yarê
Em ji hev bi dil bûn, em ji hev bi dil bûn
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê

Ez û yarê yarê, em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê
Em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê

Ezman pir şîn bû, pir di nava rojê da
Çavên min li rê bûn, li hevîya yarê da
Stêr bi hazaran bûn, di nîvê şevan da
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê

Me govend datanî li nav kulîlka
Me dîlan dikir li ber dengê dîka
Me gulî di hûnan wek hejhejîka
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê

Ewr pê de hatin, şêv reş û tarî bû
Tenê yara delal, bo min ronî bû
Kunda li ser me xwend, ezman xalî bû
Em ji hev dûrketin ez û yarê û ji Kurdistanê
Em ji hev dûrketin ez û yarê û ji Kurdistanê 

Ez û yarê yarê ez û yarê yarê
Em ji hev bi dil bûn Em ji hev bi dil bûn
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê

Ez û yarê yarê, em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê
Em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê
Gotin: Kamûran ji Kîkan
Muzîk: Issa Hassan


Heval
Eman heval eman heval
Ji ber derdan ez bûm e pîr û kal
Di bin destê neyaran de nexweş ketim
Bi meh û sal
Nexweşdarê meh û sal im
Ji ber jana dil dinalim

Gelî xortan wekî şêr bin
Divêvin em hemî bi kêr bin
Ma ne bes e êşa evîn
Ji ber kulan ketim nivîn
Bi salan pir nexweş ma bûm
Lewra dil min bûye xwîn.. 
Gotin û Muzîk: Îssa Hassan

Serî rake
Serî rake û binere
Tu ji bîra min qet narê, Narê Narê
Pir tu dûrî ji çava
Tirsim bimrim bi yek carê narê, Narê Narê

Ez xortekî ciwan im
Ez xwestiya keçan im
Wek xwedana ji biska
Dakivim ser gûhara narê, Narê Narê

Serî rake û binere
Tu ji bîra min qet narê, Narê Narê
Pir tu dûrî ji çava
Tirsim bimrim bi yek carê narê, Narê Narê

Destê min girt û meşî
Em daketin nav tarê
Go ez ji destê te herm
Tu bibîne l’xesarê narê, Narê Narê

Serî rake û binere
Tu ji bîra min qet narê, Narê Narê

Pir tu dûrî ji çava
Tirsim bimrim bi yek carê narê, Narê Narê

Ez bi gûl û biybûn im
Rengê vê gûlê yarê
Ez bayekî hênik im
Lê ji kenê vê yarê yarê yarê

Serî rake û binere
Tu ji bîra min qet narê, Narê Narê
Pir tu dûrî ji çava
Tirsim bimrim bi yek carê narê, Narê Narê
Gotin û Muzîk: Gelêrî

Bendê
Hey bendê bendê bendê lê lê bendê
Te ji bavê te dixwazim cara çendê
Te nadê û her dimînim ez li bendê

Ezê li dûv te bibînim lê lê bendê
Ji bo te ez har û dîn im lê lê bendê
Dimirim go te nebînim lê lê bendê
Dilberê xweş lewendê lê lê bendê

Te ji xuda bitirse lê lê bendê
Carek li min bi pirse lê lê bendê
Ji evînê bixwîn ders e lê lê bendê
Reşrîhana li gundê lê lê bendê

Tiştek ji me maye kêm e lê lê bendê
Bi xulama wan rûdêm e lê lê bendê
Em hev bikin li gundê me lê lê bendê
Tev de herin govendê lê lê bendê

Hey bendê bendê bendê lê lê bendê
Te ji bavê te dixwazim cara çendê
Te nadê û her dimînim ez li bendê
Gotin û Muzîk: Seid Yûsif

Yarê
Evîn  gelek xewş bû lê yarê
Lê evîna te li min zor bû
Derd û kulên min giran bûn
Roj, ji rojan xirabtir bûn
Yarê, yarê yar yar yar yar yar yarê
Şev û roj dinalim yarê

Tama memkê te xewş bûn lê yarê
Xweş bûn wek xurmeyê Bexdayê
Wek hejîrên Rûhayê
Yarê çima tu nayê
Yarê, yarê yar yar yar yar yar yarê
Şev û roj dinalim yarê

Xwedêyo xewş Xwedêyo
Kengê herî û kengê bêyo
Tu gewra min rake ji xewêyo
Û beje ez benda wê mo
Yarê, yarê yar yar yar yar yar yarê
Şev û roj dinalim yarê...
Gotin: Îssa Hassan
Muzîk: Gelêrî


Keçê dînê
Keçê dînê ciwanê çavê te çav xezalê
êvar e, reş e tarî dilê min giriya û nalî
Dilê min giriya û nalî ji bo çavên te yî tarî

Lêven sorî û delalî biskên zerî û zelalî
Ji bo biskên zer zelalî ketim rêka reş û tarî
Rêka bê dest pêk û talî

Te dibînim li meydanê çima tu nayê malê
Dilê min ketiyê metalê heger tu ne yî li balê
Wê rawestê bi yek carê

Keçê dînê ciwanê çavê te çav xezalê
êvar e, reş e tarî dilê min giriya û nalî
Dilê min girîya û nalî ji bo çavên te yî tarî
Gotin û Muzîk: Issa hassan

Gulîzer
Ezê rûnştî me li bin dara gulê serê kanî
Min dît Gulîzera min hat û jerê xwe li mil kir
Pişta xwe da min û kir e meşek bi giranî
Min ban kirê, Gulîzer, Gulîzer, Gulîzer ...
Bihara ‘emrê min tu yî Gulîzerê

Were were Gulîzerê tu bûy wek heyva biharê
Weke kulîka hinarê ez ban dikim şêrîn  yarê
Were were were were were were were were were were Gulîzerê

Gulîzera min tu delal î tu delalî, tu xewş hevalî
Binêre li min û vî halî, hêstir ji çavên min tên xwarê
Were were were were were were were were were were Gulîzerê

Gulîzera min tu xweş xatûn
Em aşiq bûn wek Leyla û Mecnûn
Were li cem min rûn ji sibê ta êvarê
Were were were were were were were were were were Gulîzerê

Min lê nerî û axîn kişan axîn kişan û dilê min eşiya
Ez bûm wek dîn û serxweşa, ez ban dikim şêrîn  yarê
Were were were were were were were were were were gulîzerê...
Gotin û Muzîk: Gelêrî

Rengê çavên wê
Ji bo kê çûk dixwînin ?
Ji bo delala dilê min dixwînin
Kesr û axînan dibejên
Ji bo hiskirinin cihyanê dixwînin
Gava tu dixwînê
Hiş bi serê min namîne
Histêr ji çava di barîne
Mirov nema li bir xwe di bîne
Xewndina van çûkan
Nalîna van dilan
Herdû dibejên ‘eynî derdan
Bawer bike min hey bira
Bixwîne çûko bixwîne
Li deryayê şîn bixwîne
Li esmanê şîn bixwîne
Bo çavên şîn bixwîne

Rengê çavên wê, bi rengê esmanê şîn
Rengê çavê wê, bi rengê esmanê şîn
Ji bîr nakim ji bîr nakim
Ji bo xatirê çavê wê bûme dîn li çolan
Ji bîr nakim ji bîr nakim
Ji bo xatirê çavê wê bûme dîn li çolan

Rengê çavê wê bi rengê ezmanê şîn
Rengê çavê wê bi rengê ezmanê şîn

Ranazim ranazim
Ne bi roj û ne bi şev
Çavên min naçin ser hev
Ranazim ranazim
Ne bi roj ne bi şev
çavên min naçin ser hev

Rengê çavê wê bi rengê ezmanê şîn
Rengê çavê wê bi rengê ezmanê şîn

Dixwazim dixwazim,
Dixwazim destê wê,
Bavê nade min,
Dixwazim dixwazim
Dixwazim destê wê,
Bavê nade min

Rengê çavê wê bi rengê ezmanê şîn
Rengê çavê wê bi rengê ezmanê şîn
Gotin û Muzîk: Issa Hassan

Ev e ev e
Ev e ev e ev e
Ya ez wê divêm ev e
Ji bîra min naçê ne bi roj û ne bi şev e

Sed qîzî bidin min bi wan qayîl na bim
Li ber dil şêrîn ewê nadim bi teva
 
Gazin mi jê heye li mi na pirsî carek
Çi bi serê min werê li cem wê weke hev e

Min dil jêre raxist bi gul û beybûn e
Ketye dilê mi de û ji dil der nakeve

Ev e ev e ev e
Ya ez wê divêm ev e
Ji bîra min naçê ne bi roj û ne bi şev e
Gotin û Muzîk: Seid Yûsif