Hesen Cizrawî



Kevok im lê lê
Ez kevok im lê lê….
Ez kevok im way way
Kevoka şîn im qurbano
Li ser bana bin bana
Ez dixwînim way way
Ez aşiqê lê lê
Çavê şîn im way way
Ez maşûqê lê lê
Çavê şîn im way way

Kevok im lê lê....
Ez kevok im way way
Kevoka reş im xudêyo
Li ser bana bin bana
Hûr dimeşim way way
Ez aşiqê lê lê
Çavê reş im way way
Ez maşûqê lê lê
Çavê reş im way way

Ez kevok im lê lê....
Ez kevok im way way
Kevoka spî me way way
Li ser bana bin bana
Xweş danî me way way
Ez aşiqê lê lê
Jinika bî me way way
J’kerba delalê lê
Ez xwînî me way way
Gotin û Muzîk: Gelêrî

Koçerê
Eman eman koçerê
Tu bi qolana kemberê
Radimûsim kejîzerê
Pişta mala bênderê
Eman eman koçerê

Beriyê xaniyê me bi kevot
Pişta mala me bi kevot
Melkê mewtê here jor
Melkê mewtê were jor
Da biçe seyra dawetan
Xweziya min kejîyan firot

Eman eman koçerê
Eman eman koçerê

Min dît li afirê gamêşa
Te dî li afirê gamêşa
Tilya min girt û kêşa
Gava çavê min lê ket
Şişa dilê min êşa
Eman eman koçerê

Eman eman koçerê
Tu bi qolana kemberê
Radimûsim kejîzerê
Pişta mala bênderê
Eman eman...
Gotin û Muzîk: Gelêrî