Gulê



Bejnê
Bejnê, bejnê lê bejnê, bejnê lê bejnê,
Bejnê lê bejna kê
Bejnê bejnê lê bejnê,bejnê lê
Sor qelemê le min bi gorî
Ez û bejna lê xwe bi hev ketin lê
Bejnê, bejnê lê bejna kê
Ez û bejna lê xwe bi hev ketin lê
Gelo zerîya min lê ji mala kê
Ha bi hêlanê lê bilind ketin lê
Bejnê, bejnê lê bejna kê
Ha bi hêlanê lê bilind ketin lê
Gelo zerîya min lê ji mala kê
Gelî kûrbû lê wem daketin lê
Bejnê,bejnê lê bejna kê
Gelî kûrbû lê wem daketin lê
Gelo zerîya min lê ji mala kê
Xewkam hatî lê wem raketin lê
Bejnê,bejnê lê bejna kê
Xewkam hatî lê wem raketin lê
Gelo zerîya min lê ji mala kê
Herêm : Serhed
Çavkanî : Enwer ê Xendeq a
Berhevkar : Aydin Korkmaz


Erê Nîna
Erê nîna nîna nîna nîna
Erê ez mireno tu senena
Erê hevro veciya hevro tarî
Çênê hevro veciya hevro tarî
Erê nîna nîna nîna nîna
Erê ez mireno tu senena
Erê şiliya varî şilya şanî
Çêne şiliya varî şilya şanî
Erê nîna nîna nîna nîna
Erê ez mireno tu senena
Erê payîz bêro ez sebkerî
Çênê payîz bêro ez sebkerî
Erê qeder çîno ez sebkerî
Çênê qeder çîno ez sebkerî
Erê nîna nîna nîna nîna
Erê ez mireno tu senena
Gotin û Muzîk : Gelêrî
Herêm: Serhed (Gimgim)
Çavkanî : Erdal Yilmaz


Rinda min
Agir ketiye dilê min
Xew nakeve çavê min
Çima tu ji min dur ketî
Bêje roniya çavê min
Gewra min rinda min
Çend sale li benda te me
Welle çil sale li hêvya te me
Ev çi axu nalîne
Dil şewitî berf bîne
Tu bi xatirê xwedê ke
Nebêje ewya dîne
Gewra min rinda min
Çend sale li benda te me
Welle çil sale li hêvya te me

Gotin: Beytocan
Muzîk : Anonîm
Duet :Önder Deniz


Ddengê Zerdeşt
Tu buyî dengê Zerdeşt
Kawayê Medyayî
Tu buyî resmê Manî
Baxçe yê ronahiyê
Tu buyî dengê Îsa
Çarmixa romayê
Dengê Hesen û Hüseyn
Di nav Kerbelayê
Tu buyî deng û rengê
Jiyan û azadiyê
Gel orkestra te bû
Serhildan awaze
Zilan rengê te bû
Bihar û Newroze
Mazlum dengê te bû
Agît rext û saze
Zilan çelengtir bû
Li ser monalîze
Tu buyî deng û rengê
Jiyan û azadiyê

Gotin û Muzik: Ozan Serhat

Potborî / Lo gede
Lob lo gede lo gede lob lo gede lo gede
Lob lo gede lo gede wî xwedê bela xwe bide te
Tu çima hatî mala me lob lo gede lo gede
Tu çima hatî mala me wî xwedê bela xwe bide te
Pişta xwe da sêrê me lob lo gede lo gede
Pişta xwe da sêrê me wî xwedê bela xwe bide te
Lob lo gede lo gede lob lo gede lo gede
Lob lo gede lo gede wî xwedê bela xwe bide te
Dilkê xwe xist keçka me lob lo gede lo gede
Dilkê xwe xist keçka me wî xwedê bela xwe bide te
Rabe here ji mala me lob lo gede lo gede
Rabe here ji mala me wî xwedê bela xwe bide te
Lob lo gede lo gede lob lo gede lo gede
Lob lo gede lo gede wî xwedê bela xwe bide te

Lê dînê
Lê dîn lê dîn lê dînê lê lê dînê
Lê dîn lê dîn lê dînê zalim dînê
Were em herin Mêrdînê lê lê dînê
Were em herin Mêrdînê zalim dînê
Ji tera bînim poytînê lê lê dînê
Ji tera bînim poytînê zalim dînê
Lê dîn lê dîn lê dînê lê lê dînê
Lê dîn lê dîn lê dînê zalim dînê
Qeysa nigê te bînim lê lê dînê
Qeysa nigê te bînim zalim dînê
Te ji xwera bihebinim lê lê dînê
Te ji xwera bihebinim zalim dînê
Lê dîn lê dîn lê dînê lê lê dînê
Lê dîn lê dîn lê dînê zalim dînê

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Serhed
Berhevkar:
Gulê