Ebas Ehmed



Hey dinyayê
Em            C    Am         Em
Her tişt dimire, tu her tiştî dikuje
G             F       Em
Min nizanibû hey dinyayê
Em           C  Am      Em
Çavên reş ji qetra şevan
G             F     Em
Lêvên sor bûn ji xwînê
C             Am     Em
Hey dinyayê hey dinyayê
G                F        Em
Wez ji xwe re kuştim vê dinyayê
 
Dinya bi xwe kelik ken e
Kelik girî ye û yek bîrhatin e
Dema şeva diçe bi zû
Şevê min diçin wekî rojê
Hey dinyayê hey dinyayê
Wez ji xwe re kuştim vê dinyayê
 
Min navê te çand di nava axa sor
Û li ber sinbilan hey dinyayê
Hêviyeke biçûk bi min hebû
Te ew jî kuşt hey dinyayê
Hey dinyayê hey dinyayê
Wez ji xwe re kuştim vê dinyayê
Gotin û Muzîk: Abbas Ahmed

Rastiya
Rastiya te ev bû, rastiya min ev bû
Lê min nizanibû, evîn ne ji dil bû
Hey were were nazika min were
Vî dilê biçûk bibe ji xwe re
 
Nazik bedew e şubhetê kewê
Lê ken derew e sed heyf li te bû
Hey were were nazika min were
Vî dilê biçûk bibe ji xwe re
 
Te digot ez ya te me, tim li benda te me
Dûrî ne xem e, ev soza te bû
Hey were were nazika min were
Vî dilê biçûk bibe ji xwe re
Gotin: Osman Hemo
Muzîk: Abbas Ahmed

 
Tenê tu zanî
Tenê tu zanî, kanî gul û kulê min
Gava min te hembêz kir li ber derî berî maçê
Nizanim di nav dûmanê de winda bûn
Van ji bîr bûn, gava tazî bûn ser livîna xewê
 
Çavên min bi kul in
Kulên min ji dil in
Min berê dilê xwe li ba te ji bîr kir
Min bi şîr venek
Ser holka pelê payiza evîna te
Dil di destê de te kuşti ye
Bi xinçerek ji berfê
Windayî me li qiraxê lêva te
Li xewê digerim
 
Û tu di tenahiya xwe de belav dibe
Belkirinek ji singa gotinên tozê
Û kerwanên evîndarên te ber bi ezman dibin
Bi destên sipî ji bo te
Û strana axê mabûna me saz dikin
Kewa minî belek di nav tariya dîwaran de
Xew nabe bê çira çavên te
Gotin: Rehîmo
Muzîk: Abbas Ahmed
 
Çûkên germê
Çukên germê li ser berfê
Winda kirin warê ew lê
Hêlîn tev de vala man
Hin jê nefirîn û ji rej man
Xerîbî sar e dayê
 
Bûm nêçira xerîbiyê
Bûn qiralê tenahiyê
Xincera di singa min de
Min dike sed birîndar
Xerîbî sar e dayê
 
Şahiyên min bi sînor dike
Zeviyên min bê dar dike
Min ditirsîne min tune dike
Xwêhdana şevê li min zûwa dike
Xerîbî sar e dayê
Gotin û Muzîk: Abbas Ahmed

Heyv tarî ye
Şînewî şînewî lê didin çavên te
Rivina agir ne
Ba jî har dikin
Ger kor bim, bilî te bo kesî dîtir nebim
Têkçûyî bim heger
Can yê min e
Xewn ya min e
Ma xelkê çi jê ye
De were heyv tarî ye

Ji kûçik birçîtir ji mar tazîtir
Talan û derbedan hat û rawesta bim
Li dergehê te heger
Ma heye natêrbuna min
Tew mîna dildariyên min
Runiştine nivîskar dinivîsînin fermana min
Ma çi dibe de were heyv tarî ye

Çar alî min veşara pûştan e
Rû dostane ken dostane
Ji cixareya min hildibe
Ji eniya min radimîsin
Dizivirim dizivirim
Rê her girtî ye
Mirina min hatiye
Wusa bi min neke
De were heyv tarî ye
Helbest: Ahmed Arif
Muzîk: Abbas Ahmed