Diyar



Heval heval
Tari bu ezman roj xuya nayê
Kul û xemê min civiyan sebra min nayê
Çavê min digerin dayê Mizgîn tune ye
Gotin ew jî bû stêrk bar kir ji dinyayê

Heval Heval! Hevala me
Tu sorgulêk li baxê me

Em tev rewiyên doza te
Bila bê xembi dilê te

Sekinîne lê dayê avên van çema
Weşiyan pel dayê zu ketin ji dara
Nabuhurî ev roj dayê bûye wek sala
Mizgîn bu janek dayê ket hemû dila

Bêhna te tê Heval ji van hemî gula
Denge te tê Heval ji serê çiya
Buye helbest digerî li ser zimana
Bû roj heval hilatî li şeva
Gotin û Musîk: Diyar

Welatê min
Welat çendi şêrin e
Tevde gul û nesrîn e
Axa Bav kalan e
Goriya te me welatê min

Tu şêrina li ber dila
Welatêmi welatêmi
Tu delala li ber dila
Welatêmi welatêmi

Çemê te ji avên berfa
Kaniya te ji dilên çiya
Revine xemên dila
Goriya te me welatêmi
Gotin û Musîk: Hozan Zozan

Wey Dinyayê
Ey dinyayê tu bêbext î
Te zalim anîne ser textî
Me roj nedî ti çax û wextî
Para me ma tim bindestî

Wey dinyaye, Wey dinyaye
Ar pekêtê, derd lêketê

Me ked da te gelek salan
Te em xistin paşila guran
Bi guran re kirin bira
Lê wan em xwarin gelek caran

Me got bira tu bi xêr hatî
Gur fem nakir ji biratî
Dev vekirî, diran sutî
Binêr çawa kir biratî
Gotin û Musîk: Diyar

Doza Me Namirî
Hey dijminê me yê har
Tu çi dikî barebar
Em vê dozê barnadin
Eger ezman jî bê xwar

Tu çiqas bikî hovî
Ê li me xurt dibe hevî
Ger bixwazî nexwazî
Emê azad bin li dawî

Doza me namirî
Jîn dibe li her derî
Dernayê tu carî

Hey dijminê me yê salan
Tim wiha naçe dewran
Ev car dora te ye ferman
Tu bi rindî naye iman

Bila dinê xira be
Ger welatê te nebe

Bila mirin bi xêr bê
Eger jîn azad nebe
Gotin û Musîk: Diyar

Riya Azadî
Riya em dimeşin hewar û çetin
Gelek bi rê ketin hinek ji wan ketin
Pir heval stêrk bi ruyê ezman ketin
He gelek şêr in hevi û xelat in

Ev riya jînê
Sor bûye bi xwînê
Wê ji me re bîne azadiyê

Bazên li ser latên xwedanên çiya
Xwe berdan nava deşt û geliyan
Ketin nav axa şîn bûn bi hezaran
Bûn bela serê xayin û neyaran
Helbest : Dîyar

Gula min
Yar dilêe min de girtî
Ez hêsirê şeveke lal im
Bi ser dil de dinalim
Tu di bira min de yarê yarê

Tariya şevê de çum xar
Dil buye tar u mar
Bê te nabe nabe yar
Tu di dilê min de ye yarê

Hîv tune xwiya nabe
Ditirsim îşev sibe nabe
Li ku ma ev roj dernayê
Çi buye bi vê dinyayê

Şevên reş bila herin
Rojên geş tim yên me bin
Ez û tu li ba hev bin
Heta mirinê yarê
Tu gula ber bêhna min
Tu evina dilê min
Him derd û dermanê min
Ax belayêa serê min
Gotin û Musîk: Diyar

Ditirsim dayê
Çi bû dayê çi bû çi bû
Çima jiyan ji vir rabû
Me gundekî çi şen hebû
Çima îro tev xira bî

Ev dijminê me yê hovane
Em derxistin ji gundê me
Agir berdaye malê me
Disan nuh kirin kulên me

Ditirsim dayê ez ditirsim
Li vir kesekî nenas im
Agir têkeve mala Romê
Ez ji gundê kirin kulên me

Li şun maye pîrekî bi gopal
Pişta wê xûz lê bihurîne sal
Gund wêran e kesk nîne li mal
Ew jî tenê maye bê hal
Ditirsim day ez detirim
Ditirsim li xeribiyê
Ditirsim car din te nebînim
Herdu destên te ramusim
Gotin û Musîk: Diyar

Bira Huseyîn
Di şevek lal de û reş tarî
Ta xatir ji me xwest li dû xwe hişt derî
Sal û wekt buhurîn û dem zivirî
Çerxa felekê li ser serê me gerî

Ax bira Huseyn cigera min
Tu berxê dayka min şêrê gelê min

Dibêjin rojek meha havînê
Dîsa destxwînen artêşa romê
Te hiştine di nav gola xwînê
Te kirine mêhvanê vê dinê

Rêçên te li dora çemê Munzurê
Bêhna te ji çiyayên Dersimê
Çavê min li te digerin her derê
Bê te jiyan ne xweş wek mina berê
Gotin û Musîk: Diyar

Tîna Rojê
Çavên te wek morî
De razê lorî lorî
Ev şevên reş û tarî
Roj derew e bimirî

Gurên har li hev kirin
Ev dinta reş kirin
Ar şeref ji bîr kirin
Dile me birîn kirin .

Lê nabe berxêm nabe
Roja me tari nabe
Bi tîn u şewqa wî
Bexta me ronî dibe

Ey teyrên li ezman
Pêlên avê çeman
Bigrin bibin bi xwarê

Vî dibe bê derman
Biçin her bi roja me
Bibin dilê me
Bêjin halê me
Bê wi nayê sebra me
Gotin û Musîk: Diyar

Rindeka Dersimi
Xebera asmadere asme vecero
Min u yarê sero melemamin yakero
Astere asmeni sade canê mabo
Siliya sepeliya usarê ma sero bivaro

Erê dilê le le uy delalamin
Erê dilê le le uy roalamin

Sevdamo yarê sano meqise cacimi
Ez kerde mecnun rindeka Dersimî
Welamin sanara ze nakeremi
Zindane miri poyina ze Memeali
Gorin û Musîk: Delîl Xidir

Narinê
Min ji teyran teyrik di bu
Narinê narinêe narina min
Şekirê şerinê bermaliya min
Li ezmanan xwengi bû

Narinê narinêe narina min
Şekirê şerinê bermaliya min

Zava siwarê hespê boz
Li meydanan rakir toz

Govendeki li darxinin
Buka me bi rêxînin.
Gotin û Musîk: Gelêrî

Qederê
Te dî te dî rindam te dî
Rindam li qarşî ye te bela xwe dî
Min ji vê dinê qet xêr nedî
Oy oy oy qederê
Oy oy oy qederê
Ketiya serê min qet ne derê

Va çi gund e di kortê da
Mala axê di ortê da
Çirak sor pêdikeve
Ser mala ku rindam tê da
Gotin û Musîk: Gelêrî

Esmerê
Lê lê rindê lê lê dînê
Ez helandim vê evînê
Gelek bedew u rind min dîn
Ji te xweşiktir tine li dinê

Êdi ezê ji vir herim
Çav û biryan ji kêra kilkî
Esmerê lê yarê çavreşê lê lê yarê

Ez nizanim tu çi dixwazî
Te ez kirim ta û derzî
Şev û rojan li pey te mirim
Dîsa jî tu nebîyî razî

Tu kafirî nay îmanê
Çi bikim dîsa mam bi tenê
Ji çavê min wek baranê
Ne hêstir xwîn dibare
Avaz:Yilmaz Erşahin
Helbest:DİYAR


Dayê welle nabe
Dayê wale nabe dayê bile nabe
Dayê serem dêşe welle xewam nayê

Dayê qeler yeke wale dudu nabe
Daye welle nabe dayê bile nabe
Daye derdê yarê ji dilêm dernaye
Daye serêm dêşe welle xewam nayê

Dayê evar bûye welle sibê nabe
Daye welle nabe dayê bile nabe
Yar xewa kûr da çima hişiyar nabe
Daye serêm dêşe welle xewam nayê
Gotin û Musîk: Gelêrî

Way lê Salê
Were Salê were Salê
Oxirsizê be berxe xirab malê
Ji xalke re gul u biherake rengîn î
Ji min evlada xwedare payizekî zor u zuhayî

De were Salê were Salê
Oxirsize be bexte xirab male
Wele ez kal nabunm van Salên
xerîbiye emre min xwarî

Were Salê de tu kulbî bikevî mala xaîn
û bêbextên ve dinyayê
Çawa destê min qutkirin ji heval û hogira
Ez bûme beniştê ser zimana wek gura
van çol û çiya bi tenê

Weyle Salê oxirsizê bê bextê xitrab malê
Wale ez kal nebun ev Salên
xeribiyê emrê min xwarî
Helbest û Muzîk: Gelêrî (Çarsincax) 

Gulê Gulê
Gulê Gulê delale Gulê
Weka ava zelale Gulê
Ez heyrana bejna te Gulê
Beje tu qîza kêyî Gulê
Gulê diçe guniya Gulê
Digere li ber çiya Gulê
Ez qurbana bazina Gulê
Tu delalya gundiya Gulê

Gulê diçe sosina Gulê
Derdixîne bazina Gulê
Ez heyrana bejna te Gulê
Ketiya destê nezana Gulê
Helbest û Muzîk: Gelêrî (Serhed) 

Bilbilo lo
Bilbil ser şaxê çi xweş dixwîne
Rist û helbesta ser diweşîne
Dilê bilbil bi kul û birîne
Wek min hejar e gezey dixwîne

Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xerîbo bilbilo
Bilbilo lo mehkimo bilbilo

Helbesta bilbil çi xweş ji dil tê
Axîn û nalîn ji cîgeran tê
Ew jî mîna min li zora wî tê
Hêlin xirabu xwîn ji baskan tê
 
Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xerîbo bilbilo
Bilbilo lo mehkûmo bilbilo
 
Wek min xwînî ye koçer û jar e
Li ber xirabû hêlîn û war e
Pepûk maye ew berê çare
Şûna ristê wî mexel bu mar e
 
Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xeribo bilbilo
Bilbilo lo mehkimo bilbilo
Helbest: Hejar
Muzîk: Hozan Diyar






© http://www.b-infodesign.de