Derwêş Serhedî



Welatê me
Ew zozan û deşt ê mene
Çiqas xweşe welatê me
Zef xweyî û xwedanê xwe hene
Çiqas xweşe welatê me…

Geh gotin ev der Medya’ye
Geh gotin Mezrabota’ye
Kes nabên Warê Kurdaye
Çiqas xweşe welatê me…

Ev welat bê xwedî dîne
Çar Cîhî(bi) kerî kirine
Xet-sînor navê danîne
Çiqas xweşe welatê me…

Siwaro bajo
Sîwaro bajo gundê hanê
Jîyane keyf-û xêre
Dunya milkê bavê kêye
Ha hatî, ha ê here…
Ber êvarê saz-û  barin
Jîyane, keyf-û xeyr’e
Mey-û araq kedeh(kase) li dorin
Ha hatî,ha ê here

Qîm’a min ji vê hêlê(hêlame) nayê...       
Zeryê xweşik (li) taxa jorin…
Sîwaro bajo gundê hanê
Jîyane keyf-û xêre
Dunya milkê bavê kêye
Ha hatî, ha ê here…

Serê sibê sûk’a mezin
Jîyane,keyf-û xeyr’e
Ka wer em kişik bilîzin
Ha hatî,ha ê here
Esir hela me(bi) dawet’e
Gi bi govendê çergobezin…

Sîwaro bajo gundê hanê
Jîyane keyf-û xêre
Dunya milkê bavê kêye
Ha hatî, ha ê here…

Tera cigarekê vêxe
Jîyane,keyf-û xeyr’e
Çend qullapan peyhev lêxe
Jîyane,keyf-û xeyr’e
Dev bedre ji xemê(karê) dinê
Were rûnê çay’ekê wexwe…
                             
Sîwaro bajo gundê hanê
Jîyane keyf-û xêre
Dunya milkê bavê kêye
Ha hatî, ha ê here…

Bo çi dikî derd-û xema?
Jîyane,keyf-û xeyr’e
Sûltan Süleymanra nema
Jîyane,keyf-û xeyr’e
Kal-û bav ême ka kune?
Bêje ka vê Dunê kî ma?

Sîwaro bajo gundê hanê
Jîyane keyf-û xêre
Dunya milkê bavê kêye
Ha hatî, ha ê here
Helbest û Muzîk: Derwêş Serhedî

Rizgar bû
Kişandin Al’a rengîn
Cîhanê kirin mizgîn
Pirozbe serfîrazî
Bijî hakîne jîhîn…

Rizgarbû ha rizgarbû
Welatê me rizgarbû
Xewnam(in)da bindest  nîbû
Welatê me rizgarbû…

Hev civîyan welat parêz
Mijûrbûn demek dirêj
Hanîn bîr şehîdên me
Wan rijand xwîn’a gevez…

Rizgarbû ha rizgarbû
Welatê me rizgarbû
Xewnam(in)da bindest  nîbû
Welatê me rizgarbû…

Zaza Kurmanc û Soran (Lor û Gor û Hewreman)
Mil dan hev girtin dîlan
Nema bakûr û başûr
Bû yek perçe KURDİSTAN…

Rizgarbû ha rizgarbû
Welatê me rizgarbû
Xewnam(in)da bindest  nîbû
Welatê me rizgarbû…
Helbest û Muzîk: Derwêş Serhedî

Kurdistan î tu
Bi agir bi şewat tu xerab nabî
Tu warê şêrayî tu’ê tim hebî
Nabî xur’ê kedxwar,jehr’a merabî
(Nabî xur’ê kedxwar,wê jehr û merbî)

Zêristan’î tu,Gulistan î tu
War’ê kal û bavan KURDİSTAN î tu…

Gelek qal û li ceng ji bot e çêbûn
Qebîl û ber hatin,bûn mêvan û çûn
Ew mêvanên dawîyê(ne) ewên jî herin

Şeristan’î tu, Merdıstan î tu
Ax’a kal û bavan KURDİSTAN î tu...

Îskenderjî hajot demekê li serte
Tu parastin dil û can wan şervanên te
Emjî nebîyê wanin,dimirin ji bo te

Şemsistan’î tu, Xewnistan’î tu
Cîh’ê kal û bavan KURDİSTAN’î tu…
Helbest û Muzîk: Derwêş Serhedî
      
Keçikê
Keçikê çûkê çûkê
Lê yeman keçikê
Bejin bilind emir piçûkê
Tew yeman keçikê
Tu rindika êl’a me’yî
Par qîzbû,îsal bûkê…

Hûrik hûrik xwe bamek
Lê yeman keçikê
Poz xizêm çevan kilmek
Tew yeman keçikê
Te xort gibi ser xwe bengîkir
Dilê kalan xerabmek…

Berfa çîyayê Sîpanê
Lê yeman keçikê
Werdega behra Wanê
Tew yeman keçikê
Tu nav keçikê gundê meda
Serkara bedewayî

Bejna te çiqas xweşe
Lê yeman keçikê
Wek nergîza bi nexşe
Tew yeman keçikê
Herdem pêş mala mera
Kubar kubar xwe bamek
Helbest û Muzîk: Derwêş Serhedî

Holhola teşiyê
Holhola teşî tê (kulîyê) destê yarêda
Te(li) wetinê sêveke, çilka darêda
Îsal ez hîştim û çû mal’a mêrkir
Me(li) nîşan(sozek) dabû hev,çend sal berêda…

Min digo can,wê digo can,can can ez qurban
Gotinên mê şîrînbûn,bi hub’a dilan
Kê bawerdikirkî em’ê ji hev bibin
Dev ji me bernedan fesad û eban…
(Ketin dev rîyame)

Ka bêjin yarê’ra çima xwe şaşkir
Dest dida destê min,me(li) keyf û eşq kir
Bo bîhna xwîdana mın,xwest û min dayê
Destmal’a min cemê gello wê peçkir…

Ber derê bavê xwe pez dida bêrî
Ez derketim pêşîyê,me(li) hev nêhêrî
Min silav lêkir(bi) ken,wê awrî dan min
Go; ‘Derwêş her qurban,ew çax buhurî’
Helbest û Muzîk: Derwêş Serhedî

Ez bardikim
Ez bardikim li vê dinê
Hatim dawîya vê hebûnê
Dunyake boşe,betale
Emrê çû nayê cardinê…
                                    
Ku ma mal û milkê dunê
Kî paşta hat carek dinê
Mala mirinê xerabe
Qetand destê mêr û jinê

Eger mirin dora teye
Nabe heyfe,nabe zûye
Gelek xwe kur’û kewm dikin
Hey wax kû wî serê çûyî…

Ku ma mal û milkê dunê
Kî paşta hat carek dinê
Mala mirinê xerabe
Qetand destê mêr û jinê

Darbestek,gor û kefenek
Min bîr bînin salê carek
Bêjin DERWÊŞ evîndarbû(birîndarbû)
Evîndar’a wî neyarek(nezanek)…
                                    
Ku ma mal û milkê dunê
Kî paşta hat carek dinê
Mala mirinê xerabe
Qetand destê mêr û jinê
Helbest û Muzîk: Derwêş Serhedî

Evîndar çû
Kull-û derdim (bi) dil cîgerê
Birîn ma ax birîndar çû
Eşq-û bengim seba yarê
Evîn ma ax evîndar çû…

Li min nema hêvî-û guman
Xwîn dibare herdû çevan
Dil bû xezal,yar nêçîrvan
Nêçîr ma ax nêçîrvan çû…

Lo DERWÊŞ’o va çi evîn
Hiş (li)min nema,bûm har-û dîn
Tu xêyr nema li canê şîrîn
Laş pê ma ax rih-û can çû…
Helbest û Muzîk: Derwêş Serhedî

Dayika Kurdan
Dayîka Kurdan tu dayîka min
Wan hêstira nebarîne
Wê  te şabe dijminê te
Weke hêstirê te bibîne…

Ewled’ê te şêr egîdin (Efatin)
Dayîka Kurdan tu dayîka min
Wek ez şerda jî bêm kuştin
Şînê meke tu ber dijmin…

Dayîka Kurdan tu dayîka min
Wan hêstira nebarîne
Wê  te şabe dijminê te
Weke hêstirê te bibîne…

Bi dengê zîz bistirê dîsa
Tu xema xwe neterbîne
Ew yek mîna zerg-û nîza
Wê dijmina bihelîne…

Dayîka Kurdan tu dayîka min
Wan hêstira nebarîne
Wê  te şabe dijminê te
Weke hêstirê te bibîne…
Helbest û Muzîk: Derwêş Serhedî

Can-î canan
Ça(wa) Çû can-î canana min
Rakir qetl-î fermana min
Bo çi hekîm,bo çi loqman
Ew’e derd-î dermana min…

Ew çû ez mame şelpeze
Çev nabîne,dil dixwaze
Tu kesqedrê wê nizane
Yar’a mim delal-û naz’e…

Zor nazdare,bes li ba(li) min
Va derdê gewre wê da min
Dil xemî tê-û dehere
Bê wê çawa bê sebra min
Helbest û Muzîk: Derwêş Serhedî