Koma Çiya



Gundîno werin dîlanê
Gula min Cizîra Botan e
Kulîlka nav Kurdistan e
Gula min gula Mêrdînê
Serhildana Nisêbînê

Gundîno werin dîlanê
Bi govend û serhildanê
Roj hilatiye l’Kurdistanê
Şewqa xwe daye cîhanê

Hêviya karkerê Kurdistan
Wê xelaske mij û moranê
Keç û xort tev dayikan e
Berê xwe dan serhildanê
Gundîno werin dîlanê
Bi govend û serhildanê
Roj hilatiye l’Kurdistanê
Şewqa xwe daye cîhanê

Amed, Xerzan, Kerboran e
Îro wan serîhildane
Îro wan serîhildane
Sibê temam Kurdistan e
Gundîno werin dîlanê
Bi govend û serhildanê
Roj hilatiye l’Kurdistanê
Şewqa xwe daye cîhanê

Masîdar
Hoy masîdar hoy masîdar
Lê û lê lê lê lo û lo lo lo
            
Ew masîkê kevirê sore
Lê û lê lê lê lo û lo lo lo
Bêrîvan tên qor bi qore
Lê û lê lê lê lo û lo lo lo
Serê bêriyan laçika sore
Lê û lê lê lê lo û lo lo lo
 
Hoy masîdar hoy masîdar
Lê û lê lê lê lo û lo lo lo
 
Ew masîkê kevirê zere
Lê û lê lê lê lo û lo lo lo
Bêrîvan tên ref bi refe
Lê û lê lê lê lo û lo lo lo
Serê bêriyan laçika zere
Lê û lê lê lê lo û lo lo lo
 
Hoy masîdar hoy masîdar
Lê û lê lê lê lo û lo lo lo
 
Ew masîkê kevirê reşe
Lê û lê lê lê lo û lo lo lo
Bêrîvan tên meş bi meşe
Lê û lê lê lê lo û lo lo lo
Serê bêriyan laçika reşe
Lê û lê lê lê lo û lo lo lo
 
Hoy masîdar hoy masîdar
Lê û lê lê lê lo û lo lo lo
 
Xişê
Xişê barî û barane
Rişê barî û barane
Pezê me li paş malane
Şîva me li ser yarane
 
Xişê barî û barane
Rişê barî û barane
Ne mije ne dûmane
Ting û ringiya ewrane
 
Xişê barî û barane
Rişê barî û barane
Pezê me li ber malane
Şîva me li ser kalane