Chopî



Xoşewîstim çît naw binêm
Xoşewîstim çît naw binêm
Katê eşqit wek agire û
Hemû satê esûtênê, diley bê cêm
Rêbiwarêkî mandû nenas
Wêl û tenya bo kiwê eroy
Be şiwênta dêm
Ger win bît lêm egrim şiwên pêt
Wek perwane be şiwênta egerêm
Be şewanîş wek xermane
Dewrî mangî gonat egrim
Weku karwançyekî wêl
Berew lat dêm
Hewargey min çawekante
Katê hatim mepirse lêm
Min çîm û kêm
Belê gulim be tenya to
Çawekanit bo min bote
Hewarge û cêm
Ger win bît lêm egrim şiwên pêt
Wek perwane be şiwênta egerêm
Katê hatim
Romanî xoşewîstîmit bo bas dekem
Ne ruî xotim lê wergêre
Ne dergaî dillit daxe lêm
Hênde witim giwê bigre lêm
Ziman şika
Mang û xor û ta estêreş
Hatne tika
Heta key le dût bigerêm
Bese çî tir
Çawim bote gomî xiwên û
Le culeş kewtin dest û pêm
Ger win bît lêm egrim şiwênpêt
Wek perwane be şiwênta egerêm
Ta key, ta kiwê be şiwêntan dêm
Honrawey :  Mofaq Kamal
Awazî: Ako


Serçawey awêk
Serçawey awêk kelekêk le ser
Jinêk têy eçê, jinêk dête der
Emeş le dêda kanî jinane,
Qîbley dildarî her zekarane

Siyaçemane... Siyaçemane
Beheştî eşqe em hewramane
Siyaçemane... Siyaçemane
Hewraman cêgay siya çemane

Êwaran pol pol lawî kakol lûl
sererê egrin, sergerm û ecûl,
herçend harey dê heyasey cwanêk,
le hêlaney dem efrê amanêk

siyaçemane... Siyaçemane
beheştî eşqe em hewramane
siyaçemane... Siyaçemane
hewraman cêgay siya çemane

eşqî êwarey sererêy kanî,
ber edate çem kilpey goranî
roj awa ebê, çem tarîk daye
dengî (kina leyl) her dwayî naye

siyaçemane... Siyaçemane
beheştî eşqe em hewramane
siyaçemane... Siyaçemane
hewraman cêgay siya çemane
Honrawey : Goran
Awazî : Burhan Muftî


Legel xem bûme hawdem
Legel xem bûme hawdem, dem be dem her şîne kirdarim
neka bawer nekeyt, tuxwa bibîne reng û ruxsarim

jiyanim wek nemane,bezm û şayîm şîwenî germe
be dîmen aqil û jîrim, belam dêwane reftarim

be corê derdî durît karî kirde benbenî cestem
hemîşe mat û xemgîn û zelîl û  dîl û bîmarim

nexwazella le katêka le batî mujdeyî weslit
welamekî fîraqit daye dest cestey birîndarim

deba îtir tehemul kem nebunî nurî du çawit
le rêgey şax û daxî dirk û dalî weslî dildarim
Honrawey : Bêwey
Awazî: Burhan Muftî

Yara min
yara min ê bedew e çavreşa nava gund e yar Melekê
bejna Narê sorgulî deşt û zozan xemilî
agirê dilêm visîne de tu were cem min

yara min a bilind e kulîlka nava gund e yar Melekê
bejna Narê sorgulî deşt û zozan xemilî
agirê dilêm visîne de tu were cem min

Kirasê te meles e
kirasê te meles e hawar lê hawar lê hawar lê
min da bû ber meqes e can û can can qurban
iro min dosta xwe dît hawar lê hawar lê hawar lê
porsorê çavî reş ê can û can can qurban

kirasê te medrûm e hawar lê hawar lê hawar lê
hûrik hûrik didrûme can û can can qurban
heçî yara wî tune hawar lê hawar lê hawar lê
ji her du dinya mehrum e can û can can qurban
Awaz u honrawe:  folklor

Le mehzunan
Le mehzunan bela dur bê bipirse
le azîzan xeterbare wek pirse
wefadarbuy eger mawî wek caran
bipirse le haletî şewqî yaran
ke min lêre bo hezî dilî reqîb
bibme Îsa û bibme qurbanî selîb
be yek nameş du`iy dilit binêre
berqîş bo Yusifî gumbu her xêre
xoşî kilafey gherîbî badawe
bêxeber em dile şête wa mawe
desa ey mehbûbî dilim metirse
le halî eşqî şêtêk bipirse.
Honrawe: Serkewt Resul
Awazî  : Wrya Ahmed


Xoşewîstekem
Xoşewîstekem egerêtewe
her le êstawe bexêr bêtewe
lew rojewe yarekem ruîştuwe
xew lew du çawey min nekewtuwe
xwaye to bîkey aw helnesabê
lafaw rêgakey lê têk nedabê
nazanim katê eçime pêşwazî
bekam diyarî ciwan bikêşim nazî
gul be pêşkeşî şermezar ebê
ruy ew derkewê key gul dyar ebê
ger bilêm fermu ewe çawanim
bêçawb îm be çî le ruy birwanim
ewe çawerêm yar bigerêtewe
bexêrbêtewe yar bexêrbêtewe
Honrawey: Medhoş
Awazî: Burhan Muftî


Hevala min
Hevala min saz çu ser karêda
delala min saz çu ser karêda
bûk xemilandin bin darêda
bûk xemilandin bin darêda
hevala min megri melorine
delala min megri melorine
zava delale gelek şirine
zava delale gelek şirine

Dêre sorê
Dêre sorê biçûkê lê lê lê lê lê
dêre sorê biçûkê der bihinav neynûkê
par qîz bû îsal bûk ê lê lê lê lê lê
par qîz bû îsal bûk ê
berxê sebra mala minê lê lê lê lê

dêre sorê mezin e lê lê lê lê
dêre sorê mezin e ber bi hine û bazin e
par qîz bû îsal jin e lê lê lê lê
par qîz bû îsal jin e
berxê sebra mala minê lê lê lê lê
Narê
Narê narê hoy narê narê
rû sorê wek henarê narê
min çave belek xwarê narê
sibe nîvro êvarê narê

narê biske xwe şekir narê
hine lê destê xwe kir narê
desmala xwe lê barkir narê
serê govende xweş kir narê
Awaz û honrawe :Folklor

Xemî dûrî to
Xemî dûrî to away lêkirdûm
her be zindûyî elêyî mirdûm
kesê neybû bê îderd durî yar
tênage le hal gherîbî dilzar
dil gherîb wekû dîwexan xeme
gherîb mîwandar derd u esteme
şewanim talle rojanim tare
jînî gherîbî le rûm diyare
hal niye zartir le halî min bêt
mal niye wêran wek malî min bêt
pêwîstîm pête ta hest bikem hem
bê to gherqim min le deryay matem
to nebî min her leşê bê giynim
ewînî toye nyazî jyanim
Honrawey: Aşna
Awazî: Burhan Muftî