Burhan Berken



Min go
Min go ne go te guhdarî nekir
Bê te dil û can birîndar im te fam nekir
Maçek bide ji van lêvê şerîn
Qetnamîne li min dert û birîn

Ay wewre...
dilê xwe jı min re veke
çima tu ji min xeyidî
Bo qiseyek xelqê

De were canê lı benda çaven teme
Ez aşiqê bejn û bala te me
Maçek bide ji van lêvê şerîn
Qetnamîne li min dert û birîn
Gotin û Mûzik: Burhan Berken

Dilop dilop
Disa tu hatî bîra min
Dilop dilop tu ket şeva min
Delala min por şeva min
Tu rûka sibê evîna min

Barana hêsrên çava
Dibarê ser min da
Êvîna te weka şur
Dibarê ser min da

Bê te erdê bê darim
Kanîya tazî û bê av im
Delala min por şeva min
Tu rûka sibê evîna min

Gotin û Mûzik: Burhan Berken

Were rinde
Were rindê….. Rind rindê go
Wez heyrana bejna zirav im guhar î bi guhvo
Ger ez rinda xwe birevînim, ger ez kewa xwe
Kesek tun e ji min şîvo evînê hevo
Were rindê….. Rind rindê go
Wez heyrana bejna zirav im zêr î bi histûvo
Gotin û Mûzik: Gelêrî

Selîmo
Selîmo lawo te ji min xerê
Lo lo lawo te ji min xerê

Malka yarê malka yarê
Malka dostê taxa jerê
Qijika reş e qijika reş e
Lo lo lo lawo qijika reş e

Memikê dînê memikê dînê
Memikê dînê hev birinc e
Selîmo lawo mal di gunde
Lo lo lo lawo mal di gunde

Ew hizkiriye ew hizkiriye
Ew hizkiriye dilê min e
Keçika taxê keçika taxê
Keçika taxê çiqa rind e
Gotin: Gelêrî
Mûzîk: Burhan Berken

Bahra dûr
Nabe nabe bê te wa nab e
Nabe nabe pelşînam nab e
Jahra evîn ê min xwar carakê
Tutûn da ser dilê xwe êvar sibe nabe
Nabe nabe bê te wa nab e
Nabe nabe pelşînam nab e

Nabe nabe bê te wa nab e
Nabe nabe pelşînam nab e
Avên çemên zelal min xwar tûj û tal
Çi bikim bextê reş nekir carekê xweş
Nabe nabe bê te wa nab e
Nabe nabe pelşînam nab e

Nabe nabe bê te wa nab e
Nabe nabe pelşînam nab e
Fenûsek li behra dûr sewka wî sêwî
Can êmin pelreş bu were bike şênî
Nabe nabe bê te wa nab e
Nabe nabe pelşînam nab e

Gotin û Mûzik: Burhan Berken

Kulîlka
Nizanim çima qet pirs nake
Ji derdê dilêm fam nake
Wexta bejna xweş tê bira min
Xew nakêve ruh û canê min

Tu kulÎlka xewa xewnên şeva yî
Dı tarîya dilê min de ronîya çava yî
De were meke li min cefayê
Çi bikim dinya bê te valayê

Keçê tu çima pir şêrîn î
Tu evîna ber dilan î
Bi xelkê tal bi min şerîn î
Ji birîna amin re tu derman î

Tu kulÎlka xewa xewnên şeva yî
Dı tarîya dilê min de ronîya çava yî
De were meke l imin cefayê
Çi bikim dinya bê te valayê
Gotin û Mûzik: Burhan Berken

Tew veyvikê
Çenê hayde de payîzo
Gonîya gostê to bi rizo
Tew tew tew veyvikê
Tew tew tew vîlikê

Usaro sar sono ware
Ma ê xo kume tê virare
Tew tew tew veyvikê
Tew tew tew vîlikê

Mabîme çifte zarancî
Wendo bîme lal û kerî
Tew tew tew veyvikê
Tew tew tew vîlikê

Sarî cilê xo kora ardî
Êmin û tokî pa caverdî
Tew tew tew veyvikê
Tew tew tew vîlikê
Gotin û Mûzik: Gelêrî

Şev û Roj
Bes e derdê min gelek e were dilê min
Şev û roj li benda te me were dilê min
Sing û berê te hinar e
Lêv hingiv çav rihan e
Were dilê m Were dilê m were dilê min
Ha….

Zalime dil kevirê
Nizanim çi dıxwaze
Were dilê m Were dilê m were dilê
Ha….

Tu roj î ez şev im were dilê min
Tu ewrî ez ezman im were dilê min
Sîng û berê te hinar e
Lêv hingiv çav rihan e
Were dilê m Were dilê m were dilê min
Ha….

Zalime dil kevirê
Nizanim çi dıxwaze
Were dilê m Were dilê m were dilê min
Ha….
Gotin û Mûzik: Burhan Berken

Gede lawkem
Gede lawkêm pala hanê
Canê canê canê can
Gede lawkêm pala hanê
Zor qelenyê wez gorî

Gazî dikim pê desmalê
Canê canê canê can
Haspê gede lawkêm boz e
Canê canê canê can

Hal meydanê dew û doz e
Canê canê canê can
Hal meydanê hûr dimeş e
Zor qelenyê wez gorî
Gotin û Mûzik: Gelêrî