Koma Botan



Newroz
Wek kurmekî dara gulê
Her salekî Şiqîn didim
Tarî û şev min nas dikin
Tîrêjekî rojê me ez
 
Newroz, Newroz,
Bê agir nabe Newroz
Newroz, Newroz,
Bê dûman nabe Newroz
 
Cejna we me
Newrozê me
Ez şoreş û bahozê me
Bo serxwebûnê şer dikim
Şervanekî çîya me ez
Gotin: Hozanvan Cankurd
Muzîk: Ümit
 
Heval Erdivan
Zilmê dismen zaf girano
Caro ma vîra ne sono
Birayê mi şehîd kerdo
Ez heyfe xo nêver dano
 
Deso çar serî nayra ver
Kewtra koya Şû cenga ver
MûŞ û Dersim, Qers Zaxo de
Goniya xo do welatê xo ser
 
Vîst û jû cano ciwano
Ja mirin, ja xelas vato
Erzûrûm de Şehîd kerdo
Rêber heval Erdivano
Biye Şehîdê Kurdistan
Heval pîro Erdivano
Gotin û Muzîk: Hasan Bozkurt 
Berhevkar: Heval Gundî
Şirove: Koma Botan
 
Çar stêrk 
Di sibe hevdeh gulan e
Qîrînek hat li zindan e
Her çar şêran dest dan hevdû
Rakirin ala jîyan e
 
Kanê Ferhatê me kanê
Kanê Mahmut Eşref kanê
Kanê Necmî ciwan kanê
Çar stêrkên li ezman kanî
 
Her çar bira bi hev ra bûn
Kirin hawar û serxwebûn
Li zindana reş û tarî
Gulên kesk û sor û zêr vebûn
 
Koletî qebûl nekirin
Agirê canê xwe gur kirin
Bo azadî, bo serwxebûn
Li nav agir dîlan girtin
Gotin û Muzîk: Alî Temel
Şirove: Koma Botan
 
Xidir
Xidir, Xidir, Xidiro
Xidir gundî û cotkaro
 
Xidir gundiya kar kiro
Xidir pale cot kiro
Min nanê Xidir biro
Zewada Xidir biro
 
Gewyra min wer kiro
Xidir gewyram wer kiro
Serê tîliyam xwîn kiro
 
Ez çûme ba doxtoro
Lawê doxtor bimiro
Tîliya min sax nekiro
Gotin û Muzîk: Gelêrî(Serhed)
Şirove: Koma Botan
 
Dem
Dem dema cenga giran e
Ceng dijî çerxa gelan e
Cenga zordar û dizan e
Dij mirovên gişt cîhan e
 
Dem dema Kurdan e yadê
Tev diçin kar û xebat e
Bo welatê xwe avakin
Bo azadî û bo felat e
 
Dem dema xortên çîya ye
Dem ciwan e, her biha ye
Bi lêz û bez em dimînin
Rê dirêj e, pir jê maye
 
Karker û cotkar û lawan
Bê yekitiyê nîne derman
Tev bi hev ra herne qadan
Bo demek nû, bo yî Kurdan
Gotin: Hozanvan Cankurd
Muzîk: Koma Botan
 
Halîm
Di sala nodûçaran de
Faşîstan deng da xwe
Bi qurşuna xwînxwaran
Şehîd kirin lawê kurdan
 
Heval Halîm, heval Halîm, şehîdê me, heval Halîm
Ciwanê me heval Halîm, şehîdê me , heval Halîm
 
Heval Halîm Şehîdê me ye
Tu her tim nav dilan da ye
Em te qet ji bîr nakin
Tu roniya çavê xorta ye
Gotin: Zagros û Heval Gundî
Muzîk: Önder
 
Ber bi ro
Tariya bêdengiya ser te hildidim
Rastiyên li xwekirî te de tazî dikim
 
Ez zarokên çavê xwe
Te de girî vedikim
Di hevdîtina wan de
Şev û roj wek hev dibin
Perda çavan hildidî
Jiyan zindî dibe
Roj li me bilind bûye
Tu caran naçe xwarê
 
Ez bi meşa hezaran ve
Heviya roja nû me
Benda berbanga xwe me
Dil te diafirîne
Deng vedide evîna te
Dilê min dilerizîne
Nû vebûye roja bilind
Zaroka çavê min tîne
 
Zilm û zor, zilm û zor 
Bes e, bes e ew zilm û zor
Gotin: Avesta Aydin
Muzîk: Ümit
 
Mîrze me
Mîrze me, Mîrze me, axa û Mirze me
Mîrze me, Mîrze me, paşa û Mîrze me
 
Genimê dewsa ce me
Neçîne, ez gune me
Mîrzem ez bi xwe me
 
Sîng sîngê hesinî
Govendan dibezînî
Sîng sîngê hezizî
Derkê me qelizî
 
Mîrzeme, Mîrzeme , axa û Mîrze me
Çîçeka mêrga we me
Neçine, ez gune me
Zavakî dest hine me
Gotin û Muzîk: Gelerî (Serhed)
Şirove: Koma Botan
 
 
Babayê mi
No Toqato no Sêwaso
Babayê mi teyna meso
Dişmen tore zaf zilm kerdo
Babayê mi, hevalê mi
 
Babayê mi, Babayê mi, Babayê mi
Doxanê mi
Dişmen pero diyo warê
Babayê mi şehîd kerdo
 
Baba goniya to girana
Hardê serdindê  nemana
Meytê biraye mi ardo
Zerê mara goniya sona
Çavkanî: Memet Durna
Şirove: Koma Botan
 
Keçika rindê
Keçika rindê
Tu ji vê gundê
Mi bi xulama
Tu bi çelengî
Tu çiqas rindê
Pozbilindê
 
Ha nîna, nîna, canîna nîna
Ha nîna, keçika rindê
 
Hoy Dîlan
Hoy Dîlan, Dîlan, dîsa Dîlan
Tu Şekirê nav mendîlan
 
Hanîko te ji kaniya bayê
Avê tîne ji bona çayê
Keçik rindê girtim tayê
Gotin û Muzîk: Gelerî (Serhed)
Şirove: Koma Botan
 
 
Zimistan
Serdo zimistano
Halê ma çi yamano
Dişmen nao onca amo
Dewanê ma veşneno
 
Gula made, ax loqme nonî
Hesîrê ma biye gola gonî
Wayê, roja ma ne roja
Mayê, ne kî şewa ma şewa
Zonê xo qese ken me, daye
Ekî mare zaf venene
Însanê ma kokra qirkenê
Haydê daye, bê veng memane
 
Zimistano, varê varena, lê wayê
Vaje kilê, derde ma ra vaje
Vajê mayê, hesîriya ma ra vaje
Gotin: Hülya Baba 
Berhevkar: Heval Gundî
Muzîk: Ümit