Koma Berxwedan



Ax Kurdistan Kurdistan
Em           G
Derdê dilê min gellek in
D                 Em
Sed hezar in ne yek in
Em                G
Pir salan man em bindest
D                   Em
Dujminê xwînxwar zordest

G
Ax Kurdistan Kurdistan
Em            D
Navê te çi şêrîn e
D             Am
Dinya alem dizane
D               Em
Em şer dikin ji bo te

De zû bibe lê dayê
Destê xwe zû bigire
Bi rextan û bi çekan
Bi lez min bixemlîne
Dîsgotin

Ji bo serxwebûna te
Mezin bûye şerê me
Emê dujmin derxînin
Ji ser çiya û erdê te
Dîsgotin
 
Ez şehîd im
E                 F       E
Ez Şehîd im pakrewan im
Am               E    Am
Hêstirê çavê dayikan im
Am   E     F   E
Ez giyana jiyanê me
Am    E     F    E
Ez fedayê niştîman im
Am    E        Am  F
Ez Şehîd im pakrewan im
Am       E      F     E
Hêstirê çavê dayikan im
Am    E    Am  F
Ez giyana jiyanê me
Am       E      F     E
Ez fedayê niştîman im

Min can hebû min fedakir
Ala sor bi xwînê rakir
Min ji bîr kir hemî dinya
Tenê min ji bo te kar kir
Ez Şehîd im pakrewan im
Hêstirê çavê dayikan im
Ez giyana jiyanê me
Ez fedayê niştîman im

Dil bi kanî xwîn herikî
Bi min taqa reş feriqî
Bûm mûmiya serxwebûnê
Birînê min derman dikî
Ez Şehîd im pakrewan im
Hêstirê çavê dayikan im
Ez giyana jiyanê me
Ez fedayê niştîman im

Qûmrîkê
Qûmrîk sêva du caran dilê
Delal sêva du caran
Heyfa çavê reşbelek lê
Ketiye destê neyaran
De yar yar yar de yar yar yar
De yar yar yar de yar yar
De yar yar yar de yar yar
Bê te sebra min nayê
 
Qûmrîkê ez guneh im dilê
Delalê wez guneh im
Leşkerek kofî zer im dilê
Çiya bi çiya digerim
Leşkerek kofî sor im dilê
Çiya bi çiya digerim
Dîsgotin
 
Qûmrîkê wez leşker im dilê
Delalê wez leşker im
Pêşmergê Kurdistan im dilê
Serxwebûnê dixwazim
Dîsgotin


Gundîno hawar
Wa gundîno wa malîno
Gundîno hawar
Dayika mino bêxwedîno
Gundîno hawar
Sebra dilêm hildin jorê
Gundîno hawar
Bi xwîna şehîdan sor e
Gundîno hawar
Bi xwîna şehîdan sor e
Malîno hawar
 
Kesk û zer in guliya darê
Gundîno hawar
Sitêrka sor nîvê alê
Gundîno hawar
Dilêm jê re evîndar e
Gundîno hawar
Bilind bûye ev biharê
Gundîno hawar
Bilind bûye ev biharê
Malîno hawar
 
Xwîna bav û kalê min e
Gundîno hawar
Ronya herdu çavê min e
Gundîno hawar
Bilindkin da li jor pêlde
Gundîno hawar
Bimrim ewya xemla min e
Gundîno hawar
Bimrim ewya xemla min e
Malîno hawar
 
Mendo
Mendo Mendo Mendo hoy Mendê min
Mendo Mendo Mendo lewendê min
Kewka sibê xwendo hoy Mendê min
Kewka sibê xwendo lewendê min
Mendo çiqas qenc e hoy Mendê min
Mendo çiqas qenc lewendê min
 
Lata reş bi rê de hoy Mendê min
Lata reş bi rê de lewendê min
Kewka sibê tê de hoy Mendê min
Kewka sibê tê de de lewendê min
Mendo tifing lê da hoy Mendê min
Mendo tifing lê da lewendê min
 
Lata reş hazaza hoy Mendê min
Lata reş hazaza lewendê min
Ciyê quling û qaza hoy Mendê min
Ciyê quling û qaza lewendê min
Mendo çi mêrxas e hoy Mendê min
Mendo çi mêrxas e lewendê min
 
Hur hur lêxin govendê
Hur hur lêxin govendê were bûka mala bavê min
Li çar hêlan deng pêxin were bûka mala bavê min
Panya solan li erdê xin were bûka mala bavê min
Toz û xewarê pêxin were bûka mala bavê min
 
Vê govendê geş bikin were bûka mala bavê min
Bûka xwe dilxweş bikin were bûka mala bavê min
 
Navê bûkê Gulistan were bûka mala bavê min
Evîna hemû dilan were bûka mala bavê min
Hur hur lêxin govendê were bûka mala bavê min
Li çar hêlan deng pêxin were bûka mala bavê min
 
Gula cîhanê
Gula cîhanê warê jiyanê
Bûka paş perde xwe dixemlînin
Biskan şe dikin teva bi xwînê
Evê Kurdistan warê evînê
 
Jor çiya û zozan, jêr bax û bistan
Tevde qir û bir petrol û madan
Tevde zîv û zêr, sera û eywan
Çemên pir hêja ji dilê Kurdistan
 
Sîpan û Zaxros, Nemrûd û Hemrîn
Deng didim Bîngol axîn û nalîn
Pelên jiyanê ser wan ma jiyan
Kesrevîna min ket dilê xemgîn
 
Baran barî tene tene
Baran barî Gulê Gulê tene tene
Vana rêçên were Gulê min û te ne
De bilezin Gulê Gulê, zu bimeşin
Rojên giran were Gulê li benda me ne
 
Baran barî Gulê Gulê hûr hûr lêkir
Gul û sosin were Gulê rengê xwe vekir
Çiya û zozan Gulê Gulê tev xemilîn
Kanî û rûbar were Gulê tevde der kir
 
Baran barî Gulê Gulê her der xweş kir
Dar û zevî were Gulê tevda geş kir
Ev reng û bengê Gulê Gulê wa yê delal
Dilê kedxwar were Gulê bi vî ra reş kir
 
Bihar xweş e
Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar
 
Îsal zivistana me sar e berfa sipî hur tê xwar e
Xemilandin deşt û zinar kengî bi xê tu bê bihar
Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar
 
Nahêle berf em derkevin, em girtiyên roj û şev in
Xewam nayê em rakevin, kengî bi xêr tu bê bihar
Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar
 
Baran li berfa şevnîvê bê û li pey roj derkevî
Dîsa bi ser çiyan kevin kengî bi xêr tu bê bihar
Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila
Newroz û sersala dila kengî bi xêr tu bê bihar
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Koma Berxwedan
 
Kaniya welat
Kaniya welat rê vedike rê vedike kaniya me
Xurm û xurm e diherike diherike kaniya me
 
Kaniya welat pir bi deng e pir bi deng e kaniya me
Kesk û sor, zer reng bi reng e reng bi reng e kaniya me
 
Kaniya welat pir xûrt bûye pir xûrt bûye kaniya me
Mezin şêrîn gel şa bûye gel şa bûye kaniya me
 
Kanî ronahiya çavê me ye çavê me ye kaniya me
Ew şoreşa welatê me ye welatê me ye kaniya me
 
De bimeş bimeş
De bimeş bimeş de bimeş bimeş
Lê lê Edla min
Ez heyrana wan çavên reş
Lê lê Edla min
 
Ser xanîka me re nemeş
Lê lê Edla min
Xanî xirab av jê diweş
Lê lê Edla min
Malan barkir çû zozana
Lê lê Edla min
Ez tenê lê şûn de mame
Lê lê Edla min
(Dîsgotin)
 
Barê min gelekî giran e
Lê lê Edla min
Serxwebûna Kurdistan e
Lê lê Edla min
Kirasê Edla’m rengîn e
Lê lê Edla min
Kesk û sor û zer û şîn e
Lê lê Edla min
(Dîsgotin)
 
Gulê çiya bilind in
Gulê çiya bilind in yar Gulê can Gulê
Gulê te nabînim lê lê yar Gulê can Gulê
Eger Gulê nebînim yar Gulê can Gulê
Li vê dinyayê nemînim yar Gulê can Gulê
 
Gulê çiya pir xweş in yar Gulê can Gulê
Partîzan li ser dimeşin yar Gulê can Gulê
Eger em bihevre bin yar Gulê can Gulê
Emê ji bin dest xilasbin yar Gulê can Gulê
 
Gulê me evîn daye te yar Gulê can Gulê
Evqas zeman û wext e yar Gulê can Gulê
Bi gazî û hewar e yar Gulê can Gulê
Bo te dikin xebat e yar Gulê can Gulê