Aynur Doğan



Dar hejîrokê
Hêjîra çiyayî
Lêlêlê lêlê lêlê
Delala çîyayî
Darhejîrokê
Xemrevînokê

Nav gul û giyayî
Lêlêlê lêlê lêlê
Nav gul û giyayî
Darhejîrokê
Xemrevînokê

Bûk dilê zava ye
Lêlêlê lêlê lêlê
Bûk dilê zava ye
Darhejîrokê
Xemrevînokê

Hejîra me reşe
Lêlêlê lêlê lêlê
Delala me reşe
Darhejîrokê
Xemrevînokê

Bûk çendî keleşe
Lêlêlê lêlê lêlê
Bûk çendî keleşe
Darhejîrokê
Xemrevînokê

Zava yekî xweşe
Lêlêlê lêlê lêlê
Zava yekî xweşe
Darhejîrokê
Xemrevînokê

Hejîra latê ye
Lêlêlê lêlê lêlê
Delala latê ye
Darhejîrokê
Xemrevînokê

Ser bextê yarê ye
Lêlêlê lêlê lêlê
Ser bextê yarê ye
Darhejîrokê
Xemrevînokê

Cizîr bin xetê ye
Lêlêlê lêlê lêlê
Cizîr bin xetê ye
Darhejîrokê
Xemrevînokê

Keçê Kurdan
Keçê biner çerxa cîhan
Zor girêdane me re zor
Jin çûne pêş pir dixwînin
Êdi qelem ket çûne şûr

Keçê em dixwazin bi me re werin şêwre
Dilo em dixwazin bi me re werin cengê
Haye haye em keçikê kurda nin
şêrin em cengin em hêviya merda nin
Haye haye em külilkê kurda nin
Derdê nezana berbendi serhildanin

Serê xwe rake keça kurdan
Dil û cigerim heliyan
Ka niştiman ka azadî
Ka dayika me sêwiyan

Nesrîn
Nesrîn emro newrozê gîanâ
Le di bê cejna pirozê
Lê welatê rencîn giana
Cejni gişt tî rû hozê

Sew pê qeyî nehatî ciana
Ka lî mo zer bu werê
Naxweş kawtim nehâti gîanâ
Wa dêy ruhçê şân were

Lawikê Metinî
Lê lê dayikê heyranê de tu rabe
Bi xwe ke bi Xwedê ke roja şemiyê
Serê mi bişo û xemla min limin kê
Bisk û tembêlikâ min li ser enîka min çêke
Hey lê lê lê lê
Hey lê lê lê lê...delalê
Heval û hogirê me çûne mixribî şêxa
Temamîka di geliyê kûr de
Keçik dibê lê lê dayikê heyranê
Bişîne pey lawikê metînî delalî malê
Bila bêje nava sing û berê min li keçikê wiy
Ger tê min dixwaze bila bê min bixwaze
Ger tê min direvîne bila bê min birevîne
Ger min narevîne wê sibê min birêkin
Hey lê lê lê lê
Hey lê lê lê lê...delalê
Ay feleka me xayîn e gidî me dixapîne
Narevîne hey delalê...

Can weza
Can weza li darika li darika lo
Tuyî li darika
Wey şala te girane lo te girane lê
Ketiya milika

Can heyla li minê lo
Heyla lê dayê
Wey zozan xweş bûne lo xweş bûne lê
Kavila Bexdayê
Wa desta wa tiliya wey tev bigirin lo
Lê bike sefayê

Can heyla li minê li minê lo
Weyla lê dînê
Can zozan xweş bûne lo xweş bûne lê
Kavila Mêrdînê
Wa desta wa tiliya way tev bigrin lo
Hildin Darçînê

Ez keçim keça kurdan im
Ez keçim keça kurdan im
Kulîlka serê lawa nim
Rihana rez û çema nim
Lawiko ez bêrîvanim

Delalê tu xwin şêrinî
Dil reqi lêv hingivini
Ji xorta gava min dibinî
Bêriyê ez evindarim

Lawiko evînî şerm e
Gelek e bi tirs û sehm e
Evînî gunehe li cem me
Lawiko ez bêrîvanim

Delalê bejin rihanê
Kulîlka heyva gulanê
Tu dizanî xweşiya jiyanê
Bêriyê ez evindarim

Yarê
Çûçik çûye bin darê re
Silavek şande ji yarê re
Heçî kî di nava min û yara min de fesadiyê bikin
Xwedê nehêle biharê re, yarê yarê bêbext yarê
Kerbiyê yarê kûrbiyê yarê, bêbext yarê


Ji diyêr de mîha reş tê
Dengê zengil bi min xweş te
Serê çend sala ye ku şivanê mala
Bavê te li ber derd û kula
Ji cîgerê lê xwîna reş tê
Yarê yarê lê bêbext yarê
Kerbiyê yarê kûrbiyê yarê
Yarê yarê kerbiyê yarê kûrbiyê yarê bêbext yarê

şîrê
Taner'î vera, şîrîna mina pulê vore
Jüê nawa cêrde fetelîna, şîrîna mina çim burî gilore
Nerè seytan mi qurdî keno, şîayê çimu veze, bê nonê tîrîya bore
Erê şîrê şîrê, delala ma şîrê.
Heq kedero mae nêdo, ti marê kerda pîle
Erê şîrê şîrê, omêdîa ma şîrê.

Taner'î vera, şîrîna mi dalik u bukî
Cînîya hewle ke kuna mordemê kotî dest
Bena murdara verê na kutikî,
şîre vana, "Uyo ke dosta xo çîna, lese de vejînê kergan u bukî"
Erê şîrê şîrê, delala ma şîrê.
Heq kederê mae nêdo, ti marê kerda pîle
Erê şîrê şîrê, omêdîa ma şîrê

Nemire Lawik
Çiyan da mere berfe sûrin
Eman eman eman wez bimirim
Rind li her derekê hene
Yên Mereşê pir meşhûrin
Eman eman eman wez bimirim
Nemire lawik nemire
Nemire kurik nemire
Keçik qeda te bigire
Eman eman eman wez bimirim

Ew çi derdê bê eleme
Derman tu ye li benda te me
Eman eman eman wez bimirim
Kesê ji yara xwe dûrkeve
Kese ji rinda xwe dûrkeve
Dişewite wek kerem e
Eman eman eman wez bimirim

Ronî
Dilo dilo dilanê
Dîn û îman nezanê
Çerx û cîhan pê zanê
şev tarî bû xwest ronî

Dile mîn dilê teng
Dinalî der bi der
Bidin hev destê xwe
Destê me destê we
Destê we destê me...