Aydın Korkmaz



Êvar e...
Êvar e ro dereng e, haynim na
Haynim naynim naynim na
Êvar e ro derenge, de gidî de
Yalla bûkê tanzara

Sî daket ser kereng e, haynim na
Haynim naynim naynim na
Sî daket ser kerenge, de gidî de
Yalla bûkê tanzara
Êvar e Muxrebe ye
Dengê dîkan qebbe ye
Gotin û Mûzik: Gelêrî
Herêm : Serhed
Berhevkar: Aydın KORKMAZ


Lo lawo
Lo lawo lawo lawo
Serê bozê berdaho
Boz li Bîngolê avdaho
Lo lawo lawo lawo
Kurmalo gede lawo
 
Lo lawo layê metê
Pez berda devê xetê
Heyrana merîfetê
Lo lawo derewîno
Te dikura memik dîno
Ser sorin kok spîno
Gotin û Mûzik: Gelêrî
Herêm: Serhed
Berhevkar: Aydın KORKMAZ


Welatê min
Welatê min welatê min
Xortê hêja pilingê çîyan
Mêrxasê min
Tu nemirî lê tu her heyî
Di dîrokê de bi tîpên zêrîn
Şervanê min
Qada şer da tu wek Egît bû
Bû tirs ketî zikê dijmin
Wek birûsk bû
Erez li Bîngolê Husê li Tekmanê
Tekîn li Xinûsê tev wek şêr bûn
Bi te re bûn
Li ser çiya û baniyên Kurdistan
Wek çeleng bûn keleş û mawzer
Li destan
Tekoşînek dan bê westan
Ne disekinîn ne havîn
Ne jî zivistan
Gotin û Mûzik: Aydın KORKMAZ

Rêwîyo
Lo rêwîyo tu li ku mayî
Çavê min li rê nexwîyayî
Dilê dayka te bi hisret e
Derbas nabe ji te dûr vayî
Weyla li min korê nemayê
Ji rêwıyê min xeber nayê
Bi derba dijmin hatîye kuştin
Cinazê Mazlûm wenda ye
Hela binêrin li vî karî
Li ecêbên vî neyarî
Bêbextî Mazlûmê min kuştin
Wendakirin bi xeddarî
Gotin û Mûzik: Aydın KORKMAZ

Mişkê kor
Mişkê kor mal xerabkir
Teyşta nan ji hev belakir
Di mal da xela rakir
Welleh ez pê nikarim
Nikarim ha nikarim
Bi mişkê kor nikarim

Li rast min e, li çep min e,
Li paş min e, li pêş min e,
Bilind dike, xwe qil dike
Xwe kil dike xwe çin dike
Peee…... Ûûûû….
Xwe hildike davêje ser min
Welleh ez pê nikarim
Nikarim ha nikarim
Bi mişkê kor nikarim
 
Min sivnik avêt pêşyê
Mişkê kor banzda hewşe
Bûye wekî hespê şê
Welleh ez pê nikarim

Mişkê  kor banzda ser tar
Xwe qil kir avêt pişt bar
Stêrên nivîna anî xwar
Welleh ez pê nikarim
Gotin û Müzîk: Aydın KORKMAZ

Çima nayê
Çima nayê çima nayê
Bûka delal çima nayê
Xwezgîniyê te siwar bûne
Tu xeyîdî ji malê dernayê
Bejna delal bihejîne
Xwe bixemlîne reş li te nayê

Ser bilindî bi Agirî û Xelat
Gulyên dirêj Dîcle û Ferat
Siwarên azadiyê qor bi qor
Çi xweş li gerdena te hat

Tu Zîn î Mem evîna te
Xwîna Şehîdan xemla te
Serfirazî tu yê biwelidînî
Azadî be wê humla te
Gotin û Mûzîk: Aydın KORKMAZ

Zîlan
Ji baxçên bi gul
Ji peyva bilbil
Ji germaya dil
Silav li te Zîlan

Bû arek bi tîn
Bi heybet û kîn
Ket dilê dujmin
Perçekir ji bin

Haza kû tu şêrî
Li bîrî nemirî
Nû jîyanî tu
Ji mere bawerî
Gotin û Mûzîk: Aydın KORKMAZ

Bira mirin hebûya kalbûn tunebûya
Bira... Bira li dunyayê mirin hebya, kalbun tunebya limin, limin, limin... ax û felek.
Keçikê belkî mala bavê te mîrat be, agir li mala bavê te rabe…
Rabe ji îro esrê pê ve te ewqas bi çavê xayîn li min mêzekir,
Min zanîbû tiştekî dilê te da heye...
Minê serê xwe li ser çoka te danî...
Tu ji Xwedê natirsî derd û kulan ez kalkirim...
Te takî spî li rûyê min dîtiye, tu ji min re dibêjî heyran tu kalî...
Welle ez ne kalim... bîlle ez ne kalim
Ez koçerim,xirab mal im bê pergal im,
Heyran wez rêwî me bê heval im, ka ji kul û derdên tene ez pê dinalim dilo dilo...
Ez dimirim lêlê yadê...Welle dawîya me mirine ez ditirsim bimirim,
Kula çavên reş û belek bi min re here gor û qebristanê.
Bira... Bira ez îro bala xwe didimê;
Hela rabin,dibêjin îro qirika kewa mina gozel...
Zirave,dirêje,mîna qirika qaz û betê li min, li min, li min...ax û felek.
Qirika kewa mina gozel zirave dirêje mîna qirika qaz û betê...
Tûka ji devê vê qîza malmîratê dibare mîna hubra li ser kaxetê.
Ezê dibêm li ber rûnêm ji êvarê heyanî sibê ji xwera bixwînim vê xal û xetê.
De lê lê...lê dîlber mala te mîratê…
Hela sêr bike ez mame li welatê xerîb çima tu ji min xeyîdî...
Heyran bi xwedê sebr û tebata dilê min bi te tê li min, li min, li min…
Ez dimirim lêlê yadê…Welle dawîya me mirine ez ditirsim bimirin,
Kula çavên reş û belek bi min re here gor û qebristanê.                                                                 
Herêm: Serhed
Çavkanî: Dengbêj ZAHARO
Berhevkar: Aydın KORKMAZ


De bêje
Ay de bê…lê dayê…
Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê…ax de bêje de bêje.
Buhare li welatê dûrî xerîb dîsa xeberekî reş ji min re hatiye,
Agir û pête xistiye nava cerg û dilane lê ax lê dayê…
Sal nodûçar sîhê gulanê,heyjde rêhevalên xweşmêr,şoreşgerên Kurdistanê,
Li deşta şewitîya Ezirganê, li çemê Sansarê;de tu xerabî mal wêranê.
Leşkerê dijminên xwînxwarin weke gurê harin çember girtine li dora hevalane
Yek jê di navda piçûkê çar xwîçk û du birane
Hevalê Rêzan,çavbelekê min xortê cîwan mabû di nav lepên xwînxwaran
Canê cîwan dabûn ber gullan û bombane.
Ax de bêje dayê… rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê
Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran
Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê.
Ay de bê…ax lê dayê…
Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê… ax de bêje, de bêje.
Dema sal nodûdu meha Adar ê, ez dihatim xerîbîyê min xatirê xwe dixwest,
Ji der û cînaran ji gundîyane ax lê dayê,
Min ji hevalê Rêzan çav û biryên reş û belek nestandibû tu ramûsane
Lê min çizanîbû ez nabînim ji vir û wa da xortê cîwan bi ronîkê çavane lê dayê.
Ez çibikim îro jî xebera reş limin bûye mêvane,
Wek xinçerekî tûj e tal e li serê sînga min dane, agirekî nava dilê min dadane,
Dunya min reşbûye, jiyan li min bûye wêrane lê dayê.
Ax de bêje dayê…
Gotin û Mûzîk: Aydın KORKMAZ