Aram Tîgran



Nergiza Zînê
Şepal û Nêrgiza lê Zînê
Qeşengî bi nazî şêrînê
Hem gulî rihanî bi bîhnê
Tu melhema ser birînê

Dîlber were tu çi kubarî
Memik ji sêvan û hinarî
Nêzî min be were bi diyarî
Tu weke birûsk û arî

Ew dev û lêvên te yî qirmisî ne
Rûkên te yî sor weke hingivî ne
Nav bexçê me weke gula şîne
Ber êvarê boyî min şîvîne
Te hîv û roj li min kire tarî
Li ser min teyrok û baran barî
Çima nêzîk dibî bi dilsarî
Dil û ceger şikand bi yek carî
Gotin: D. Mîdî
Muzîk: Aramê Dîkran

 
Sebra dila
Sebra dila, dêm ji gula
Derî veke xanima min
Nekeve pey derd û kula
Derî veke canima min

Sebra dila, dêm ji gula
Derî veke xanima min
Nekeve pey derd û kula
Derî veke canima min

Ez kêfxweşim, ne serxweşim
Derî veke xanima min
Bûyî evîna te dilxweşim
Derî veke canima min

Doz û gazinan ji min neke
Derî veke xanima min
Derd û kulê min geleke
Derî veke canima min

Derd kulê min nayên jimar
Derî veke xanima min
Şev û ro mam bê cî bê war
Derî veke canima min
Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Aramê Dîkran


Xemilî Zozan
Xemilî zozan û min re keniyan
Tavê ezmanan, şewqa xwe dayê
Gulê gazîkir, min hate manya
Ez dikim herim yar bi min re nayê
 
Kanî xulxulîn, orta çiyan de
Dunya bû zaynet û textê şahiyê
Dikim ku herim tebyeta seyra
Ez dikim herim yar bi min re nayê

Yara min bedew, nola van gulan
Kîjan rewş daye, emrê dunyayê
Gul gelek hene, çav reşa dila
Ez dikim herim yar bi min re nayê
Gotin: Kurdekî Ermenistanê
Muzîk: Aramê Dîkran
 
Te ez kalkirim
Te kalkirim bi ciwanî
Lê ez xort, bûm tu baş zanî
Pelê dara min te weşand
Buher çû, te payîz anî

Hêviya min nema di jînê de
Bê kes mame vê dinê de
Gula dilê min çilmisî
Qe şîn naba ji îro pêde

Ka tu biner li halê min
Te çi aniye li serê min
Birînê zor daye ser min
Mirin gelek nêzîk bû li min

Birîn kûre cebar nabe
Bi dermanan rehet nabe
Heyfa min tê li wê heyfê
Ku li mirinê çare nabe
Gotin: Ebdulmesîh Efrînî
Muzîk: Aramê Dîkran

Bilbilo
Hey lê, lê wayê gidî bilbilo
Wê bayê lêxist, hêlîn tev xerakiro
Perîşano, de sêwîyo, mihaciro
Tu bi hasrera hêlîna keviro
 
Bilbilê reben guneye na lîlîne
De xema şalûl e, ji xwe re xweş dixwîne
De derdê bilibil ne qefesa zêrîne
Meqsedê wî wetenê xwe bibîne
 
Hey lê le wayê gidî bilibilo ax û ax
Tu çima mayî wisa bê dar û şax
Tu rebenî guneyî, sêwîyî
Stara te tune tu bê ciyî
Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aramê Dîkran

Wexta zeryam nişan kirin
Wexta Zerya min nişan kirin
Davê birîna min vekirin
Birîn tije xwê dikirin
Derman çare pê nedikirin

Çi zinarek teqeteq e
Min gul çinî te kir baqe
Kê dîtiye kê bînaye
Qîz ser kuran bûê aşiqe
 
Çi kanîke wê qiçqiçî
Cotê kawa lê xaricî
Xwezla min li wî xortî bûye
Ew bidilê xwe zewicî
Gotin: Kurdekekî Ermenistanê
Muzîk: Gelerî


Şev çû
Şev çû ma tu êdî hew têyî lo
Ez ranazêm kengî bêyî te xew tê lo
Xanî buye zîndan, tê de renazêm
Tev seher qîr û nalîn tew tê lo

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû
Wî ez kuştim ay dil îşev çima çû
Rabe pey kev ay dil zû wê werîne
Tez biriştim ay dil îşev çima çû
 
Ay dil ay ma kes nîne mîna wê (na welle)
Ji boyî çi tim dilxwazê dîna wî
Ax dema destâ wê li bin serê min
Bi min xweş tê gelek hilm û bîhna wî

Te ji min dil bir carek min ji ter nedgo na
Te rû kûl kir carek min ji ter nedgo na
Çima îro tu ji min xeyidî ye
Te bi min çi dikir carek min ji ter nedgo na
 
Dilê min jî te dixwazê bibîne
Ti bi dûr ketî çavê min te nabîne
Çima roja eşqa hevqa kin bûne
Lê ev şîna dil jî her tim namîne
Gotin: Cegerxwîn
Muzîk : Aramê Dîkran


 
Bêbextî
Li min bihorîn gelek sal û dem
Li min kom bûn gelek derd û xem
Emir diçe bi êş û alem
Tenê hiştim vê bêbextiyê
 
Zeman û yar li min bûn yek
Li dora min çêkirin xelek
Li min gerandin çerxa felek
Tenê hiştim vê bêbextiyê
 
Naçin ava ev roj bûne sal
Sal dirêjin ez kirime kal
Bi ciwanî da destê min gopal
Piştxûzkirim vê bêbextiyê
 
Hêsîrê dahfa ber delavim
Qelsim, êdî bê pesn û bê navim
Por çû, çav çilmisî û rû xavim
Ez hejandim vê bêbextiyê
Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Aramê Dîkran


Lolo Pismamo
Lolo Pismamo çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Leşkerê dujmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêra j’hev bela nakî

Lolo Pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Ristem yan Êzdîn Şêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr û gernas î dotmam bi gorî

Lolo Pismamo haya te j’te bî
Çarika minê reş li serê te bî
Roja lêdanê mêr be l’meydanê
Kuştin tim hebî, reva te nebî

Dotmama te me, min çav kildaye
Derefşa Kawe, bo te hildaye
Rojek lêdanê, rojek razanê
îro lêdan e roja Kurda ye

Dengê min zîz e hewar û gazî
Serqot û pêxwas, birçî û tazî
êriş e lêxe pismamo lêxe
Şerm û fehêt e îro tu razî

Şalê Xerzanî rabe li xwe ke
L’pişta xwe girêde rext û fişek e
Pisamê min î, dotmama te me
Mi j’te re kil dane çavên belek e
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Aram


Gelo ew kî ye
Gelo ew kî ye, ji wê de têye
Çi bejnek zirav, wek rihanê ye

Gelo ew kî ye, ji çi eslî ye       )
Çavî kil dane, keça Kurdan e   )dîsgotin

Navê wê Xan e, gula baxçan e
Eslê bavê xwe, keça Kurdan e
(Dîsgotin)

Ew çiqas xweş e, çavê wê reş e
Bejna narîn e, bi xwe şêrîn e
(Dîsgotin)

Xwezî min bidîya, têr jê hezbikra
Wê ji dilê min, ecêb xweş bikra
(Dîsgotin)

Min xew de dîye, dibêm horî ye
Nav lê danîne,dibên Têlî ye
(Dîsgotin)

Bisk bi têl
Bisk bi têl, bisk bi têl
Her were b’ hêle-mêl
Bisk bi têl, bisk bi têl
Dîsa siba te bi xêr

Sibe ye tavê daye
Bisk û tûncik badaye
Bisk bi têl, bisk bi têl
Muhbeta nav dila ye

Bisk bi têl keça rind e
Çîçeka nava gund e
Bisk bi têl, bisk bi têl
Serê min jî bilind e

Sibe ye ro germijî
Ez û tu tevde bijîn
Bisk bi têl, bisk bi têl
Vê hesretê m’ dikûjî

Diçim diçim nema têm
Diçim diçim nema têm
Ez heyirîm çi bibêm
Êdî tişkî nema kêm

Ez aşiqê çavê te
Memnûn im ji bavê te
Lê awirên diya te

Diçim li vir namînim
Bes e derda hilînim
Pel ji te ra bişînim

Tu carek wer mala min
Tu şa bike dilê min
Ewê çi be halê min

Ax û of bê feyde ye
Dem dema min û te ye
Erê xelkê çi ji me ye

Leyla
Tu bedew î, tu nazik î Leyla Leyla
Keça Kurda çiqas rind î Leyla Leyla
Leyla Leyla Leyla...
Leyla Leyla bihar e
Dilê min zare-zar e
Leyla Leyla êvar e
Hêvya te me de were
Leyla Leyla bihar e
Dilê min zare-zar e

Tu kulîlka çiyayê Kurda Leyla Leyla
Tu dermanê dilê xorta Leyla Leyla
Leyla Leyla Leyla...
Leyla Leyla bihar e
Dilê min zare-zar e
Leyla Leyla êvar e
Hêvya te me de were
Leyla Leyla bihar e
Dilê min zare-zar e

Newroz e Newroz e
Newroz e Newroz e
Sibe ye Newroz e
Maçek bide min yar
Cejna te pîroz e

Newroz e bihar e
Bel bûne gul û dar e
Bîna gul û lale
Destê min bi dest yar e

Newroz û mizgîn e
Bihara rengîn e
Kesk û zer û şîn e
Xalîça rengîn e
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Aram