Ali Baran



Ey Dêrsimê
Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê
Çi halê me heya niha
Dujminê me, bavkujê me
Runiştîye mala me da
Em kar dikin, xebat dikin
Tiştek tune mala me da
Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê!

Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê
Çi halê ew he ye niha
Kanî Cemo? Kanî Memo?
Civîn heye Gundê me da
Kanî Tifing?
Xençera şeng   
Çima nîne destên we da?
Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê!

Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê
Çi rewş e ew heya niha
Zêr zane û zor zane
Devê Tifinga mor zane
Her bêje gel, em şer dikin
Bo Kurdistan me can fîda
Êy Dêrsimê ,êy Dêrsimê
Gotin û Muzîk: Ali Baran

Warne dahatê
Def û Zirnê lêxine
Qeflê li hev bicivîne
Dengê dengbêj şîrîne
Qîz bûkan bicivîne
  
Lawno warne dahatê
Kurno warne dahatê
Dahata kurê Metê
Bîrnakim heta hette

Dengbêjê kale kale
Bûk bedew e law ê xal e
Zava can e ne kal e
Emrê Bavan bîst sal e
Lawno warne.......
 
Hemu bêjin bimbarek
Hemu bêjin pîrozek
Roja îro pir can e
Dilxwazî û miradek
Lawno warne .....
 
Defçîyo li defêxe
Zurneçîyo de lêxe
Xismê me yê teze ne
Yek Mele ye yek Şêx e
Lawno warne ....
Gotin û Muzîk: Baran

Ezê yekî bigrim
Ezê yekî bigrim li tewn û teşiyê de
Ezê yekî bigrim li rixi û reşiyê de
Eze yekî bigrim li zewq û sefalixê dunê da
De lê lê hayê… lê hayê...

Lo lo çavê yekê gilor e reş û belek e
Bejna yekê zirav e wek hurî û melek e
Zimane yekê şêrîn e li ba şekirê şamê vemeke
De lê lê hayê… lê hayê...

Lo lo bavê yekê beg e, wezîr e
Bavê yekê bi zêr û zîv e pir malxur e
Bavê yekê li gundê me şivan e, gavan e pir feqîr e
Lê qiza wî emra dilê min e lo lo hayê
Gotin û Muzîk: Ali Baran

Demê demê          
Demê demê demê,çi xweş e demê
Werin hevra bigrin, em eşq û semê      
Cema me şûna ehlîbeytan e
Sema me tehre çel Qirxleran e
Rêya me rêya deh û du îmaman e
Xizir hazir û nazir li ser riyan e
Demê demê demê, çi xweş e demê
Werin hevra bigrin, em eşq û semê      
  
Heftê û du millet hat ser Cîhanê
Alem ji yek nuxdê tev peyda bûye  
Dunya bakî nîne qe ji  kesan re
Aliyek peyda bûye ji Kurmancan re
Demê demê demê,çi xweş e demê

Emê biratî bikin rê û tevdîr,
Emê ne bin hêsirê ber zulmên mîr
Ê bên zemanên bi kêyf û bi nûr
Ê rabe zemanên,tarî û zuxûr             
Gotin: Baran, Muzîk: Gelêrî

Zeryê zeryê
Zeryê zeryê lê tu zer î
Desmala dor bi morî
Li ber kendalan rûmenî
Doce dase bi runi

Malan barkir goç bi rê ket
Zeriyam giran giran dû ket
Heta Zerê çû diyarda verbû
Agir bi dile min ket

Me îsal çandiye cehek
Mera nemaye mehek
Gurz bi gurz biçînin bînin
Bînin di bêderê kin

Çiyayê hember pir bilind de
Pûşiyê hilîn por di bin de
Zerê destê min ji te nabe
Tu desmala xwe bi min de

De ha lêxin de ha hûrkin
Bînin li destêr kin
Hûr hûr bihêrin em bi nan kin
Zarok û zêçan terkin

Baran barî tene tene
Vana rêçê min û te ne
Yê ku bûn sebeba min û te
Ew dijminê wî xadê ne
Gotin û Muzîk: Ali Baran

Eman eman
Ez xerîbê ustî xwar im
Dil da kul im kûr dinalim
Dikim nakim we nabînim
Êdî jar im ezî kal im

Eman eman eman
Çiya girtî berf û dûman
Ez pê ketim derdê giran
Nabînim çarê û dêrman

Ew çi hal e ez dizanim
Xelkê bindest im xizan im
Welatê min tev şewitî
Êdî kesek pê nizanin
Eman eman.......

Dest bi çek li ser Çiya bim
Sebê welat can bidim
Dixwazim welat rizgarkim
Êdi nikam ez kal im
Eman eman....
Gotin û Muzîk: Fedayî Baran

Em şer naxwazin
Em naxwazin wî derdî
Şer bikeve tev erdî
Naxwazin rê bikşînin
Çavê Qîzê û desgirtî

Em dibên nebînin
Şertê wan bihebînin
Em naxwazin kal û pîr
Li ber dîyara bimînin

Em naxwazin şera va
Hew dûrkevin Bûk-Zava
Naxwazin rê bikşînin
Çavê Dîya,çavê Bava
(Dîsgotin)

Pirsa me yê şert ew e
Dinyayê de şer  nebe
Dilê axîn û cahîla
Tim wext melûl nebe
(Dîsgotin)
Gotin û Muzîk: Ali Baran

Destê ma
Wortê kar û Xebatî de
Araq kûto çarekê ma
Wortê Zeran û şemendê
Destê ma Dayê destê ma
Destê ma Dayê, Çene,Çene       
Weyve, Weyve destê ma...

Top û Tûfongu vîrazimê
Kamî ra Eskêrî ma kamî ra?
Bindestî de ma bîya kole
Destê ma Dayê,Dayê destê ma
Destê ma.....

Destê xo bidi destê ma
Poşta xo bidi poşta  ma
Bere Zordestu dêmdîmê ma
Destê ma Dayê,Dayê destê ma
Destê ma Çene çene..
Gotin û Muzîk: Ali Baran

Bûkê
Çavê bûkê hebê tirî
Heb li hebê ne dibarî
Bûkê hat li min rabirî
Min di dû da berda girî

Lê lê bûkê çav reş bûkê
Rindik î wek Kewokê
Xaşik î wek şemokê
Ez dimirim tu çi dikî

Bûkê ware em herin Dirban
Mal û milkêm hemî te ra
Seba xatirê te dilberê
Gayê sûrik dikim qurban
Lê lê bûkê…….

Baran barî erd şil nekir
Rojê lêxist erd ziwa nekir
Seba çaven reş û belek
Eşîrê Dersim hevdu qir kir
Le le bûkê……
Gotin û Muzîk: Ali Baran

Lure
Lure ezo tora hevalimi
Na koanre peyarimi
Eskerî dismenî amo
Dakilami mara çi wezeno
Lure lure lura mina
Çim burî qeytan nemina

Lure to qiçay nezanay
Ewro sondi çay berbenay
Apê to kodi ceng keno
Piyê to hepisde makumo
Lure lure lura mina
Çim burî qeytan nemina

Çemê Muzirî de gonî sona
Nagoni goniya hevalana
Dismanê ma Koledariyo
Namê werekemî Azadiyo
Lure lure lura mina
Çim burî qeytan nemina
Gotin û Muzîk: Ali Baran

Şîrîna min
Ava nevalan xuşe-xuş e
Şîrîna min kinca dişo
Dinale giran nexweş e
Roj bi roj can lê dikişe

Şîrîna min şîrîna min
Ne bîramin mirina min
Tu şîrîna ber dilê min
Heta destê te lê nekev
Qe xweş nabe birîna min

Ez negano çi biyarî
Şîrîn derdê xo wacerî
Baran qedayê to bicerî
Fîstanê sorik bi narî
Şîrîna min sirina min
-Dîsagotin-

Şeva çûyî mala me bû
Heta sibê qala te bû
Seyd Riza rêbere me bû
Çemê Muzir tew candek bû
Şîrîna min şîrîna min
-Dîsagotin-
Gotin û Muzîk: Ali Baran

Ax baba
Çûme diyarê bêderan
Ketim nav cema rêçbêran
Him cot dikin, him av dikin
Bûa mîr û beg û Axan

Ox ox ox ox Axbaba ye
Wa çi eşq û çi sevda ye
Cila reşik xwe werdaye
Wa çi hale çi sevdaye
Dem dem dem dem...ox ox

Tu Tembûr î ez perde me
Tu Axa yî ez kole me
Li ber derîyê we sêvî me
Ne kenîme ne şa bûme
Ox ox ox ox Axbabaye....

Ew kaniya ji kevir e
Çel xayinan av lê bire
Wekê karê me karkiran
Xelas nabe, venamire
Ox ox ox ox Axbabaye...
Gotin û Muzîk: Ali Baran

Dilêm loy loy
Dilêm loy loy dilêm loy loy
Dilêm ezê hatim lo tu ne li mal î
Tu qicik î ustî xwar î
Ez qazî me tu kurê xal î
Delaliyê dilê min tim û tim têm tu ne li mal î
Xazike tu malxe bûya ez bermalî
Dilêm loy loy dilêm loy loy ..lo siwaro

Delaliya dilê min tu bihatana ji derda
Ezê hûrik hûrik rabûyama ji berda
Mi ji delaliyê dilê xwa ra têr xeberda
Dilêm loy loy dilêm loy loy
Xazike tu malxe bûya ez ji te ra bermalî
Dilêm loy loy dilêm loy loy ..lo siwaro

Delaliya dilêm şîrîn şîrîn têm tu ne li mal î
Ezê rabim ji te ra daynim cî û berpalî
Delaliyê dilê min ne sax î hûrik hûrik kur dinalî
Delaliye dilemin tim u tim tem tu ne li mali
Xazike tu malxe buya ez bermalî
Dilêm loy loy dilêm loy loy ..lo siwaro
Gotin û Muzîk: Ali Baran